Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Peykerên Zêr

 


  Silêman azer

Bi rastî min ev gotar ji zûde amede kiribû ji belavkirinê re,lê tu babet û lêhatin nebû ji belavkirinê re,û ji ber di van rojan de mamoste û helbestvanê hêja Bêbuhar (Yûsif ê Berazî) koça dawî kir,min dît belavkirina vê gotarê sersaxî û şînnameya herî bilinde ku ez wê diyarî canê wî helbestvanî bikim.
Kurd dibêjin:(Merov dimire nav dimîne,Ga dimire çerim dimîne),û gelek caran di civat û rûniştinên me de ev axiftin dûbare dibe:


filan kes yan jî bêvan kes,hêjaye ko merov jêre peykerekî ji zîv û zêr çêbikî.Û hemî miletên cîhanê rûmetê ji mezin û navdarên xwe re digrin,û peykerên ji zîv û zêr ji wan re li çaryan û kolanên herî binav û deng radikin.Ev gotin û nerîn ta radeyekê di cihê xwe de ye,û ne tenê wilo belkî merov bi tundî jî piştgiriya van nerîn û baweriyan bigre.
Li vir pirseke bêfedî û eware serê xwe di nav peyvên me re derdixîne û dibêje:başe,her bijî ev nerîn û dilşewatiya we li ser navdar û simbolên we yên giranbuha di jiyana we de,lê ka ev peyker û keval jikêre çêdibin…?,û ewên hêjayî vê rûmetgirtinê merov çawa wan nasdike...?.
Hemberî vê yekê jî,çima îro em dibînin gelek peyker li seranserî cîhanê têne herfandin û rûxandin,ma vêce ev çawa li hev tê….?.
Dema em bixwazin merovekî ko gelek kar û xebat di ber miletê xwe de kiriye,giranbuha rola wî binirixînin,û karê wî ji nifşên bê re şirove bikin,em peykerkî,yan jî kevalekî jêre çêdikin,yan em celde û çaryanekê bi wî bi nav dikin,ev ji aliyê miletê wî ve wek rûmetgirtinekê û şanaziyekê bi şûn wî de dihêlin, dilsoziyek ji kar û xebata wî re,ta vir ez dibê qey em gelekî nêzîkî hevin,lê ji vir û pêde weke tê gotin:(ezê bime parêzerê şeytan),û ezê riya xwe hinekî ji ser ya we biguherim.
Ne her kes hêjayî peykerekî ye,ji aliyê miletê wî ve, tevî belkî ew di nerîn û baweriyên hinan de ji vê yekê mezintir be jî,û ta wî dighînin asta peyxemberekî li gorî baweriya wan.
Li seranserî cîhanê bi tevayî,kesin bûne simbol û nîşana wan gelan,ew kesên ko jiyana xwe bi carekê kirine bin berjewendiyê miletê xwe de.
Wan kesan guherînin pir mezin û giranbuha çêkirine di jiyana wan gelan de,çi di warê netewî de,çandeyî,civakî û aborî de be.Ewan kesan welat rizgar kirine,û bîr û baweriyên miletekî guhertine,ne bese bi tenê merov çend salan ji temenê xwe di girtîgehan de bibûrîne,ta em jêre peykerekî çêbikin,tevî ew kar bi xwe gelekî mezin û nirixdare,yan jî wî kesî xwîna xwe di ber miletê xwe de erzan rijandibe,di gel heger cîhan bi hemî dar û av û axa xwe ve bibine peyker hemberî wê xwînê hindikin.
Gelê Kurd jî yek ji wan gelê cîhanê ye ko bi sedê salane ew di ber mafê xwe de kar dike,û bi sedê hezaran Şehîd û birîndar û girtî jî dane.Lê dîse bi tenê wê navin bimînin sembol û nîşanek ji xebat û berxwedana vî gelî re.Û ez li vir nabînim ko ji mafê mine ez bawernameyan li tu kesî bela bikim,ji ber ev ji mafê miletekî ye, û ne ji mafê partiyekê yan saziyekê û dezgehekê bi tenê ye jî,belkî em dijiyana xwe de ji kesnan hez bikin,lê ev nabe sedemek ko em wî mîna peyxemberekî bighînin asîmanê heftan.
Beramber vê yekê em vê pirsê jî li vir dikin:gelo çima îro em dibînin ko gelek peyker têne herifandin û rûxandin raserî cîhanê tev de...?
Du nimûne hene em dikarin wan nîşan bikin divê gotara xwe de,tevî dehê nimûnan jî hene.
Gelo çima peykerê kesin wek (lînîn) û (sedam huseyin) me dît bi çi şêweyî hatine herifandin,û peykerên kesin wek (cewahrî û beyatî û tişîxof û dostofiskî û niyûtin û nîtişê,cubran,…hd)  hîna bi serbilindî celde û xaçeriyên Iraq û rûsiya û welatin cîhanê av didin…?
Belkî hinek min rexne bikin ku min navê tu navdar û simbolin Kurdî ne nivîsandibin,lê wek min li jor nîşan kiriye,ez nabînim ku ji mafê min e ez tu kesî bilind bikim û hinan jî daxim,ev ne karê mine lewra min tu nav div ê gotarê de wek nimûne binav nekirin.
Di dawî de dîse em dibêjin rûmetgirtina navdar û nemirên miletan li ser wan sincekî mirovaniye û belkî em bijên ku yek ji nîşana şaristanî û têgihiştina wan gelaye.Lê gelo ev peykerên sax û ko rojane bi mere dijin û em serê xwe ji sîtav û reşayiya wan re nixûz dikin,kengî emê ji wan û perestina wan rizgar bibin..?û bi rastî kesin hêja hene ko weke alekê mirov wan di asîmanê xwe de bilind bikin,da nifiş û genceyên ko piştî çend dehsalên ko bên ew wan kesan û ked û xebata wan bi rûmetgirtineke mezin bigrin…?
silemanazer@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark