Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ma qey nivîskarê kurd guh dide hevpîşeyê xwe?.

 


Heyder Omer

Birêz Helîm yûsif di gotarekê, ku bi du beşan di malpera diyarname de weşandiye, bi dilşewatiyeke zor numa dipirse: „ Çima kes guh nade nivîskarê kurd?(1), û dibêje: „Dema mirov li rewşa çapemeniya kurdî, tevgera siyasî û civakî ya kurdan dinêre, ev paşguhkirina berhem, dîtin, şîrove û helwestên nivîskarên kurd bala mirov dikşîne û dikare bibe cihê pirs û gumanan“.
H. Yûsif bi pirsê tenê nake, belê ji hêlekê de bêdengiya nivîskaran li hemder vê rewşê wek gunehkarîke mezin dibîne, ta radeya, ku helwesta wan dixe bin sîwana şibhe û gumanan: „Ez ê vekirî bibêjim ku ev bêdengî û xemsariya van nivîskaran asta cidiyeta nivîskariya wan, li cem min, dikire bin sîwana şubhe û gumanan“. Û ji hêla din de jî berxwe dide, ku bersiva pirsê bide. Wê hîngê tiliya xwe hem ber bi siyasetmedarên kurd de û hem jî ber bi civaka kurd de dirêj dike.


Bi rastî ev mijar gelekî balkêş û giring e, ta wê astê, ku dikare bibe awêna têgihîştin û hişyariya her civakekê.

Civaka kurd, nemaze ya jêrxetiyan, heya demeke nêzîk yekeke lêvane bû, berhem û hewildanên pêşiyan, mîna nivîskarên Hawarê, nikarîbûn mebestên xwediyên xwe, wek ku wan dixwast, bi cih bînin. Bi ser de jî qedexikirina ziman û hemû diyardeyên çanda Kurdan, û xebitandina zimanê erebî di çapemeniya tevgera kurdî de, ewana hinekê ji zimanê wan bi dûr de xistin, ku heya salên heftêyên çerxa çûyî nivîskarên Kurdên Jêrxetê ji hejmara tiliyên destekî ne pirtir bûn, her weha xwendevanên kurd jî gelek hindik bûn.

Li hember vê rewşê, berpirsiyarên tevgera kurdî xwe wek entilcênsiya civakê didîtin, lê nikarîbûn rola wê bilîzin, tenê divabû endamên civakê, mîna mirûdên sofiyan, li pêş wan li ser çongan rûnin, û guhdarên wan bin.

Evê rewşê, li kêlek nîrên zilm û zora rêjîman, civakeke jixwe nebawer peyda kir, her tim xwe biçûktir dît, û çavên xwe jî her tim ber bi civaka serdest de kir, pêre jî geyayê hewşê her çû tehltir bû, û nerîn û helwestên nivîskaran ber ba çûn, û nema pûlekê dikin, û Camî û Nîzamî her bê nirx man.

Entilcênsiya civaka kurd, nemaze siyasetmedarên wê, yekeke awarte ye, nikare mîna ya milet û civakên din li nivîskar û rewşenbîrên xwe binêre, û qedr û nirxê wan bizanibe.

Min di gotarekê de helwestên hinek mezinên civakên din li hember nivîskarên wan diyar kirin(2), ez naxweazim careke din dubare bikim, lê hema bi kurtebirî, ez dê hinekan bînim bîrên xwendevanan.

Pêşewayê Misirê rêzdarê rehme lê Seid Zexlûl, gava pêrgî helbestvanê navdar Ehmed Şewqî hat, xwe li pêş hanî xarê û bê hemdê wî destê wî ramûsa.

Serokê Firansayê yê destpêka çerxa bîstem, Vînsan Oryol nameyekê ji helbestvanê firensî Rostan re dişîne, tê de dibêje: Ez hemwelatiyekî firansî yî normal im, xwe gelekî bextewar dibînim, ji ber ku di dema te de dijîm.

Li Îngilîstanê Birnardişo dibêje, Îngilîstanê di dirêjiya dîroka xwe de tenê karekî hêja kir, ew jî xelata wê ji bo helbestvanê Alman Şîler e, her weha dîsan li Îngilîstanê, Karlêl peyveke Şîkispîr bi qaserî hemû qezenc û destkeftiyên Îgilîstanê dibîne.

Eger ez bi pey helwestên xelkê kevin, lîsteya min wê dirêj bibe, vê lomê ezê berê xwe û xwendevanan ber bi hal û pergala civaka kurd de bidim.

Gelo li hember wan helwestên giranbiha, di tûrikê me kurdan de çi heye?. Eger rojekê dîroka wêjeya kurdî li Jêrxetê bête nivisandin, dê bibêje: Celadet Bedirxan tiştên mala xwe ji bo xatirê çapkirina Hawarê firotin, û dawî ji bo bidestxistina gepa xwarinê di bîrê werbû û jiyana xwe ji dest da.

 Hesen Şiyar di sîwana bêdengiyeke sar de jiya, nivisand û mir.

 Cegerxwîn di payîza temenê xwe de, ji ber birçîbûnê baz da, û çû li biyanistanê jiyana xwe ji dest da, û gava rewşenbîrê kurd ê mezin Dr. Nûredîn Zaza ji ber rêjima sûriyê bazda, û milk û bûrowa xwe xiste destê dostekî, ew bermayan jê hatin dizîn,û hwd.

Dêmek berhem û boçûnên nivîskarên kurd di çavên civaka me de, nemaze yên entilcênsiya siyasî de, her tim bê nirx dîmînin. Lê gava, wek Helîm Yûsif di gotara xwe ya navborî de dibêje, eger navdarekî civaka serdestan şehadnameyekê ji bo berhemên kesekî kurd diyar dike,yekser ew kes di çavên civaka me de dibe nivîsevanekî  bê hempa.

Ev yeka serpêhatiyekê tîne bîra min; carekê dostekî min û siyasetmedarekî sala 1990î li ser nivîsînê û nivîskaran gengeşeyê dikin, navê min di nav gengeşeyê re derbas dibe, siyasetmedarê jîrek nikare nivîskariya min bipejirîne ji ber ku, li gor nerîna wî, berhemên min ji bo xatiran di çapemeniya kurdî de têne weşandin. Lê gava ew dostê min dibêje wî: Nêzîk dê lêkolîne wî (ango min)di kovareke erebî de bête weşandin, hîngê siyasetmedarê me dibêje: Eger ev gotina te rast bi derkeve, ez dê bi nivîskariya wî bawer bikim.

Bala xwe bidin vê helwestê; dostê min yê ku bi wî re gengeşeyê dike, nivîskar e, berhemên wî hatine weşandin, bi ser de jî xwediyê pileyeke zanistî ye ekadêmî bilind e, lê siyastemedarê me bi boçûnên wî qayîl nabe, û li benda şehadnameya kovara erebî dimîne.

Entilcêsiya, çi siyasî be û çi rewşenbîrî be, serkêşa govenda civaka xwe ye, lê ya kurdan her tim li pey ya serdestan dimîne, nikare ne bi xwe, û ne jî bi karînên civaka xwe bawer bike, û her xwe û civaka xwe biçûk dibîne.

Xwebiçûkdîtin nexweşiyeke derûnî û civakî ye, ne tenê siyasetmedarên Kurd dîlên wê ne, û bandora wê jî ne tenê karînên kesayetî dorpêç dike, belê hildikişe astên bilind, ku dikare karînên civakê bi tevayî xulmaş bike, bitevizîne, û bixe bin sîwana gumanê jî, û endamên wê hem jê birevîne, û hem jî  erêniyên wê di çavên wan endaman de biçûk bide xuyakirin.

Bi baweriya min evê xalekê gelek nivîskarên kurd ber bi zimanên serdestan de têveda. Ewana zimanê kurdî, yê bê xwedî, ku bi baweriya wan jar û qels e, nikare helwest û mebestên wan hilgire û biderbirîne, bi paş piştên xwe de avêt, û berên xwe dan zimanên serdestan; wan zimanên, ku dikarin deriyên navdengiyê li pêş wan li ser piştê vekin. Helbestvanê navdar, yê erebînivîs Hamid Bedirxan, beriya mirinê li xwe mikur hat, û ev rastiya di hevpeyvînekê de li gel kovara (El-Hîwar- hevpeyvîn) diyar kir.  

Ewana ji bîra kir, ku ziman bi danûstandinê, bi xebitandinê, bi karanînê û bi nivisandinê geş dibin,ber bi pêş de diçin, û şaxên xwe fireh û dirêj dikin, û zimanê kurdî ji van tiştan hemûwan bê par hatiyê hêştin, û tenê pênûsên xwebawer dikarin wan riyan li pêş wî biqelêşin.

Ev nerîn nayê wê wateya, ku Helîm Yûsif dibêje „ ku civaka kurd li hember van nivîskarên xwe yên erebînivîs jî xwedî helwesteke sert û "dijber" bû“. Ev helwest ne dijberî ye, belê rastiyeke zanistî ye. Çimkê em bibêjin nebêjin, nivîsîna wan ziman û wêjeya erebî dewlemend dike, ber bi pêş de têve dide, û dîroka wêje berhemên wan wek milkê wêjeya erebî diçespîne. Em Kurd jî çiqasî hewil bidin, da wan bixin bin sîwana wêjeya kurdî, em nikarin ji bilî navê ( nivîskarên zimanbiyanî ), wek ku hevpîşeyê me Dr. Mecît Şêx wan dinavîne, tiştekî din li ser wan bibêjin. 

Tê bîra min, beriya deh salan min lêkolîneke berfireh, bi zimanê erebî, di rojnama (Ezzeman) de, xwend, wêjevaniya Yaşar Kemal mijara wê bû, di wê lêkolînê de hema bi carekê jî kurdîtiya wêjeya Y. Kemal nehatibû gotin, lê bi dehên caran hatibû gotin ( nivîskarê Tirk yê mezin ). Ev jî rastiyeke zanistî ye, hestên me yên netewî nikarin tersiya wê biçespînin.

Ji hêla din de, evê xalekê; ango xwebiçûkdîtin û biçûkirina civakê, xebat, boçûn û nerînên nivîskarên kurdînivîs jî li ba hevpîşeyên wan erzan kir, an nehêşt ew nerînan pêrgî guhên guhdar bibin, an jî kir ku zû werin jibîrkirin.

Tê bîran min, sala 1991ê min yekemîn car çîrokek Helîm Yûsif, bi zimanê erebî bû, di kovareke erebî(3) de xwend, bê ku ez Helîm nas bikim. Sernavê çîrokê ( Memo dereng ji xew şiyar dibe ) bû, ji her du warên naverokê û  durvê hinerî de serkeftî bû. Bi bandora wê çîrokê min xwast, ku ez nivîsevanê wê binasin, û ez li wî pirsîm, heya ku dostekî (helbestvan M. Hemo) rojekê ew hanî mala min. Me di wê hevdîtin û hevnasînê de li ser wêje bi gelemperî deng kir, lê gava  gengeşeya me hate ser nivîsîna kurdî, ez pê hay bûm, ku Helîm nizane bi kurdî binivisîne. Wê hîngê min gote wî; ev çîrok dide xuyakirin, ku te hineriya çîrokê baş bi dest xistiyê, tiştê divê ew e, ku tu hînî zimanê kurdî yê nivisînê bibe. Eger te û kesên wek te, we ev gav bi dest xist, çîrok û pexşana kurdî ya hinerî dê bi cefayên we ber bi pêş de here, ji bo vê yekê jî divê tu pirtûkên kurdî bixwînî, û her pirtûka, ku li ba min heye, tu dikarî bibî, bixwînî û ji min re vegerînî.

Ewî tu pirtûkên min nebirin, lê demeke dirêj neçû, min di şevbihêrkên wêjeya kurdî de, ku li Helebê pêk dihatin, guhdarî li xwendina wî kir, û çîrokên wî di çapemeniya kurdî de xwendin.

Helîm Yûsif di gotara xwe dibêje, ku ewî rewabûna nivîskariya xwe ya erebî „ piştî pesindan û pejirandina nivîskarên ereb yên navdar bidestxist“ û şehadnameya rexnegir û helbestvanê ereb ê sûrî yê navdar Şewqî Bexdadî tîne bîra xwe, ku nerîna Ş. Bexdadî çîroknivîsîna wî bi derdora wî ya malbatî û civakî da pejirandin, lê nabêje kê ew ber bi nivisîna kurdî kişand, tevî ku ev yeka ji bo naverok û siyaqa gotara wî giring e.

Tevî ku zanista derûnî (pisîkologî) dide xuyakirin, ku bûyerên mezin, ku jiyana mirov serûbinî hev dikin, zû bi zû jibîra nabin, pirsa li vir diyar dibe ew e; gelo Helîm ev bûyera hanê ji bîra kir, an ev yeka jî berhema xwedîtinê û biçûkirina nerîn û boçûna nivîsevanê kurd e?!.

Wek tê gotin: Gotin gotinê dikşîne. Sala 1993yê yekemîn mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê hate li darxistin. Wê hîngê xortekî kurd ( Îbrahîm Îbrahîm, ku îro li Danîmarkê dimîne) beriya roja mehrecanê xortek, navê wî Wehîd bû, hanî mala min, û got; ev xort helbestê dinivisîne, û dixwaze helbestên xwe roja mehrecanê bixwîne.
Min got: Armanca mehrecanê ya tewrî giring ew e, ku helbestvanên nûgiha pêşkêşî civakê bike; ango mehrecan te û yên weke te dipelîne, bi ser de jî vaye tu bi xwe hatî.
Di wê hevdîtinê de min helbesteke wî guhdar kir, bi rastî yekeke baş û serkeftî bû. Piştî mehrecan bi serkeftin bi dawî hat, min rîportacek li ser nivisand, û di hejmareke kovara Pirs de li Sûriyê, û di yeka  kovara Nûdem de li Siwêdê  weşand, di wê rîportacê de min du-sê gotinên erênî li ser helbesvaniya Wehîd jî nivisandin.
Komîta mehrecan sala 1994ê ji helbestvanên vexwendî xwast, ku helbestên xwe ji wê re verêkin, da komîteke hinerî wan binerxîne, ka kîjan dê di mehrecanê de were xwendin.Gelek helbestvanan, hinekên ku ji beriya 15-20 salan de dinivisînin di nav de, berhemên xwe ji komîtê re verê kirin, tenê Wehîdê me yên xwe verê nekirin, û got: Ma qey kesek heye bikaribe helbesta min binerxîne?!!.
Her weha piştî 3-4 sal di ser wê mehrecana yekem re têper bûn, rojekê telefona min lêda, keçikekê li hêla din silav li min kir û got ez Axîn im, eger tu min nas nakî, ez ew keçika me, min helbestên xwe roja mehrecana yekem xwendin, dixwazin te bibînin. Wê hîngê helbestên wê hatin bîra min, ku mizgîna peydabûna helbstvanêkê bûn, lê vaye çend sal in têperbûne, û dengê wê nîne.
Dema me hevdu dît, ewê gote min: Ez bûme helbestvan, û min hay ji xwe tune ye.
Min gotê: Ez tênegihîştim.

Gote min: Vaye rîportaca te di kovara Nûdem de weşandî li ba min e, te helbestvaniya min pesinandî.

Bi rastî min xwe bexewar dît, wek çawa min çîroknivîsekî gîhayî, mîna  Helîm yûsif ber bi nivisandina kurdî de kişand, vaye ez helbesvanekê jî kişif û pêşkêşî civakê dikim.

Axîna Wela, ku niha li Siwêde dimîne, ji wê demê de helbesta kurdî li kêlek ya erebî dinivisîne, lê rojekê ji rojan, ne di hevpeyvinekê de, û ne jî di gotarekê, negotiye kê ew ber bi bi meydana helbesta kurdî de têve da, tevî ku hin caran pirsa bandorên ku li wê hukarî kirine jê hatiye pisrskirin.

Ev herdu nimûneyên jorîn jî şûna xwe di biçûkdîtin û biçûkirina helwest û nerînên nivîsakên kurd de dibînin.

Eger em rûpelan tevbidin û bîriyê vekoiln, bi rastî em dê bibînin, ku ev helwest li ba paşguhkirina nerînên kesekî an du kesên mîn min namîne, lê bi ser de jî sîwana wê li ba hinekan fireh dibe, ta ku dikare di tevgera wêjeya me de bibe diyardeyeke berz, xwediyên wê nizanin çiqas ziyana wê heye.

Roja 21, 22. 04. 2007 Navenda ewrupî ji bo lêkolînên kurd, Havîbûn û Dezgeya çap û belavkirinê çaremîn konferansa rewşebîrî û rojnamegerî a Bedirxaniyan li Berlînê; paytexta Elmanyayê li darxistin, û hikumeta Başûrê Kurdistanê jî lêçûna wê hilgirte ser milên xwe.      
Gelek lêkolîn di wê konferansê de hatin pêşkêşkirin, Celadet Bedirxan û kovara Hawarê mijara lêkolîna Birêz Îbrahîm Seydo Aydoxan bû.
Min du-sê cara li lêkolîna wî di enternêtê guhdar kir. Mixabim ewî hemû helwest, nerîn, boçûn, nivîsî û karên beriya wî li ser wê mijara hatine kirin bi paş guhên xwe avêtin, û weha çû, ku ew yekemîn kesê ku C. B. û Hawarê kişif dikê ye. Wê hîngê min gotarek bi du beşan weşand, û bala wî bi ser xebatên lêkolînerên wê mijarê de kişand(4), teqez gava hinekan ji wan dest bi nivîsînê û vekolîna wêjeya kurdî kiribû, Î. S. Aydogan hîna ji dayikê nebûbû, an jî zarokekî jîrmij bû.
Her weha, birêz Konê Reş jî, beriya demekê di hevpeyvînekê de, ku birêz Salihê Kevibirî pêre kiribû, û di malpera netkurd de weşandibû, di ser hemû nivîsevanên Efrînê û Kobanê re qevaztibû, û ewana nedîtibûn. Dîsan min gotarek li ser wê yekê weşand, û bala wî bi ser wê çewtiya mezin de kişand(5).
Lê mixabin, xuya ye pirên nivîsevanên kurd heya îro jî nikarin pênûsên kurd li pêş xwe bibînin, û ne jî dikarin rola entilcênsiya bilîzin, vê lomê ev diyarde hîna jî berdewam e, û careke din beriya çendakê li ba birêz Siyamend Birahîm, di hevpeyvînekê de, ku di malpera welatê me de hatibû weşandin, rû da. Ewî jî xwe kire mamosteyê hinek nivîskarên, ku beriya wî di qada nivîsîna kurdî de diyar bûne. Ji bo helwesta wî jî min gotarek nivisand(6), û dengê rastiyê di tûrik de nehêşt (7). Lê xuya ye guhên Kurdan li hember dengê kurd girtî ne !.
Gava civaka me helwest, nerîn û berhemên nivîskarên kurd bi paşguhên xwe de davêje, belkî mirov karibe akama wê paşguhkirinê hinekê sivik bike, ji ber ku ev civak hîna jî hem bi paş de maye, û hem jî yekeke parçekirî ye, her parçekî wê mêldarê rêxistinekê ye, lê bi rastî ez nikarim ji bo helwesta neyênî ya kurdînivîsan li hember kurdînivîsan, sedemekê ji bilî xwedîtin û ez-ezîtiyê bibînim. Belê….Pêximberên miletan li ba miletên xwe natên rûmetkirin, û geyayê hewşê her tim tehl e.
          
     ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
     
       Not:

(2)   . Biner: www.pen-kurd.org , beşê lêkolîn.

(3)    Kovara ( lêkolînên sosyal ) ji weşanên partiya komonist a sûrî, beşê ku Yûsif Feysel Sekretêrê wê ye.

(4)   Biner: www.pen-kurd.org , beşê lêkolîn.

(5)   Jêdera navborî. 

(6)   Biner: www.efrin.net   

(7)   Hevpîseyê me birêz Dilawer Zeraq di dawiya gotareke xwe bi dilşewatî dipirse: “Em nivîskarên kurdî, gelo çima dengê me ew qas bi qîmet e ji bo me û em wî tim di tûrikê de dihêlin, pir hindik bi kar tînin û didin bihîstandin?”. Bimer : www.welat.com  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark