Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gava ku li Qamiþloka min Xelk nanê xwe ji çopê hildidin!

 


  Besam Mistefa
 
Wê rojek bi ser bakur de bê, xelk dê heriya dîwaran ji birçîna bixun!
S.Berekat!

Ev dora nîv çerxekê ye ko li Sûryayê- welatê alim û zanayan berê- salên pûç û hiþk bi ser tevahiya xelkên wê de dibarin, bi taybet li ser kurdên wê û navçeyên wan yên ji her tiþtî bê par.
Ji roja ku Beesiyan destên xwe danî ser îqtîdarê di riya derbeyeke leþkerî de, Sûryaya geþ û xweþ ya berê cihê xwe da Sûryayeke yekreng di bin nîrê Beesiyan de. Ha li vir, rêveçûna dîrokê sekinî û berepaþ vegeriya.


Hemî xêr û bêrên welêt yên binerd û sererd yên pir, di nav de wek dibêjin her sê zêrên reþ –petrol- û zer-genim-û sipî –pembû- ku Xwedê kirine behra Sûriyê bûne para bêrîkên desthelatdaran û xelk ji wan bê par man.
Ji wê demê ve, roj û meh û salên hiþk yek li dû yekê bi ser xelkê de bariyan, û her sal xelkê digot" xweziya bi par!", û bi hatina Beþarî re wek serokkomar rewþ hîn xerabtir û aloztir bû, êdî xelk gihîþtin xala herî xeternak û bi birçîbûnê re rû bi rû man.
Wek min got, vê rewþa ha bêtir bandora xwe li ser kurdên Sûryayê hîþt û li navçeyên kurdan afata birçîbûnê rûda. Li wî bakurê têr û dewlemend, ku piraniya budjeta welêt jê tête komkirin, kurdên Xwedê li pariyê nanê xwe di nav çopên ku ji ber biyaniyan mane, digerin. Zarokên kurdan ên bêguneh ku ken ji ser lêvên wan hatiye dizîn û birîn, sibehan zû radibin û kolan bi kolan li nav çopeyan li hinek nan û xwarinan digerin da ku zikên xwe pê tije bikin. Xortên di bengîniya temenên xwe de-lê çi temen!-ji ber bêkarî û zordariyê li kolanên Qamiþloya "evînê" li nanê ku ji ber dewlemendan maye, digerin û zikê xwe pê haþ dikin! Keç û qîzên keþxe ji bêçaretî çopan lihev dixin da hema çi nebe jî gezek nan bidest bixin….
Ev hemî nîþanên beriya qewimîna mezin in, xelk li kolanan li pariyê nên digerin di dema ku desthelatdar û dorhêlên wan di nav xweþî û hêsaniyê de dijîn. Û di dema ku partiyên kurdan nakokiyan geþ dikin, û kes nafikire ku saziyeke qenciyê û xêrxwaziyê di vê dema dijwar de ava bike da ku rûmeta kurdan di bin piyan de neçe, efsûs! Lê, kîn roj bi roj di zikên birçî û bê xew de mezintir dibe û di dilan de komîserhev dibe, li benda roja teqîna mezin ku kes nizane wê kengî bê, lê her wê bê!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark