Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tevger ū žūnde veger… ū ēandina tirsź

 


Keko
keko.57@hotmail.com

Em tev dizanin rewža tevgra kurd îro li sûryê di çi qûnaxê re derbas dibe , û ta kîja radeyê têkilî sistin di navbera wande eger ewjî  hebin ,  û tu projeyên hêja liber çava ne diyarin ji bilî çirûskin melûl û bê hêvî . ango xebat kok ne ligor asta xweyî  normale , û wek tê xwestin , û evaya cihê žermezaryêye û cihê protistokirnêye .  
Lê guhrtina rasteqîn ew bû Raperîn yanjî žoreža Avdarê 2004 an bû , raperîna gel bû hemû pîvanan , û tevger ajot ber Erebê da bê žopandin û bê sarastkirin , mixabin pižtre saloxa raperînê bû avakirna hevokan bo pesindana vî kesî û wî kesî vê partiyê û wê partiyê , û wey li wî li yê dî pirtir bike û li singa xwe xê tevlî go qelen xwîna dehên xortan bû û birîdara bi sedan û girtîkirna bi hezara bû ji xortên welat perwer.


Îca ev demeke hevokek nûjen tevgerê bi gelemperî  Afirandiye û liser gelek zimanan tê cûtin û bask pêvekirin bi zanbûn û bê zanbûn ewjî eve ku di raprînêde  (ŽAŽIYÊN PIR MEZIN HATIN KIRIN ) û evjî ( gunehkarîk bê lêbûrîne ) , û tevger ketiye hevdû û lêgerînek bê westan dikin da karibin vê ( gunehkariya mezin) çareseriyekê jêre peyda bikin û xwe bi heft ava jê bižon , û xwe ji ber pirsiyariyê reha bikin , û dixwazin xwîna wan goriyan  beramberî kiryarên hovane  berdin , û xwe ji bîrdibin kû rijandina dilopek xwîn tenê nayê beramberî tev wan têkçûnên kiryarî de, vêca çawa ku qelen can bi xwe bê ?! dema ku gerek ew can ew bê yê bê parastin û her tiž bibê gorî , tevlî ku tevger dizanê ne ewin yênberpirsiyar jî .
Vêca Eger mirov  bi rengekî lêkolînerî û bê alî vê guhertina Partiya ya  neyênî  bi žopînê ,  rastî zû ežkere dibê , ewjî di bawerya minde eve : zingargirtin projên wan yên kevnar û bê hêvî ji alîkî ve , û  ne peydabûna projeyên hemdemî ligor xwestek û mercên tê xwestin ji bo berjwendiya gelê Kurd ji alîkî dinve , yan din jî bazdana partiya  ji bersivdanêre û ez bawerim ev bazdan barê wan sivik nake belê girantir dike û bêtir wê bên guvažtin û bin pêkirin .

Dumahîk heye

   

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark