Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pîrozbahîya 8ê avdarê

 


  Suad cegerxwîn

  Xuþkên hêja,ez di rîya vê namêre,silavên xwe yên germ ji were rêdikim û 8ê avdarê, roja navneteweyî ya jina li we teva pîroz dikim.di vê rojêde em jin  tev kêfxweþin ,hêvîya me ewe ku wê jinên kurd nêzîk karibin rêxistinên xwe yên serbixwe bi awakî fireh li seranserê welat  ava bikin .Avakirina komelak yan jî yekîtîk jina di civata me de ji gavên pir giring û hêjane ,divê em li gel hev bavêjin her û ha pêþveçûneke pêwîste.


îro roj çi karê ku jin bê  rêxistin dikin ne li berç ava ye  ,çiqas em bihevre bin û karê xwe bi nav  bikin ewê karê me bêtir xuyayî û bi hêz be û emê karibin bi rihetî kul û kêþên xwe zelal bikin û di rîya rêxistinên  xwere derdê xwe vekirî bêjin ûçareser bikin . silavên germ ji hemû jina re ,bi taybetî ji jinên kurd re ,li welat û li dervey welat ,jinên ku bi nasnama xwe kar û xebatê dikin û jibo  pirsa jina û wekhevîya jin û mêra ,jibo  netewa xwe û rêzgarîya gelê xwe di civakê de tim beþdarin .Silav ji jinên li ber tenûran re ,yên  li ber dergûþan, li nav  rezan û li nava malê  kar û xebata rojane dikin .8ê avdarê jibo   me teva cejneke pir taybet û giranbuhaye,   roja  þahî û  kêfxweþîyê ye,roja berxwedan û serxwebûnê ye ,lê mixabin dilê me kurdan çi jin û çi mêr tev bi êþ û xemgîne ,para me di þahîya 8ê avdarê de pir kê me , ji ber ku divê   mehêde ,destên çepel pir caran  tawanên dijwar bi ser gelê me de anîne .ji tawana Helebçe ta   tawana qamiþloyê ya ku têde  pir kes  ji   ciwanên me bê sedem jiyana xwe windakirin , ev tawanên giran qet nayên jibîrkirin ,di rîya wan  pakrewana re    silav li hemû þehîdên welatê me re .Silav ji jinên tekoþer re ku di dîroka gelê xwe de pakrewan bûne wek Leyla Qasim û hin din , ew qet nayên jibîrkirin ,herdem ewê di dilê me de bijîn .     
Bijî 8ê avdarê ..roja navneteweyî ya jina
Bela 8ê avdarê soza me jina be ,jibo jiyaneke nû pêþketî ku mirov tevde tê de giranbuhabe   jin be yan jî mer be 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark