Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: WERE Tu dilbira min î,Tu hişbira min î!

 



  Husên M. Hebeş

Damarên dilê min zuha bûne
Were, kenê xwe têde biherikîne,
Da ko nerizin û zûtir nemirin.
Were, bişkokên çîlek û gilyaz û sêvên xwe veke,
Û bi ser min de dilxwaziyên wan diwerivîne,
Da ko xuxuma sûlavên min, te dûr… dûr birevînin
Û te bi ber tava ramûsan, mistdan û gezan din.


Were, buhara xwe ya keskayî bi ber barana min ya har
Û dîn de, da ko keskesor şil û matmayî bimîne.
Were, sermest û serxweş bibe, da ko ez navên firişt
Û periyan li te bikim, û hingivê evînê bi şala ser milê
Te kim, heyva te himbêz bikim û agirê agiristanê di bin navika te werkim.
Were, deriyên gundê xwe veke, da ko qereçiyên destên min, talan û diziyê ji aramiya baxçeyên te bikin.
Were, xwe ji tenahiya min re amede bike, da ko dastana bilind ya sewdayê ji bejna te re birêsînim û romentîka çîrokên te bihejînim, û herdem bibim şeydayê xewnên te.
Were
Bi mihrebaniya xwe,
Bi pakrewaniya xwe,
Bi narîniya xwe,
Bi oflaziya xwe,
Bi dilnaziya xwe,
Bi dilsoziya xwe,
Bi dilmestiya xwe,
Bi diltaziya xwe,
Bi dilbaziya xwe,
Bi kûrbîniya xwe,
Bi lewendiya xwe,
Bi dadan û pêdadana xwe,
Bi hemû bizavên xwe
Were
Bi tûyên xwe yên sor û hejîrên xwe yên tîştîşî,
Û bi deh gulistanên xwe yên ji bihuştê hatine dotin were, Da ko te di himbêza xwe de bipêçim û di gewdê te de kêlîk bi kêlîk xewnan biçînim.
Bi delaliya xwe, bi ciwaniya xwe... were,
Li ser doşeka hiriyê di sînga malê de rûne,
Û bila bedewiya te bipeyive,
Da ko bayên pencereyan tenik bibin
Û xaliyên daliqandî li ser rûyê dîwaran dakevin ber nimêja lingên te…û nivîna me ya wehiştî,
Bila wek gulesorekê xwe ji me re veke
Û xwe bi me nerm û germ bike…
Were, em ji hevîrê hev in,
Xweda em ji ardê xweşikbûnê stirane.
Em ji hevdû re çêkirine.
Em peykerê hev in.
Were, karwanên xwe di şîqiniya ewr û brûskên min re derbas bike, da ko ez di mija te de bitevizim û bimeyim...
Were, çireyên niyaziya xwe vêxîne û nêzîkî stêrk
Û gelewêjan bibe,
Da ko lajwerdiya te rûyê zemînê bixemilîne….
Were, xemgîniya ko bi salan li dilê min girtiye rêşke,
Da ko dildariya xwe
Wek çirûskên azadiyê ji te re biteqînim.       
W
E
R
E.

Tu deryayê nazdariyê yî
Tu çemê şahiyê yî
Tu kulîlka heyamê yî
Tu festîvala çivîk û perperîka yî
Tu cêwiya jînê yî
Tu çêja devê bax û baxça yî
Tu jinek bê dawî yî û ti kes wek te çênebûye.
Di çavên te de ez diperpitim
Û di ewrên te de winda dibim
Were, mijangên xwe bi giyanê min kilde
Û lêvên xwe bi xwîna min rengîn bike
Were, hirmiyên xwe, hilperikîne devê min
Û gewriya min bi şîrê şêrîn şil û nerm bike
Were…
Salên bihurî me ez
Xweliya poşmaniyê û serdarê şevreşiyê me ez
Were, biskên xwe yên komirî raxîne ser milê min
Û bi axaftina goştê xwe min bikelîne.
Were, têkeve koşikên min, û neynûka mirinê
ji hinava min bikşîne, da ko tîrêjên rokê di laşê me de hişîn bidin û lerzokên nazik bihêztir bibin….
Were, her tiştî li şûn siya xwe bihêle
Û ji sawîrên tirsê peya be.
Bihêle keroşkên te kedî bikim
Û li ser sînga te bê dawî xilmaş bibim
Û … bila bêhna min wek bêhna rîhanan biherike deziyên kirasê te û di borikên te de bitevize.
Bihêle, ez dibêjim tu... kûr û kûr tu...
Were, da ko dilê te bi gulekê biqelişînim…
Bihêle ez ji te re nalîna
Va êşa xwe,
Va birîna xwe,
Va nexwaşiya xwe
Û va tarîtiya xwe...
Wek sirûdan biseridînim
Û pêlên bi keser li newqa te bigerînim.
Niha ez mişt hezkirin im…
Di van kêlîkên sivik de
Wek bayê sibehê, bi baskên dilê de difirim.
Were, min bihêle li kêleka xwe,
Da ko ez diziyên nazik ji ava guldanka te bikim.
Di dilê min de sî û şeş zarokên birçî hene
Qelfên kevokên tî hene
Û mûmên birîndar…
Bihêle, Da ko ez di talda germbûna te de
Sarbûna xwe bişewitînim.
Min bêriya lîstikan kiriye….
Were, bi şewqa xwe ya şêrîn,
Bi dengê xwe yî mîna dengê çivîkan,
Bi xilxala xwe,
Bi bazindên xwe,
Bi guharên xwe,
Bi herdu bîhokên sînga xwe,
Bi dengê axînên xwe yên di nîvê şevê de
Were, da ko ez te li ser eniya bahozan binivisînim
Û deriyên xwîna xwe ji te re vekim, û te di binçengên çîrokên sor û pizotên herdem vêketî,vehesînim.
Lêvên te digezim û di nîvê te de dihejim
Ev nimêja min e.
Were, di kêleka êvarê re,
Di rêçên ordekan re,
Di ser xêzên cîhanê re,
Di firtûna zîpikan re,
Di bin şewqa stêrkan re...
Were, bi bêhna beybûn û binefş û lale û nîsanok
Û sosin û şîlan û berberok û adarok û gangilok û stêrgul
Û nêrgiz û bi hemû kulîlkên erd û ezman…
W
E
R
E.


BANGÎ giyanê te,
Bextewariya te,
Reşguliyên te,
Bejn û bala te,
Wêneyên te yên di pêşingehên xewna min de,
Nav û gav û sîtav û av û alava te,
Bîranînên te,
Semagerî û govenda te,
Poşmaniya te,
Rêwîtiya te,
Perrên te,
Sencên deverên te, kolanên te, nexşên te, bajarên te...
Êzingên agirdanka te,
Kuxika te,
Baweriya te,
Dilsojiya te,
Aramî û hedana te,
Sarokatiya te ji jînê re,
Şax û şiqinên te,
Miştbûna te,
Kirasê te, hevalkirasê te û memikbendên te… DIKIM….
WERE.

BANGÎ ferhenga dilê te, serdema te ya herdemî, dastana te ya deryayî, mîtolojiyên te yên kevnar, nûjeniya te ya nûjentir ji nûjeniya demê, kevirên mala te, hêlînên dilê te, meyxana çavên te, çiyayên laşê te, bin stûyê te, newalên te, bin çog û nav ranên te, birûyên te yên wek du nîvheyvan, serhinarkên te yên serhildayî, pozbilindiya te, neynika bejna te, hevrîşmên te, zeviyên deşta dilê te, zelaliya te, pênûsên çav kildana te û NODÛNEH navên te DIKIM

W
E
R
E.

Tu hişbira min î
Tu dilbira min î
Tu hişfira min î
Tu dilkuja min î
Were, terafa dilê min hêgin bike, û bi dirask
Û neperûşkên xwe, wêneyên şevê biçirîne.
Were, bi zehvbûna xwe, bi meyweyên xwe,
Bi çopiyên xwe.. min bikerisîne.
Were, bi qulingên xwe, bi tîtiyên xwe,
Bi perzerkên xwe, bi kevokên xwe, bi bazên xwe,
Û bi hechecîkên xwe... min bifirîne.
Were, bi lîliyên xwe, bi çepikên xwe,
Bi destmalên xwe, bi valsên xwe, bi wergera liva dîlana xwe, min bike zaveyê awazên xwe.
Were, bi giyan tenikiya xwe, bi hest tenikiya xwe,
Bi çêj tenikiya xwe...
Û bi vebrûsandina cemazên stûyê xwe...
Were li ser sewkiya dilê min, xinava xwe bibarîne.
Were, bi hemû tiştên xwe, rabe, rûne... xwe gilover bike, Li ser zik... li ser piştê... li ser çogan..
Serî di nav destan de.
Bi hemû aliyên xwe…
Bi keser,
Bi hêrs,
Bi alastin,
Bi hilkiş,
Bi kelkelî,
Bi alav,
Bi dîman û şewitandinê,
Bi ax û axîn…û hwd,
Were li derdore min gulan geş bike
Û hestiyên min pişaftîne.

WERE
Tu hişbira min î
Tu dilbira min î
Tu hişfira min î
Tu dilkuja min î
Tu nifira min îîîîîîî….
W
E
R
E.

Ez dixwazim ji te re bibêjim:
Bayê ko pencereyên te maç dike,
Teniktirî bayê cîhanê ye
Û stranên çûkên ser dîwarê xaniyê te
Xweşiktirîn stranên çûkên din in.
Were, gavên te rêçên kaş û asê, rast û dûz dikin.
Ji hilma te, giyanê gul û kulîlkên demsalê, dibare
û bi dengê te re, berbanga dilan dipişkive.
Were, ava kaniyan li hember siya te zelaltir dibe
Û bi nirîna çavên te re,
Darên seranserî deşt û çiyan kesktir dibin.
Were, ez dixwazim ji te re bibêjim:
Tu şahinşaha şahiyê yî
Tu çemê hezkirinê yî
Tu kaniya dilşadiyê yî
Tu..
Tu..
Tuuuu...
Bi henasên xwe
Bi sersemayên xwe
Bi ziraviya xwe
Bi dîlokên xwe, were.
Were, aliyên min û xwe... di dawa dilbijînê de
Bê veger bişewitîne,
Bişewitîneeeeeeeeeeeee

Bêêêêê veger
W
E
R
E.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark