Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Masî’yê Ku Raza Xwe Nade Dest Tu Kesî

 


  YAQOB TİLERMENÎ

Milan Kundera gotiye, “Roman ne li rastiyê, lê li bûneweriyê dikole. Bûyîn ne tiştekî ku bûye û qediyayî ye, zeviya mercên li ber mirov raxistî ye. Romannûs bûneweriyê ango mercên mirovatiyê keşif dike û nexşeya bûyînê nîgar dike.” Li gora vê destnîşankirinê ku mirov bala xwe dide romana bi navê Gava Ku Masî Tî Dibin, lê hay dibe ku Helîm Yûsiv di giyanê leheng Masî de daye dû şopa bûneweriyekê.


Roman bi danasîna welatê Binxetê vedibe û xwîner bi “yek ji wan belayên ku belav dibûn û tenê bêdengî li pey xwe dihiştin, lalbûn”ê dihise û dibîne ku “vê lalbûnê bêserûber hema hema seranserê welêt dabû ber xwe.”. Masî’yê ku di mala xwe de li paş deriyê hesinî ligel kûçikê xwe yê pirç reş û nav Bozo bi nepenî dijiya, dibû sedem ku hemû lalên li welêt hemû kirasên neyînî û nepenîbûnê bi ser bejna wî de dakin û “mîna xweziyekê bû ku zanibin bê li paş wî deriyê wî yê hesinî çi diqewime.” Ev destpêka romanê hêviyeke xurt ji mirov re çêdike ku dê bi vebûna beşên romanê re têkeve cîhaneke nîgaşî: Mirov dibêje qey dê fena romana Jose Saramago ya bi navê Korbûn ku lehenga wî di cîhana romanê de li nava hemû mirovan yek kesek e ku çavên wê dibîne û mecbûr dimîne ku weke koran bijî. Mirov ji ber ravekirina hemû xusûsiyetên lehengê romanê dikeve kelecaneke bi vî hawî. Çinku vebêjer aşkera dike ku nexweşiya lalbûnê hemû zimanên mirovan sist kirine, lê “tu kesî nizanîbû bê Masî çawa jê filitiye.” û lal nebûye. Ev jî heta dawiya romanê ji xwîner re dibe miraqek berdewam; mixabin ji vê destpêka romanê pê ve nema çêlî ‘lalbûn’ê tê kirin.
Ji beşa destpêkê pê ve, 23 beşên ku her di beşekî de kesek an tiştek vegotinê berdewam dike, derdikeve pêşiya mirov. Di beşa 1. û beşa 18. de Deriyê Hesinî; di beşa 2. û beşa 6. de Bozo; di beşa 3. û 14. û 20. de Mar; di beşa 4. de Kum; di beşa 5. de Pirtûk; di beşa 7. û 17. û 19. de Nivişt; di beşa 8. de Sol; di beşa 9. û 22. de Kevir; di beşa 10. de Dar; di beşa 11. û 12. û 13. de Pênûs; di beşa 15. de Şûtik; di beşa 16. de Naylon; di beşa 21. de Berfîn û di beşa 23. de jî Vebêjer bûneweriya Masî ya di nava xirecir û keftûlefta şer û pevçûnan de radigihînin mirov. Nivîskar xwestiye leheng ji mirêkên cuda biteyisîne ser xwîner û bi vê şêwevegotinê wan bikişîne nava romanê. Yanî; şêwaza Vegotina Pirdengî ku mêjûya nivîsîna wê digihîje heta Faulkner, ji bo babeteke wiha aloz di cih de hatiye bikaranîn. Di vê şêwazê de carinan ev ‘tişt’ên ku vebêjeriyê dikin, rişmê ji dest berdidin û weke vegotina nivîskêr berdewam dike. Nimûne; di beşa 5. ‘Pirtûka ku nehat xwendin’ de nakokiyên berbiçav derdikevin holê. Ligel ku pirtûk di refikê de ye û ancax dikare tevgerên Masî yên li hundir vebêje, behsa çûnûhatinên li gundan û jiyana li wan deran jî dike. “Li ser riyên gundan gelek kûçik hebûn, lê bi tu awayî ne wekî Bozo bûn. Hem birçî bûn, hem jî har bûn; gelek caran didan ser pişta rêwiyan bi wan digirtin.” Nebûna vegotina leheng Masî bixwe ligel ku li gora konsepta romanê xala herî rewa xuya be jî, nebûna vegotina Pîra cîrana Masî ku her carê çêlî wê tê kirin, weke xweziyekê û qisûrekê bi mirov dixuye. Ji lewre “dema ji Pîrê dipirsîn ka Masî yekî çawa ye, bersiva wê ya kurt ev bû: -Hinekî tevlihev e, hinekî hişê xwe xwariye, lê dîsan jî baş e…” Pîra cîran ku di serê romanê de û di nava romanê de çêlî wê tê kirin, di beşa dawîn de jî bi mirina xwe li pêşberî xwîner e. “Gava Masî berê xwe da xirecira dora mala xwe û bihîst ku pîra cîrana wî miriye, ji guhê xwe bawer nekir. Hesteke wisa li cem çêbibû ku wê ew pîr heta hetayê sax be.” Tev li vê hebûna Pîrê, ger beşin ji vegotina Pîrê hebûya dê asasê vegotina giştî zeximtir bibûya.
Navê Masî ku bi naveroka romanê re baş hatiye pêwendîdarkirin, bi wateyên xwe yên din ku didin bîrxistin re jî lihevhatî ye. Dema ku leheng ji gund ji bo xwendinê tê bajêr, “mamoste pirsa cihê jê hatî kiribû. Zarokekî şûm berî wî bersiv da: -Mamoste, navê wî masî ye, nexwe ew ji behrê derketiye.” Ew piştî evîndariyê dide dû dilê xwe û li çiyayên Kurdistanê yên li Başûr û Bakur dibe şervan ango bi navlêkirina rayedarên desthilatdaran dibe masiyek. Gelê ku piştgiriyê didin şervanan weke Derya û şervan jî weke Masî’yên vê deryayê têne binavkirin. Û li gora rayedarên dewletê; ger derya were miçiqandin, dê masî jî ji ber bêaviyê bimirin ango masî bê derya werin hiştin dê gel û şervan ji hev werin qutkirin. Mirov dibîne ku her çiqas av ji ser masiyan tê birîn û “gava ku masî tî dibin” jî, ew bi pişika bejahî li ber xwe didin û namirin. Masî’yê ku bêyî ling ji qada şer vedigere û evîneke li du hêlên têlên sînor dijî, fena welatê xwe yê çar parçeyî xwedî gelek parçeyan e û baş dizane ku parçebûna bi zorê dikare di rêya zorê re were bidestxistin. 
Weku Milan Kundera gotiye, “Roman lêkolandina bûneweriyê ye û ez mohra xwe li binî dixim ku roman vêya ji felsefeyê sed caran zêdetir bi cih tîne.”; nivîskar jî li bûneweriya şervantiyê ya di nava xirecira şer de vedikole û dixwaze kîtekîtên herî însanî yên şervanan li ber çavên xwîneran raxe. Ji lewre behsa qehremaniyên bêhempa nake; fermandarên kêmqisûr û hêzmezin ên xeyalî nade ber destê mirov; “Masî bi çavê serê xwe dît bê çawa berf dibe kujerê mirovan… wisa jî ev ava xweş, ava zelal û xweşik ku pêwîstiya her mirovî pê heye, çawa dikare di kêlîkekê de jiyana mirovekî bi xwe re bibe,”, di heman katê de têkçûnên rêhevalên Masî li hemberî şerê bêeman bêyî ku bi qehremantiyan were xemilandin di asta herî însanî de hatine şayesandin.
Gelek hêlên romanan hene ku mirov wan yek bi yek veçirîne û bi kîtekît li ser wan raweste, lê hêmaneke girîng di vegotina berhemên Helîm Yûsiv de bi awayekî xurt derdikeve pêşiya mirov heye ku jênager in û asasê nivîsên wî zeximtir dikin: Kirde. Kirdeyên ku navê xwe li her beşekê kirine û rista vebêjeriyê hilgirtine, nahêle ku valahî di pêşaniyê de çêbibin. Çawa ku leheng di nava honakê de ligel bûyeran pêşaniyê bi pêş ve dibin, kirde jî weke damarên di bedena mirov de ku xwînê radigihînin hemû şaneyan, pêwendîdariya hemû hêmanan bi hev re çêdike. A rast, ev mijareke bingehîn e ku mirov hemû kirdeyan destnîşan bike û rista wan a di nava romanê de diyar bike; lê, ji ber ku di nava qunciknivîsekê de hilnayê, ez ê li vir dawî li nivîsa xwe bînim û bihêlim -pêşniyar bikim- ji rexnegirin dîtir re.
Berî ku Kela Ser Bifûre:
Ji mêj ve ye ji min re sedema lêpirsînekê ye. Çima mirov li hemberî hin berhemên hunerî xwe nagirin û bêrawest digirîn? Ev cara sêyemîn e bêyî ku rê li ber hêsirên xwe bigirim bi îskeîsk digirîm. Yek jê romana Adnan Binyazar a bi navê “Ölümün Gölgesi Yok (Siya Mirinê Tune)”, a duyem filimê derhêner Çağan Irmak ê bi navê “Babam ve Oğlum (Bav û Lawê Min)”, a sêyem jî romana Nesîp Tarim a bi navê “Xezal” e ku min berî bi hefteyekê xwend.
Beşek ji Xezal’ê…
“Hesen şîva xwe ya dawiyê li malê xwar. Demekê bi malbatê re sohbet kir, henek bi wan re kir, bi wan re keniya, bi çavên xwe, bi gotinên xwe yên serpêçayî xatir ji wan xwest. Bi banga eşayê re jî rabû ser piyan û got; -Ez ji hundir aciz bûm. Ez ê hinekî derkevim derve. Xezalê li dû bang kir; -Tu zû bizîvirî malê ha! Weke şevên berê heyanî dereng nemînî. Hesen’î cara dawîn li dêya xwe nihêrî. Jê re bişirî. Cara dawîn li Mewlê û Simeîl’î jî nihêrî. Ji wan re jî bişirî…”  
……………………….
Jêder: Azadiya welat 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark