Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rojnameya Kurdistan ū nirxandinek kurt li ser ragihandina kurdī

 


Demhat Dêrikî

Salvegera 111 saliya rojnameya Kurdistan li hemû rewženbîr,nivîskar û rojnamevanan pîroz be.Yekemîn wežandina rojnameya kurdî bi navê Kurdistan ku li 22.4.1898 ê li welatê Misrê li bajarê Qahîre wek zayîn derbasî nava dîroka kurdistanê bûyî,pîroz be.Hižê te,giyan û destê te her ronahî be mamosta Miqdad Medhet Bedirxan ku te ev ronahî derbasî nava rûplên dîroka kurdî kir.Ji ber ev zayîneke,žorežeke ronahiyê bû û ji malzaroka vê ronahiyê pir stêr di nava civaka kurdî de derketin,gež bûn.Wek Hawar û Stêr her ev rê žopandin.Lê çîroka yekemîn rojnameya kurdî jî,parçek ji çîroka jan,koçberî û nalînên çîroka miletê kurd e.Ji Qahîre ta Ewrûpa û Îstanbûl ev çîrok tev birîne!Lê,li sala 1902yê,rojnameya Kurdistan hat rawestandin. Jimarên 30 û 31ê ji aliyê Ebdilrehman Bedirxan ve hatin çapkirin.


Ew zayîn bû:
Ew zayîn bû,bê goman ne zayîneke hêsan bû,ew ji qolincên civakeke di nava žev tariyeke kûr de ji mala Bedirxaniyan derket,çavê wê vebûn û kete ser rêyeke ku pêdiviya miletekî pêhebû.Rojnameya Kurdistan berhemeke ji welatparêzî û miletparêziya malbata Bedirxaniyan bû.Ew bû bingeha îro,bû ezmûna îro,bû kevirê yekê ji ragihandina îro re.Ji xwe divê navê wê zayîn be!Li gorî merc û siyaseta wê demê li hemberî hemû astengî û derfetên teng û koçberiyê, wê heta jimara 32yê berdewam kir.

Duh û îro:

Ger duh bi žêwezeke rasteqîne û zanstî neyê dîtin,ew despêk,ew zayîn di warê wijdanî,ehlaqî,siyasî û berjewendiya miletekî de neyê dîtin,îro miriye û hemû dikeve bin xizmeteke kesokî de.Ger te keda vê malbatê jibîrkir li gor daxwzên xwe yê partîtî,parçetî û ezezî, ragihandina te xizmeta miletekî nake.Îro,hindek derdor hene qažo xwe serkêžê zimanê kurdî û ragihandina kurdî dibînin û ziman dirêjiyê li vê malbatê dikin.Lê,em we jî nasdikin û vê malbata di karê xwe de pîroz jî nas dikin.Jiber vê çendê guhê piraniya miletê kurd ji were girtiye û xwe ji duh qut nakin.Lewre dizanin,dîtina duh serkeftina îro ye.

Ragihandina îro:

Îro ji 10 teviyên pirtir hene,bi dehan radiyo ên me hene,ji bilî bažûrê kurdistanê ,kovarên me nayên jimartin, malperên me bê jimarin.Lê,li bažûrê kurdsitanê bi dehan kovar,rojname,radiyo hene û heta teveyên me yên ne asmanî jî hene.Li bakurê kurdistanê jî û li rojavayê kurdistanê jî û heta li rojhilat jî,kovar pirin.Lê mercên her parçeke welatê hatî dagirkirin,cudaye.Nimûne,îro li rojavayê kurdistanê kovar bi renegekî vežartî tên belavkirin.Lê ya giring,naverok û siyaseta vê ragihandinê ye.Jibo xizmeta miletê kurd û li gorî rastiya despêka rojnameya Kurdistan,ev ragihandin heta kîjan astê nûnertiya gižtî dike?...

Li herêma Kurdistanê ragihandin:

Bê goman rewža kurdistana bažûr di warê azadî,siyasî,aborî û derfetên karê ragihandinê de cudaye.Li bajarê Silêmaniyê,Hewlêrê,Duhokê û navçeyên girêdayî van bajaran bi dehan kovar û rojname hene(ji bilî TV û radiyoan)û bizaveke li ber çav tê dîtin di warê çapkirina wan de.Hukumeta herêma kurdistanê diravên zêde zêde dike bin xizmeta van rojname û kovaran de.Lê ya têxwestin gelo ev rojname dikarin li gorî azadiya welatên demokrat û pirensîbên rojnamegeriya azad wežana xwe bikin?Yan, di nava rêzgirtinê de û li gorî zagonên cîhanî,dikarin nûçeyên ku tariya zelal bikin biwežînin?Yan,heta çi astê rojname û rojnamevan azade!?Ez bersiva van pirsan dihêlim ji hukumeta kurdistanê re.

Ragihandineke serbixwe

Gotineke žêx Bedredîn heye,dibêje"ji žûr tûjtir, rastiye" û tê gotin"rastî tehle"…  Gelo,piraniya rojname û  kovarên kurdan heta kîjan astê xwe serbixwe dibînin?Heta kîjan astê dikarin bêjin partiyên xwe tu žažî û ya rast ev e?Di warê ragihandinê de,ragihandina hemû partiyên kurda heta kîjan astê jibo avakirinê dikarin rexnan bikin û bêjin partiyên xwe hûn žažin?!Mixabin,em di qonexeke wisa re derbas dibin,piraniya kesên bi navê rewženbîrî û nivîskartiyê dibakin xwe,bûne komik,her 3 û 4 kesan ji xwe re komek avakiriye û yê guh nede  wan,wî ji xwe re armanc dibînin û wî ne ji mala xwe dibejrînin û her evin jî yên bi navê rojnamegeriyê dibakin xwe.Li hinedek devran jî,ragihandin bûye bazirganî(anko,ne di warê firotinê de,lê di warê daneheve hindek diravan!) Anko,ragihandana jibo pêžketina civakê bûye ragihandina xizmetkirina hindek kesan û partiyan û rastî jî li ber çavê miletê kurd tê winda kirin.Ev li ber çave ku pêdiviya me bi ragihandineke serbixwe heye û pêdiviya me bi rewženbîr û nivîskarên serbixwe heye.Anko,em neserbixwene.Xala herî giring jî,dema te ev gav avêt,yê bêjin te"pêdiviya me bi te nîne".Niha ev çand li cem me kurdan bûye moda.Ka rastiya rojnameya kurdisatn,ked û xebata wê ma li kû?Raste,divê em her sal wê bi bîr bînin û vê roja giranbiha pîroz bikin.Lê,dema em wê li gor mercên îro bi žêwazeke azad di nava xwe de ava nekin,rastiya vê zayîna pîroz ma li kû?!Ji ber vê çendê divê ev roj bibe roja xwe dîtîn û xwe žožtina ji neyîniyên salên derbasbûyî û ragihandina kurdî xwe dûrî nakokî û berjewendiyên

Partiya bike û berê xwe bide pêdiviyên civaka miletê kurd û bibe xudan zimanek serbixwe,xwe dûrî zimanê li hev hêncetkirinê bike û di siyaseta xwe de objektîf be da civakek žaž neyê avakirin.Dubare,ev sala nû ya salvegera 111 saliya rojnameya Kurdistan li miletê kurd pîroz be.

Çi tê xwestin?

1-Em derbasî saleke nû ji salên rojname Kurdistan dibin û bila ev sala nû bibe vekirina dergehekî nû ji konferanseke rojnamegerî re li bažûrê kurdistanê û ji çar parçên kurdistanê tevlîbûn bibe û bila ev konferans hemû salên derbasbûyî li pey xwe bihêle.

2-Bila dirûžmeya vê konferansê; ragihandineke azad û avakirina rojnameyeke azad be.

3-Bila konferans ji hemû siyaset û layînan dûr be û hukumeta kurdistanê vê konferansê hembêz bike.

4-Mijarên konferansê jî:Dîroka rojname û rojnamegeriya cîhanê,li rojhilta navîn rojname û rojnamegerî,li parçên din rewža ragihandina kurdî,yekemîn rojname rojnameya Kurdistan û mercên wê demê,duh û îro û sibe û çarenûsa rojnamegeriya kurdî,li bažûrê kurdistanê ragihandin,ragihandin û gendelî,rojname û nûçeyên azad, û emê çawa rojname û rojnamegeriyeke azad ava bikin.


Têbinî :Ev her çar xal dîtin û pêžniyarên min in.
Dubare sala nû ya rojnameya Kurdistan pîroz be!


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark