Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurtiyek Ji Jinenîgariya Rezoyê Osê

 


Konê Reş

       Navê  wî  Ebdulrezaqê  Eliyê  Îsayê  Osê  ye. Roja 10.10.1950  li gundê Dekşûrî / Cizîrê-parêzgeha Hisiça, herêma Qamişlo, hatiye  jiyanê. Xwendina xwe, ya seretayî li gundê Tenûrî/ gundê sînordaşê Dekşûrî/ kuta kiriye. Ya navendî û lîse jî li bajarê Qamişlo bi dest xistiye. Bi navên: Aro; Rezo; Stêr; Azad; Pirs; Ebdulrezaq Osê û  Rezoyê Osê di gelek kovar û  rojnaman de nivîsiye, wilo jî di malperan de,  ji  wan: Stêr;  Armanc; Dugir; Pirs; Metîn; Dengê Azadî; Zanîn.. Ji havîna sala  1970  de dest bi nivîsandinê kiriye.


Gelek gotar  û lêkolîn  belav  kirine. Wilo jî, helbest, keveşop  û nûjen, nivîsiye, şano di kovaran de belav kirine, folklor daye hev û belav kiriye, kurteçîrok nivîsîne, çîrokên zarokan dane hev û pênc pirtûk bi navê Dîk-Dîko; Libhinarê; Bavê Hepûn; Şengê û Pengê; Finda Şemal çap kirine. Wî bi Kurdî nivîsîne û Dr. M. Nejarî guhertine zimanê Erebî û bi hev re di bin navê danehev û pêşkêşkirina herdu navan hatine çapkirin.

Bi kurtî, eve hin ji keda Mamoste Rezoyê Osê:
 1 - 1972 - 1974  Endamê  komîta  berpirsiyariya  kovara "Şoreşgêr", ku li bajarê Berlîna Rojava derdiçû, maye.
2 - Di van salan de jî bûye endamê komîta çapderîn, ku sê pirtûk  li  Berlîna  Rojava  çap  kirin: Dîwana  S. Hêzanî, bi Kurdî. Helperkên  Kurdî, yên folklorî, bi zimanê Elemanî. Miletek berxwedanê di ber  hebûna  xwe de dike, bi zimanê Elemanî.
3 - 1977, kursê fêrbûna zimanê Kurdî li bajarê Mosko, ji grûpek xortên Kurd, yên zanîngehê re vekiriye.
4 - 1977, Bûye endamê komcivîna damezrandina "Hevbenda Kawa  bo wêjeya Kurdî" dameznerên vê hevbendê: Bavê Nazê; Dr. M. E. Najarî; Dr. S. Mulla û Rezo bûn, ku li Mosko pêk hat. Vê hevbendê gelek pirtûk, bi zimanê Erebî, çi wergerandin, çi jî afirandin/ dane weşandin.    
5 - 1978, 1980 Bûye endamê "komîta amadekar" bo pêkanîna yekbûna komeleyên xwendevanên Kurd li Ewropa, ku di bin çavnihêriya mamoste Ezîz Mihemed de kar dikir.
6 - 1980, 1981 Berpirsiyariya belavoka " Ronakbîr ",li Sûriya, kiriye.
7 - 1982, 1984  Bi Bilûrvan re serkêşiya fêrbûna "Kursênzimanê Kurdî" li binekova Cizîrê kiriye.
8 - 1983, 1993 Berpirsiyariya kovara "Stêr", bi Bilûrvan re, weku damezrêner, paşê  bi  Dilovan û hin rewşenbîrên din re kiriye.
9 -  1993   Endamê  komîta  berpirsiyar  e  di kovara "Pirs" de.
10 - 2002, Endam û yek ji damezrênerên Komîta xelata Cegerxwîn e.
11 - 2003, Bûye endamê komîta şêwirdarên kovara"Pêl" ko li Elmaniya der tê. Vê salê jî bûye endamê PEN a Kurd.
12 - 2003, Vexwendî çalakiyên sedsalaliya Cegerxwîn, li Amedê û Izmîrê, bûye. Li wir "Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de" pêşkêş kiriye.
13 - 2004, Endam û çalakdarê komcivîna duwemîn ya "rojên wêjeyê li Amedê" bûye û beşdarî kiriye.
14 - 2005, Endamê konferansa PENa Kurd û PENa Tirk bû, ku di bin çavdêriya PENa Navnetewî û UNESCO de li Amedê pêk hat.
15 - 2005, Vexwendiyê festîvala rewşenbîrî ya yekemîn li  Duhokê  bû, da lîkolînekê  li ser " hevoksaziya Kurdî ". pêşkêş bike. Lê ji ber sedemên rewşa navwelatî, di navbera Sûriya û Îraqê de, nikarîbû amade bibe, tenha lêkolîna xwe rê kir.
16 - 2006, Endam û çalakdarê festîvala rewşenbîrî ya duhemîn li Duhokê bû.
17 -  2008, Endam û çalakdarê festîvala Cegerxwîn li Hewlêrê bû.
18 -  2008, wergêrê xelata yekemîn ya fablê li Wanê bû.

Ji bil ku gelek distnivîsên wî yên cur bi cur hene, amade ne ji çapê re.

Not: Doh, êvara înê 04/03/2010, saet 9ê şevê, Yezdanê mezin, piştî nexweşiyek dirêj emanetê xwe ji  nivîskar, rojnamevan û welatparêzê kurd Rezo Osê stand. Em jî bi dilekî şikestî û keser koçkirina wî ji Medya Kurd re radigihînin û we serwextî vê oxirkirina wî a xemgîn û diltezîn ku ne di çax û demê xwe de hat, dikin. Hêj zû bû ji koçkirina mamoste Rezo Osê re.. Hêj pêdiviya rewşenbîriya Kurd pê hebû.. Lê sed mixabin, eve halê dinyê, wek ku kurdan gotiye; Dinya baqê nîvciye...
Iro, roja Înê, 05/03/2010, piştî limêja nîvro, wê darbesta wî, ji Qamişlo, ber bi gundê wî Dekşûrîyê ve birêkeve û wê lê bê veşartin.
Serê malbata wî sax be, serê gelê kurd sax be û serê rewşenbîriya Kurd sax be, ev rêk li pêşiya me teva ye.

Qamişlo, 05/03/2010

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark