Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Romana; “Tirsa Bê Diran” ya Helîm Yûsiv ji weşanên Sema derket.

 


Hozan Emîn - Duhok

 Ji weşanên Dezgeha Sema ya Çandî û Hûnerî, li Dubey, romana nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv, bi wergera nivîskar Fewaz Ebdî, bi zimanê Erebî hate weşandin.
Romana ji 205 rûpelan pêk tê, berga wê ji tabloya şêwekarê Norwecî, Idward Munîyeh e, li çapxana Duhok, bi jimara sipardina 2068 Pirtûkxana Bedirxan - Wezareta Rewşenbîrî – Herêma Kurdistana Iraqê, mafê cape wergirt û çap bû. Ev berhem di bernameya çapê ya dezgeha Sema ya 2008an de bû ku bê weşandin, lê mixabin ji ber hin sedeman ew pîlan pêk nehat, heta vê gavê û ji zincîre weşanên dezgeha Sema jimara 27 an çap bû.


Ev romana duyemîn e ji berhemên Helîm Yûsiv yên di warê Romannivîsînê de . Hêjayî gotinêye ku romana yekê ya bi navê, ‘Sobarto’ ku wergera wê ya erebî hatibû kirin bû sebebê gelek nîqaşan di nav nivîskarên Kurd û Ereban de û li ser wê romanê pirtûkek e lêkolînî û rexneyî ji aliyê nivîskar Mesûd Hesen ve, bi erebî hate nivîsandin û çapkirin. Romana, Tirsa Bê Diran, piştî 7 salan ji belavkirina Sobarto bi şêweyekî cihêwaz derdikeve . Ev roman, li Istanbolê li weşanxana Avesta, di sala 2006an de çap û belav bû ye. Di nav xwendevanên Bakurê Kurdistanê, Ewrupa de deng da û wergêra wê ya bi zimanê Turkî jî hate kirin û her weha bi zimanê Kurdî, bi tîpên Erebî, ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd/Duhok ve, di sala 2008an de hate çapkirin û belavkirin.
Roman: Bûyerên vê Romanê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê (Sûriyê) pêk tên. Ev devera ku tirs, lê bûye qiral û dest daniye ser her tiştî û her deverê. Bûyerên wê heta bi Asiya Navîn û Ewrûpa jî berfireh dibin.
Lehengên romanê, 3 kes in; Mûsa, Tûtino û Kalo ku nivîskar van kesan di nava rûdanên romanê de bi cih dike û her yekî ji wan bi xwe çîrokek bi serê xwe ye, tevî ku bi gelek taybetmendiyan wan tîne cem hev. Cih û hevaltiya zaroktî,  her weha tirs û sawa ku xwe di dilê wan de bi cih kiriye, tirsa ji her tiştî (pêkerên Serok û wêneyên wî, têlên sînor, zilamên bêhnê(asayiş), zagon û destûrên desthilatdaran û hwd…) pêk tê. Û tiştê ji wê xerbtir çandina tirsê di nava xelkên wê deverê ya ku hiştiye bêhêz, sertewandî û bi tirs bin, tevî ku bi serhildanê jî rabûn(serhildana Qamişlo ya 2004an) û hewldanên wan ku wê tirsê bişkînin û hilweşînin, lê belê xwediyê desthilatdariyê dimînin û zulma xwe didomînin.
Roman, mirov derbasî gelek rê û sikakan dike, carê dihêle bi serpêhatiyên wan mirov bi wan kesan re bikene û carê jî mirov diqehere û adiz dibe wexta dikevin rewşên xerab de. Her weha roman, me bi xwe re derbasî dîrokê dike, ew dîroka ku bi serê gelê kurd de bobelateke û bi xerabî hatiye nivîsîn. Mirov gelek tiştî eşkere û diyar dibîne, ku nivîskar vê rewşê ne wekî ya îroyîn dinirxîne û sûcê dîrokê jî dibîne, nemaze wexta ku lehengê romanê Mûsa yê ku ew bi xwe jî Mamostê dîrokê ye,  bi xudanê Peymana Saykis û Bîko re  diaxive ( Peyman Saykis û Bîko di navbera Ingilîz û Ferensa de di sala 1916an de pêk hat û li gora wê ev sînorên îroyîn, di navbera Kurdan de, hatine danîn). Ew axaftina di navbera wan de dihêle ku Mûsa koçber bibe û bireve ber bi Ewrupayê de, ta ku tola xwe ji wan hilîne.  
Dimîne, tirs û hey tirs, ew bi xwe bi bandor e û dest datîne ser hemî Romanê û dihêle ku Xwendevanê Romanê bi xwe jî wê tirsê bijî.
Bi kurtayî, roman xweş e û divê mirov bi baldarî bixwîne, ji ber mirov nikare hemî rûdanan bi çend xêzikan bihûne û kurt bike, dimîne xwendevan û xwendin û şiroveya wan ên ji romanê re.
Ji ber dehsalên demdirêj yên derbasbûyî, em ê her dem bêne tewanbarkirin. Ev peyv weha diyar e ku rast e. Em ê her dem êşa wan peyman û komployên dîrokî ku bi serê gelê kurd hatine û hiştine ku timî em bimînin esîrên tirs û encamên wê. Romana Tirsa Bê Diran, hêjayî xwendinê ye ku her li ber serê xwendekarê xwe be, belkî bibe pencereyek yan alavek bo zanîna cihê tirsê û devêrên ku lê belav bûye, dibe ku bibe riyek bo mirov xwe, ji wê tirsa ku di hinavên me de çêdibe, ji dema jidayikbûnê ta mirinê, rizgar bike.  
Naveroka Romanê, li ser bergê Romanê yê paşîn hatiye çapkirin: “Eger rojekê kesek ji we, li tirsê rast hat jê bipirsin bê li ku ji dayik bûye. Wê ji we re bêje li wê çargoşeya ku di navbera Sûrî, Tirkî, Îran û Îraqê de bûye.”
Lêkolînerê ku bixwaze tirsê ji nêzîkayî nas bike û bizanibe çiye, bera berê xwe bide wan sînoran, cihê ku tirs lê bûye û lê pîr bûye. Ez li welatekî weha çêbûme ku roj lê bi tirs hiltê, weha jî bi tirsekê mezintir, diçe ava. Sibehan, xelk bi tirs taştiya xwe dixwin, da ku dest bir jiyana xwe ya rojane bikin. Ji her tiştî ditirsin û diwestin...
 Kurtejiyana Helîm Yûsiv :
Di sala 1967 an de, li Amûdê, Rojavayê Kurdistanê (Sûryê) ji dayik bûye. Li zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000î de li Elmanyayê dijî. Bi dehan gotarên wêjeyî, di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de weşandine.
Heta niha berhemên wî bi zimanên; Kurdî, Erebî, Tirkî û Elmanî hatine weşandin. Bi giştî berhemên wî yên bi Kurdî ji hêla weşanxaneya Avesta yê ve li Stenbolê hatine çapkirin.
Berhemên wî yên çapkirî ev in :
- 1 Mêrê Avis: Çîrok,  di sala 1991ê de, bi zimanê erebî, li Şamê û di sala 1997an bi kurdî, di sala 2004an de jî ji aliyê Heidi Karge ve bi zimanê elmanî hatiye çapkirin.
- 2 Jinên qatên bilind: Çîrok, di sala 1995an de, bi zimanê erebî, li Beyrûtê û di sala 1998an de bi zimanê kurdî hatiye çapkirin.
- 3 Mirî Ranazin: Çîrok, di sala 1996an, bi zimanê kurdî û Turkî hatiye çapkirin.
- 4 Sobarto: Roman, di sala 1999an de, bi kurdî, di sala 1999an de bi zimanê Erebî, li Beyrûtê, di sala 2004an de, li Hewlêr.
- 5 Memê Bê Zîn: Çîrok, di sala 2003an de, bi zimanê kurdî hatiye çapkirin.
- 6 Tirsa Bê Diran: Roman, di sala 2006an de, bi zimanê Kurdî hatiye çapkirin.
- 7 Gava Ku Masî Tî Dibin: Roman, di sala 2008an de, bi zimanê kurdî hatiye çapkirin.  
Şanoyên ku ji nivîsên wî hatine wergirtin :Komara Dînan, Bidarvekirina Pozekî,
Sol û Serî.
Ji 11.11.2000î ve heta niha, bernameyeke wêjeyî, bi navê “Gava Sêyemîn”, heftane, di MedyaTV, Mezopotamya TV û Roj TV de amade û pêşkêş dike.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark