Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî.. Ji bo piþtgiriya girtiyên girtîgeha Edrayê li Sûriyê

 


Ji serhildana 12 ê adarê 2004 û vir de, rîjîma Sûriyê, roj bi roj, bi awayekî hovane bi ser miletê Kurd de tê. Ji bilî rewþa awarte ku zêdeyî çil salî li dare, ji bilî qanûna serjimartinê û pêkanîna pirojeyê Kembera erebî yê nijadperest, dest bi kuþtina spî kiriye ku bi Mersûm.49 destpêkir û bi girtina çalakvanên Kurd berdewam dike. Wisa jî bi kirinên xwe yên dijî hemû qanûn û peymanên mafê mirovan. Herweha, bi awayekî xerab, qanûna Sûriyê bixwe binpê dike.


 Ji bo baþkirina þert û mercên girtiyên girtîgeha Edrayê li Þamê, ji 30.10.2009, hejmareke mezin ji girtiyên Kurd, ji endam û hevalbendên Partiya Yekîtiya Demokratîk, dest bi gireva birçîbûnê kirine. Em jî, weku nivîskar, rojnamevan û rewþenbîrên Kurd li derveyî welêt, îro li Komela Kurdên Sûriyê li bajarê Aachen, li Elmanyayê, me gireva birçîbûnê pêk anî, da ku bi dengekî bilind piþtgiriya daxwazên girtiyên siyasî yên girtîgeha Edrayê û hemû girtiyên siyasî û girtiyên ramanê yên di zindanên Sûriyê de, bikin. Herwisa em doza çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyê dikin.

Em bangî hemû sazî, dezgeh û komeleyên Kurdên Rojava li derveyî welêt dikin ku, bêdeng nemînin û piþtgiriya xwe ji bo daxwazên girtiyên Kurd li Edrayê û li hemû girtîgehên Sûriyê nîþan bidin.

Beshdarên chalakiyê:

Helîm Yûsiv
Hêmen Kurdaxî
Ehmed Huseynî
Mîrê Hêka
Elî Cafer
Masûm Dêrikî
Ejder Þêxo
Selahedîn Bîlal
Abbas Abbas
Newaf Xelîl
Þêrwan Ibrahîm
Mizgîn Gemo
Ebdurehman Dêrikî
Ferîdûn Ebbas
Xeyrî Derwêsh
Ebdurehîm Alay
Nezîr Palo
Hisên Hebeþ

Aachen:14.11.2009





 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark