Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Serdana Memê Alan

 



Yasîn Hisên

Ev lîska þeytana ye…Memo
Pir nêzk mebe ha….agir li hemberî te ye…!
Û îro çarþeme… ew ji te re welîmê amade dikin, de xwe ji xewna bedew re amade bike…ji ber li wir sê Horî xwe bi selikê xwe liba dikin ên ku dagirtî ne ji kaniyan…
amade be Memo….kezeba min. vaye ez bi bê çareyê dava te vedidim…


Ji ber em neviyên wî tuxmî ne, em ji wan kesên me dûrî xewnan dixin heznakin…û dûrî ba û dara…
Em ji dengên çûçik û bihna tiwa hezdikin,,,û ji sitran û dastanên te jî hez dikin.. ey nav þêrîno…Memo…
(Ey gulê sore keremke vir de were…
            Vê sibehê ez bihna te dikim ji tixûbê Cizîra Botan)

Ez jî te distrênim…Memê min,,ey biyaniyê aniha…!
Ez þerê demê dikim…ey kirîvê delal
Û ji bejna te re du peyalên meya Efrînî hildidim,,,bi te re li gundan digerim, û te ji þevbuhêrkên bi gundî û dengbêjan re amade dikim…Memê min,,,ey hevalê biyaniyê..

daxwaza te bi (kirîvê) re dibînim…ew keça xwediya gulmitkên þekirînî û þêrîn..ew kevoka gola (Simoqiya)….û ezim ew kewê xembar li ser kêla te..

bi te re diçim bi tevaya dilê xwe …û ji berbangê de, te dinoþînim bi qehwa tal re , berî ku em berî bidin wan beyaran…!

Xwe dikim mîna (Zembîl Firoþ), ji çavên (Xatûnê) ên zeytûnî, revyayî,,, û pêrgî te dibim di nava beytik û kevokan de….te tiwên bejî û Zatera çiyayî dida Koviyan…û bi dengê (Mihemed Arif) re te bihn dikim…

Erê Memo…gundekî din,,,û serdana me wê bi dawî bibe…
Sitranek din ji (Kawîs Axa),,,û ezê bi te re dîn bibim
Du malikên din ji (Edûlê),,,û ezê bi te re rêwî bim ji Kepezê Milan heta bi Wêranþarê…
Awirek din ji (Eyþana Elî),,,a ku çil û çar kanî li ser sînga wê paldayî ne,,,û em ê bi hev re berî bidin mirinê…!

Ev e qedera me ,,,Memê min…
Ku em ji heriya (Beko) bizên…û her salê em siwarê wê derewê bin…ey padîþahê Hûrî û cinan,,,ey xewkirê li ser palgeha êþ û eleman…

Erê Memo…keziyên wê zêrînin..û lêvên wê li benda hezar ramûsana ye ji me…û laþê wê kelehe ji gotinên qedexe ji me re…û ew bejna wê rêçikek bû ji sawa fedyok re..

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark