Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

belavokên partiyan: û rewş alozîtir dibe

 


  Sernivîsa rojnameya DENG  * 

    Bi destpêkên sala 2009 ê re, û peresendinên di meydana navdewletî de, û guhertina ku di kargêriya amerîkî de bûyî û wergirtina wê ji layê serok Barak Obamayî ve, û wergirtina wî ji kêşeyên navxweyî re (darayî û aborî û asayişî ..) û paşê ragihandinên wî yên erênî di biwarê danûstandinê de di gel dozên germ û kêşeya aşitiyê û barê li Îraqê û Afganistanê û heya dosiyeyê etomî yê îranî


li tenişta bayexdana navdewletî ya ziyatir bi kêşeyên bingehîn di çavgehên girijiyê de bi gelemperî û devera rojhelata navîn bi taybetî, û liv û çalakiyên di qada ewropî de, û xuyabûna rola Fransayê ya çalak di dozên deverê de, û nêzîkbûna sozê girêdana dadgeha navdewletî ya taybet bo reşkujiyên di meydana linen de û bi taybetî reşkujiya serokwezîranê linen yê berêtir Refîq Elherîrî, di gel kêşe û dozne din.. ew giş wek nîşaneyên aşkere ne berve xurtkirina têkgihêjtinê de di navbera hêzên navdewletî de yên xwedî rola karêger û kirdar di hemî wan kêşeyan de, ev jî nîşaneyê dide ku guhertinne giring û rijd li hêviya rewşa navdewletî bi tev de ne, adgarên wan xuya ne di helwêst û karliyekkirinên berdewam di navbera xuyatirîn dewletên mezin de yên aşopên ne rekeftinên xwe pertdikin, û bi durvekî aşkeretir xuyadikin rijdiya civaka navdewletî di riya projeya guhertina cîhanî de, lê dibe ku bi amîrayetî û şêwene newekyek bin ji layê durvî de û guncaw in di gel qonaxê û peresendinên wê, ev guhertina ku bê guman sih û encamên xwe davêje ser herdu rewşên herêmî û navxweyî ya sûrî wek hev, nemaze ku dozên rewşa nihayî cîgehê berahiyê digirin di yekemayetiyên van livan de û di pêşiyê de ji wan proseya aşitiya berdewam di navbera ereban û Îsrayilê de, ya ku rêkxistinne nû divê ji bo hêsanîkirina erkan di riya bicihînana aşitiyê û seqamgêriyê de li deverê.
    Helûmercên awarte yên zor pêwîst ên ku meydana herêmî vê dawiyê dîtî, û milmilaneyên tûj bi biyekdaçûn û têkhilkêşayin û dûriyên xwe yên navdewletî yên nîşaneya qonaxeke nû didin dibe ku bistirî û aloz be, nemaze piştî hêrişên hêzên îsrayilî li dijî Hemas û kerta Gazzeyê ji asiman û derya û çolê de û encamên wê ji ziyanên mezin ên merivî û aborî û hilweşandinê û wêrankirinê.. hêjtiye ku rewş alozîtir û astengîtir bibe, û dinedana hêrsa hêzên aşitiyê li cîhanê kir ji metirsiya firehkirina bazineya şerr û cengên harrek û liqandina asayiş û seqamgêriya rojhelata navîn bi tevayî..
    Îroj jî û piştî destpêşiya misirî, û piştî sekinandina avêjtina agirî di navbera Hemas û Îsraîlê de, û destpêşiya Se`ûdiyê di riya kumta erebî ya aborî re li Kiwêtê ji bo aştewayiya erebî, û biryardana yarmetiya pêwîst ji bo avakirina Gazzeyê ji nû de, tevî wê giş rewş hîn metirsiyên zor hildigire û aso jî vekirî dimînin li bihtirî şîmaneyekê, ji ber rewşa felestînî ya ku tê de şalawên agahdarî zortir dibin di navbera layên dijber de, û ji ber tillîşa di layê erebî de û dinedana dozên nakokiyê ji nû de, û ji ber rola îranî ya nerrê di vî biwarî de ji bandora aşkere di dozên herêmî û rêbazgeha aştiyane ya têkeliyan de..
    Ji tiştê hatî gotin, û rêkxistinên berê li deverê bûyî ji peymana Dewhayê de û derbasbe di rola berevanê turkî re di danûstandinne ne rastexwe de di navbera Sûriyê û Îsrayîlê de û bigihêje rola giring a ku Fransayê di vî biwarî de leyiztî.. hemî nîşane – tevî alozî û astengiyên ziyatir – li dawiyê nêzîkdikin bijareya textkirinê ya ku bijare jê pêve tinne ne di têkeliyên di navbera layên dijber de di biwarên felestînî û erebî de, û paşê çûna berve danûstandinê de bi layê îsrayilî re ji bo qedqndina milmilaneyê û bicihînana erkên pêwîst ji bo amadekirina bingehên proseya aşitiyê û avakirina dewleta felestînî ya serbixwe û vegerandina Colanê û yên mayî ji xakên erebî yên dagîrkirî û desteberkirina alavên asayişê û tenahiyê di deverê de.
    Û di vê pêvajoyê de, tiştê bihtir ji me re pêwîst e di vê hevkêşeya ramyarî de ew e layê sûrî yê nikare bidengevehatinê bike bi qonaxê û peresendinên wê re, ji ber vehilweşaneya di movikên rewşa polîtîkî ya navxweyî de, ji encama paşmaweyê giran ê ku hildigire ji ber sirûştiya rijêmê di dehsalên borî de û siyasetên wî yên stemkar bi wateya pawankirina deselatê û samanê û biryara polîtîkî, û jêrdestkirina amîretên wî yên ewlekarî li ser çarenûsên welatî, û tinnebûna azadiyên demoqratî, û berdewamkirina di barê ne asayî û deselatên nerêtî û dadgehên awarte de, û pestanên siyasî yên ziyatir dibin li ser hêzên niştimanî û demoqrat, û zindankirina xebatkaran, û belavbûna gendeliyê û berhildayiyê di movikên dewletê de, û êş û azarên cemawerên gelêrî ji bêkariyê û daketina hêza kirrînê, û belavbûna tawanên kujtinê û dizînê û vexwarina sirrkeran di civakê de.., di gel bilindkirina siyaseta zordariya neteweyî li dijî gelê kurd û bikaranîna ziyatirîn proje û yasayên regezperest li dijî wî (serjimêrî û qayîşa erebî û siyaseta erebkirinê û mişextkirinê û birçîkirinê û li dawiyê fermana yasayî bi numre 49 di 1092008 ê de yê bizava aborî di deverên xemxur de pûçdike), ji bilî nenasîna fermî hema bi heyina vî gelî û mafên wî yên neteweyî, ev giş dihêle ku Sûriye nikaribe bi pirsyariya xwe rabe di qonaxa tê de, an karliyekkirinê bike di gel guhertinên navdewletî û bûyerên herêmî..
    Ji vir de, û li hemberî vê rewşa nebaş a ku civaka sûrî bi tevayî êş û azarê jê dibîne li ber qonaxeke ku pêdiviyên wê yên dîrokî he ne, bijare tinne ye ji bilî kombûna ked û hewldanên hêzên niştimanî û demoqrat di welêt de ji bo guhertina aştiyane ya demoqratî, û pêkanîna erkên avakirina dewleta maf û yasayê, ya karesata vê civakê diqedîne, û bingehên rijêmekê diçespîne ku demoqrat û curbicur be di biwarên neteweyî û ayînî û ramyarî de, û berdana azadiyên demoqratî, û bicihînana rêkeftina destûrî di navbera pêkhateyên civaka sûrî de ji ereban û kurdan û asûran.. û çareserkirina hemî pirsgirêk û dozên niştimanî di welatî de, û rakirina siyasetên şovenîst û proje û yasayên regezperest ên stemkar ku di derheqê gelê kurd de bikardihin û rakirina zora ku ji dehsalan de dibîne ji ser wî, û venasîna destûrî bi heyina wî wek neteweya diwem ji layê hijmarî û cugrafî de, û çareserkirina doza wî ya neteweyî wek gelekî hevbeş di vî welatî de, di çarçûveya yekbûna welatî de û wek ku desteberiya peresendin û pêşkevtina wî dike.. 
DENG
Ferhengoka Sernivîsê :

Alav - عوامل
Aşop - وهم
Adgar - ملامح
Awarte - استثنائي
Alozî - تعقيد
Aştewayî - مصالحة
Amîrayetî - آلية
Bidengevehatin - تجاوب
Bijare - خَيار
Bizav - حركة
Berahî - صدارة
Bayexdan - اهتمام
Berhildayî - تسيب
Biyekdaçûn - تداخل
Çavgeh - بؤرة
Dosiye - عملية
Destpêşî - مبادرة
Dinedan - إثارة
Desteberî - ضمان
Erk - مهمة
Guncaw - مناسب
Peresendin - تطور
Girijî - توتر
Gendelî - فساد
Hevkêşe - معادلة
Harrek - طاحن
Helwêst - موقف
Helûmerc - ظرف
Kert - قطاع
Kumt - قمة
Karêger - مؤثر
Kargêrî - إدارة
Kirdar - فاعل
Karliyekkirin - تفاعل
Mişextkirin - تهجير
Milmilane - صراع
Nerrê - سلبي
Pestan - ضغط
Pertkirin – تبديد
Paşmawe - إرث
Pêkhate - مكوِّن
Pawankirin - احتكار
Qayîş - حزام
Rijd - جدي
Rêbazgeh - مسار
Regezperest - عنصري
Tillîş - شرخ
Têkgihêjtin - تفاهم
Têkhilkêşan - تشابك
Textkirin - تسوية
Saman - مال
Sirrker - مخدر
Seqamgêrî - استقرار
Serjimêrî - إحصاء
Şîmane - احتمال
Şalaw - حملة
Vehilweşane - تفكك
Yekemayetî – أولوية
----------
* DENG : Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsingeha çand û ragihandinê, ya pariyta Azadî ya Kurd li Sûriyê
- E-mail: rojnameyadeng@yahoo.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark