Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dewleta tirkan û îranê kara xwe û êrîþekê giran li ser PKK dikin

 


Ezzdîn zaxuranî 

Erê dewleta tirkan û dewleta îranê, herdû dagirkerên kurd û kurdistanê ew dixwazin bi hev re êrîþekê giran û bê mefer li ser hêza parastina gel bikin,û her-wiha ji berî heyvekê ta niha êrîþên tirkan yên balefirên ezmanî ji ser xaka kurdan ji balefirgeha bajarê Amedê difirin û li ser xaka kurdistanê li gelê kurd û li hêzên parastina gel didin. Agir bi çiyan dixin û gundan jî wêran dikin,bi vê yekê bi tenê jî dilê wan xweþ nabe,diçin li pez û dewaran jî dixînin,herwekî leþkerên xwe yî Balefiran jî li ser serê gelê kurd  xwe fêrî þerê Balefiran dikin.


Dewleta îranê ya xwînxwar û dagirker,ku binavê misilmanan bang li xwe dikin,û karên wan ne karê misilmana ne, ew jî ji rexên xwe ve, çiya û gundên kurdan  didin devên topan û gulebaran dikin, ew jî leþkerên xwe li ser xaka kurdistanê fêrî þerê top û reþaþan dikin. Herwiha armaca wan ku bi van top û balefirên xwe cihê gêrîlayên hêza parastina gel xweþ nasbikin, da ku di buharê de êrîþekê bihevre li ser keç û xortên kurdan  li darxînin,ji niha ve wisa ji dijminan tê xuyakirin,ji ber ku gelê kurd gelek caran ev hevkarî ji destên van xwedê nenasan dîtine, weke serhilana Abdurezaq Bedixan-weke serhildana Ihsan Nûrî Paþa û serhildana Simko Þekakî, herwiha çûna Mele Mustafa Barzanî li nav Ûris.
Gelo partiyên kurd û Kurdistanî ji herçar perçên Kurdistanê, pêþberê van þêwir û tedbîrên dijminan li ser partiya karkerê kurdistanê pkk ,ku keç û xortên me kurdan li  çol û çiyan di berf û batranê de di serma û seqemê de,berçî û neþûþtî û dibin  guleyên balefiran û topan de çawa dijîn û çawa berxwedanê dikin ji bo mafên me kurd û kurdistanê re,weke þêran li pêþya neyaran bûne sidyanê ji polat.
Gelo  þêwir û tedbîrên dijminan li ser serê keç  xortên me kurdan ku di nava agir de dileyizin? Ev partiyên me ji bo pêþerojê çi karin ji keç û xortên nûhatî re bidne xuyakirn ku çi kirine? û wê çibikin?gelo çima taniha van partiyan piþta xwe dane vê serhildana çekdarî ku ev bû 25 salan dû dirêjkir? Gelo wê bi çi rengî  keribin ji xortên nûhatî re bersiva xwe bidibn û wan haþbikin ? Gelo van partiyên komonîst ên kurd wan ji bo vê serhildana PKKe çikirine û wê çi bikin? û çi karin ji keç û xortên nûhatî re bidne xuyakirin û eþkere bikin?
Gelo tevgera yekîtiya misilmanên kurd ta niha çi ji gelê xweyî musilmanên kurd  re  çi kirine û çi karin rastiya misilmantî yê  ji dagikeran re bidne xuyakirin û eþkere bikin, da ku gelê kurd zanbin yektiya msilmanên kurd pêk hatiye û çi kirine û wê çi karibin ji nûve bikin? Gelo ev partî û saziyên kurd  ku min navên wan di xêzên jorîn de dane xuyakirn, di van 25 salan de karên wana ji kê re fêde  çêbû? Ji kurdan re  an ji dijmn re?Ev pirs jibo konevan (siyasetvan), nivîskar û reweþenbîrên kurdan re dikim?

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark