Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…

 


Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Piştî ku ji aliyê desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê ve biryara “Konferensa Navneteweyî ya Kurd” hat girtin, li Tirkiyeyê pirsa neteweyî ya kurd û pirsa PKKê di çarçeweyeke nû û gelek konkret de hat minaqeşe kirin. Rojeva konferansê gorî desthilatdariya Kurdistanê cihê bû û gorî PKKê cihê bû. Desthilatdariya Kurdistanê dixwest ku hem zerar negehêşe Tevgera Bakurê Kurdistanê û hem  pirsa PKKê bi aqilekî rasyonal bê çareser kirin û hem jî PKKê nebe sedem ku Komara Tirkiyeyê êrişên bejayî û hewayî li Kurdisrtanê bimeşîne. PKKê jî dixwest ku bi riya konferansê statuya xwe di nav kurdan de li hemberî Komara Tirkiyeyê xurt bike.


Hemû kurd li hemberı Komara Tirkiyeyê proje û bernameyeke hevbeş bipejirîne; ew proje û bername pêşkêşî Komara Tirkiyeyê bibe, dema ku Komara Tirkiyeyê ev bername nepejirand - ku diyar bû ku napejirîne - wê demê hemû rêxistinên Kurdistanê û bi taybetî jî desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê divê ku ji PKKê re bibe alîkar û li hemberî Komara Tirkiyeyê şer bimeşîne.
Dewleta kûr ku bi Ocalanî re di nav tîfaqekê de ye, dema ku dîtin ku bi Konferansa Kurd însîyatîfê bikeve destê desthilatdarî û serokên Herêma Federe ya Kurdistanê biryar dan ku vê pêvajoyê biguherînin. Ev pêvajoya jî, bi riya Ocalanî dikarî bihate guhertin. Ji bona vê jî dema ku Konferansa Kurd cidîyet qezenç kir, Ocalanî projeya xwe ya li dijî Konferansa Kurd diyar kir. Got ku “em çek bernadin. Heger em çek berdin, divê PDKê û YNKê jî dev ji çek berde. Divê di serokatî û komîteya amadekar ya Konferansa Kurd de PKKê jî cîh bigre, Konferans bernameke hevbeş bipejirîne û Meclîsekê ava bike; li hemberî Komara Tirkiyeyê helwesteke hevbeş bimeşîne.”
Ev nerînên Ocalanî gelek vekirî diyar dikir ku Ocalanî naxwazê ku pirsa PKKê li Başurê Kurdistanê çareser bibe. Bi daxwazên xwe, dixwaze ku reaksîyona Komara Tirkiyeyê li hemberî Hikumet û serokên Herêma Federe ya Kurdisrtanê zêde bibe û dijminitî xurt bibe.
Dema ku Konferansa Kurd û pirsgirêkên konferansê dihat minaqeşe kirin, rojev hat guhertin. Înîsîyatîf ji destê desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê hat girtin û înîsîyatîf hat dayinî PKKê. Lê dewletê ji vê pêvajoyê re pêşengî û îdeologî kir. Ev pêvajoya jî, bi daxuyaniyê serokkomarê Tirkiyeyê dest pê kir. Serokomarê Tirkiyeyê di destpêkê de diyar kir ku “ji bona pirsa kurd tiştên baş û erênî dê pêk bên”. Pişt re jî diyar kir ku “pirsa kurd, pirsa yekemîn ya Tirkiyeyê ye. Divê ev pirsa çareser bibe. Ji bona çareserkirina ‘pirsa kurd’ derfeteke dîrokî  derketiyê holê.”
Serokkomar ev daxuyaniyên xwe, girêdayî kevneşopiyeke ev salên dawî di riyên seredaniya dewletên din de pêşkêş kir.
Di vê merheleyê de Hesen Cemalî wek rojnamevanekî çû Qendîlê û bi Murad Karayilanî re hevpeyvînek çêkir. Karayilanî di encamê diyar kir, ku İlter Türkmenî, Hesen Cemalî û kesên din ên aqilmendên tirk wek berdevikên kurdan dikarin xebat bikin.  Ev daxuyaniya Karayilanî pêvajoya Lozan a 2-emîn gelek aşkere derxist holê.
                             *****
PKKê û Komara Tirkiyeyê diyar dike ku ji bona çareserkirina “pirsa kurd” derfeteke dîrokî derketiye holê. Lê ji bona çareserkirinê hewildayinek, projeyek, fikrekî tê pêşkêş kirin tuune ye û ji helwestan paşve gav avêtin jî nîne. Komara Tirkiyeyê û PKKê wek teref pozîsyona xwe ya heyî diparêzine û li hemberî hev êrişan dimeşînine û pişt re jî dibêjine ku em dixwazin pirsê çareser bikin.
Dema ku helwesta herûdu terefan  bê şirovekirin, aşkere dibe ku dema ji derfeta dîrokî ya çareserkirinê tê behs kirin; herûdu teref jî, ji bona ku siyaseta xwe û helwesta xwe hîn dirêj bidomînin, ji şertên nû behs dikin.
Li holê şanoyek a pêkenok heye û herûdu teref berjewendiya xwe ya dewletî û partitî  dimeşînin. Berjewendiya gel nayê parastin. PKKê berjewendiya milî ya neteweya kurd naparêze.
PKKê dema ku behsa dev ji çekberdanê dike, demagojî dike. Lewra baş tê zanîn ku PKKê li hemberî dewletê zêdetir, PKKê ji bona xwe, ji bona desthilatdarî û dîktatoriya xwe hewcedarî hêza çekdar e. Ji bona vê dema ku PKKê dev ji çek berde, dawiya jîyana wê tê.
Dewleta kûr jî naxwaze ku PKKê dev ji çek berde. Lewra hebûna çekdarên PKKê meşruiyeta dewleta kûr û leşkeran çê dike, ji bona ku bûrokrasiya sivîl û leşkerî desthilatdariya xwe bimeşîne, li hemberî Yekîtiya Ewrupayê karbidestiya xwe biparêze, çekdarên PKKê pêwîst dibîne.
Ji bona vê PKKê naxwaze ku neteweya kurd wek hemû miletên din xwediyê mafên xwe yên neteweyî be û li Kurdistanê desthilatdariya milî ava bibe. Komara Tirkiyeyê jî, tu wext naxwaze ku “pirsa kurd” çareser bibe. Di van rojên dawî de daxuyaniyên serokerkanê Tirkiyeyê delîlê vê helwestê ne.
Amed, 06. 06. 2009    

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark