Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dewleta federal (State federal)*

 

Cankurd
17.09.2006


Federalî ramenk mirovî ya kevin e, û berhemek zagonî û îdarî ya xebatek dirêj e. Ew sîstemek zagonî û siyasî ye, kar û barên rêbazî, birêvebirinî û dadmendî yên deselatdariya navendî û yên herêmî li hev sazdike û hevpariya wan di teviya sîstema xwe de bi cih tine.

Dewleta federal, ku jêre dewleta peymanî “tea’hudî” tê gotin, hîn berî jidayikbûna hezretî Isa, li Yûnanistanê hevbendiya wîlayetên yûnanî di bin serkohiya encmena Imfkiwî de hebû, û weku diyar dibe, herdu bajarên Athêna û Dîliya bi şêweyekî federal bi hev re dijiyan. Li Hindistanê jî yekîtiya wîlayetên Vêrat, Subtacana û Pêncavê hebûn.
Dewletên îslamî jî şêweyekî nêz federaliyê di nav wîlayetên xwe de pêdakiribûn. Li Amerîka paş kongireya Fîladêlfiya sala 1787 û kongireya Anapolîsê bo têkiliyên bazarganiyê, dewleta “Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîka-USA” hate damezirandin.
Peyva Foedus, Federalism bi wateya: Li hevkirin, hevpeyman, hevgirêdana dewlet û wîlayetan bi hev re tê şirovekirin.
Di vê dewletê de, ku kîyanin destûrî yên ciyawaz hene, bo her yekê ji wan sîstemek zagonî ya taybet û xwedmuxtarî hene, û giş di bin sîwana destûrek federal de, ku avahiya zagonî û ramyarî ya wan kiyanên hevpeyman dide nasîn û xuyakirin. Ew destûrê federal carina bi “Zagona bilind” tê navkirin. Destûra amerîkî ya federal, ku sala 1787 hatiye danîn bend û xalên destûrên wîlayetan pûç dike, gava ewan bi destûra bilind re ne li saz bin. Destûra federal hem çarçiva kar û barên encûmenên federal û hem jî yên wîlayetan dide nasîn. Destûra federal bi 2 par ji 3 paran ji dengên endamên kongirês tê guhartin, lê gava pêşniyazî ji wîlayetan ve bê, hingê 3 ji 4  ji dengên kongirês pêwîstin.
Dewleta federal sîstemek ramyarî ya wilo ye, ku tê de bêtir ji deselatiyek ramyarî û bêtir ji saziyek destûrî heye, lê di destê wê de maf heye, ku bi hinek karan di wîlayetan de rabe, tew deselatiya herêmî nikane dij bi wê derkeve.

Gava federalî paş ji hevkirina dewltekê pêktê, hîngê ji dewleta federal re kêmtirîn mafên dewleta yekbûyî dimînin û ji herêman re bêtir livgeh û bergeha rêbazî û zagonî çêdibe û ji wan re 3 bingehên pêwîst bi dest dikevin:

-     Serxwebûna di warê zagonê û rêbazê de
-    Xwe organîzekirin
-   Diravmaliyek serbixwe.
-            

Bê bi destxistina van hersê bingehan sîstema federal çênabe û herêm hîngê ne federal e. Li ser vê yekê pêwîst e rêbazek / destûrek ji herêma federal re hebe, bê ku ew ji aliyê navenda dewletê ve bite pejirandin an nepejirandin. Histobariya wê jî wek komela avakirinê “Elcemiye Eltasîsiye” ye di nav encûmena rêbazî ya herêmê de. Wilo ji herêma federal re kar û barên rêbazî, birêvebirinî û dadmendî hene. Hema li Kanada li gor bendê 92 yê ji zagona 1867ê, pêwîste guhartinên di destûra herêmek federal de dibin, ji aliyê fermandariya federal a navendî ve bên pejirandin.
Dewleta federal çawa pêda dibe:

Federalî bi du şêweyan pêda dibe:
-      Ji hevkirina dewletek yekbûyî û ser ji nû ve bi hevxistina wê li ser bingehek federla, wek Sovyêtistana berê (1922), Birazîl (1891), Argentîn (1860), Meksîk (1857), Çêkoslovakiya (1969) û Iraq (2003). Evana berê dewletên navendî bûn, hatin ji hevkirin û li ser bingehek federal dîsa hatin avakirin.
-   An jî mîrandarî û wîlayet û dewletên heyî ji hinek mafên xwe yên rêbazî û parekê ji serxwebûna xwe dadikevin, ji bo pêdakirina dewletek federal. Bo nimûne Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîka (1787), Almaniya federla (1949), Swîsra 1874 û Yekîtiya Mîrnişînên Erebî (1971).
Lê belê di herdu şêweyên federlaiyê de qewxî „tenquz“ heye. Di navbera „Yekîtî“ û „ Serbexweyî“ de.
Ev daxwaza yekîtiyê carina ji ber pêdiviya „Hêzê“ û xweparistinê tê ser zimên, wek yekîtiya swîsrî û yekîtiya holandî û carina ji ber bercewendiyên bazarganî û aborî, wek yekîtiya gumrikî ya hinek wîlayetên bakurê Almaniya di dema Bismark de, ku jêre bajarên Hanza dibêjin: Hamburg, Hannover, Bremen, Rostock û Kûbeck., û carina jî ji ber herdu pêdiviyan, hêzdariya leşkerî, siyasî û bercewendiya bazarî ya hevpar, wek Yekîtiya Mîrnişînên Erebî (1971).
Daxwazên yekîtiyê û serxwebûnê, ku li hember hevin, mayîn û gudandina dewleta federal dirêj dikin, wek di her madeyekê de, du hêzên dij bi hev dibin egera jiyan û hevgirtina wê.

Taybetiyên dewleta federal:

-  Ramana yekîtiyê, ne ya ji hev cihêbûnê, bingeha dewleta federal e. Ev bingeh di hemî saziyên zagonî û ramyarî yên dewleta federal de tên berçavkirin.
-  Sîstem du encûmenî: Encûmena bilind a dewleta federal, ku nûneriya wîlayetan di dewletê de bi terzekî dadmend dike, û encûmena herêma federal, ku ji aliyê gelê herêmê ve tê hilbijartin û nûneriya wî gelî dike. Li Kanada nûnerên encûmena bilind tên vebijartin nayên hilbijartin, û ewan teviya jîna xwe dimînin endam di wê encûmenê de. Li Amerîka, Ausraliya û li Sovyêtistan a berê endamên encûmena bilind bênavber ji gel ve dihatin hilbijartin. Li Almaniya bo her wîlayetekê hejmarek ji endaman di Bundesrat de heye û li Vênziwêla endamên wê ji encûmenên herêman tên hilbijartin. Ev şêwe bêtir demokrat û dadmend e. Li Sovyêt ji bo her komarek federal 32 nûner di en*****ana bilind de hebûn. Li Amerîka ji ber her wîlayetekê ve 2 nûner, li Hindistan û Almaniya li gor firehî û pirbûna gelê wîlayetê, ne li ser bingeha wekheviya wîlayetan, çi mezin û çi biçûk.
Hebûna nûnerên herêma federal di encûmena bilind de baweriya yekîtiê xort dike û ya serxwebûnê jar dike, ji ber ku encûmena bilind nûneriya teviya dewletê dike, ne ya herêmek federal. Di vê encûmenê de derxistina zagonên federal bi piraniya dengan e. Gelek zagonnas encûmena herêmê, wek wêneyê serxwebûnê wêneyê dewleta federal, û encûmena bilind jî wek wêneyê yekîtiya dewletê dibînin.

Deselatdariya birêvebirinê di dewleta federal de:

3 şêweyên serekîn ên deselatdariya federal hene:
- Sîstema serekatiyê
- Sîstema hikûmeta hevsaz
- Sîstema encûmena „parlamentî“
Di sîstema serekatiyê de, serekê dewletê, weku li Amerîka (USA), di serî de ji nav partiya wî tê hilbijartin, pişt re ji teviya gel ve. Ew şêwirdaran, mezinên dewletê û dadmendên dadgeha bilind, bi şêwr û erêkirina Kongirês vedibijêre. Endamên fermandariyê / Hikûmetê ne nûnerên parlamentê ne û ewana li ber serek, ne li ber Kongirês berpirsin. Li Birazîl û Mêksîko jî serek bênavber ji aliyê gel ve tê hilbijartin.
- Sîstema Fermandariya hevsaz, wek li Swîsra 7 endam in, ku ji bo 4 salan tên hilbijartin. Encûmena federal hikûmetê ji nav endamên xwe hildibijêre û çavdêriya wan dike. Wilo jî cihêbûna deselatdariya birêvebirinî ji ya rêbazî namîne.
- Sîstema encûmenî, wek li Almaniya musteşar / kanzler ji aliyê parlamentê „Bundestag“ ve tê hilbijartin û ew serekê hikûmetê ye, hema serekê dewletê ji aliyê herdu encûmenan (Bundestag) û (Bundesrat) ve tê hilbijartin. Fermandariya federal bi du şêweyan kar dike, hinek kar û bar hene li herêmên federal ew bi xwe pê radibe û hinek histobarî hene, wan davêje ser milê fermandariya herêmî, û tenê çavdêriya wan kar dike. Di vir de rewşa polîsê FBI yê amerîkî tê bîra me, çawa ew carina karê xwe bi serê xwe dike û carina li gel polîsê wîlayetê dike.

Dadkariya federal:

Di sîstema federal de 3 şêweyên dadgehan hene: Yên wîlayetan (District Court), yên lêvegerê di wîlayetê de (Court of Appeals) û dadgeha federal a bilind (Suprem Court). Hema li Hindistanê yek sîstema dadkariyê heye. Li Amerîka dadgeha bilind hem li ser rêbaz û zagonên wîlayetan û hem jî li ser yên federl  biryarên xwe dide.

Têkiliyên navneteweyî di dewleta federal de:

Di zagona navneteweyî de kesaniya herêm û wîlayet û dewletên di hindirê dewletek federal de hene namîne, ew yek dewlet e, navendî ye û xudan kesayetiyekê ye, di ber herêmên xwe gişan de histobar û berpirs e. Ji  wîlayetan re ne mafê pêwendiyên dîplomatî û ne jî yê îmzekirina peymanên navneteweyî heye, lê belê li gor bendê 79ê yê rêbaza sala 1977ê li Sovyêtistan a berê, mafê komarên federal di Sovyêtê de firehtir bû. Bîlorosiya û Okrayîna  ji zû ve herdu endamên Neteweyên Yekbûyî bûn.

Encûmenên herêma federal:

-  Encûmena rêbazî  [Legislative Council  an Assembly]
-   Encûmena Birêvebirina kar [Excutive Council an Assembly]
-   Dadmendiya hermî [ Legislative Council an assembly]

Bo her herêmek federal encûmenek rêbazî heye, û carina 2 encûmen: ya Pîran (Meclês Elshiyûx) û ya Nûneran (Parlamnet). Eve li gor destûra wîlayeta Kalîforniya ya sala 1879, û sala 1966 guhartin têde çêbûne. Li wîlayeta Nîbraska ya amerîkî tenê yek encûmena rêbazî heye. Li gor destûra Hindistanê ya sala 1949 benê 1968ê, bo her wîlayetekê encûmenek rêbazî heye, hema li hinek wîlayetan 2 encûmen hene.

Encûmena birêvebirinê ya herêmî:

Ev encûmen [danişgeh] bi sê şêweyan pêk tê:

-   Ji aliyê fermandariya navendî de tê vebirijtin / ta’yînkirin.
-   Ji aliyê encûmena rêbaziya herêmî vê tê hilbijartin.
-  An jî ji aliyê serekê herêmê ve, ku ji aliyê encûmenê ve hatiye hilbijartin, serekê encûmena / hikûmeta herêmî tê bi navkirin, û ew encûmenan bi hevdixîne, ji aliyê encûmena rêbazî ya herêmê ve tê pejirandin an redkirin.

Li Hindistanê, li gor bendê 155 ji destûrê, serekê dewleta federal qeralê wîlayetê tê bi navkirin. Hema li Amerîka qeralê wîlayetê ji aliyê encûmena rêbazî ya bilin ve tê hilbijartin, an jî ji aliyê encûmena rêbazî ya herêmê ve. Di rewşa Hindistanê de, herêma federal ji mafê hilbijartina serekê xwe tê bêparkirin.

Dadmendiya herêmê: 

Die herêmek federal de serxwebûna dadmendî heye û dadgehek bilind jî heye, û dadgehên bo her taybetiyekê hene. Di federaliyê de herêm di avakirina saziyên dewletê de xudan pare, û di kar û barê wê de jî, di guhartin û danîna zagonan de jî. Guhartina rêbaza dewletê bi pejirandina wê ji aliyê herêman ve cî digire, da navenda dewletê federlaiyê jar neke. Wilo jî hilbijartinên giştî di dewletê de, li hemî herêm û wîlayetan çêdibin, û dayîna karbidestan  bo dewleta federal ji hemî herêman ve çêdibe.

Destûr hemî kar û barên deselatdariya navendî û ya herêmî ji ser hev derdixîne, kar û barên deselatdariya navendî hindikin û xweyakirî ne, hemî kar û barên dî yên herêm û wîlayetan e… Li Swîsra, Mêksîk û Argentîn herêm kok û mak e, deselatdariya navendî îstîsna ye. Li Amerîka deselatdariya navendî gav bi gav serdest bûye, ew jî bi rêya şirovekirinên li gor bercewendiya xwe ji bendên destûrê re, bi guhartinên di destûrê de çêkirine, bi tengkirina deselatdariya herêm û wîlayetan, bi dayîna alîkariyên diravî, ku bi rêya wan destê xwe jî dirêj kiriye nav wîlayetan û bi rêya siyaseta xwe ya diravî.

Li van salên dawî, bi egera paristina yekîtiyê, hêminiyê û serpereştiya neteweyî navendîtî bêtir hatiye firehkirin, serkohî û çavdêriya navendî firehtir bûye. Deselatdariya navendî di dema Jackson de, zagona 1828ê ya wîlayeta Carolina nepejirand. Li Amerîka sala 1787ê tenê 3 saziyên navendî hebûn; Encûmena cengê, ya diraviyê û ya hikûmeta navendî, û hejmara karbidestên federlaî nedigihîşt 1000 kesan. Di sala 1980 de hejmara encûmenan giha 13 yan û hejmara karbidestên federalî giha 3 milyonan.

Sala 1963 pîvandariya “mîzaniyeta” diravî ya John F. Kennedy kêmtir ji 100.000 milyon Dollar bû, lê di dema Jimmy Carter de ew giha 500.000 milyonan.

Alîkariya diravî sala 1950 bo wîlayetan dora 2,200 hezar milyon $ bû, ew paş 30 salî giha 22 hezar milyon, ew nêzîk bû ji % 30 ji terazûna wan wîlayetên, ku alîkarî distandin.

Sala 1940 wîlayeta Pensilvaniya zagonek derxist da biyanî bi xwe re herdem nasnameya xwe hilgirin, lê belê dadgeha federal a bilind ew zagon li erdê xist, rê nedayê, ku biserkeve.

Di mijara dijberiya li hember komonîzmê jî zagonek Pensilvania sala 1956 rawestandin, bi egera ku ev karê dewleta navendî ye, ne yê herêmê ye.

Sala 1908 wîlayeta Georgia xwest bi zagonek paca “xûka” xwe li ser Banka Navendî li wîlayetê bilind bike, dîsa ew zagon ji aliyê dadgeha bilind ve hat êxistin. Serekê Amerîka Ronald Reagan bizava xwe kir, ku dewleta federal xwe piçekî bi şûn ve bide.


* [Bo koçka Rojavayê Kurdistanê hatiye amadekirin]

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark