Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rojnemegirya devikî li bal kurda, mêvanxane, û tenûr

 


Xalis msewer

Di dirêjya dîrokê de, çi mirov çi civak, nedikarîbûn bêyî nûçe û dengûbasan jiyana xwe berdewam bikin. Ji demeke kevinde, çaxê mirovek di bû rêwî, û bi ser rêçikên çol û çiyan diket, divabû riya xwe ya têve diçe, baş nasbike, û pêwîst bû jî ku, ji rêwî û gerokên rê û rêçikan, li rewşa riya xwe baş bipirse, ta zanibe bê ka çi xeternak li ser riya wî heye, û wan rêwiyan bi çavê xwe, li wan der ûnavçeyan çi bihîztine û çi dîtine çi nedîtine?.


Ta neyê xapandin, û li paş hêrik û dar û devî û qozyên rêçik û newalên çiyayên tarî ne yê tazî kirin, û diz û çete di cihên teng de wî zemtnekin, û neyê kuştin û talnkirin . Ku ne wehabe wê çaxê ew kesê rêwî, wê mal û canê xwe herdiwan li serke û ji dest bide, û wê mala xwe li mîratê bgerîne . Wekî din jî, ji civakên rawestayî ji gunda di hate xwestin, ku li xwe gelekî miqatebin û rûniştmanên wan hay ji xwe hebin . Bo karibin li hember êrîşên talanvanan yên ji nivşkave bêne  rawestin , zar û zêçên xwe ji destên wan biparêzin, û li ber lingan neperçiqin. Ji demeke dûr û dirêj de, Ango berya mirov têkeve pêvajoya nivîsandinê, ku di sala (3500)î de, berya zayînê pêk hatibû . Nûçe di sînga mirovan de di hatin parastin, û bi riya dev û zimanan, di hatin weşandin û belavkirin . Lê guheztina nûçeyan bi vî rengê devikî, di riya ode û tenûran de, li welatê kurdistanê ta demeke pir nêzîk pêkdihat, û dibêjim: Li hin deveran jî hê berdewam dike. Ji ber ku miletê kurd ji şêx û melan pêve, bi temametî bê xwendin û nivîsandin bû, xelkê nizanîbûn bi riya nivîsandinê nûçe belav bikirna, weha di tarîbûna ragihandineke reşî dirêj de dijîn .
Ji ber vê yekê, em karin bêjin : Ku rojnemegirya devikî, ji demeke dîrokî pir dirêj de, li kurdistanê dest pêkiriye . Ew jî vedigere – mîna (Markis) dibêje: Dema mirovantî di keve warê (milkiya) kesayetî de, di gel alavên kar de . Di di virade dîsanê em karin bêjin, ku bi sedema riyên girtî, û çiyayên bilind, û astengên xuista kurdistanê : Kurd ji bilî xwe bêhtir  nûçe û dengûbas ji wan re pêwîst bûn, lê bêgûman sedemên serekane ji pêwîstiyên nûçeyan re ev bûn :
1- Yekem: Ji ber ku kurd di dirêjaya dîrokê de, her dem ji wan miletên giriftar û bindest bûn, lewra di  rojên xweşîyê û aşîtiyê de, dirêjayî liser qada rast û deştan dikirin, û li ser vê qada fireh belav dibûn û cih digirtin .                                                            
Lê di çaxê şer û nexweşyê de, di asêgehê çiyayên xwe yên bilind de xwe diparastin, ta karibin êrîşên dijmin û talanvanan ji ser xwe  vegerînin . Ji ber wilo kurd ji miletên cîhanê û miletên li der dorî xwe û ji şaristanyê û rewşenbîryê zêde bi dûr ketibû, û tevger û lebata wan li cihanê  û li nav hev jî, bê hawe kêm ma bû . Di vê babetê de, ya herî girîng ji kurdan re, guheztin û bi dest xistina nûçeyan bû, ta karibin rewşa xizm û dost û dijminên xwe jî zanibin û baş nasbikin.
Di demekê de ku nûçeyên ji derve dihatin gelekî kêm bûn, yên di hatin jî, di riya rêwî û mêvanên oda, û ew gundiyên ku sibeha diçûn li kulan û bazargehên bajaran pelindar dibûn, û êvaran li gundên xwe vedigeriyan, nûçe di riya van de jî dihatin odên gundan. Ango çaxê dibû êvar û serdawerên bajaran hemû li mêvanxana gund dicivyan , û her yekî çi mêvan û çi gundî, cilka nûçeyên xwe li mêvanxna gund ji civakê re dadiweşand. Bi vî hawî gundiyan ji xwere hineke nûçe, kêm zêde dibihîztin. Bê gûman em karin li vira bi xurtayû bêjin jî: Ku ev asêgehên xuristî di Kurdistanê de, û bidûrktina  ji miletan , bibû sedema cudabûna bêhtirî çar şêwe û zaravên zimanê kurdî, yên ku anha li ser gastîna zimanê kurdî têne xweyakirin.
- Diwem: ji ber ku xaka kurdan herdem di kete bin lingên dijmin  û dagikeran de, gelek ji kurda dihatin kuştin û talan kirin, û glek jî perîşan dibûn ji welatê xwe bardikirin û koçberdibûn, demeke dûr û dirêj, ji mal û xizm û mirovên xwe bidûrdiketin, û ta niha jî ev diyarda ha berdewam dike.
Ango, herdem mirovê pinaber çavnêrya welatê xwe di kir, û bi hesret bû ku rojekê ji rojan bê serdana xizmên xwe, û cih û warên bav û bapîran, ku carekedin bêhna xaka welêt di bêvila wîde bifûre . Ji ber wilo, çaxê yek ji pinaberan dizîvirîn cih û meskenê xwe, gelek nûçe û serpêhatyên havalên xwe bi xwere dianîn. Weha xizmên kesên pinaber jî, dikarîbûn li van mêvanxanan nûçeyên koçber û pinaberên xwe, ji devên van rêwî, û mêvan, û bazirganên ku êvarê li mêvanxanan di lûsiyan bibihîztana.
  - Siyem: Belav bûna nezaniyê û bêxwendinê dinav kurda de, hiştî ku kurd nikaribin nûçeyan bi rengê nivîsandinê biguhêzin, di çaxekî de ku guheztina nûçeyan, ji bo şopkirin û çavdêrya êrîşên dijminan gelekî ji wanre girîng bû. Lê pirsa me ewe ku, wê  çaxê kurda bi çi rengî ev nûçe bi dest di xistin...? û li mêvnxane û li ser tenûran dihate belavkirin. Bêgûman ev na jî, bi dû riyên serekane di hatin belavkirin.
- Yek jê ew bû ku, kurda çavdêrya dijminan li serê tepe p qotên çiyayên bilind dikirin. Di vê babetê de, serdarê yûnanî (Kizînofon), di pirtûka xwe (Enabasîs)de (meşa deh hezar leşker) di dawiya çarsed salê berya zayînê de, ev çavdêrya Kurda anîye ziman û weha dibêje : Çaxê artêşa min du çavdêrên kurd li serê çiyakî bilind kirtin - bêgûman ewana çavdêrya hêzên biyanî, yên ku di kurdistanê ve derbas dibûn di kirin, dibe jî ku van kordoxya çavdêrya leşkerê wî bi xwe di kirin - ( Kizînofon) şitexalya xwe berdewam dike û dibêje : min kirîye nekirîye, ev herdû mêrên kurd, di van rêçik û newalên bê îzbat de, ji leşkerê min re nebûne rêber! ta bi rêk û pekan, min ew xapandine! Yek ji wan wê çaxê ji mere bûye rêber, ta me xwe ji kurdoxya kutah kiriye!. Ji alîkî dinve, Kurda nûçeyên xwe, di riya mêvan û xortên geryayî û kalên zemanan didane hev(Bipirs ji xortê geryayî, û ji kalê zemana). Weha dibêjim: Ku nûçe wê çaxê di du rojnemeyên girîng de di hatin komkirin û belavkirin, bêgûman yek jê mêvanxane bûn, ya din jî di riya pîrekên ser tenûra bûn.
Ev hedû rojnemeyên devikî, ji demeke herî dirêjde, ji kurda re mîna du rojnemeyên fermî û rojane bûn . Di virada bi baweryeke mezin  em di bêjin: Kurd ji wan miletên  yekemînin ku di cîhanê de, bi piranî ev herdû rojnemeyên devikî di nav xwede bi kartanîn.Ta îro jî bi vî hawî mêvanxane û tenûr li gelek heremên kurdistanê tên bi karanîn, mêvanxane yan odeyan, nûçeyên derve û hundur komdikirin û belav jî dikirin,  Rojnemevanê wê jî mêrbûn, lê ser tenûran nûçeyên hundur belav dibûn, rojnemevanê wan jî pîrek bûn, ku di vî karê xwe de, pir jîr û zana bûn . Lê berya hertiştî divê em bidin xuyakirin, bê bi çi hawî herdû rojnemên mezin rola xwey mezin di warê guheztina nûçeyan de dilîztin, ku nûçe wê demê ji kurda re, ji xwarin û vexwarinê bihatir û bihavil tir bûn.
Weke ku em dizanin, ji kevinde ode û mêvanxane ji gundiyan re (çivakeke millî bû) , hem şevbihêrkên xwe têde di buhartin, û hem jî biryarên girîng di bin çavdêrya axeê êlê de, yan paşayê gund de distendin, di çaxekêde ku her yek ji mirovên gund diva bû ku herşev, mîna ferza nemêjê li odê amade be, mirovê  amade ne dibû dihat wê manê ku, ew li dijî axê xweye,  axayê wî çavreşî davêtinê, û zor û stem lêdikir, û ew ceza dikir. Jê û pêde jî ode  cihê mêhvan û rêwîyên rê dûr bûn , û çi kesê li gund di bû mêvan, xwediyê odê yan axê, ew bê hember bi nan û av dikir , û di gel wilo de jî, rojên bêhejmar li odê di mane mêvandar. Kesekî ji wanre ne di got, tê bi kû ve herê û tu ji kû ve tê . Ji vira rola mêvanxanan ya herî giring tê xuyakirin nemaze di warê nûçe û dengûbasan de . Weke berê jî me  kuti bû, çi kesê li mêvanxanê amade di bû çi mêvan çi gundî, diva bû êvarê li odê amade bibana, nûçeyên vêre çi  bihîztibe çi dîtibe ji ber xweve bi drêjayî ji civakê re digot . carna jî axe bi xwe berê xwe dida kesekî mêvan, ku ji derve de hatibe yan gundîyekî wîbe ji bajêr hatibe ya bi rêkê dûr de çûbe, bi hevokeke xweş bang lê dikir û digotiyê : (filan kes ka  cilkê xwe ji mere   daweşîne lo...!) yan ka tûrikê xwe valabik heyran!.  Ango, axa dixwest ku çi  nûçeyên bi gundî û bi mêvanan re hebe ji wan bibihîze, wê çaxê mêvan yan gundî, dest pê dikir û çi dîtibû çi bîna bû, ji axayê xwere û ji civakê re, ta bi derziyê vedikir .
Gotinê wan jî weha dest pê dikirin û di gotin mînak : axayê min serête ji mere saxbe,vê sibehê koma filan axayî ketiye filan gundî, kurê filan kes hate kuştin, filan kes îro polîsan ew girtin û kete zindanê de...hwd.
Di virada çi kesên li odê çi gundî çi mêvan, bilez ev nûçeyên gring di sînga xwe de di parastin, û çaxê belav dibûn ev nûçe, bi du rêkan di hatin weşandin û belavdikirin.
1- Ji derve de, yanî ji derveyî gund di riya mêvanan re di hatin oda gund, û dîsa di riya mêvanan re diçûne derveyî gund.
2- Ji hindur de, ango ji oda gund nûçe derdiketin û li ser tenûran di riya pîrekan re li malên gund belav dibûn. Herdû beş ji odê û li ser tenûran di riya mêvan û Pîrekan re mîna biroskê di hatin weşandin. Pîrekan nûçe ji bav û mêr û birayên xwe dibihîztin, û li ser tenûran ji hevdû re ta bi derziyê vedikirin. Ji ber ku bi xuristiya xwe ya civakî ve, pîrek hej ştexalyan û guheztina Nûçeyan dikin, ji ber wilo jî ev nûçe zû li gundan belav dibin û di hatin weşandin. Gelek caran ew mirovên ku ji odê demekê ji ber nexweşyê qut dibûn, dîsanê ji nûçeyan qut nedibûn, ji ber ku pîrekên wan nûçeyên taze ji ser tenûran yan zarwên wan ji oda ji wan re bi hesanî tanîn. Tê wê manê ku nûçe bi rengekî giloverî li gund di hatin weşandin. Her mirovek û her pîrekek dibûn mîna rûpelek ji rûpelên rojnemeyeke rojane, lê pirobemla mezin li vira ew bû, ku hin mirov û hin pîrekin derewîn di nav wan rojnemevanên devikî de hebin, wê çaxê herkes ji nûçeyên wan bi hay û bigûman bûn û kesekî zêde ji wan bawer nedikir, ji ber wilo ew dibûn sedemên gelek gelacî û pevçûna gundiyan. Û bi vî hawî em karin bêjin, ku herdû dezgehê bi nav û deng li kurdistanê bi rola du rojnemeyên rojane yên giring radibûn, û ev herdû dezgeh di bûn jêderên herî mezin, ji qelizok(جواسيس) û lêgerên nûçe  û dengûbasan  re .
Ev tiştên li jor me dabûn xuyakirin nemaze di bûyerên qelizokan de, û çawa, û bi çi rengî nûçe bi dest di xistin ? em karin bi kurtayî weha rave û şîrove bikin : Çaxê qelizok dihatin gund – ev qelizok pirê caran êlekê ji êla ew dişandin nav êleke dijmin, ku li êlê bi qelizin, û nûçeyên wê êlê ji wan re bînîn – Çaxê qelizok digihijte gundê dijminan, xwe dikir rengê kesekî parsek û babadwerêş de, û berê xwe dida ser tenûrê, ji pîrekan parîk nan di xwest ji bo xwe nêzî wan bike. Bi vî hawî mêrikê qelizok nanê xwe jî dixwar, û vêre jî hêdî hêdî li pîrekan guhdar dikir, ta ku zanibe bê çi dibêjin, çi nabêjin, û car carna jî, ji wan pirsdikir û ew dikişandin şitexalyê, ta ku armanca xwe pêkbîne, armanca wî jî gelek caran kuştina yekî ji gund bû, yan ji bona karibe, rê li ber êrîşekê talanî li ser gund veke, yan jî keçekê ji gund birevînin...hwd. Piştî daxwaza xwe bicih tanî qelizok bi rê diket, û diçû nav êla ew şandiye, û sînga xwe weke  rûpelên rojnemeyekê li ser wê gundî da diweşand.
Lê di çîrokên kurda de gelek caran tê gotin, ku qelizok  çaxê ne digihijt daxwaza xwe, hewldida ku li gund şevdêr bimîne, pirê caran li mala pîreke kevnar dibûyî  mêvan, ew pîr herdem di çîrokê de, di xanîkekî yan koxikekê li perê gund ya li perê bajêr jiyana xwe berdewam dike, ew jî Ji bo ku qelizok avê li ser xwe zelal bike, xwe ji çavan dûr bike, dibin re jî nûçeyên gund ji bin pîrê dikişandin . Lê gelek caran qelizok armanca xwe ne li ser tenûran û ne li cem pîrê didît . Livira derfeteke din jê re hebû, ew jî çaxa berê xwe yekser dida oda gund, û bi mêvandarî lê dima. Qelizok carna jî  xwe dixiste rengê yekî parsek, yan di rengê (babaderwêşan) de, û guhê xwe miç dikir û li peyvên gundiyan guhdar dikir,  nûçe di sînga xwe de dinivîsîn bêyî ku hayê kesî jê hebe, yan lê bigûman bibin . Ji ber ku di çîrokê kurdan de bi rengekî lasayî herdem dihate  gotin: Ku xortek jêre dibêjin filan kes - û gelek caran navê wî Mehemed bû- bi dûv destgirya xwe ya hatiye revandin de diçû, ji ber ku destgirya wî di çîrokê de gelek caran dihate gotin, ku kurê paşayê filan gundî ew revandiye, û wî bihîztiye ku delala ber dilê wî birine filan gundî, radibe xortê çeleng cilê xwe diguhere, û bi dûv dstgirya xwe dikeve, ta careke din destgirya xwe vekerîne . Yan jî dibe ku axayê êlê ew şandi be qelawizyê li rewşa gundê dijmin bike, cihên bi hêz û yên qels nasbikin, ta rê li ber talan kirina gund veke, yan talanên xwe vegerîne . Lê ev tişt çawa pêk dihat ? û qelizokê êlê çawa nûçeyên xwe dicivandin?. Bêgûman em karin ji bo vê bûyerê weha bînin ziman : Çaxa Qelizok(جاسوس) diçû gundekî dijminan, hercar bi rengê mirovekî parsek xwe nêzî tenûra gund dikir, û ji pîrekên li ser tenûrê parîk nan dixwest, û vêre jî li gotinên wan guhdar dikir, û ew dikişandin şitexalyê, û pirsên jêre pêwîst bûn ji wan dikir, ta digihijt armanca xwe, û tûrkê xwe ji nûçeyên gund dadigrt, û her tişt li ser gund nasdikir . Piştra diçû di zîvirî gundê xwe li odê, tiştê di sînga xwe de, mîna rojnemakê mezin li ser gundê dujminan ta bi derziyê vedikir, û tûrikê xwe li odê dadiweşand . Lê pêşgotinên çîrokên kurda herdem weha destpêdibûn:
Dibêjin: Filan kes -(Mehemed)- xortekî bêhawe sipehî û nesitêle bû, kurê paşê filan gundî destgirya wî, ewa ku keç apa wî bû, ji çolê bi darê kotekê revand û anî li mal danî, şandin dûv (mitirba) dawetek li darxistin û dunya bû qîr û qiyamet. Destgiryê wê mihemed digot: Ez bi ehedê whedkim ku li dawiya dunyê be, ez nedixum û ne vedixum ta destgirya xwe venegerînim ! ez vê yekê ji lawê  axê re nahêlim. Radibe cilê parseka li xwe dike, ji bo kes wî nasneke, û ( ya ellah û ya xwedê - nigo tu bi qurbano) bi dûv destgirya xwe di keve, de li vir û de li wir xwe bi halekî pîs digihîne gund . Çaxê nêzî gund dibe dibîne ku vaye komek pîrek li ser tenûrê civiyane, nanê xwe pêve didin. Ji xwe re dibêje: Bi xwedê ji van pîrekan çêtir tune, ezê ji wan bi pirsim, pîrek (ilûm) û nûçeyên vê dunyê li cem wanin, ilûman zû diguhezin, teqze nuha (ilûmê) destgirya min flan kesê wê li cem wan hebe . Xort berê xwe dide tenûrê mîna yekî parsek ku kesek tu hêvya jê nakî, xêrhatin di wan da, û got : Gelî xuşkan ez mirovekî  belengazim hema we parîk nan bi xêra xwe dabana min ?! Yek ji wan gelekî dil şo bû parîk nan da destê wî, û jê pirsî û got : feqîr here nav gund ji xwere bigere wê xelk xêra bi te bikin.  Feqîr dibêje : xweha delal, dengê def û zirnê ji gund tê gelo evna dawete yan çiye..? ev çiye? Ku dawetbe belkî ez çûbama minê hema parîk nan li wira bixwara, p çend pere jî ji xwere bidana hevdû . Pîrek jê re dibêjin: Me xwelî li serê te kiro, tû dibêje qey tû di guhê gêdeye û ne li vê dunyê mezin bûye ! ma tû nizanî ku evna daweta lawê paşêye ? berya sê çar rojan bext reşa keçkê destgirya lawê apê xwe bû, lawê paşê bi zor û bi darê kotekê ew ji nav bexçyê bavê wê revandiye- (Ku bavê wî têr û hal xweş be)- û ji çolê bi çeplê wê girtiye û revandiye (ku bavê wî belengaz û bê havil be) - û pîrek pêde diçin û dibêjin : Vêca ew rebena ha anîye ew jî ji qehran re, ne nan dixwe û ne avê vedixwe, keçik  ne bi dilê wêye, dilê wê bi ser lawê apê wê veye, wê rebenê çilo bike bê mical û bê çareye, ka..a..a rê.. wê.. qîr û girîye,  ji roja hatiye girî betal nekiriye, mehra xwe nedaye û nahêle lawê paşê bi dor keve . û keçik bi şev û bi roj, hewar dike lawê apê xwe ,  û dibêje li ser erdê li bin erdê ez ji lawê apê xwe reme. Di viradi xort espasya wan jinan dike û pişta xwe di de wan û bi bal dawetê ve diçe, yan jî rast naçe nav dawetê, wê berê xwe bide mala pîre jinekê  ku mala wê li guhê gunde, wê li pîrê bibe mêvan, ta dawet  belav bibe û şev zîz bibe, wê rabe wê çaxê destgirya xwe birevîne, yan jî wê berê xwe rast bide cihê dawetê û talya şevê wê bi ser pişta hespê xîne û destgirya xwe bi mêranî ji nav lepê lawê paşê (xilaske) . Lê çaxa daxwaz jê ew be, ku ji bo rewşa gund ya leşkerî nasbike, û çihên bi hêz û yên qels li gund nasbike, wê çaxê pirsên wî ji pîrekan di rengekî weha de tên : Xuha hêja çi meseleye ? ez çiqas bala xwe di dim gund ez tu mirovan li nav gund nabînim, gund ji zilama vala bûyî di bînim ! gelo mirovên gund bi kûde ve belav bûne ? qey ev gund bê mirove ? ev çi meseleye gelî xuşkan ? Pîrek lê vegdigerînin û dibêjin : ho...ho...belengazo! tû nizanî (zilamê) me bi kûde ve çûne ?!
- Mane ez ne ji van derame gelî xuşkan, ma ezê ji kû zanibim bê ew bi kûdeve çûne ?.  - Ha...a...! feqîr...! mirovên gund ji berêv de derketine talan kirina êla filan kes, ku cih û warê wan qûnaxa rojekê du rojan ji vira bi siwarî heye, incex ne sibeha bê, ya din bigihêjin vira . Bi vî awî qelizok bê deng dibe, têra xwe ilm û ilûma dibe, û berê xwe di de gundê xwe, û tûrk û cilka xwe li oda gund da diweşînî .
Weha jî me dît ku çawa mêvanxane û tenûr bi roleke xwe ya rojnemegrî pir girîng di nav civaka kurdan ya gundî de, di nav newal û çiyayê bê rê de diliztin . Ew rola ku karîbû embargo û xêzika ku li dor kurda hatibû pêçan bi kêmayî hinekî veke, û kurdan nêzî bûyerên şaristanya miletên cihanê bike .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark