Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mamoste Ehmedê şêx Salih (Xwedanê navê mezin û bejna tewayî)

 


  Melevan Resûl

Seydayê hêja piştî çapketin a berhema mehrîcan a  13 ya helbesta kurdî , ez bi beşdariya we gelek şabûm , nemaze ew hewldanên min yên take kesî ji bo xizmetkariya navê we  bi armanca wefadariyê ji bo hildana asta helbesta kurdî , min tu li bîra ristevanan anî , ji bêpêjniya te min navê te raberî hemî helbestevanan kir û ji veşartinê tu diyar kirî  bi mebesta rêzgirtin ji xebata te ya helbestî re  , her wekî tu dizane ku tu kesî berhemên te nexwendine lê tenê navê te (bê berhem) di nava nexwendevanan de belav e .


Min hêvî nedikir ku tu bi zirzî bersivê bighîne berdestê komîta amadekar ya helbesta kurdî , ku te xwe di ser hemî rexne û nirxan re dît , ne ev tenê lê te bi gotinên xwe ew navê xwe yê mezin biçûk kir û bejna bilind tewand .
Seydayê hêja ,  mirov bi ked û xebata xwe mezin dibe , nemaze mirovên rewşenbîr bi berhemên xwe bilind difire , çi biçûk be û çi mezin be di temenê xwe de , û ji bîra neke ku me xwe li ber siha te ya nedîtî digirt , mixabin ne tihna te hebû û ne tava te li min ( bi taybet ) ne xistibû , heger ji wêneyê xwe şerm dikî ku di tenişta wêneyê min de were rêzkirin çimkî ez ( behremendim û ji nifşê neviyên teme ) , lê bi qasî dirêjiya temenê xwe yê 50 salî ku ez û te di heremekî de dijîn , min rojekî sûde ji te ne wergirtiye , berevajî wê yekê ez di nava bizava konevanî û wêjeyî de çalakim , di hemî ahing û miting û cejnê miletê xwe de bi salan beşdarim û rojekî min wekî te xwe neveşartiye , xwezî tu wekî navê xwe di ahing û fistîvalan de bixuya , hingî tu mezintir dibû , cihê daxê ye ku rastiya te bêjim çimkî tu kesên helbestevan ne gotiye : seydayê Ehmedê şêx Salih ez hînî ziman yan şêwazê ristina helbesta kurdî kirim e . yan jî ji bilî çend helbestan ( du – sê ) pêve tu kesî nedîtiye û ne xwendiy .
Ji bîra neke seydayê hêja ku şagirt her demî namîne şagirt , lê dibe ku şagirt zora mamosteyê xwe jî bibin (her çendî min şagirtiya te nekiriye û sûde ji te negirtiye ) .
Dîsan rêzgirtina min ji keda tere heye , xwezî tu bi qasî navê xwe bimayî û bejina te bilind bima ye , û ji bîra neke ku ez li pey bilindkirina navê te bûm û min tu hêjayî xelata rêzgirtinê dîtî û min helbestên te note kirin û çapkirin bi mebesta rêzgirtin ji wêjeya kurdî re .
Heger te helbesta min ne di asta helbesta çak de dîtiye û ez ji behremendan hejmarti me û  ji nifşê neviyên xwe dîtim e û şermdikî ku me li rex hev werin çapkirin , dive tu zanibe ku rêzgirtin ji berhema helbestevan re heye , xwedanê wê kî be ne mereqe , çimkî em bi çand û wêjeya xwe mezin dibin , heger tu di mîjoyekî de peyda bûyî ku tu kesî pûtedan bi ziman û wêjeya kurdî nedikir , tenê navê te û çend kesên mîna Emerê La-lê hebûn , dive tu zanibe ku nifşek din heye bi hestedarî û giyanek paqij nêzî çand û wêjeya kurdî dibin derketin e û xwe li ser hîmên akademîk û zanist fêrkirin e û bi pêşve diçin , çiqas tu kînê ji wan bikşîne û biçûk bixîn e , ewqasî ew jî surin ku wêjeya kurdî li banî bilind bixînin , ji bo têbînî dive baş zanibe ku lijneya nirxandinê helbesta min  di rêza pêşîn de dîtiye , ne min xelat daye xwe û dilteng nabim wekî te û ez ne wekî gelekan li nav û dengê xwe digerim ,   ji kerema xwere guh bide min  ( behremendî ) ka çiqas helbesta te ji kêşanê ketiye û ji şaşiyan xurimîye  , ezê çend şaşiyan nîşanî te bidim bila singa te fere be û ji kerema xwere helbesta min û ya xwe bide ber hev ka kîjan çaktir e , ez hereşî babeta wêjeyî û hizrî û ramanî di helbesta tede nabim . heger te xwe fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî kiribe gelekî başe û ji kerema xwere dîna xwe bide xêzên li binê malikên şaş û nedurist di helbesta te de ka çiqas ji pîvan û kêşanê ketin e , hinek jê cêwazin û pirî wan şaşî ne , xwe li helbestevanekî nav mezin û ji xwe qayil naxwe ku bi zimanê kurdî nezanibe binivîse û bi xwîne û bikeve (14) şaşiyên kêşan û ristinê ,  ji bilî ravekirina naverok û babeta hestî di kurte helbestekî de . heger te xwe biçûk dîtibe , ez te mezin dibînim û Melevan im di beryara xwe de , bidilozî nêzî tore û wêjeya kurdî dibim .
Ne pêwiste mirov xwe di ser xelkê re mezin bibîne , em bi wêjeya xwe mezin dibin yan biçûk dikevin û beryara dawî ya xwendevan û ristevana ye û ji mafê wan e hemî berheman helsengînin ka kî di çi astê deye ???????.

Hêwîye xaka me

   Ehmedê Şêx Salih

Ji kurda re herdem dinalim ji dil
        Birîndar û naçarê tîra muxil
Ziravim ji rengê meha yek şevî
         Hedarî bi min nakevê , xew revî
Bi şev pêde havî dilo bê xewim
         Bi manendê , perwanê ma vedihewim !?
Şev û rojê min derd û ahî dizin
         Bi manendê , Seqlan û Ava mezin
Ne aram û keyfek ji min nagirê
         Bi findê re sotîme ta Sewgurê
Li min têne hev ev zemîn û xurist
         Li ser dax û bêdadiyê kî nivist ! ?
Ji pîlanê Lozanê hê vediweşim
         Divî raperim, lê ki hêjî neşim
Ne tenhame dîlim bi kurdayetî
         Yekim ez ji milyonê vî miletî
Hemû dîl û girtîne wek Ehmedin
         Bi rojane bac û seranê didin
Di bin givş û azarê ev gel pija
         Ji mêj û berî mêjoyê xûn rija
Li başor û hem li bakur û rohilat
         Binê hêwiye hêjî axa welat
Ji yek malê çavek nema bê girîn
         Peya pey dizê naçikê ew birîn
Bi ser wa de wer têne ew gerdelûl
         Ji lew mane bedrewş û exter melûl
welatê me zêrîn û dayende bû
         Belê her di bin darê dijmin de bû
Bi manendê gencîniya vêvirî
         Bi şev bê me xelkê ji hevdû kirî
Di pêjorê dagirkirin têde man
         Bi kama deqisbûn û heşfa ziman
……………………………………………..

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark