Dr.Ebdilmecît Şêxo
Erê ! Pelek kesk ji dareke berhemdar û bêhndar li Çiyayê Kurmênc weşiya. Sêwiyên bajarê me û evîndarên peyvên narîn xwe di bin sîtavên vê dara serbilind de, ji kîndarên mirovperweriyê diparaztin. Lê niha dara me perdeyek xemgîn ser rûçka xwe de berdaye , rondikên kesk ji pelên wê dibarin û stêrka Mihemed Norî Xorşîd li êvaran helbestên serxwşiyê ji dara bextreş re dixwîne .
Di siba roja 10.10.2009 min û hevalê xwe Dr. Ehmed Ehmed û hevsera min Dilşan li dervayî bajarê Efrînê , li destpêka riya gundê Maratê- gundê Mezin bi dilêşeke kûr li çavnirîna terma nemir bavê Ceger dikirin û min bi kovanên tûj ji hevalên xwe re got ; Di rastiyê de herdem tête gotin ku kevir , hîm , rêk , newel , dar , kanî , perçeyên ji sirûştê ne û ciwan in , lê ewanan bê giyan û hest in . Lê na xanima min ! Na hevalê hêca ! Îro bi me re dîmena sirûştê jî tengezar e , li derholên xwe temaşekin , bibînin çawa darên zêtonan bi me re axînan berdidin , binêrin , çawa zikê rêkê ji êşê avis bû ye , xwedê zana çend salan bavê Ceger di ser vê rêkê re bi peya diçû û dihate dibistana Efrînê , darên li kenarên vê rêkê tenê zanin , ku çiqas diltenikê me derdên sêwitiya xwe bi cegerxwînî ji qomriyan re distira . Em hîn ji hev re serxweşiyan bi çavên xwe dugihêzên , me dît pakrewanê me li ser pişta baskên çêrokek birîndar sîwar bûye , di nav girî û şînê de berê xwe daye nik balindên deng xweş û fireşteyên buheştê . Gava em gihane gundê Maratê , min dîsan gote hevriyên xwe , we dît çawa kevirên Maratê dinalin , hûn dengê girîna kaniya Maratê dibîsin ? ! Erê sirûşta me qenciyên mirovên mîna dengbêjê êş û derdan , Norî , bavê Ceger jibîrnakin , eger hûn bawer nakin , bibîsin nemir ci gotiye û çiqas ewî ji gund û gundiyên xwe hez dikir (…… …………………………. Min ji her kesî hawîrdora xwe hez dikir , min nizanî bû dilreşî çi ye, ez mîna kaniyekê diherikîm, ez evîndarê balind û gulan , û şadiyên bilbilan bûm. Min ji hertiştî hez dikir , her tiştê li gundê min xweşik bû , bila ez bimrama , tenê min ji wir barnekira , ewa bûhşta min bû, lê min ewa winda kir ) ( werger ji zimanê erebî ) Di ber xwendina van çend rêzikan re , em gihana guristana (Gundê Mezin ) stêrên çavên me di qermîçekên rûyên me de bi hawar û giriyên Keç û lawên nemir hatin meyandin . Gava ku nivîskarê mirovperwer binax dikirin , hevalê min Dr. Ehmed bi min re got ; ez jî dixwazim hin gotinên hevalê xwe Norî hûnim bîra we, Norî di helbesteke xwe de lava kiriye ku ewa ne bi cawa spî bête pêçan , lê tenê bi rojnaman , ewî jî helbestek ji me re xwend . Dê rojekê helbest min bikuje Pêriyên helbestê serdanek jar li min kirin şêweyên tirsê ji min re destnîşan kirin û gotin : Dê helbest rojekê di vê dema kevirî de te bikuje xxxxx Ne xeme ku helbest min bikuje belkî kuştina min ji we re jî ne qisawet be lê lavayek ..lavaaaaa yek min heye …! li dewsa cawa spî min bi rojnaman bipêçin pirtûkên min bi min re têxin gornê ta ku ewanan min mijûl bikin ax ....ezê çawa di gorna xwe de vê pirtûkên xwe bijîm ? !!! ( Werger ji zimanê erebî ) Mihemed Norî Xorşîd di sala 1957 an ji dayik bû ye , ew û belengaziyê ve cêwî bûn ,di bin baskên bexteke setemkar de û bi tenayetî li gundê Maratê ( Çiyayê Kurmênc ) tev diya xwe Hizêranê dijîya . Ewî xwendina xwe seretayî , navîn û sernavîn li gundê Maratê û Efrînê kuta kiriye , nemirê peyvên rastgo; lêsansê di zimanê erebî de ji zanîngeha Helebê di sala 1984 an de werdigre û di pir dibistanên parêzgeha Helebê de mamosteyetî kiriye. Du keç û pênc lawên rewşenbîrê zindî hebûn , hîn M.Norî. Xorşîd lingên xwe yên xwes , zikreşiyên derdora xwe ji bîrnekiribûn , perwînên buheştê giyana lawekî ciwan Rêzan li piştên xwe sîwar kirin û bi xwe re mîna çûkeke qeşeng û sazbend birin nik bêgunehên jînê. Bavê Ceger bi xwîna dilê xwe pirûkek helbestî bi navê ( Balindê Bûheştê ) di sala 2003 an de terxande kurê xwe Rêzan . Çiqas M.Norî bi dilzarî û agirşewat helbestên xwe li tevnê dixistin , gilûgazinên xwe ji meriyên xwe dikirin , lê ewqas jî diltenk bû û di bin sîbera helbesta dilovan de hemû gunehên meriyên xwe di girava hezkirina xwe de şewitandin. Hûn li kuderê bûn Gava ez jar bûm mîna segekî biçûk bê sud li pariyek nan digeriyam ?! hûn li kuderê bûn dema ez derbider bûm tev firmêskên çavên xwe pêxasî dimeşîm xûn ji dilê min diherikî ji şerma tazîbûna guvdê xwe re min serê xwe ditewand ne xanî ne xwedan û ne jî siya darê hebûn ?! X X X Hûn li kuderê bûn min rojekê nedît hûn bi min re bûn min tucarî nedît destek dilovan xwe dirêjî porê min yan destên min kirin û ez ji hejartiyê rizgar kirim yan stêrên çavên min paqij kirin min tenê kînên we yên bê çav dîtin para min ji we tenê zikreşî bû ........... .......... ........................................ ) Ey meriyên min di wan rojên min mîna sedsalan derbaz dibûn xudêkê hûn di bin kê de bûn ? ne xem e , ey meriyên min ! tevî ku birîn mezin e tevî ku setema we weke şûrekê bi ser min de dihat ez ji dil de li we diborînim !!!! X X X Min rojekê ji bavê Ceger pirsî , mamoste tu çima hemû derd û zamên xwe bi zimanê erebî derdibirî ? Ewî bi hêrseke nazîk , gote min ; kek Mecît ! Bi biratiya me herduyan ez dixwazim bi zimanê dayika xwe binivisînim , zimanê me weke şîrê dayikan şêrîn e, ez çi bikim , niha ez bê çar im , lê ezê mîna her kesekî niştimanperwer hewal bidim ku bi zimanê Ehmedê Xanî û Celadet Bedirxan binivîsînim , kek Mecît ! Tu zanî ez çiqas xemxwarê gel û welatê xwe me , ez dildarê civaka wekheviya gelan im , ka bibîne û bibhîse ! Navê dîwana min û navnîşana helbesta min ya yekem çî ye ? Kînga ezê navê te eşker bêjim Helbestvanê me bi serhilmiştî , bi kelgermî û hinarikên wî mîna gangilokan bûn, helbesta xwe ji min re xwend; Ez te di dilê xwe de vedişêrim ez newêrim navê te eşkere bêjim ez te di hevokê de di sîmbolê de di şanê de vedişêrim niwe li hawîrdora me bi mij e di serdema me de wijdanên kesan xew kirine !!! X X X Kînga ezê hestên xwe yên zîndankirî serbest berdim eşkere bêjim ez ji te hez dikim û sirûda xwe ya xemgînî li pişt xwe bihêlim......... (.....Kînga emê serketina peyvê li ser bêdengiya sedsalan û germbûna rojê li zîndanan de li darxînin ? Ese dê rojek were ezê bi tijî devê xwe ji te re bêjim ez evîndarê te me....... ....... ) ( Werger ji zimanê erebî ) Min dîsan ji wî pirsî, tu kê yan çi di dilê xwe de vedişêrî ? Ewî gote min , ma rast tu nizanî ez Kurdistanê di dilê xwe de vedişêrim ! Min dîsan ewa hurhitand û gote wî, erê hevalo , xwaziya te ew tirsa ji dilê xwe derxista !!! Danûstandina me pir dirêj û germ bû , lê li dawiyê ez kanim bêjim ; Nivîskar M. N. Xorşîd bê sênor mirovhez bû , ewî bi qaserî kanîn û gengaziya xwe welatparêz bû, ewî mîna pisporekî zimanê erebî , lêveger li sê , çar pirtûkên hevalên xwe kiri bûn ; mîna 1- Yelmaz Gûney , 2- Efsane û serpêhatiyên Rojhilatê( Kurdî , E. M. Ş ) yên hilbijarte ji wergera Dr. Ehmed Ehmed .3- Gurzek gul ji helbestên zimanê kurdî ji wergera nivîsevanê vê gotarê (1995 ) . M. N. Xorşîd di jiyana xwe de du dîwan 1-( kînga ezê navê te eşkere bikim ,1997 ), 2- ( Hezarê behuştê , - balindê behuştê- 2003 ) û pirtûkek ji çêrokan ( Êşên Xorşîd , 2003 ) weşandin . Lê pir mixabin , nivîskarê nemir nikanî bû di xweşiya xwe de çavên jin û keçên xwe bi du berhemên xwe yên ne çapkirî kil bidana , û ev herdu pirtûk li şûn wî mane 1-Dilê min û hêvê ve , ji kê re didîgrîn -2- Ezê herdem helbestan biherikînim . Piştî ku min di vê nîvî şevê de , di êvareke bajarê Efrînê de , avceniyek dijwar di gola bêzariya jînegerî û cîhana helbestên nemir de kir , ez kanim tenê ji giyanê M. N. Xorşîd re bêjim ; Erê, ne dilê te û ne jî hêvê te kanîn ji kesî re bidîgrîn , lê hemû hezkiriyên te , dê ji dil û hêva te re dilopan biherkînin û bi helbestên te cavên xwe ziya bikin ..... Efrîn , 2010
|