Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Dîrok: GUNDÊ PELÊSIYÊ

 

 
Luqman Silêman

Hevind@nefel.com

 Divê dema dawî de navê gundê pelêsiyê di hin malperê kurdî de hate xwiyakirin, ka werin em bi hevre herin pelêsiyê ka li ku dikevê. GUNDÊ PELÊSIYÊ li roj hilat û başûrî bajarî DÊRIKA HEMKO dikevê û ew dever tê nas kirn bi navê deşta Hesina


wek ku dibêjin ev Gund sê carî hatiye ava kirin û her hatiye xirakirn lê sedemê incam çibûn û ji bo çi û li ser çi ez nizanim bi kêmayî ew kesê ku min ji wa pirsiye,ev bersiv dane min lê xwiya ye ku ev Gund ji kevin de hatiye ava kirn. Gundê Pelêsiyê îro li ser sê sînora di kevê, û di wê sê niçikiya sînorê SÛRÎ û TURKÎ û ÊRAQA fediral de ye, bê goman dema ku ev Gund hatiye avakirin ev hersê sînor tunebûn çimkî wê demê KURDISTAN nehatibû levakirn, yan jê ne hatibû lihev parkirn. Birastî xurista pelêsiyê gelekî xweşe nexasim di buharê de,dema ku mirov diçê gundê pelêsiyê bêna kurdistanê ji wa gelî û newal ji wa çem û kaniya xweş tê çimkî buhara wê gelekî xweş dibê, ew newal û gelî û zinar têne xemilan din ji kulîlkê kesk û sor û zer, dar wê serê xwe bilind dikin çiya yê bêxêe xweş xwiya dikê, li raserî ava mezin refê pêşmerga li dû hev li ser wê axa pîroz diçin û tên dengê şalol bil bila, qebe qeba kewê guzel, şîqe şîqa teyrê baz, mirov dikevê xeyalên kur û dûr, tê ber çavê mirov lorîka dayîka, qêrîna zarokê bê dê û bav şehîdên şoreşê pêşmerdên dilovan, dengê gula, xum xuma çemê diclê, pêlên ava hîzil car na bêna mirov fere dibê û carnajî bêna mirov teng dibê. Hijmara malên ku Îro di pelêsiyê dene sî û heft malin, hijmara mirova, piçûk û mezin, pîrek û zilam du sed û heftê û sê mirovin, bi hijmar, ev yê ku ta îro di gunde ne, û sî û heft mala jî ji Gund barkirye hin jiwa çûne bajarê DÊRIKÊ û hin çûne ŞAMÊ û hin çûne QAMIŞLO weka her gundê kurda çawe dev ji gundê xwe berdidin û pey pariya nanê xwe dikevin û koçber dibin. Gundê PELÊSIYÊ yê mal bata HECÎ EHMEDÊ HECÎ EBDIL EZÎZE.HECÎ EHMED sê kurê wî hebûn ewjî evin HECÎ SALIH û HECÎ MIHEMED û EBDIL EZÎZ. LI DER DORÊ PELÊSIYÊ ÇI HEYE. Li roj hilat AVA mezine( çemê diclê) lê ji pelêsiyê ava mezin xwiya nakê çimkî pelêsî di newalê de hatiye avakirin. Li rasta pelêsiyê ava hîzil tê tevlî ava mezin dibê û herdû çem dibin yek û bi başûr de diçin dikevê axa ÊRAQA fediral. Li roj hilat û başûr gundê sê malka ye. gundê sê malka raserî ava mezin dikevê. li başûrî sê malka gundê xanikê ye, ( gundê xanikê File têdene) dinav bera Gundê sê malka û pelêsiyê de kavilek heye jêre dibêjin( xirab rûnk) hin ji gundiya dibêjin ev kavil di dema berêde gundbû çimkî hîn goristana wa xwiya ye, hinê dî dibêjin na berê xirab rûnk pelêsî bi xwe bû, lê piştî ku hatiye xirakirn, nema hatiye avakirin, çima jiber çi çilo çawe ev yek kes nizanê lê xwiyadikê kevnahiya gund. Li hêla başûr sefane, lê mixabin îro ava sefên nema ye, beriya çend sala mirov nikarîbû li sefên bidê hingî av boşbû, li ber sefên wek hewingê bû hingî dar û ber li herdû rexê sefên hebûn hin ji wa darê fêkîbûn wek xox û miş miş û tirî û goz incas, hermî û hejîr, hemî rengê fêkî hebû, wekî dî darê biya û sipîndara û tûtirk û gez û qeram û çîtik lê îro sefanekî rip û rût maye li wir. li başûrê sefên kêla celê ye, ta hina ciyê mexfera FERENSIYE xwiya ye li biniya kêla celê gundê çem çêlek heye ev gund şerabî têde ne, dibêjin kurê NAYÎFÊ KOÇER ev gund firotiye Şerabiya bi çêlekekî û tenekek rûn. li roj avayî çem çêlek du gund hene navê wa Elî Gamêşe yek yê mezine û yek yê piçûke ev herdû gund xêrika têdene. li roj avayî kêla celê gundê toremîşa heye. Li başûr hin tiştê dî yê navdar hene.wek Gir şerbik ev gir di demek ji dema de hatiye çêkirin bi destê mirova ew raserî sefêne, ji rexê sefên de mirov nikarê herê serê gir,ji hêla başûr de der ketina ser gir zore, ji hêla roj hilat ve der ketina ser gir zore lê ji hêla roj ava ve der ketina ser gir xwe şe. guhora totakê heye dibêjin di zivistanekî de malekî kuçer çûye konê xwe li wê guhorê daniye, êvarekî şapek rabûye ew mal li ber xwe biriye kes ji wa nefilitî hemî li ber çûn û fetisîne. girek heye jêre dibêjin girê kuç. li rastî pelêsiyê cîk heye jêre dibêjin deriyê cibrîl ew li ber sefêne. Li hêla bakurî pelêsiyê gundê Xirab reşk û gundê Zihêriyê hene. li roj ava û başûr gundê Tilêlonê ye. Li hêla başûr û roj hilat gundê Xanemişkê habû lê ez bawerim îro ji malekî pêve têde nîne. Xa nemiş di newalêde hatiye ava kirin ta ku mirov neçê ra serî gund mirov wî nabînê. Li hêla roj ava gundê mozelanê heye.li rexêdîyê sefên Gundê KENGELO Gundê ku ji pelêsiyê ve xwiya dikê Kengelo ye. çimkî ciyê Kengelo bilinde û ciyê pelêsiyê minze lê mixabin va herdû gunda bi sala dijiminatiya hev kirne û ji hev kuştin û gelekê cara dost û dil êşê herdû mal bata xwestine ku wa li hevbînin lê li hevhatin çênedibû xwiya dikê vê carê û divan roja de lihev hatin û hêviya min ewe ku ev bibê cara dawî di nav kurda de û kurd nema ji hev bikujin. di baweriya min de şerme êdî kurd jihev bikujin çi ku dijminê me, binê zimîne jime dagirtiye û li kî parçî ji parçê kurdistanê mirov destê xwe deynê ser xaka şêrîn wê destê mirov bikevê ser xwîna kurda ji ber ku li herderî dijminatiya kurda dihate kirin û tê kirn û têne kuştin lê dema ku em xwe bi xwe dijmina tiya hev bikin ya herî xirab û ne xweş ewe ji lewma ez pîrzdikim vê li hevhatinê û ez bawerim babet dizanî û bihîs ku li hevhatin çêbû ew dil xweşbûn. pîrozbê ev li hevhatin li mal bata ÇETO ji gundê kengelo û mal bata HECÎ EHMED ji gundê pelêsiyê.......

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark