Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Di Bīranīna Mīr Celadet Bedirxan de Hola Dr. Nūreddīn Zaza hat vekirin

 


Konê Rež

   Di roja 15/07/2009 de, bi helkeftina ku 58 sal di ser koçkirina Mîr Celadet Bedirxan re derbas dibe, Partiya (PDPKS), bi seroketiya mamoste Hemîd Derwêž û beždarbûna cemawerekî baž ji Kurd, Ereb û Mesîhiyan hola Dr. Nûreddîn Zaza hat vekirin. Di dawiya merasîmên vekirinê de û bi helkeftina bîranîna 58 saliya Mîr Celadet Bedirxan, bi vê kurtejinenîgariya wî min beždarî kir.. Belê di destpêkê de min hola Dr. Nûreddîn Zaza li xelkên Qamižlo pîroz kir..


   Ez ne bawer im ku tu malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî, ji dil û can xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin, tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin.
  Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve, di koçberî û sirgoniyê de dijiyan, lê wan qet Kurdistana xwe, warê bav û kalên xwe jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirgoniyê de, di bin žert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêžeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn, bi gotin û kirinê dixebitîn, çi di warê civakî û rewženbîriyê de, û çi di warê siyasî û konevanî de, û wiha tev di sirgoniyê de dûrî xaka Cizîra Botan mirin. Û wek ku mamoste Hemîdê Derwêž, her dem dibêje: Cihê ku Bedirxanî lê bijîn, Kurdistan li wir e...
   Her û her daxwaza wan pêžxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû û wiha wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname wežandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin.
   Îro roj 58 sal di ser koçkirina rêperê zimanê kurdî, mîr Celadet Bedirxan re bibuhire, ( 15/07/1951). Bi vê helkeftinê kêfxwež dibim ku em yadvegera koçkirina wî a 58 salî li Qamižlo pêk bînin. Hêjaye gotinê ku di sala 1952 an de, yekemîn car van herdû hevalên wî yên Asûrî Yûsif Melek xwediyê rojnameya Esra û Avokat Mensûr Žalîta bîranîna wî li Žamî pêk anîne.. Di sala 1953 an de, careke din kebaniya wî Rewžen xanim bi alîkariya Kurdên Žamê û nadiyê Henano li Žamê ew bibîr anîne... Di sala 1991ê de me li Qamižlo 40 saliya koçkirina Mîr Celadet vejandin va îro em 58 saiya wî di roja koçkirina wî de (15/07/2009), bi helkeftina vekirina hola Dr. Nûreddîn Zaza bi bîr tînin..  
   Mîr Celadet Bedirxan li ser rê û žopa apê xwe (Miqdad Medhet Bedirxan) di liviya,  hawar û gaziya wî ji ya apê wî bû. Ew apê ku di roja 22ê insana 1898"an de,  yekemîn Rojnameya kurdî li Qahîre wežandiy û di nav kurdan de bibelavkirin daye û di nav rûpelên wê de gazî kurdan kiriye û gotiye: (Gelî mîr û axano, kurmancino ! qenc bizanin, xwendin, ilm û marifet li dinya û axretê rûyê mirov sipî dike …Niho zaroyên xwe bi elîmînin ilm û marifeta. Hûn bi xulaqeta xwe žûcah û cesûrin. Hekê hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinê hemiya xurttir, dewlimendtir bin..)
   Tižtekî giring heye, pir bîr û baweriya min pê tê, ew jî eve; yê ku li kevnê xwe ne pirse, lê neguhdarbe û neparêze, zore ku karibe di pêžerojan de, tižtekî durist û aktiv ji gelê xwe re pêžkêž bike.. Vêca gereke em guhdariyê li vê yekê bikin, li wan mirovên xwe yên kevnar miqatebin û gelê xwe serwextî jiyan û xebata wan bikin. Fermo bi kurtahî jiyan û xebata mir Celadet Bedirxan sehbikin:
   Tevî  ku mirê dûmahiya welatê (Botan), mir Bedirxanê Azîzî, di sirgunê de li Žamê, di sala 1868 an de çûbû ber rehma Xwedê, lê siltanê Osmanî rê neda kurên wî bi vegera warê bav û kalan" Cizîra Botan", piraniya wan kirin hakim,  walî û paža, lê li dervî welatê wan, da ku ji žer û bela wan xelas be…
   Hing ê" Emin Alî, bavê mir Celadet  kurk ji wan kuran bû, para wî bû hakimê cezayê li Stanbolê. Di wê hingê de, Xwedê kurek dayê, nave wî kir Celadet, ango sebir û saman, ji ber ku pir bi hêvî bû ku, wê tengayî xelas bibin û rojekê li welatê xwe Botan vegere.. Vêca sebir û saman dikižand.. lê mixabin, ew hêviyên wî pêre çûne gorê, li cihekî dûrî welatî wî bi gelekî, li Misrê, bajarê Qahîre, di sal 1926 an de.   Lê kurê wi Celadet ew hêviyên bav û bapîrê xwe, bi xwe re hilgirtin û  hilanîn û di ber wan de xebitî ta roja dawî ji temê xwe. Û wiha Mîr Celadet bi welatparêzên kurdan re, bi bav, ap, pismam û birayên xwe re komeyên kurdî yên pêžîn di Stenbolê de ava û sazkirin. Di sala 1914 an de, di eniya Qefqasê de, beždarî di žerê cîhanî yê yekemîn de kir, ta ku giha Tebrîz û Bako… 
   Di sala 1919 an de, ew û birayê xwe Dr. Kamîran, Ekremê Cemîl paža û Fayiq Tewfîq(Pîremêrd), ji Silêmaniyê di gel mêcer Newêl yê inglîzî, li kurdistana bakur geriyan, da ku daxwazên gelê kurd nasbikin berî ku peymana(Sîverê) bê morkirin di navbeva hevalbendan û dewleta Osmanî de.. Di sala 1922 an de Mistefa Kemal paža fermanek deranî bi kužtin û sirgunkirina malbata Bedirxaniyan, vêca ji neçarî tirkiye li žûn hižtin û bi žar û welatên dinyê ketin, ta ku ew û birayên xwe Kamiran, li elmanya bi cî û war bûn. Bavê wî Emîn Alî û birayê wî yê mezin ( Sureya: Dr Bileç Žêrko ) xwe gihandin Misrê, bajare Qahire. Hingê mîr Celadet li elmanya xwendina xwe di avokatiyê de bir serî  û dest bi xwendina doktorayê kir. Lê dema ku sehkir žoreža žêx Saîdê Pîranî dest pêkiriye, di derhal de xwendina xwe li rexekî hižt û xwe bi žorežê ve gîhand.
   Mixabin ew žorež ne di çax û demê xwe de destpêkiribû û dawî bi hovitî hat perçiqandin..Mîr Celadet jî, polîpožman careke din zîvirî almaniya. Di sala 1927 an de mîr Celadet û Memdûh Selim beg Wanlî, bi alîkariya ermenyian, komela" Xoybûn" li Libnanê damezirandin. Bi beždarbûna gelek welatparêz û serokên ežîrên mezin di kurdistanê de wek: Dr. Žikirî Segban, Memdûh Selîm Wanlî, Haco Axa, Emînê Perîxanê...Hwd
   Di sala (1929_1930) de xwe amade kirin ji žoreža (Agrî) re, ku ji sînorê sûriyê êrîžî tirkan bikin û bavêjin ser Mêrdinê, Midyadê, Ûrfa û Cizîrê.. De ku akama artêža tirkan ji ser žorežvanên Agrî sivik bibe. Lê sed mixabin wek ku mîr Celadet û hevalên xwe dixwestin bi wan re neçû serî. Ji ber ku hingê axa û begên Binxetê xwe bixwe ji hev nerazi bûn û žerê hev dikirin.. Vêca mîr Celadet ji neçarî xwe bi žoreža Agrî ve gîhand, da ku di žer de li kêleka (Îhsan Nûrî Paža) û (Îbrahîm Hesko Têlî ) be…
    Lê sed  heyf û mixabin, ew žorež jî bi destê tirkan, bi tindî hat qurmicandin. Serokên  wê jî, ji neçarî xwe li îranê girtin û mîr Celadet Bedirxan di gel wan.
    Li  Tehranê, mîr Celadet bi žah Riza Pehlewî re rûnižt û doza alîkariya kurdan lêkir, lê žah Riza xwe neda ber tutižtî, tižtê ku xwe da ber, ku mîr Celadet biya wî bike û bibe žalyarekî bi kêfa xwe li dewleteke ewropî..Lê mîr Celadet  bi vê tevdîra Riza Pehlewî razî nebû, vêca Pehlewî ew bi darê zorê ji tixûbên îranê deranî û berê wî da iraqê..   Di wî çaxî de li îraqê, hikumeta ingilîzî žerê kurdan dikir, dema ingilizan sehkir ku mîr Celadet li Bexdayê ye, ketin hev de û rêtengî jêre cêkirin. da ku ji îraqê derkeve. Ji ber ku mîr Celadet Bedirxan di wê hingê de wek sembolekê  bû ji netewiya kurd re. Û dawî ji necari mîr Celadet ji Iraqê derket û careke din xwe li sûriyê girt.  Li sûrî jî, hikûmeta firansî ya ku desthilat bû, dest danîn ser û ew žandin Žamê da ku di bin rûnižtina zorê de be, wek piraniya Kurdperweran.. Wiha mîr jî ket bin rûnižtina zorê de li Žamê, di gel welatparêzên kurdan, serokên êl û malbatên mezin yên sirgunkirî wek Malbata Cemîl Paža Diyarbekirî, Dr. Nafiz Zaza, Memdîh Selîm, Haco Axa û zarokên wî, Qedrî Can…
    Di sala 1932 an mîr Celadet bi serokên êl û ežîrên kurdan re, bi žêx, mellan û welatparêzan re komelak damezirandin bi navê: (Civata alîkariyê ji bona kurdên belengaz li Cizirê ), nemaze ji bo wan kurdên ku ji tirkiyê mižextî û sirgunî Binxetê bibûn û piraniya wan tazî û bircî bûn. Vêca ji bo alîkariya wan, ev civat hatibû ava kirin û gelek malik li žar û gundên Binxetê hatibûn vekirin. Hinge serokê civatê li bajarê Žamê Dr. Ehmed Nafiz Zaza bû û li bajarê Hesekê Hesen axa Haco bû.. Ji ber gelek sedeman ew civat jî pûç derket û mîr bê hêvî bû.
   Mîr, rabû rêke nû da ber xwe, ku bi tena xwe kovarekê bi zimanê kurdî tîpên latînî di nav kurdan de biwežîne, bi wê alfabêya latînî ya ku ji sala 1919 an de pê mijûl bibû.. Wiha di roja 15.15.1932 an de hejmara pêžîn ji kovarare xwe (Hawar) çapkir li Žamê û di nav kurd û biyanyan de belavkir û hawar û gazî kurdan kir û got:
   (Hawar dengê zanînêye, zanîn xwenasîne, xwenasîn ji mere riya felat û xwežiyê vedike. Hawara me berê her tižtî heyîna zimanê me dê bide naskirin lewma ku ziman žerta heyînê ya pêžîn e…)
 Ew cara pêžîn bû ku alfabêya kurdî latînî berdestî berdestî xwendevanên zimanê Kurdî dibe. Di gel kovara "Hawar " ê re, di roja 1/4/1942 an de, mîr Celadet kovareke din bi navê "Ronahî" xurû bi kurdîya latînî çap û belavkir..
   Mîr Celadet bi bêtîrî "15"navan di van herdû kovarên xwe de dinivîsand. Ji ber ku kesên nivîskar kêm bûn û ne dixwest ku biyanî zanibin ew tenê, yan ew birayê Xwe (Dr. Kamîran) tev babetên van kovaran dinivîsînin. Di pey re mîr Celadet nav di gelek kesan de dida, ew dehif didan ber bi nivîsandina zimanê kurdî de. Di roja îro de gelekan ji wan nav û deng dane wek: Cegerxwîn (mele žêxmûs ), Osman Sebrî, Qedrî Can, Mistefa Ehmed Botî, Hesen Hižyar.. Hingê jî, gelek kesên bi nav û deng di kovarên wî de nivîsandine wek: Goran, Bêkes, Ihsan Nûrî Paža, Evdulrehmanê Eliyê Ûnis, Cemîlê Haco axa hwd. Mîr Celadet di ber herdû  kovavên xwe re pirtûkxaneyek vekir bi navê (Pirtûkxana Hawarê), û 20 pirtûk çapkirin, dîwana Cegerxwîn a yekemîn: Pirîsk û Pêt " yek ji wane. Hem jî mîr Celadet pêžgotin ji vê diwana Cegerxwîn re nivîsandiye.
   Di sala 1935 an de mîr Celadet " zewicîye " diyare ku kebaniya wî "Rewžen xanim Bedirxan e". Keçnama wî bû.
   Ji zewaca wan kur û keçek li wan zêde bûye, kur navê wî "Cemžîd " e  di sala 1939 ande çêbûye, doktore di bijîžkiye de, jiyana xwe li Almaniya derbas dikir, di sala 1999 an de li Barazîl çûye ber dilovaniya Xwedê. lê keç navê wê (Sînemxan) e, kebaniya nivîskarê kurd (Selah Sadella ) ye niha li Hewlêr dimîne… Mîr Celadet bi van zimanan dizanî: tirkî – inglîzî – firansî – farisî –rûsî-yûnanî- elmanî-erebî ji bilî ku  zimanê kurdî zimanê dê û bavê wî bû, zimanê axaftina mala wî bû.
Ji berhem û afirandinên mîr Celadet Bedirxan:
1-Rêzimana alfabêya kurdî, Žam 1932. ji berhem û afirandinên mîr Celadet Bedirxan:
2- Rûpelinine alfabê, Žam 1932.
3-Bîyîsa Pêxember. Žam1933.
4-Nevêjên Êzedyan Žam 1933.
5-Nameyek ji Mistefa Kemal Paža re Žam 1934.
6-Li dordoza Kurdistan ê, Misir 1943.
7-Giramêra kurdî, Žam 1943.
8- Giramêra kurdî-bi firansî
9-Sebebên rastyi ketina edivne
10-Ferhenga kurdî –kurdî
11-Ferhenga kurdî-firansî
12-Xwebinas
13-Kitêba sînemxanê
14-Hevind   "žanoye"
15-Dîwanek helbest, çapnebûyî"

Qamižlo 16/07/2009

 
 



 







 









 

 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 2.6
Bi Tevahī Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark