Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Semînar: Şevbuhêrkên kurdî li şamê

 


B. Şiyar
Di 29-5-2009 de komîta amadekar  ya şevbuhêrkan şeva xwe ya 82 an li darxist .
 wiha her meh di hefteya dawî de şevek hemûreng  ji  çand û hunera kurdî  li dardixe.
Mêvanê  vê şevê ji bajarê evînê  bû nivîskar û helbestvane  tê nasîn bi navê (bavê Helbest )
Mijara wî ya vê şevê  Rêbazên wêjeyî di helbesta kurdî de  .piştî belavkirina babetê li beşdarên şevbuhêrkê re   
bavê Comerd -endamê komîtê - Bixêr hatina mêvanê şevê û beşdaran kir.


Piştî  xwendina babetê ya xweş û zengîn, gevtûgo ji alîyê rewşenbîr  û nivîskaran de li ser babetê  çêbûn,şev pê dewlemend  bû.
 Mêvanê şevbuhêrkê navî wî mamûste  Ebdul Semed Mehmûd - bavê  helbest- Helbestên nûjen dinvîse ji sala 1980 ê de  .
Gotar û nivîsar û helbestên xwe    ,di kovar  û rojneman û malperên kurdî de di weşîne .
Dîwaneke wî destnivîsî amadeye bi navê GulÎstana  birînê.
di komîta çalakîyên kurdewarî de, çalakiyên rewşenbîrî dike .Ji bajarê evînêye,- Qamişlo- 
Şam 12-6-2009

Rêbazên wêjeyî  di helbesta kurdî de

 Berî ku em dest bi vê lêkolînê bikin, divê em bersiva vê pirsa jêrîn bidin.
Ma gelo rêbazên wêjeyî yên ji hev cuda di helbesta kurdî de hene?. Teqz, wê bersiv erê be, ji ber ku navnîşana vê lêkolînê  rêbazên wêjeyî ye, em dibêjin  nivîsandina di rêbazekî de normale, lê ta kîjan astê  jê re perwere, ev problême, ji ber gelek sedeman, ez qelsiyê di rêbaza kurdî de dibînim :
1-helbesta kurdî  hindike, jimara  helbesta têde kêm e ne pir e, ku em karibin bi hesanî wî cuda bikin beş bi beş  rêbaza,  ji ber ku dîroka helbesta kurdî li sûriyê nûye, em dikarin bêjin ew bi rengekî eşkere ji Cigerxwîn dest pêdike, tevî ku ji bilî wî jî hebûn,  lê Cigerxwîn nûnerê herî xurt yê ku di damezirandina helbesta kurdî ya nûjen de beşdar bûye  dimîne.
2-  helbestvanên kurd kêm in, ne pirin.  Mebesta min ewe yên pirpîşe  ku dîwanên wan hene ne yên hezker, em Karin bêjin li gorî jimara kurdan kêm in.
3- nebeşdariya rexnesaziyê, ya ku helbestê pêşdixe û dihêle helbestvan qelsî û şaşiyên xwe bibîne, û nahêle  ji rêbaza ku têde  dinivisîne derkeve, ev ji ber ku rexnevanên kurd  tune ne,  û yên ku div î warî de dixebitin jî, di helbesta kurdî de ne pisporin. 
4- Têgihiştin  bi ezmûnên  gelên din  re tune ye, ew ezmûnên  ku di warê helbestsaziyê de dibîstanên mezin avakirine, wek nimûne,  helbesta Erebî di riya şandên zanistî re kelk û sûd ji ya gelên rojavayê wergirtiye, wergerandin  weşandine, çapkirine, ta ji wan dewletên ku ew mêtingehkar kiribûn, lê helbesta kurdî li Sûriyê, tenê bandora  erebî lê bûye.
5-Qelsbûna  asta çanda helbestvanê kurd, dibe ku ha ji ezmûnên  berî xwe tune be, ji bilî yên Erebî, Turkî…û hwd.
6- pêşketina helbesta kurdî bêhewtayî ye, ne pêşketneke qûnaxî ye, gav bi gave, û  li gora bûyerên  dîrokî û civakî ye, ji ber vê yekê, em dibînin guhestina ji rêbazekî bo ya din ne xweristî ye,  rêxweşkirin jê re tune ye.
Piştî van nerînan,  emê herin  têge  û destûra  her rêbazekî,  li ser helbestvanên ku di wî rêbazî de dinîvisîne peyrewkirinê bikin:
Kilasîkîyet

Di koka xwe de vedigere hunera helbestê ya  Aristo û Horas û liser felsefa aqilmendî tîyoriya lasyîkirin hatiye damezirandin  û li helbestên Kevin dinere ku ew helbestên payeberze yê dive jê bê vexwarin  berê vê rêbazê li qata eristuqratî ye  ango rewtiya xoyetî tê de qels e  û rewtiya dastane têde xurte,  kilasîkiyet di wêjeya Kevin de, li ba Yonan û Romana hebû, lê di dema nû de, li ser destê helbestvanê Firensî Piwalo nû bû. Dora sala 1650  bi navê hunera helbestê  li ser navê Aristo pirtûkek weşand û ev rêbaz hate belgdanîn bi felsefa Dîkart re
 
Taybetmendiyên kilasîkiyetê
 
1-Kilasîkiyet guhdanê li şêwyê derberînê dike.
Ev rêbaz gelek udê ji destûr û bimyada re digrin avakirî ye li ser klasayîkirina nivîskarên Kevin  û guhdana li şêwe ew kişandin ku zelalkirinê bikin û bihêlin ku naverok xweristî be ji ji şêwe re.
2-Dûrbûn ji xeyala bi bask  û dûpatkirin li ser eşkerekirinê
3-Bikaranîna zimanê standard û dûrketin ji yê devkî
4-Giringiya durketina ji zoziyê ji ber ku kilasîkiyet ji jîrbêjiya aqilmendiyê dayikbûye.
5-Kilasîkiyet babetiye dûrdikeve ji xweyîtiyê  ji ber vê nûnerê bilind bikartîne wek  leheng comerd siwar û hwd..
6-Helbestê dixe xizmeta  amojgarî û şîretkirin û fêrbûn û aqilmendiyê.
7-Helbestên kilasîk serwadare û yekitiya malik û kêşan diparêze,

Ma gelo ev destûr û binyad di helbestên kurdî de bikar tên û peyda bin?
 
 Belê ez  dibêjim piranî ji helbestên kurdî dikevin bin taybetmendiyê rêbaza kilasîk ji ber ku  serwadare û bikêşane û zimanê standard bikartîne û li ser rêza helbestên kurdî yên Kevin bikar tê   helbestvanê  beşdar û xurt Cigerxîne di vê rêbazê de ez wî dibînim serokê vê rêbazê di helbestên kurdî de  ezê wî nimûne bibim lê ji bilî Cegerxîn baş helbestvanê  kurd yên ku  li ser vê rêbazê dinîvisînin wek
Tîrêj,  Bêbuhar,  Keleş,  Memûd Sebrî, Xelîl Sasûnî, Azad Hemo, Melevan Resûl, Dildarê Mîdî, Birahîm Ebdê,  Adil Dîlanî,  Emer Smayîl,   Helîm Ebû Zêd,…û hwd
Lê ji ber van sedeman jêr, Cigerxîn serokê rêbaza kilaskî di helbesta kurdî ya nûdem de dimîne:
Jimara helbestên wî gelekin hemberî helbestvanên din
Ji tevan kevin tire
Xuyakirina destûr û binyadên kilasîkiyetê di helbestên wî de eşkere ye.
Bandore rêname wî li helbestvanê ku bi dûde hatine 
Ku em nimûna ji helbestên wî bibînin emê van taybetmendiya bibînin:
Yekitiya malika ji ber em Karin  rajin malika dawî ji helbestê bê tu bandor linaverokê bibe ji ber navê xwe têde tine
Yekitiya serwadariyê
Yekitiya kêşana
Li ser rênama Feqê teyran, Cezîrî ye û bandora wan lê heye
Amojgarî û şîretkirin ta bernamê fêrbûnê
Bikaranîna ezmûnê nimûneyî
Xeyal li ba wî qelse û tundiyê li ser aqilmendiyê dike
sozî li ba qelse
Şiyarkirina emcadê kurda û lehengiya wan di dîrokê de
Nimûne  

------------------------------

Romansiyet

Bi giştî romansiyet şoreşek bû li ser rêbaza kilasîkî  û li ser hemû destûr û binyadê wê û em Karin bêjin ku romansiyet şoreşek rizgarkirinê bû ji destdanîna wêjeya Igrîqî û  Romaniya Kevin  mebesta romansiya ji helbijartina vî navî da cidabûnê têxin navbera dîrok  rewşenbîriya netewî û wêjeya xwe û ya Igrîqî  û latîniya kevin lê gelek nîrên siyasî û civakî û abûrî gihiştin hev rêxweşkirin bo derketina romansiyetê  ji wan şoreşa firensî û pirinsîp dadewerî  mafê mirovan  û romansiyet derberînek durust bû ji nerînên mirovatî re û wekhevî û azadiyê re  û romansiyet derberîna durust bû ji rêrewa xoyetî re û ji xeyala bibask re dûrî hişkbûna aqilmendî û jîrbêjî û desûrên ziwa
Taybetmendiyên romansiyetê
1-Romansiyet wêjeya sozê ye û rizgarkirina wijdane wêjeya xeyal û azadiyê ye   destdavêje xweristê û strana û xweyîtiye vedigere li serdema mirovatî û nihênînê kesane
2- Cihê tekane di civakê de bilind kirin ne wek kilasîkiyetê ku giringî da tevayê û qata desthilat û ya erustuqratî.
3-Guhdana êşa, azarî, gazin û reşbîniyê û guhdanê endamê xweristê wek çema û çiyayan dike.
4-Tiştê herî giring di rêbaza romansî de guhdana li azadiyê û vexwendina ji bo rizgarkirinê ji sitem û genîtî û xwînmijiyê.
    Romansiyet xuyaye bi nerîna reşbînayî û reşbîniyê li jîwarê  ji ber ku têde êş û birîn ditîtin ji ber vê em dibînin piranî ji babetên wan  axaftine li ser şevê,  êvarê û demên ku xemgînî û melûlî tê de hebe lê giringe li ba wan rastiya sozê ye û kûrbûna ezmûna hest, zimanê bi kartînin nêzîkî yê rojane ye, dûrî zarawên dijwar dirin û doza mafê jina dikirin û pêre sozdar bûn ji ber vê em dibînin helbesta romansî tenê têde êş û xeyal dûrî wutara yeksere
 Piştî   vê zelalkirinê li ser rêbaza romansiyetê, ka em bibînin bê rewşa helbesta kurdî ya romansî çiye.
Li gora agahdariya min û dîwanên helbestvanên kurd yê pirpîşe ku ketine destên min,  helbestvanê kurd ku taybet li ser vê rêbazê nivîsîbe tune ne lê em helbestên romansî li ba  gelek ji kilasîkiya dibînin
Nimûne


Jiwarî

Jîwarî ya Kevin di xerbê de xuya bûye  di nîvê seda nozdan de dibin bandora ramanên zanistî û felsefî û aqilmendî de  ew bersiva xeyal û soziya romansiyetê ye, jîwarî li ser kezakirinê avadibe wek ku kodakek wêna be tiştekî têde naguhere û berfireh li hûr û mûran digere û aqilmende dûrî sozîyê ye  lê jîwariya nû avadibe li ser idyolocia sosyalistî û derberîna dema nû ye û tekoşîn kêferat û êşa wî werdigerîne
Û tevgera dîrokê dînîvisîne û ew encama serketina sosyalîstê  ye ji alîkî ji aliyê din encama serketina tevgera netewî û civakî di dewletên cîhana sêyem de
Di van xalê jêrîn de em herdû jîwara bidin ber hev
1-mirov di jîwara Kevin de bêçare ango ne bi destê xwe ye  lê mirov di jîwara nû de bi destê xwe ye ne bêçare
2-jîwara Kevin li jîwarê dinere û wî lasayîkirnê dike wek wêne jê re bikşîne lê jîwara nû li jîwarê diner bi çavê tevgerî ew guhertî ye û tê guhertin
3-jîwara Kevin reşbîniye ye lê ya nû geşbînayetî ye dibîne ku civak tê guhertin bi alî xweşîye de  wêje têde doza rizgariyê dike wêjvan alî kariyê di avakirina civakê de dike û dixwaze wê biguheze rewşeke xweştir û pêşketî, têde wekhevî û mirovatî hebe ji ber van wêje di rêbaza jîwarî ya nû de çekek çalake û wêjevan berhemhênere di civakê de
Naverok û şêwe di wêje de ji hev cuda nabin ji ber ku wêje yê qata karker ji milet re tê nivîsandin û ji bo wî ye
Ma gelo helbestvanên kurd div ê rêbazê de xebitîne tenê lib a seydayê Cigerxwîn min jîwara nû dît lê ku kesin din nîvisan dibin min ne bihîstîye
Nimûne ji helbestê Cigerxwîn yên li ser rêbaza jîwarî ya  nû



Helbestên  nûjen

Ev celeb ji helbestê di nîvê seda bîstan de derket gelek taybetmendiyê wê hene giringê wan evin
1-derketina ji kêşana helbestî ya teqlîdî û ji ziman û wêneyên ku bikar dihat û afirandina çîroka helbestî û şanogeriya helbestî gelek nav li van helbesta hatine kirin ya nû ya nûjen yan serbest, ya bêserî  û ne wek yên kevin ku li ser du  şetra avdibe, ev celeb  ji helbestê encama pêşketina ramanî û hunerî bû
 2-ne li ser kêşana derve avadibe ya ku behrê erûdî bikartîne lê ava dibe li ser kêşan û îqaea hundurî ava dibe ya ku bi rewşa nefsî  ve girêdayî ango nesaz
 îqaiê di nefsê de ev dihêle ku helbest nesaz be li gorî wê îqaiê ji ber vê helbestvan gotina û tîpan dubare dike û iitmadê li ser tîpên kurt û dirêj dike û tîpên bi deng û yên den kurt  û guhertina hevokan wek yên bang û istifhamê û hevokên salixdanî, gelek serwaya bi kar tine dûre  ji wutara yekser di derberîn de û li ser tarîkî û simbola ava dibe û wêneyên tevger û reng  têde hebin bikartîne lê tiştê herî giring di helbesta nûjen de simbolê efsane û hemû endamên folkilor û kevnetorê gelêrî û mirovatî ye û ji hêla naverokê hemû babetên jiyanê têde heye
Emê bêne ser helbesta kurdî ya nûjen helbesta kurdî  div ê demê de berê wê bipiranî  li ya nû ye û jimara helbestvanên ku vê helbestê dinîvisînin pirin wek
Dildarê Aştî, Memûd Badilî, Ciwan Nebî, Şêrîn Gêlo,  Narîn Umer, Beşîr Mela, Nisrîn Têlo, Ebidelsemed Mehmûd, Diya Ciwan, Konêreş, Dîlan Şewqî, Hozanê Girkundê, Ehmedê Xursî, Mişelê Osman, Ferhadê Içmo, Bêwar birahîm, selwa hesen  t. d
Nimûne ji hin helbesta


Di dawîde dixwazim  nîşan bikim ku di helbestên kurdî de rêbaza sfitî he yak u ava kirî ye li ser hezkirina xwedan û pêxemberê islamê  têde helbestvan bêtirî zimanekî bikartîne  lê mixabin di dema nû de min tu helbestvanê kurd ku li ser vê rêbazê bnîvisîne nebihîstiye û ev rêbaz taybet afirandina helbestvanê misilmana ye wek Melêcezîrî   Celaledîn Elromî  Mihyedîn Bin Mrebî Umer Elxeyam.

--------------------------------------------------------------------------

 Alîkariya zarawên wêjeyî
Mamoste berzo mehmûd
Mamoste xalid miheme
Têbîn zarawên bi rengê sor hatine nîvisandin bi zimanê erebî




kurdî
عربي
alav /amêr                

أدوات
hokakar / ho / sedem
أسباب
binema, bineret

أسس
agadarî

اطلاع
dahênan

الابداع
kilasîkiyet

الاتباعية
rêrewa xoyetî

الاتجاه الذاتي
rewtiya dastane
الاتجاه الملحمي
bûyerên civak

الاحداث الاجتماعية                        
bûyerên dîrokî
الاحداث التاريخية
wêje

الأداب
wêjeya mizgînîdan

الأدب التبشيري
mêtingehkar

الإستعمار
payeberz
الاسمى
bîrên zanyarî/zanistî

الأفكار العلمية
êş, nexweşî

الالم
guhestina xweristî
الانتقال الطبيعي
impireşenizm

الانطباعية
başî
الايجاب
rezima navxoyî

الإيقاع الداخلي
kêşsazî

البحر العروضي
damezirandin

التأسيس
dûpatkirin / teqze   

التأكيد
tê/ bê / werê / jêr
التالية
rizgarkirin

التحرر
wergerandin

الترجمة
senterandin, dupatkirin

التركيز
reşnbînî

التشاؤم
reşbînayetî

التشاؤمية
peyrewkrin   

التطبيق
pênasekirin

التعريف
geşbînayetî

التفائلية
pîk
التفعيلة
lasayîkirin

التقليد
rêxweşkirin

التمهيد
hevgihiştin
التواصل
nesazî

التوتر
belgedanîn

التوثيق
ristey danan

الجملة الانشائية
nûxwazî, nûkarî

الحداثة
Nûxwazyetî, nûjenayetî      

الحداثوية
aqilmendî

الحكمة
wutara yekser

الخطاب المباشر
xeyal

الخيال
xeyala bibask

الخيال المجنح
dadayetî
الدادائية
wate /geyandin/ gihandin

الدلالة   
xoyetî, ezyetî

الذات
xoyetî
الذاتية
simbolîzm                 

الرمزية
romansiyet

الرومانسية
romansiyet riyalîzm

الرومانسية الواقعية
çîrokbêjî

السرد
reşbînayî

السوداوية
destdanîn

السيطرة
helbesta nûjen

الشعر الحديث
helbesta serbest/azad

الشعر الحر
helbesta bêserî

الشعر المرسل
şêwe

الشكل
şêwey derve

الشكل الخارجي
şêwey navxo

الشكل الداخلي
şêwey giştî

الشكل العام
sofîtî/sofiyet
الصوفية
soz

العاطفة
dadwerî

العدل
nûdem

العصر الحديث
endam, ilement

العناصر
tarîkî, lêlayî

الغموض
takane, takperestî

الفردية
standard

الفصحى
bîra sosiyalistî

الفكر الإشتراكي
serwa
القافية
kilasîkiyet

الكلاسيكية
azarî

المأساة
pirinsîp

المبادئ
wergêr

المترجم
pirpîşe       

المحترف
dibîstanên wêjeyî

المدارس الأدبية
rêrewên wêjeyî           

المذاهب الأدبية
azarî

المعاناة
berweurdkirin

المقارنة
pêşgotin

المقدمة
rêbazên wêjeyî

المناهج الأدبية
jîrbêjî, locîk

المنطق
babetî

الموضوعية
şîret
الموعظة
rexnesaz / pispor
الناقد المختص
belavkirin

النشر
tiyorî

النظرية
rexneya avaker/ rexnesazî
النقد البناء
kezakirin

النقل الحرفي
nimûne

النموذج
hezker

الهاوي
peyker                       
الهيكلية
jîwar

الواقع
jîwarê sosyalistî

الواقعية الاشتراكية
jîwariya kevin û nû

الواقعية القديمة والجديدة
wujdan

الوجدان
kêş/kêşan
الوزن (الوزن الشعري)
amojgarî/şîretkirin
الوعظ
bername

برنامج
welatên cîhana sêyem

بلدان العلم الثالث
ezmûn
تجربة
pêşxistina gav bi gav / qonaxî                     
تطور مرحلي
rêxweşkirin
تمهيد     
Belgedanîn
توثيق
nûdem                     
حديثة العهد
taybetmendî
خصائص
bertek

ردة فعل
çekê kartêker/çalak

سلاح فعال
helbesta pîk

شعر التفعيلة
Rastiya soz

صدق العاطفة
bêhawtayî                 
طفرة
sozdar

عاطفي
Aqilane, aqilmendî

عقلاني
Beş

فصل
çapter / beş / birr      
فصل من كتاب
felsefa miletan
فلسفة الشعوب
destûr / bingeh          
قواعد
ciya/cuda       

متمايز
nimûne

مثال
Bêçare

مجبر
wutar/lêduwan    
محاضرة
derwaze

مدخل
qonax                        
مرحلة
zarawe/têrim            

مصطلح
têge/têgeh 

مفهوم
serwadar
مقفى
berhemhêner

منتج
rêbaz
منهج 
kêşdar

موزون
dûpatkirin                 
نجزم
tiyoriya lasyîkirin

نظرية المحاكاة
yekîtiya malika
وحدة البيت
pêştgirêdan

يعتمد













 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark