Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hijmara (22) an ya Hawara Nû derket

 

Hewlêr-10/11/2006

Hijmara nû ya (22) an ji kovara Hawara Nû ya ku Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî wê mihane li Hewlêrê paytexta herêma Kurdistana-Iraqê derdixe, kete ber destê xwendevanan de.


Gelek gotar û lêkolînên hizrî û wêjeyî bi herdû zimanên erebî û kurdî  ciyê xwe di hijmara nû de digirin.Ji bilî sergotara ko bi navê"Ew e Rikeberiya Mezin e …!" hijmara nû van babetan hembêz dike: gotara birêz Selah Bedredîn "Bila 5-ê Oktoberê bibe roja yekgirtina Niþtimanî", dosiyeya hijmarê bi navê"Sûriyê berev ku? Mafên mirovan li welatên erebî-Sûriyê weke nimûne" ji aliyê Selam Ibrahîm Etûf Kube ve .Ibrahîm Mehmûd gotarekê derbarê"Kurdbûyîn" ê dinivîse li gel hindek nivîs û gotarên din.

Di beþê kurdî yê Hawara Nû de, Ebdilxaliq Sersam li dora " þoreþa vejîna kurd divê li ser destê gencên kurd yên paþ qonaxa raperînê pêkwere" dinivîse tevî deqê temamkirî yê projeya destûrê herêma kurdistana-Iraqê.Herweha, kovarê destpêkir bi weþandina lêkolîneke zimanî li ser zimanê kurdî ji aliyê nivîserê kurd Hesen Huseyn Denîz ve bi navê"Em taybetmendiyên zimanê xwe binasin ku lê xwedî derkevin-beþa yekem" li gel gotara Fûwad Sîpan a li ser xwediyê xelata Nobelê wêjevanê Elamnî  Gontir Grass

û çend wergerên li dora " Federalizmê"û"Konsepta Dewletê".Mîrhac Mistefa gotarekê li ser "Þahê tembûrê Mihemmed Arifê Cizîrî" diweþîne,tev li quncikên herdemî ji aliyê nûser Besam Mistefa ve derbarê"Pirtûkxana Kawa"û"Kurd di navbera terora dewleta neteweyî û Islama siyasî de

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark