Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: ÎNA CUDA

 


   
Behlewî Bavê Welat

"Werîsê Înê
Riziyaye..
Durî werîsa bin"
Pirsên vê hevokê westiyan..
Qîj kirin min:


"ziman fireye..
Cihê hezaran pirs lê heye…
Ger tu hê xwedî hêzî..
Tîpên me dizarin ji ber te…
Bibûre"
Riya li hevhatinê ne hiþtin…
Ji min re nema tenê bêjim:
"Bibûrin..
Pirsê xoþewîst"
*         *        *
Gelek roj çûne
Ew pirsê ko ji devê min reha bûn..
Zengelorka..mîna xêzên rûkê rihsipiya..
Bi têlê xwe re..
Seyran dikir…
Ta..Îna cuda ..
Serê xwe livand…
*           *         *
Bi elenda Înê re..
Destpêkirin bûmelerzîn..
Ji min re tenê diyar bûn...
Kê dibînim…?
Kî nêzî min dibe…?
Lêva hev bernedan..
Ji rêwiya naz re dipeyivîn!
"ji zûve..
Ta vê Înê..
Ez tazîme"
Rabû bi nîvkenekî
Ser lêvnokên Nisêbînê..
Hûnandî wê..
Xweþiktirîn cil
Û
Li bejna min kir…
"Lê..hevala Îro..
Dîlbera peþerojê..
Hê min sare…
Gelek nîvkena..
Li laþe min ke..
Hê min sare…
Tazîbûna ji dayikbûnê
Bibûre..tê bi weste..
Ta tu çareser bikî…
Mîna bûzê xwe li ser min bihelîne..
Bûza te jî cudaye..
Mîna vê  Înê ..
Cudaye…
Te her tiþt guhart…
Wateyên din liba min ..
Hatin afirandin
Ji her..
Roj û cih û pirsê re..
Ferhengeke nû..
Ezê pê bi axivim.."
*            *         *
pirsên hêja..
Ji nû ve xwe amedebikin..
Wateyên nû va ez…
Diyar dikim we..
De ka werin..
Em dê bêjin:
"Werîsê Înê..
Ne riziyaye..
Dûr ne bin ..ji werîsa"


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark