Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rexne yan tewanbarī

 


Ibrahîm Ebdî (Keser )

Kekê hêja û ezîz :Ezîz Xemcivîn
Min gotara te ya li ser mihrecana helbesta Kurdî ya14mîn  xwend , ji bilî tewanbariyê û beravêtina kar ,min tižtek têde nedît . (Xwezî ku nerîna min žaž be ), ev jî ne ji xweber tê , û li cem cihê pirsê ye .
Min  li te venedigerand heger ku te helbest tenê, û bi rengekî ekadîmî rexne bikira û žažiyên di helbestê de bida xuyanî . Di wê çaxê de minê bigota: Spas û bijî ji te re .


Keko :Heger te xwe hinekî westandiba berî te ev gotar nivîsî ba ,bê guman dê nivîsîna te ne bi vî rengê žaž derketiba ,û belkî te ji kok de li ser mihrecanê ne nivîsî ba.  
Were dê em bi hev re têkevin warê terazûya helbestê . Malikên helbesta min ( Gulzar ) ji du ceman hatiye , cemê pêžîn ji (16) movika ye , û cemê pažîn ji (15) movika ye , û malikên helbestê tev bi vî awayî hatine ristin.Ev reng-terazû di helbestên Cizîrî de bi piranî peyda dibin. Mînak :
Pirsiyarê li me carek bike žêrîn dehena min  (16) movik e
Kû perihtîne firaqa te li ser derd û xemê    (15) movik e
Ger bi bim ber te sucûdê , di dema kežf û žuhûdê (16) movik e
Me li dil dê bi dirit pertewê nûra qidemê       (15) movik e
Mînakek dî :
Ax û oxên min ji dil tên , lê ji ber tîra qizil tên (16) movik e
Yan ji kovanên di kul tên , jê dizêt her xûn û zox(15) movik e
Xûn ji dil co co rewan tê , wek e`qîq û erxewan tê (16) movik e
Lê ji dest selwa ciwan tê , ew žepala ženg û žox (15) movik e
Ma gelo Cizîrî hayê wî ji terzûyê nebû , yan terazûya helbestên wî çewt e  ?!. (mamoste Ezîz tenê vî tižtî dizane ).
Lê ji ber kekê min Ezîz kêm zanîn û çewte di vî babetî de , cemê malikên helbesta min kêm movik û çewt dîtiye .
Li gorî nerîna mamoste Ezîz:  
(Kîta (û) di helbestên Melayê Cezîrî û Seydayê Xanî de jî, ji ber ko ewan helbestên xwe bi tîpên erebî diristin kîta (we) ya erebî bikar tanîn. Ev kît li gora (we) ya erebî dihat ji ber vê yekê jî di tirazûkirina helbestê de bask ( - ) anko “deng nizm” dihat. Lê dema nuha em tîpên latînî bikar tînin, ew (we) ya erebî nema gerek e; çimkî em (û) ya rasterast bilêv dikin û hem coreyekî wê yî nivîsandinê, yê xweser heye, ji lew ra ew (û, / bala) ye û deng bilind e).
Gelo ku nuha mirovek were û tîpên helbestên Melayê Cezîrî û Seydayê Xanî veguhêze Latînî(hatine veguheztin) wê ew tîpa (û) ya pêwend çawa bête nivîsîn û xwendin????!!!
Keko Ezîz:Kêžeya helbestê dengê kîta ye ,ne rengê nivîsînê ye.
Çi  kesên ku di warê terazûya helbesta Kurdî de nivîsîne, û tev de jî helbestvan û lêkolîner in wek ( Seydayê Cegerxwîn , Mehmûd ê Sebrî , Deham Evdulfettah ……) , tîpa (û) ya pêwend sivik dikin ango bask tê nîžan kirin dema di cihê tîpeke bask de were , lê kekê min Ezîz tim vê tîpê bala nîžan dike , ji ber vê piraniya malikan bi veçirandina wî çewt hatine .Heger wisa bî helbestek Seydayê Cegerxwîn durist nayê , wê tev de žikestî û çewt bin .wek mînak :
Seydayê Cegerxwîn wisan dibêj e :
Bilinde bejn û bala te
-  /      -   /     -   /  /   -
Li ser taca te ezmane
-     /     /   / -  /      /  -
Kitanek reng sipî daye
 -     /     /   / -  /      /  -
Serê Zozan û Sîpan e
-     /     /   / -  /      /  -
Ev helbesta Seyda li ser vê pêlikê ye ( -/// ) ango mefaîlon مفاعيلن ya Erebî hatiye ,û li ser pêlewaza (behra) Hezec e . lê heger tîpa (û) ya pêwend tim bala were xwendin ( li gor nerîna Ezîz ) wê ev helbest žikestî be, û ev ne rast e  keko .
Di warê qurmiçandina gotinan de ,te ji mamoste Jan Dost pirsiye wek te gotiye ,û wî bersev daye ,çima tu ji ya xwe venagere ?. were ez çend mînakan žanî te bikim:Cizîrî ji dêvla ku bêje (revandim ) dibêje (revam) , û ji dêvla ku bêje (guh bide ) dibêje (guhde) û pir mînak hene lê xuyaye ku te helbestên wî nexwendiye.
Çi kar bê kêmasî nabe ,û her du komît ya amadekar û ya nirxandinê, karekî giran-buha dikin ji bo li dar xistina mihrecanê û pêžxistina helbesta Kurdî . Ma tu nizanî çiqas zehmetî û dijwarî peyda dibin ta ku civînek biçûk li dar dikeve, îca çawa mihrecanek wisa mezin , ma gelo metirsî li ser kesên ku bi vî karî radibin tune ye?. Yan jî ew naxwazin ku di cihekî xwežtir de mihrecanên xwe li dar xin?!.
komîta nirxandinê cihê baweriyê ye , û ew tê hilbijartin ji hêla komîta amadekar  , û heger wan helbesta min, yan helbestên kesên dî jî nas kir bin yan nas nekir bin,ew pileyan bidin helbestê tenê,  ne ku didin navê helbestvan , û xelatkirin ya helbestê ye ne ya navê helbestvan e , (heger navê wî çibe).

***************************************************************************

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark