Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: RÛPELÊN DÎROKÊ

 



  Xizan Þîlan

li ber bayê bagarê
rûpelên dîrokê
dadiweþînim
ji gemarê
dîroka kevnare
dîsa dibû dubare
pêþeroja mirovahî ye
tarî ye
ronahî ye
ne diyar e!


çendî zeman e
bi salan e
dîsa îþkence û talan e
dem, dema gurên
devbixwîn û hovan e
qêrîn û hawara bav û kalan e
dilê min jî dilekî bi kovan e
li ber dîmenê foto û kameran
zencîr xistin destê cameran

ey dîrok dîrok!
ji bîrbûne destan û çîrok
sergovendên li dîlan û dîlok
dîrokê ez dîsa xapandim
bi min kenî
kolan û xendekên
bi xwîn û genî
Welat bi Welat geriyam
di ser sînor û qiteyan re
dageriyam
min got;
ka rastî û durustî
hevaltî û dostî
azadî û serbestî
aþtî û rûmetî
û evîndarê dilketî?
bi awayekî xemgîn û matmayî
ez dîsa li xwe vegeriyam

li ber bayê seqemê
dê ez ê danîþim
li ser kursiyê meqemê
rûpelên rûreþ biçirpînim
bi destên xwe biçirînim
li ber ba kim weke ka ye
li ber awaza
kilameke serhawa ye

li ber bayê bahozê
rûpelên dîrokê
dadiweþînim ji tozê
ez ê çi bibînim hevalo!
li ber devê cinawiran
laþê berxa kozê
û mirovahiya li ber aforozê
ji rûpelên rûreþ
mêrkujî
xwînmijî
qirêjî dirijî
dipijiqî serçavên
axa þaristaniya Cîhanê
bi destê mirovên hov û bejî
hawaaar hawaaar

ez jî
di nav kûrahiya ramanên bi êþ
li nav bêtalîha feleka qehpik
di navbera mirin û jiyanê de
bi dilekî sûvêhatî
westiyayî
bi stûxwarî
li vî warî
li wî diyarî
bi çavên kelegirî
diçûm û dihatim
bi gavên sist û pist
mîna dînan xwe bi xwe
dikir piste pist
û seri li dîwar dixist

Bijîþkan gotin
nexweþiya te
nexweþiyeke psykozê 
li ser kezeba min ya reþ
devê kul û birînê vedibû
mîna nexweþiya sîrozê
bi navê Bavê Nazê
didim sozê
ez ê
wan nexweþî û qirêjiyan
biçinim û bidim hêrandin
bi saya Aþ û Patozê
nêrgîz û kulîlkan bireþînim
deþt û baniyan bixemilînim
bi kulîlk û þînahiyê
li ber dengê wîzewîza
mêþ û mozê


          
               Xizan Þîlan
               2004-05-25
               Stockholm

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark