Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: XEWNA RÊWIYEKÎ

 



  Dildarê Aştî

Bendewarî bûrîna mizgînekê
Min peyvên xwe fêrî firê dikirin
Pêxweşbûnekê digirtim…
Ji nişkave
Çivîkekê xwe pelûkir pêxîla min
Şîn dibû
             Dîn dibû
                                Didiliya……
Zîz dibû
             Lal dibû
                   Bê rewa dilûsiya…!!!

                  * * * * *


Deng li hev digeriyan
Berî rîhan bên semayê
                         dibiliyan
Bêhnên biyan  
                        difûriyan 
Ber bi başûrî pêjnê de
Perwaneyan guhên xwe miç dikirin
Bendewaran matmayî dîq dikirin.

                 * * * * *
Guvvv…guve……
Gurrrrr…gure……
Û sawîrên balafiran
Ji morana bobelatê direvin
Pêre pêre
Boşe hemi dikumkumin
Goşe hemi dihimhimin
Û ewrên zer
Qerqerên reş werdigrin
Bi ser hofkên zarokan de
       bêdengiyê vedigrin…
 
               * * * * *
Mij û dûmana xerdelê digre devê penceran
dû  dibûre
Bêhna sêv û bîhokane
Ji himbêzên dilovan
Berşîr ji xew çeng dibin
Dû dibûre……..
Berşîr bi dû şad dibin
Tiliyên lerizokî li tayên dû dipelînin
Dû xinize
Gernijînan dixapîne
Û pencên xwe li gerdenan d,alîne
Lêvên perwer
Li pêsîrên pakî merd diperçivin
Rondikên zer
Birînên şîn av didin û dinivin…

              * * * * *
Bi kohê Pîremegrûn ve
Termên xwe dikişkişînim
Termin…….
Devjihev û dest li ba
Pêşwaziya min dikin
Termin weke qerpalan
Ji asoyan
Teramera dibarin
Termin li hev dibanin    
Dêmên hev hilû dikin
Cejna hev pîroz dikin…..

              * * * * *
Bi zinar û pesaran ve hildikişim
Li ber mişextiya min
Evraz pozên xwe hildidin
Nişîv pişta xwe xûz dikin
Û diranên deviyan
Di bêrîkên canê min de diçikilin
Bi ser kêrên keviyan de
Şax û bejin dixilin
Û zox û xwîn
Ji guhan û goşiyan
Bi ser milên nijaran de dinisilin..
         
             * * * * *

Sînorên welat seranser
bi mirina xwe vêdixînim
Kavil û wêranên gundan
Û kaniyên setimandî dibûrînim
Şikeft û berevez hemî
Ji wexm û bêhna miraran sincirîne
Çêlyên Kewan
Û hêkên Qitkan li rastêne
Ne gazî
                Ne hawar…….
Ne talde
                Ne hedar……..
Û vizviza bayê sûtar
Perda şermê zîvar dike
Razên giyan diyar dike
Şaneşînên hingivîn tarûmar dike..

Canên şityar
li evînê mikur tên
Li finasên sêwlekan
Canên şityar
Dîroka bobelatê tomar dikin.

                * * * * *
Di nav rezê xewnê de
Di ser laşê jinê de
Kef bi devê mêr ketiye
Kef û kunce
Ne ramin ku girêza pêxweşbûnê ye
Jin gewdek pûçî sare
Û mêr
          Hêlecana dawî dike..

           * * * * *

Çavên min xwe zer dikin bêberxwedan
Û gewdê min helawistî  dimîne
Çivîkek sêdarbûyî
Di lava rizgariyê de diferfite
Sirûda dil dibe agir
Li ser lêvên qelişî ditevize
Û heyva jar
Di xweliya halanê de digevize…

           * * * * *
Livan deran
Her tişt berî siyê bide tê çilpandin
Her tişt berî deng bide
Her tişt berî reng  vede
Di şeng û benga xwe de tê perçiqandin…

-Miha zayî
Berî Berxa xwe balêse
Kerî tevde
Li "guhanên" Balafiran dibane….

-Berî civanê hozanan
Bi simbil û goşiyan re here serî
Kemançe û Tembûrên xwe
Di ber termê Nêrgizan re dirêj dikin…

-Berî kevok bi danişin ser banan
Baskên xwe diweşînin
Darbesta aştiyê ji wan çêdikin…

-Heçhecîkên vegeryayî ji zozan    
Vedciniqin li ber rewşa GERMIYAN
Bi çîvçîva pêşîre
Bê perka hin pûç dibin
                           Hin dîsa dibin biyan..

Li van deran …
Tilî hişkî kawî dibin
Pênûs pûçî bawî dibin
Peyv zer dibin
Û name di çilmisin
Bi ser
Astankên berzûriyê de diweşin…..

Şev pîr dibe diperixe
Geya di bin serê min de digermixe
Neynika derûniyê di pelixe
Û rewrewk
                Lewz û laqirdiyan dikin..

Hîrhîra ken û hoqboqa leşkeran
Degel dikin girîzonk û Neşteran
Gurpîn li dil dike ceng
Kevirên hedara min dibin pereng
Man li min vedixume
Newal dernixûm dibin
Cîgeh li min şûm dibin
Û bêdengî
Hew min dihêwirîne……


Hêrzan ez himbêz dikim
Peyrewî pirsek revoke
Emrazên xwe têz dikim
Birînan dihîvêzim
Li gorî bêhna mêbûnê
       Arezûyê diguhêzim..


Name û siparişên xwe
Di hûçkên ba de hitînim
Di zimagên tirsê de
Tirafa can
Di xwena sirgûniyan de dadidim
Hû dikim devê çivîkên qefilî
Û pirsa xwe didomînim


Di henteşa Lîlozan de
Ramyariyek min digre
Û dûkela giyanê min
     Digre devê geliyan….


Dipirsim…..
Dû dibe rêberê min
Û xwîna birisandî
Xaçîrêkan di berfê de nîşan dike
Şopa kerwan digerîne
Dipirsim…..
Sêpila kew bersiva keserê dide
-Ha evin :
Şivîlokên koçberiyê
Radeyên êşê evin
Me di vê rodankê re
Pêçeka berbanga xwe revandibû
Me di vê navbirê re
Kerwanê gerden-azadan bûrandibû
Me di vê derbendê re
Leşkerê dagîkeran xapandibû…
Li vî gelî…
Lehengên me li himberî Balafiran
­Dest vala şerkiribûn
Ha li rajêrî wê latê
Me sebeta hêviyê veşartibû
Li ber devê wê şikeftê
Me fanosa xwe vêxistî hiştibû
Ew gundê mij di ser re
Keleha berxwedanê bû 
Lê sosreta bê hempa…!!?!
Roja dorpêça belik…….!!!
"Nemayê….
               Nemayê…
                            Ne
                                 Ma
                                      Yêêêêê…"!!

_Ji deştê û ber bi vî çiyayî de
Nijdevanan
    Girtin ser gund û bajaran    
Zar û zêcên me dîl û pabend kirin
Ber bi çol û bêlanan de nepend kirin
Tiştê kuştin
                   Kuştin…..kuştin…!!!
Tiştê hiştin
         Şel û şehtî
                 Kezeb sohtî
                                     Hêliştin..!!!

                * * * * *

Di nav dûyê dîmenê de diponijim
Û ne pendek
Nalîna min dihûne
Ne baskên mizgînekê
Xiloxaviya xemê dixûrijîne
Barana tirş
Hêsirên şor
Li ser dêmên xecxecokan xayiz dibin
Û rûyê min ji tîrêjan biyan dibe
Di henasa evîndarekî xemgîn de
               Winda sergerdan  dibim…


Îske-îska mendalan
Nale nala pîr û kalan
Min li rêçên vegerê agadar dikin.
Ji jariyê şiyar dibim
Û bi min re degel dibin
Qaz û Ordekên golan
Guşguş û xuşxuş bi min re
Rê dibin razên gulan
Û refên Belatînkan
Geroverên keskesorî
             li pey min dixemilînin ..


Di çim …
Li peravên birînê
Baskên peyvên min şîn tên
Û hana tengezaran di gihînim
Diçim…..
Di şevên sirgûniyê de
Dema zengil xilmaş dibin
Ez dilê xwe dikim Çeng
Û tiliyên hêvîdar
Li jiyên wî di pelînin
Rondikan vêdixînim
Perwaneyên derbider
Li derdoran difirînim…..



Berî demsala hêsiran bibûre
               Û Bilbil bên dardekirin
Berî soza min bi kanî û giyare
                                     Here gilî
Û dengê min li rûyalan bê çandin

Di bin siya sêdaran re derbas dibim
Û kemendan vedikim
Zimanên lerizandî bi navê min bang dikin
Zerzêlekên gevcilandî
Û bejnên belqitandî
Raperandî
                 Pêşwaziya min dikin…….



Kerwan diçe……..
Reyandina Rêbirran
Mûyekî na livîne
Lîlandina ba
Xeftanê mêrg û zeviyan liba dike
Feraşînên bêhnçikandî
Bahûnkan rizgar dikin
Û gulma  mê
    Nêrbûna biryardana min gij dike



Hew ti gûman guhên min dikevêjin
Ne ti Qîlên dirînde
                      Xeyala min direwêjin
Ne zûrzûra Guran tê
Ne fişfişa  Maran  tê
Ne çîr û fortên leşkeran
Ne warwar û ne qêrîna koçberan
Bi hêminî
Kesera xwe di şêjna benefşan de
                                           dilorînim
Û xewnên min bûne Ferişt
                      Peyxaman  digihînin..
Endîşe û silbûna min
Bûne gevalekên ewran
War bi warê Evînê
                        Mebestan di vejînin..


Her çendî nêzîk dibim
Ev çendî navkuta qadê bilind dibe
Ev çendî koşîna min
                        Pîroz û lewed dibe
       


Weke ku pêjna yarê nema dûre
Weke ku hilma Beybûnê difûre
Weke ku bûye demsala çinînê
Wek çêlîkên Barûtkan birevin ji hêlînê
Wisa arzû disûrikin
Evînek tê min digre 
Û tayek min di berde



Diçim ……
Rade li ber bêhriyên min dimelisin
Beyarên sal- nivistî
Bi şewqa hatina min re  dixurisin
Nêzîk dibim….
Û rabirdû çavên xwe difirkîne
Giriyekî şîrgermî
            Canê min dinermijîne  …..!!



Kundên li ser Şikêran bûne Mûmya
Siya Bî û darên Tiwan
Bê lorîk û bê hofk mane
Û hêlanên helawistî dinalin
Li hawîr dor gulhilalin
Bi hildana
Lingên Torîk û Sehan re dêris dibin
Bi wêneyên Hovane
                      Neynik bêmirês dibin
 Peykerên li derwazan
                       Rêbiwaran dibizdînin
Û pêwanên sextebaz
                       Niyazan vedipirsînin..!!


Gûman dîsa bergoran
Dixavika ramanê de dikolin…!!!

                         
Ez pêl dilê xwe dikim
Rêwiyekî biyanim
Derbas dibim……..
…………………….
…………………….
Mehrecan destpê  dike 
Û Cencal
Goc û cendekên piyanûsin
Bi derûnin dilsarî nedilniyayî
Bi kotekî tên ajotin
          Ber bi Baxwê xewar de…!!!


Şanogeh amade dibe
Jinek mîna Pîrebokê derbas dibe
Çît û perdan zîvar dike
Şeqşeqa diranê wêye di hêre
Û porkurê
     Pêsîrên xwe hil dike, dixepêre
Xweliya çar hezar gund
                Li serê xwe didêre..

_Waweylê…waweylê….

L,vê şapatê..l,vê mîratê..
                                 Waweylê…
L,vê fermanê.l,vê talanê..
                                 Waweylê…
Li vê kînê …li vê xwînê...
                                 Waweylê…
Waweylê….Waweylê…..       
                        Wa…
                             WEY….
                                    Lêêêêê……

Rewrewk xwe bêcir dikin
Saw dîmenê dagîr dikin
Û gewdin kût
           tên û bêlûtê dikin..

_Gastînên me bezgeha gendekane
                                      Kurdo meded
   Xan û der Pêşengeha   cendekane
                                     Merdo meded
_Çîroka me pêkenoka Yezdane
                                      Kurdo meded
   Dîroka me lîstika Ahrîmane
                                      Merdo meded
_Doza te rewêjeka guhê meye
                                      Kurdo Meded
Navê te tawan gunehê meye
                                      Merdo meded                           
                                      Kurdo
                                                 Me
                                                      Ded….
Çalakiyan dişopînim….
Û dil mîna Fanosekê
Hêlecanê di destê min de dike ..

Diçim …                                                                                            
Rade sergerdan dibin                                            
Û tilûrên halanê
di hana min de digrîn..
Ne stiranek landikekê dilorîne
Ne rondikek çavekî diçirisîne
Ne zigurdek ji civanê yarê tê
Ne şevgerek di ber min re direvê
Tenê me
Li raza min tê poştin qerqerê şevê..

Ji nav Goristanin bê kêl
Bejnin bilind dixûrijin
Çirûsk di destên wan de diqûrijin
_Li vê derê
Em hêrsên tekoşînê ne
Gerewa evînêne
Baceya Azadiyêne
Dadî li ber serê me hat gurandin
Viyana Berxwedanê em hildidan
Berhindeyî pozê Yezdan
Çavekî em ne dîtin
Guhekî em ne bihîztin.
Em li dilê Qada xwe vegeriyan
                  Li dozê bûne pêwan….


Li nav baxên bîranînan
Tenê canê min per dide
Hildifirim…
Di firawaniya giyan de
Li dengê mirov digerim
Li soza evîndaran
Pêrgî roniyê dibim
Tevî xunavê dibim
Hogirî Qozeqerê
Rêbazê destnîşan dikim…


Bêhna Axê
Min di peroşiyê de xilmaş dike
Û şebnem
Dibe Landika xema min..
Keskayî min dorpêç dike
Perwane didanişin
  Hevnişîna min û Nêrgiz û girî
Û Mem û Zîn
                Têne vexandina min…!!


Hîna dilê min liyane
Berî nalînê bihûnim….

Di Rodanka xewnê de
Rûyekî pertew veda..!!
Û bejnek dixemilî…
Şenge şaxek di gevilî..!!
Bi ser min de dixilî
Min des li goşiyan peland
Perçak goştê şilove bi destê min ve dihat..!!
Qêrînê hilçenandim
-Wa HELPÇA..wa HELPÇA..
              Wa…HELEP
                                ÇAAAA………!!!

Bilind dibûm
Wek qaşilê Hinarekê
Ji darekê
          Di hatim xwar
Û welatek ser û ber
Di rewşa min de zer dibû…….


Xula tirsê dîsa li min dizîvire
Di kudînim …
Li seranserî sînoran
Dêwezme min tîror dikin
Û xewnên me direvînin
Ber bi widagehan de
Ber bi Deryayên dûr de
Û bavan zîvar dibin
Keştî rê winda dikin
Pêlên şûtî bêhawe
Gewdan dilehfirînin
Li peravên biyaniyê
Xemgîn wan dihêwirînin..
Bi mirinê mijûl dibin
Ta peyxama min wan bi hiş xwe ve bînê
Rênimayî                                
Li ser rêçên Evînê…….


Ji Qureyên paytextan re çi bibêjim
Ji bazirganên xwînê re çi birêjim
Ji hogirên nankorî re çi bipêjim
Ez bi soz û biryarim
Bê arzî û Bazarim
Û Şeydayên samanê
Bi kilîtên Gencînan mijûldarin
               Li Êşa min beşdarin…..


Çendê caran
Bi xwîna xwe min name dinîvisand
Kevoka xwe
    Di esmanê biyan de min difirand
Min gurpîna dilê zîz
       Di Rekeha tawanê de dilûsand 
Lê dema Dêwên zerkeş
Kevir û kuç ji hawîr dibarandin
Ti qêrînê
Sîtava xwe li birînê ne kir Sîwan
Ti Şalûrî ne ti Bazî          
Li baxên min ne kir fîxan
Ji bil çend Bilbilên jarî perîşan…!!??


Kî hat û şewata min vêxistiye
Kî hat û hestiyê min kevaştiye
Kî hat û Xencera xwe
Di nav qolincên min de diçikiland
Kî hat û Kişwara xwe
Ji pol û parsiwên min damezirand
Heçî ku hat
Beşdarî Zêweyê xwe veparimand
Her wisa di gelcê de
Ne ew li raserî me rawestiyan
Ne em li himberî wan diwestiyan
Me bi hevre ,"du pêwistiyên dijber"..!!
Dîroka bobelatê dinîvisand
Me efsana bexwedanê dihûnand…!!!.


  

Sitûrin serbanên qêrîngehên min
Çima dengê min dişke
Dibe qahfûr û tê xwar..?
Çima şêjna min bê keyse
Li Serkeşên rêbiwar…?
Li himberî cadûkaran
Li bejna min tê poştin şêweyê Mar..?
-[peyva dadiyê çorte yara min
                     Beramberî tawankar..].!!      
                 


Pênç hezar feryad
Di guhên van Çiyayan de bûn ewlegeh
Pênc hezar birîn
Li ser sînga vî Welatî bûn  rewangeh..
Bi hezaran gundên ku bê derûn dibûn
Çivîk û perwaneyên sirgûn dibûn
Hatine pêşwazî min
Bi navê te bangewazan hildidin
Helwestên pîlebazan şermezar dikin
Tên û li dor rivîna te diherin
Hewesa ciwaniyê derdibirin…..


Êdî were….
Guh deyne ser dilê Çiya
Û li bêhnefişka min bipêjine
Penaberên rapizkandî
Kurtepistê di bin çermê min de dikin..
Were……
Asoyên xembarî xeydok
Li banga min haş bike
Ezê li serpêçiyê bo te siwar bim
Gema tirsê
Di ser pozê Felekê re werînim
Şîhîniyê rizgar bikim
Bi guhê Bahozê bigrim
Û li gor arezûya te
Bablîsokan bigerînim
Xetîreyan ji cergên xwe vêxînim
Bo qurbanên kujtar û taristanan
Yadîgarî bişînim
Bo zarokên Hîroşîma
Ji bo şagirtên ZÊWA..
Sirûdek nû
Bi ritm û awazek bê dû
Ji bo cejn û helkeftinan vejînim..

Hew dixwazim
Gul bi xwînê bêne avdan
Ez dixwazim
Gul di avê de bikenin...


Pêlên êşê
Kenarên semaxa min hilweşandine
Di heriya van rêçan de
Pêngavan di hirhitînim
Niyazdarim ku teqanê bibûrînim
Û dawera xwe bisipêrim
                    destên tenî aferîner…!!



Gazî dikim …
Kulek di dîwarê deng de vedibin
Tu dîq dikî
Tenê ez te dibînim
Û kenê te
zeraqa xwe vedide
ÛPertewa dêmên te
dihingive mijankên bendewaran
Li ber bîbokên çavên te
Xula Jînê destpê dike…..        

                                                      1988-Z
                                                      1998-Z
* * * * * * * *                                               
têbînî:ev helbest xelata çaktirîn helbesta nûjen ya mehercana sêzdemîn ya helbesta kurdî li sûriyê wergirtiye.

 dildareasti@hotmail.com


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark