Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Miletekî bi zirav û rêxistinên newêrek

 


Melevan Resûl

Jiyana miletê kurd bi tevahî şîn û girî ye , ji bilî rojên reş û tarî li bîra tu kesî nayên , jiyana wî bi tevahî bûye seyr û nimûne ji ber vê aramiya dûvdirêj ka çawa dikare bikşîne û bi derdoran re rêkeve , heme ji xwe miletê kurd bi tevahî hîn li qiraxa jiyanê maye û li ber koserên gerdûnê tele wela bûye . vî miletî hemî tiştên xwe winda kirine ji bilî çend deziyên xav pêve di navbera wî û jiyanê de nemaye , ya rast ewe ku miletê kurd miriye yan heme saxekî li ser lingaye li benda pifeke bayê maye da bibe tûzavek û li ser xelkê belav bibe , dibe ku hinek ji me di ber xwere herin û li dijî vê rastiyê derkevin , lê wan ji xwe nepirsiye : ma gelo mirov çawa jiyan dibin ?


Ez ne bi çavê reşbînî li miletê xwe temaşe dikim , lê reşbînî di pêşeroja wî de diyare ku wê nebe xwedî tu navî û nebe xwedî tu welatî , rojbiroj cilika ji bin lingê wî tê kişandin û haya kesî ji xwe nîne .
Tişta bihna mirov tîne ber wî ewe ku hîn ev milet sûre bi wergirtina kirasê kurdewariyê  ji dan û standinê û sincên kurdewariyê di giyanê wî de tevdigere , dibe ji ber pêkhatina wî ya fizîkî be, mîna ceger û mêranî  û merdî , lê para mezin ji hîmên hebûna xwe winda kiriye , ji lewre çi kêliya ku delîveyan bibîne serê xwe hildide û bi ser hişê xwede vedigere , lê ev pesnên hêja bi têra mana wî nake , bi ser vî kul û halî de jî miletê kurd ji dilêrî û mêraniyê neketiye , eva jî yek ji başiyên wî ye .
Di nava teyorên cîhanî de tê gotin ku dilêrek û xweşmêrek dikare miletekî wêrek û bizirav rake ser piyan , heger bi zanebûn rêveberiya wî were kirin , dijberî vê têgihiştinê em dibînin ku rêveberiya kurdî bi giştî xwe nedîtiye di wî cihê berpirsiyar de , heger wêrekî hebe ew ne ya rêxistinên wî ye , ji bilî tela welabûn û pirrbûna navan , belkî bizdonektirîn mirov bi pirranî ewên rêveberiyê dikin e , vêca wê çawa bizdonek karibin mêrxasan hînî dilêrî û wêrekiyê bikin ?!
Kesên dixwazin ku milet serweriya wan bipejirîne dive di serî de ew xwe bikin nimûne û berxê kêrê , bila tu kes bihaneyên rijî mîna ku bêjin : em siyasetê dikin û şer nakin nekin bersiv . lê bawerbin ku heger siyasetvan ne bi ceger be , wê ji bilî çanda serşûmiyê û sernivziyê ji nifşan re nehêle , ka bala xwe bidin giyanê berpirs ka heta çi radeyê di hest û nestê tevgera me de bi bandore , çiqas hêviyê ew bi xwe di nava xebata xwede dibînin , heger ew bi çend hewldanan rabûn e , lê ew nayê wateya ku wan kariye sînorê bizdanê biçirînin , tu rêxistinan berjewendê miletê xwe di ser berjewendê partetî re negirtin e .
Dost û hevalên hêja , milet ne bi vî rengê revê û bizdandinê tên e fêrkirin , dive di serî de hîmên sereke di hebûna netewan de bêne perwerdekirin û programek demdirêj jêre were danîn û movikê jiyana wî bêne analîzekirin û tedabîrên ewlekariyê werin afrandin , heger milet gavên xwe şaş avêtin , hingî wê bizane ku xwedan tevgereke netewî ye  , ew tevger dikare wî ciza bike yan şermezar bike , siyaset nekarek hêsane û ne gerandina li nav û ciha ye , heger bawerî peyda bû wê her kes gavên xwe bi giyanekî berpirs bavêje û hesaban ji şaşiyên xwe re bike , bala xwe bidin ê ka çawa çi kesê zolek ji partiya xwe ya mak kiriye û navek li xwe kiriye , li şûna ew bêne şermezarkirin û şîretên qenciyê li wan werin kirin da ku doza milet bertelef neçe , na li dijî wê ew têne pesindan û destxweşiyê li helwesta wan tê kirin ji encama ku ew bi xwe dixwazin hev qels û biçûk bêxînin belkî di pêşerojê de heger derfet hat , meydan ji wan re jî bimîne vekirî  .
Ji encama van nêzîkbûnên çewt em dibînin ku pirraniya milet pişta xwe daye tevgera xwe û guhdan li wan nayê kirin .
Her çend salan partiyên me pirojekî pêşniyar dikin da ku xwe di çavê milet de mezin bikin yan berî wî bidin navên qelew û bê hude , lê dîsa wekî xewnan ew gotin li cihê xwe dimînin û piroje tên jibîrkirin mîna komikên ( partiyan ) yên hatîn sazkirin , lê di piratîkê de wan mirî xwedê dan e , mîna ( hevgirtin , enî û hevbendî ) ji bilî çend partiyên ji derveyî van pirwazan , niha jî di nava xwede gotina ( lêvegera kurdî ) şirove dikin û civîn li ser têne lidarxistin , em dizanin ku ew bi vî hişê partetî û çavşikestî nikarin wê saziyê  biafirînin , gelo ma heger çar partî li hev nakin , wê çawa çardeh partî li hev bikin ?!.
Na qet nabe bi vî hişî em saziyên netewî biafirînin , dewlet jî rastiya me baş nas dike û bi kêfa dilê xwe bi me di leyze , di van demên dawîn de hêzên ewlekariyê û asayîşê bi tundî berê xwe daye hêzên sivîl û kesayetên serbixwe , wekî gurekî har bi nava wan ketiye û her roj karwanek bêgunek dadike girtîgihan û yan wan sorgûn dike deverên dûr da ku hêz û morala wan bişkîne , ev jî dihêle ku miletê kurd bê bawerî ji tevgera siyasî bimîne û bi goman lê temaşe bike .
Pirsa dawî : gelo ma wê kî ceger yan moral bide miletê sivîl da ku xwe li ber vê pêla dijwar bigire ? .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark