Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Bo raya giþtî

 


Wekî gellek dezgehén li der û li hûndiré welét én bi tékoþîn û berxwedana bénavbar hatine bidestxistin, Roj tv.  destkeftiyeke gelé kurd, dezgeheke bingehîn é millî û neteweyî ye.
Ji serdema damezrandiné û heta véga, Roj Tv. bi weþana xwe, bi bernameyén xwe yén pirzimanî, li gel çand û zimané kurdî,  bûye tercûmané hest û hizr û daxwazén kémneteweyén kevn én li ser axa Mezopotamya; Asûrî, Suryanî û Ermeniyan…


Li dewleteke serbixwe jî bi qasî bernameyén Roj tv. bernameyén birrreng, xweþaheng  û pirdeng nahatine péþkéþkirin, û ranegihane bînerén kurd én di nava sînorén dewletén zimané kurdî qedexe; Tirkiyeyé, Îrané, û Suriyeyé.

Di nava tixûbén Yekitiya Ewrûpayé de, li welatekî çandfere û fereziman wekî Belçîkayé, liv û tevgera li dijî Roj Tv, qetek ji polîtîkayén durû û nû yé dewletén Ewrûpî ne, gelo?

Divé bét zanîn ku, girtin û qedexekirina Roj Tv.yé birîna zaré  kurda ye.

Di zagonén bingehîn de, di xalén Konversiyona Ewrûpayé de, mafé zaman wekî mafekî rewa û jéneger bo her netew, kom, kéwnetewî hatiye bicihkirin.

Li ser parzemîna azadiya bésînor, li dewleteke mîna Belçîkayé ku layangiré derbirîna azad e, û wekî navanda dad û maf û demokrasiyé  té helsingandin de, desteserkirina kurdan, girtina Roj tv û xebatkarén wé, þermî û rûreþiya tevahiya dewletén Ewrûpayé ye.

Em,  helwesta Belçîkayé ya bédad û derqanûnî bi tundî þermezar dikin, û bangî rayedarén Belçîkayé dikin, ku di demeke néz de ji vé þaþî û þermiya xwe bi þûn de gavé bavéjin, û léborîné bixwazin ji gelé kurd, ermenî, asûrî û keldaniyan…

06/03/2010/Amed

Komeleya Nivîskarén Kurd

----------

Navnîþan:Gevran cad. 1. Akkoyunlu sok.kupik 9 apt kat:1 no:2
Ofis /Diyarbakýr

WEB: www.kurtyazarlardernegi.org.tr
Tlf-Fax:           0090 0412 224 33 12
GSM: 0090 533 655 69 85
E-Mail:  komeleyaniviskaran@yahoo.com
niviskarenkurd@windowslive.com, arjenari99@yahoo.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark