Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pêşketina jina kurd di sedsalekê de

 


Dr. Heznî Haco
Heznihajo@ hotmail.com

    Bişarê Çeto, Gulê, keça Derwêşê Fetah beg - ku di dawiya sedsala 18ehan de ji rojhilatê Kurdistanê bi beşek ji eşîra xwe ve koçberî bakurê welêt bibûn û li herêma Xerzan niştegih bibûn, û li gundê Zoqê kelayek bedew avav kiribûn – ji xwe re dixwaze. Bişar pirr jê hez dike, lê rojekê dibîne ku va Gulê ketiye dîwanxana mêvanan de – ku ji mêvan vala bibû – û dixwaze bibîne ka paqij e yan na. Bişar wê li wir dibîne. Jê pirr  tûre (aciz) dibe û serê wê dişikîne û jê re dibêje: Tu li vir çi dikî? Ma tu nabêjî ku ji nişka ve mêvan hatin?


Di wê rojê de Eliyê Yûnis axayê Qewmê Çiyê dibe mêvanê Bişar. Xizmayetî (ehlîtî)  di navbera mala Çeto û Eliyê Yûnis de hebû. Perîşana Eliyê Yûnis jinek ji yên Cemîlê Çeto bû.
    Bişar, ê ku destê xwe li Gulê hilda bû, poşîman dibe, di dîwanxanê de diçe û tê û pirr diqebiçe. Elî yekser lê tine der. Jê re dibêje ku nabe ku tu piştî ku te destê xwe li jinek xwe hilda, tu li ber bigerî û dilê wê xweş bikî. Elî serpêhatiya xwe bi jinek ku nuh ji xwe re guhestbû weha radixe: Piştî min Eyşê anî, xwest ku ez êdî bi ser Fatim de neçim. Min pirr caran xwest wê liber bixim ku tobe bike vê yekê hew ji min bixwaze, lê hewldanên min bê sûd man. Min ew xist xaniyê karikan, derî lê asê kir û ji  Xingê ya berdestî re got ku heger ew nan û avê ji Eyşê re bibe, dê ew jî bikeve xaniyê karikan. Piştî hefteyekê ez çûm ber derî û bangî Eyşê kir û jê re got: Eyşê! Te tobe kir. Dengê Eyşê bi xurtî hat û got; na. Ji hêza dengê wê min dizanî ku ew bê nan û av nema ye. Min ji Xengê re da xuyakirin ku wê ev tişt kiriye û jê re got ku heger ev yek dubare bibe ew jî dê bikeve kêleka Eyşê. Her du-sê rojan ji derve ve min bangî Eyşê dikir û jê daxwaz dikir ku tobe bike, lê her ew li ser ya xwe dima û digot; na, ez tobe nakim. Min ji lawazbûna dengê wê ku roj bi roj lawaztir dibe anî der ku tobekirin nêzîk dibe. Di dawiya hefteya 3iyan de Eyşê tobe kir. Wê ji "zindana" wê derdixin û 3 rojan pilorê (xwarinek şilavî) didin wê, daku roviyên wê hêdî hêdî werin nermkirin. Tê ser xwe û dest bi reftarek nuh î mirovane li hember hewiya xwe Fatim dike.

   Min ev serpêhatî bi kurtî raxist daku wêneyek ji rewşa jinên kurd ji beriya sed salan ve bînim ber çavan. Xanimên ji malbatên bi navûdeng, ku mêrên wan pirr hez ji wan dikin, çi dijwarî li wan dihat kirin û di çi warî diman dema ku di cavên mêran de "zêdegavî" dikirin.
    Teqez nabe mirov bi çavên roja îro reftara kesên wê serdemê binirxîne û bi reftara ku bi jinên kurd ên vê heyamê re dibe, bipîve. Li seranserê cîhanê hînjî jin bi dijwariya ku mêr lê dike rû bi rû dimîne, lê li pirr deverên pêşketî mafên xwe nas kiriye û li gor wê jî gavên xwe diavêje. Li van deveran, mêr ne weke Îsa dibêje; ta 10an bihijmêre û piştre reftara xwe nîşan bide, niha divê ta 100î were jimartin taku mirov biwêribe destê xwe li jina xwe, hil bide. Mixabin ku li vê rojhilata me yî navîn de bi giştî hînjî dijwariyek weha li hember jinan dibe, ku mirov jê matmayî dimîne. Ev nayê wê wateyê ku guhertinin erênî di vê mijarê de peyda nebûne.
    Di serî de dixwazim bibêjim ku gavên pêşîn ên guhertinan – heger kêm bin jî - ji bal sistemên ku van welatan birêve dibin hatin avêtin.
Bawer dikim ku mirov ber pê tê ku sistema dewleta tirk e – ya ku tu rê ne hişt û bikar neanî, da ku gelê kurd, ê di nav xwe de, bihelîne – ya ku dikeve serê vê listeyê.
    Hewldanên dewleta tirk, xwe di gelek waran de nêzîkî Ewrupa bike û   sekularizm a (Layikizm, ilmanî)  danêrê dewleta nuh bişopîne, yek ji sedemên sereke bû ku rê li ber jinên vî welatî hinekî vekir. Rast e ku ta demek dirêj mêrê kurd – ku ji navenda desthilatdariyê dûr bû – li gor şerîeta islamê, dikaribû zêdetir ji jinekê ji xwe re bîne, lê dawî bê çar ma - li gor qanûnên heyî - were girêdan.
   Tevî ku rewşa aborî ya dewleta tirk ji demek dirêj ve pirr lawaz bû jî, zarokên keç jî hîn di wê demê de dest bi çûna dibistanan kirin.
    Piştî cenga cîhanî ya duyem, DYA projeya Mashall danî daku li hember bloka sosyalist – a ku Sovtyetê serkêşiya wê dikir -, li rojavayê Ewrupayê pêşketinek xurt a aborî, civakî, kultûrî ûhwd, da afirandin.
Di sala 1957an de, karwanên karkerên tirk berê xwe dan Ewrupa. Almanya rojava bû qûnaxa sereke ji van karwanan re. Demek dirêj derbas nebû malbatên kurd jî, li pey hev, pekîn Ewrupa.Vê yekê, pêşketinek civakî li Tirkiyê jî bi xwe re anî. Bi rengekî ne yekser be jî, çavên jinên vî welatî zêdetir hatin vekirin.
   Li vî welatî, jin ne tenê bû endam di partî û sendîkeyan de. Ew bi rêjeyek ne kêm kete rêveberiya wan de.
    Mirov pê re be, yan li dij be, li başûr-rojhilatê vî welatî, ku beşekî Kurdistanê ye, tevgerek û birêxistinkirinek jinan î pirr xurt niha peyda bûye. Kê, û çawa ew hat afirandin, ew mijarek din e.
    Ji xwe ve ye ku sedemên ku dilêlin jin çavbel bibe, dihêlin ku vêca mafên xwe jî baş nas bike, û bi wan jî vêca li hember dijwariya ku li hemberî wê tê kirin, raweste. Xwepêşandanên ku li pirraniya bajarên bakurê Kurdistanê û metropolên tirkan beriya çend rojan hatin dîtin û hîn jî di rojevê de ne, nîşanên ber bi çav in ji van pêşketinan re.

    Li rojhilatê welêt, li bajarên mezin weke Kirmanşan, Sine, Seqiz, Mehabad û Wirmê, pêşketinek pak di rewşa jinên kurd de peyda bûye, lê hatina desthilatdariyek olî yî pirr hişk, bandorek neyênî ji gelê Iranê bi giştî, ji jinan re bi taybetî bi xwe re anî. Jinên kurd ji du aliyan ve hatin çewsandin, ji aliyê ol û netewê ve. Ji ber vê ye jî ku em her serê demekê jinên di bengîniya jiyana xwe de tên sêdarkirin. Bangewaziyên rêxistinên  mafên mirovan yên herêmî û yên navnetewî, bê kelk (sûd) dimînin
    Li rojava jî astengiyin hema bibêje ji heman rengî rû dan. Sistem, gurbûna olperistiya islamî, ya çavlêkirî, û bandore hijmarek ne kêm ji rêxistinên me yî siyasî, pêvajoya xwezayî ya pêşketina jina kurd aloz kir. Ez dizanim ku destnîşankirina vê sedema dawîn dê hinan bitengijîne û min bike armanc ji rexneyin tund re. Ez li vir tenê yek pirsê dikim, a ku berî min jî camêrnan kiribûn: Çend jin ji dema damezrandina rêxistina yekemîn î kurd di sala 1957an de bûn endam di komisyonên navendî û polîtbîroyên rêxistinên me de?
    Teqez di rêxistinên civakî û kultûrî de, rê li ber tevlîbûna jinê hat vekirin ku ew xwe bi awayekî ber bi çav bibîne, lê di avakirin û rêvebirina wan de jî ew di rêza 2iyan de bû, û mixabin hînjî dimîne. Bi gotinek kurt hînjî hevsarê – ez ji jinan lêbûrînê dixwazim ku vê gotinê bikar tînim – wê ne di destê wê de ye, herweku baş dizanim ku jinin pirr azad, têgihiştî û xwedan hunerin hêja – bi taybetî di ware wêjeyê de - di nav civata me yî vî beşê welêt de, peyda bûne. Dîsan mixabin ku ev têgihiştin, azadbûn û hunera hêja nekariye hinekî ji serdestiya mêran kêm bike. Li vî parçeyî jî hîn jin ji serpêhatiyên trajîk weke xwekuştin, lêdan û bêrûmetkirinên din rizgar nebûye.   
 
    Li başûr, tevî ku ji 17 salan ve desthilatdariyek kurd î ku hêviya
hemu kurdan pê hebû û hînjî heye, jin ji her sê parçên din pirrtir tûşî reftarin kirêt û nemirovane dibe. Rêjeya xwekuştin û kuştina bi dest mêr, bav û birayan yekcar zêde ye. Ew hînjî di rewşek paşketî de hatiye hiştin ku mirov jê matmayî dimîne. Sinetkirina wê simbola paşketinek seyr e. Erê ji kevneşopên civatî tê, lê kêmtirxandineke ku dikeve ser milê rêvebirên siyasî û civakî de. Rast e ku ev demeke baş dirêje ku rêxistinên jinan hatine avakirin, hijmarek pak ji jinan hatin hilbijartin jibo parlemana herêmê, lê ev biryara parlemento ku maf dide mêran ku zedetir ji jineke ji xwe re bînin, ne li gor hêvî û daxwaza nifşên pêşketî ye. Ew li dijî bîr, bawerî û xwesteka nîvê civaka kurd e, ku ji jinan pêk tê.

    Tevî hemu rexneyan jî, lê mirov dibîne ku jina kurd gavin fereh avêtne û niha helsûr e ( bi israr e) di sitandina mafên xwe de. Tiştê tê xwestin ew e ku mêr jî ji dêlva ku astengiyan ji pêşketina wê re derxe, bi destê wê bigre û wê pêş de bibe. Sed mixabin ku mêr di civake kurdewariya klasîk de, di vî warî de hîn pirr li paş e û naxwaze ji ya xwe were xwar. Biryara parlemana Kurdistana azad nimûna vê yekê ye.  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark