Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî Dijiye…

 


  Îbrahîım GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Mele Mistefa Barzanî beriya vê 30 salî, di 1-ê Adara 1979-an de ji nav neteweya kurd koç kir çû ser dilovaniya xwe. Ew wek kesekî nemir di dilê gelê kurd de dijiye. Lewra jiyana wî bi azadî û rizgariya Kurdistanê re û bi qewimandinên mezin re li hevûdu dike. Neteweya kurd, Bi têkoşîna wî li ser axa xwe muwaqqet be jî desthilatdar bûye. Neteweya Kurd, bi serokatiya wî tahma azadiyê girtiye û desthilatdarî jiyaye.


Dema ku ji dema Osmaniya bê behs kirin, Mele Mistefa Barzanî derdikeve pêşiya me.  Mele Mistefa Berzanî dema sê salî bûye, ew û dayika xwe li girtîgeha Amedê dîlgirtî dimînin. 
Zaroktî û cîwaniya wî bi alîkariya serîhildanên Kurdistanê re derbas dibe. Ew di ciwantiya xwe de beşdarî serhildana Şêx Mehmud Berzencî dibe. Ew ji serîhildana 1925-an û seroktiya wê serîhildanê re dibe alîkar û piştgir.
Ew dema ku 16 salî bûye, li ber çavên wî, birayê wî yê mezin Şêx Evdilselam Barzanî tê daleqandin. Ew wê demê biryar dide ku dê an kurditî neke û an jî dê tu wext xwe teslîmî dijmin neke. Biryar dide ku ji bona azadî û rizgariya neteweya Kurd û Kurdistanê xebat bike û têkoşîn bidomîne. Piştî wê biryarê jî, her dem di nav têkoşîna azadî û rizgariya Kurdistanê de bûye.
Ew di Komara Kurdistanê ya Mehabadê de serokerkan e û ji serokê pêşewa Qadi Mihemed re hevalbend e û di bin serokatiya wî de xebatkar û dozgerek e. Ew li Komara Kurdistanê ya Mehabadê awayekî xebatê nîşan dide. Ew realîteya beşbûnê Kurdistanê dide ber çav, ji bona wê tu wext îdiaya serokatî li Komara Mehabadê ya Kurdistanê nake. Dema ku kolonyalîstên Îranî êrişî Kurdistanê dikin, ew ji Qadî Mihamed daxwaz dike ku li ber xwe bide û xwe teslîmî kolonyalîstên bê behdên farisî neke. Lê Qadi Mihemede biryar dide ku bi gelê xwe re bimîne û Mele Mistefa Barzanî jî, ji biryara wî û serokatiya Komara Kuırdistanê re rêz digre. Bi xwe jî biryar digre ku biçe Yekîtiya Sovyetê. Piştî ev biryara xwe, 500 hevalên xwe ve bi leşkerên Îranê, Tirkiyeyê û Iraqê re şer dike, encama meşake dirêj derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe. Li Yekîtiya Sovyetê jî, jiyaneke gelek zehmet û dijwar derbas dike. Li Sovyetê ji bona mafên xwe dikeve nav çalakiyan û ji bona ku bi serokatiya Yekîtiya Sovyetê û bi Stalînî re hevûdîtin bike li Moskovayê çalakî çê dike; rûniştinê û grêwa birçibûnê pêk tîne. Di helwest û daxwaza xwe de jî bi serdikeve.
Mele Mistefa Barzanî dema ku PDK a Iraqê di sala 1946-an de tê damezirandin, ew dibe serokê partiyê.  Ew di sala 1958-an de dema ku desthilatdarî li Iraqê tê guhertin, hîç tiştekî nafikire di ser riya Misirê re, piştî hevûdîtina serokê ereban Nasirî vedigere Iraqê. Li Baxdatê PDK-ê ava dike û di sala 1959-an de kongreya partiyê li dar dixe. Partiyê ji bona desthilatdariya li Kurdistanê û hikumeta li Iraqê amade dike. Lewra li Iraqê makezagoneke nû hatibû pejirandin û di makezagonê de desthilatdariya neteweya kurd û ereb ya hevbeş, du netew û du zimanê fermî hatibû pejirandin.
Mele Mistefa Barzanî dema ku Iraqê makezagona nû re rêz negirt, ji deshilatdariya neteweya kurd re xiyanetî kir, di îlona 1961-an de li hemberî desthilatdariya navendî ya Iraqê dest bi şer kir û Ala Şoreşa îlonê rakir.  Ev têkoşîna neteweya kurd di bin serokatiya wî de di 11-ê Adara 1970-yî de bi Otonomiya Kurdistanê taceser bû. Neteweya kurd pêşî de facto û pişt re jî hiqûqên û bi pejirandina Mekezagoneke nû, bû desthilatdar. Lê bi Peymana 1971-an pirsa Kerkûkê nehat çareser kirin, biryar hat girtin ku pirsa Kerkûkê bi plebîsîtê çareser bibe. Plebîsîta Kerkûkê jî dê di sala 1974-an de bê li dar xistin.  Hezar mixabin Hikumeta navendî ya Iraqê ji bona ku Plebîsîta/ Referandûma Kerkûkê encam nede, dest bi provakasyonan kir û çend caran xwest ku serok Barzanî bide kuştin û lê bi serneket.
Di encamê de girêdayî pirsa Kerkûkê di sala 1975-an de di navbeyna Otonomiya Kurdistanê û Hikumeta Nevandî ya Iraqê de şer dest pê kir. Neteweya kurd û serokê wê Mele Mistefa Barzanî,  encama Peymana Cezayîrê, xiyaneta Îranê û DYA-yê şer wenda kir. Ew mecbûr bû ku li Îranê bijî. Ew tade û qehra jî bû sedem ku bi naxweşiya pençereşê bikeve û jiyana xwe wenda bike. Dema ku di nexweşiya xwe de li DYA-yê ma, zehmetiyên mezin kişand û li wir çû ser dilovaniya xwe. Piştî demekê jî hat nav gelê xwe û welatê xwe.
               *****
Nuha jî di edebîîstirahata xwe de, bi Dewleta Federe ya Kurdistanê gelek kêfxweş e û di ebedîîstirahatxaneya xwe de jî ji neteweya kurd re pêşengî û mezintiyê dike. Jiyana wî ya dema Otonomiya Kurdistanê û Plebîsîta Kerkûkê jî, ji bona dema Referandûma Kerkûkê ders û ceribandineke gelek aşkere diyar dike. Hêvî ew e ku desthilatdarî û hikumeta Kurdistanê ji vê ceribandinê ders derxin û rêbaza xwe diyar bikin.
                 *****
Mele Mistefa Barzanî di 1-ê Adara 1979-an de li Washintonê wefat kir, pêşiyê li Kurdistana Îranê li navçeya Şînoyê hat veşartin, lê îro gora wî li Başurê Kurdistanê  li Berzan e. Ew û lawê wî Îdrîs Barzanî li cem hev razane.  Her roj bi sedan kurd wan ziyaret dikin.
 Mele Mistefa Barzanî di tekoşîna xwe ya 60 salî de rojekê jî dudil nebû, serî li ber dujmin ne tewand; ji fikir û ramanên kurd û mirovperweriyê dûr neket. Ruh, jiyan û tekoşîna wî nemir e. Lewra îro keç û lawên wî li ser axa wî û li ser rêya wî azad û desthilatdarê welatê xwe ne.
 
Bila ruhê wî şad û bextewar be; cîhê wî buhuşt be !
Amed, 02. 03. 2009


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark