Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bi evîna we, kevokên aþtiyê difirin

 


Azer Osî

çi dibe li bakurê Kurdistanê, çawa ev biryar, çawa ev vîn, çawa ev bawerî, û çawa ev pêþwazî kirin?
Ev hemû pirsin û bersivên wan, wê bi dû de bên...
Ev demeke dirêje ku tevgera gelê kurd bi rêberiya partiya karkirên kurdistanê (Pkk) ê de, pirojeyên aþîtiyê diafirîne û pêþkêþî dewleta Tirk dike,


û ji boyî vê yekê girûpeke aþtiyê di sala 1999 an de, ber bi Tirkiyê ve rêkir, lê ew kes, di heman demê de, dewletê ew avêtin Zindanê û hemû dergehên aþtiyê girtin, û ji xwe her dem ew gelê kurd û tevgera wî bi navê Terorê destnîþan dikin.
Lê tevî wilo jî, tevgera kurd, di bin rêberiya xwe de, bê vîn nebû û hewldanên xwe bê hempa kir, çi li çiyan, çi li kurdistan û çi li derveyî welat û bi taybet li Ewrûpa.
Va dîsa di van rojên pîroz de, du Girûpên Aþtiyê ( yek Ji Qendîl, û ya din ji Kampa Mexmûr) ber bi bi tirkiyê ve çûn, û ya sisiya ji Ewrûpa jî di van rojên pêþ de, wê he re.
Diyare ku tevgera kurd, di hemû gavên xwe de, bi dilsozî dixwaze bi rengekî aþtiyane pirsgirêka xwe çareser bike, lê gelo Dewleta Tirk ji vê yekê re amade ye, yan na.
Belkî pir kesan, bawer nedikirin, ku ew girûpên aþtiyê,  ne bi vê dilsoziyê bên pêþwaz kirin, ji bilî ku pir kesan, rêberê vê tevgerê bi rengekî ne seza didan xuyanî kirin( yanî her tiþt firotine)
ji xwe yên ku di nav agir de, ne mîna yên ji derveyî agirin, û ji xwe Qehremanê Enternêta pir bûne, û jehir ji pênûsên wan diherike, û belaþ dibine zimanê dijmin.....
Pênûs pîroze, û keda di ber gel de pîroz, xwe naskirin pîroze, û rol lîstin hîna pîroz tire
Vê tevgerê, ne ji tiþtekî pir tiþt afirand, pir xwîn hat rijandin, pir ked hate kirin, bi giþtî pirê kurdan, li çar peçeyên kurdistanê, rola xwe lîstin
û bi bîr bawerî, nêzî þoreþgerên xwe bûn, û ew di hembêza xwe de hembêz kirin.
Þer aþîtiyê jî tîne, û yê ji boyî mafê xweyî rewa þer dike, di her demê de jî, ji Aþîtiyê re jî,  amade ye.
Gelê kurd, mîna lehiyê, mîna çemên Dicle, û Ferat ber bi kevokên xwe de çû, û ew bi govend, çepik û tilîliyan pêþwaz kirin, û ji xwe rêberên Partiya civaka demuqrat ( DTP) ji vê yekê re rêberî kirin.
tiþtê giring ewe, ku gelê Kurd derdê xwe, yan birîna xwe baþ naskiriye, û yekbûna xwe bi hemû derfetên xwe diparêze û wisa jî rê li pêþiya neyarên xwe yên li hundur û derve digre.....
Tirkiya tevî helwestên wêyî hiþk, nema dikare çavên xwe, ji vê rastiyê wekî berê bigre, û wê hêdî hêdî vê rastiyê, pesend bike.
maf zû bi zû nayê sitandin, disozî û bêhna fireh jê re divê, ji ber dijminên kurdan, ne normalin, û peçebûna kurdistanê jî, ne normale
hêza mezin, ya ku merov mafdar be, ev raz ya gelê kurde, tevî hemû sextiyê jiyanê, û hemû bin pêkirina mafên kurdan.
Hemû kes, kêf xweþe hemû çiyayên kurd, bextewarin, bi lehengên xwe, hemû gund û bajarên kurdistanê serbilindin, bi kevokên xwe, yên ku ji boyî wan sitranên kurdewariyê dixwînin.
22.10.2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark