Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Êzidî û dijwariye jiyanê 1-3

 


Amer Çelik

-Gelo Êzidiyan, di bin bandor û dijwariya jiyan tahl û dijwar de,çawa dikarîn ola kurdan ya kevinar bighîne qûnaxa îro?!...
-Kurdên resen (Êzîdî) Çawa  ziman,kultur, tevî wan ferman û komkujan vî zimanî, kulture, olê parastin heyegihandin qûnaxa îro?!....
Xwendevan û dilsozên Êzidiyatiyê , belê  dilsoziyên resene kurdiyatiyê.


 Îro roj êrîş û şerê li ser ol, kultur, zimanê kurdî,(Êzidiyatî) ne ji êrîş, şer û fermanê  derbas buyî kêmtir û sitstirin!!....Wek em tev dizanin ku kurdên Êzîdî bi sedan komkujî, ferman talan,û lehlî bi ser wan de hatine, bi mebeste du sedeman!.. Ol û ziman (netw). Heger mirov lêkolînek baş û durist ji dîrokê  lêbike diyar dibe ku gelek caran sedemê  ziman(netew) dibe sedemê serekî, bi kêmasî li ba neyarên netewiya kurd,sedemê serkî bû, lê veşarî û di bin stara olî û hêncete kafiriyê bû.
…Van çend salên derbas buyî  bi taybetî  bi derbasbûn leşkerê Emrîka û hêrvandine komara Al ba`es (Sedam).  Êzidiyatî û êzîdî bûne armanca dijminê Êzidiyatîyê û Kurdiyatiyê .
“ Êzidî ne Kurdin !..Zimane me Êzidikiye!...Windabûne mafê Êzidiyan li Bexdayê, belê heya li Kurdistan ê bi xwe jî, neguhdane herêmên Êzdiyan, taybetî Singal ji aliyê hêzên kurd ve û hinek sedemê din” Ev sedem bûne kelem di nav bera kurdan xwe bi xwe ve (Kurdên Êzidî û karmendên Kurdistan ê. Mixabin ku dijiminê kurdatiyê û Êzidiyatî di gelek qûnaxan  karê xwe bi hinek Êzidiyan ji aliyekî û aliyê din jî bi kurdên Musilman bi xwe jî, dike û wan jibo xwe li dijî kurdatiyê û êzidiyatiyê pêk tine. Lewma me dil heya ku div ê gotare xwe de li ser ferman û komkujiyên bi bi ser Êzidiyan de hatine bi çend beşan jibo xwendevanên hêja re birjînin ser kaxezê. Ta ku dijim û  dostê Êzidiyatiyê bizanîbin ku kurdên Êzidî di bin dijwariyê jiyane tahel û dijwar de ziman kultur ola kurdatiyê gihandine qûnaxa îro. Her çiqasî me nedixwest ku em tehliya jiyanê û fermanan dîsa bînin ziman, lê mixabin nezaniya me kiriye ku îro pêwistiye bi çend agehdariyên dîrokî hebe û bi taybetî ferman û komkujî ku hatine sere gelê me. Helbet mebeste me ne ewe ku em bêjin kurên Misilman  zordarî li kurdên êzidî kiriye ! .
Berî em Ferman û komkujiyên ku bi ser Êzidiyan de hatine behs bikin, gelo şer devkî jî li dijî van Êzdiyan hebû…Bi hevokeke din axaftinên tehel û ne rast ji aliyê dijimin de li ser Êzidiyan dihatin gotin..??

Xeleka
1
Derew û bêbextî :      
 LI ser zimanê  û  nivîskarê Turk Aolî Çelebî ku dibêje; dema jina Êzidî diwelida  zaroka xwe çend rojên pêşin ji dêlikê(kûçikê) şîr dide lê pêwîste dêlik reşe be (rengê kuçikê REŞ be) !!!!!!!.....Her weha Çelebî dibêje; ku dema kuçikê reş li ba Êzidiyan dimire Êzîdî wî kuçikê bi ava pîvazan dişon û  paşê kefen dikin û  dadixin çalê(tirbê) 
Di pirtûka rêwîgiya ber bi Bexda de hatiye ku Êzidî sihra reş pêk tînin, di vê sihrê de şeraba eşqê ji qelendine goştê însanekî mirî çêdikin!!!!! Her weha bêbextiyan dikin û dibêjin;ku  Êzîdî goştê însana dixwîn!!!!!!!!!!!!!!!!!!(. Bi dehan derew û bêbextiyê weha li ser Êzidiyan hatine gotin. Her weha    digotin ku sitroyê wan hene. Êzîdî Kafirin, xwedê nas nakin, kevir û beran di parêzin, ar parêzin …..uhw. Belê gelek bêbextî hatine gotine ku mirov nikar binvîse.
Tu hewcedarîya ku em bersivê li ser van bêbextiyan binvîsin tune !!....
Ferman û komkujî:
Têbînî
xwendevanên hêja;bibuhînin heger bêt û ferman yan komkujî li gora dem salan li ne du hev werin. Bi rastî em li vê yekê nesekinîne.
Li seran-serî welatê me (Kurdistan) ji çol û çiyan newal û misîl, çem û çîman, kopik û zinar bostek ji welatê kurdan Kurdistanê nemaye ku çîrokek dilêş û xwînrêjiyek li ser nehehatiye gotin û teqîn. Em dikarin weha bêjin ku bostek ji welatê Kurdistanê nemaye ku   bi xwîne kurdên Êzîdî  nehatiyê av dan.
Di dîrokê de tê gotin ku Muslimanî di sala 640 z  derbasî Kurdistan buye  û kurd Musilman bûne . Tê gotin ku  kurdên çiyayên asê di wê demê de Musilman ne bûne . Di çiyan de Êzidiyan ola xwe parastine .
-Ferman yekemîn di dema Omer ibin Al-Xetab de bi serkêşiya Etbatu ibin Ferqed, ku hate Mûsilê, ava mezin(Cemê Dicla) derbas kirbû ketibû  gundên Êzidiyan wekî Merkeh bahzre(ba`edrê), Hebtûn, Dasin, hiyane…  Belê hemu gundên kurdên Êzidî.(1)
-Di sal 763 z de Di demên xelaf al-Abasiye de, Êzidiyên çiyayê Dasin bi şoreşekê li dijî Abasiyan rabûne, tê gotin ku şoreş bi ser dikeve û Mûsilê distînind, lê Cehfer Mensur leşkerekî amede dike bi serkêşiya Xalid Al-Bermekî ji bo vemirandine şoreşê. Bi vemrandine şoreşê re bi sedan Êzîdî têne kuştin û hêsîr kirin.
-Di sal 906an de  kurdên Êzidî kurdên Hezbaniye (eşîraHababat) bi serkêşiya serokê eşîrê  Hîlal Al Hezbanî şoreşek li dijî Abasiyan gur dikin , lê Abû-al-hîca bi arîkariya eşîrên Erebin li der-dorên Mûsilê ew şoreş vemirandin û ketin gundên Êzidiyan (2)
- Teteran jî wekî vanên din ferman û komkujî bi ser Êzidiyan de anîn. Di sala 1259an yê z Holako bi leşkerekî zêda û  mezin ji Tebrîzê derket ber welatê Sûriya û dema ku leşkerê wî di herêm gundên Hakarê re derbas dibe ,li pêş xwe ter û hişk şewtandin kujtin talan wêranî bi ser herêma Hekarê de anîn.(3)
- Di sala 1401 z dema ku Teymûr Leng ku Kurdistan dakirkir kirbû . Her weha Tomas Merzubes dibêje ku Teymûr Leng bajarek û çar gund ji warên rojperstan(Êzidiyan) ji kok de wêran kirin.    (4)
Hukmdariya Îmad el-dîn Zangî  bi dakirkeriya warên kurdên Êzidî destpêdike. Ewî êrîş birbû ser Êzdiyan  di sala 1142z Ji Amedê tevî gund û bajaran,  HesenKêf kirbû , heya bigha bajarê Al-Eqra  (Aşhb) heya ku digha Lalişa nûranî û bi Êzdiyan re şer dike. (5)
- Sulêman ibn Nasir êrîşekê dibe b ser Êzidiyên herêma Amedê heya gihîşta Mûsilê kuştin û komkujên ku Sulêman ibin Nasir bi ser Êzidiyan de anîbû  ne tê gotin û ne wesfandin, helbet ji hovîtiye ku leşkerên Sulêman ibin Nasir bi Êzidiyan kiriye.
-Di sala 1254z de Bedredîn Lûelûe Leşerekî mezin  dişîne ser Êzdiyan, şerekî dijwar tête meydane, di navbera leşkerê Bedredîn û Êzidiyan, ku Êzidî bi serkêşiya Şêx Hesen bûn. Tê gotin Ku Berdredîn Lûelûe gelekî ji Şêx Hesen ditirsiye. Ya  nebûyî Bedredîn bi ser Êzidiyan de anî. Yê ku ji şer xelasbûbû û hêsîr ketibû destê wan tev  bi dar ve daliqandibûn. Mîrê Êzidiyan (Şêx Hesen) bi deregehê Mûsilê ve daliqandibû. Belê ji vê jî zortir çûne Lalişa nûranî bû.Gora Şêx Adî kolan û li hestiyê wî geriyan. (6)
Dûmaye heye   …..Xeleka  2
Di dema dewleta Sefewiyan de jî ferman û komkujî bi ser kurdên Êzidî de hatine. Di sala 1414an z de serkêşekî leşkerî ji welatê Ecem ve hatiye ku navê wî Cela-dîn Muhemed ibin Ezetdîn  Yusif Al-hilwanî ku tevî leşkerekî mezin ji Ecem tê û   li herêma çiyayên Hekarê êrîşekê dibe ser Êzidiyan. Mixabin ku her weha di dîrokê de tê ku Ezedîn Bextî (Botanî) arîkariye leşkerê Ecem dike û her weha Amîr Tukel Kurdî xwedanê(Seranş) û Amîr Şemsedîn Cerdeqîlî, tê gotin; ku tevan bi hevra êrîş birine ser Êzidên çiyayê Hakarê. Heta ku  gihîştine Lalişa nûranî , bi sedan ji Êzidiyan hatine kuştin û hêsîr kirin. (7)
Di sala 1643 z de ji Tebrîzê Şah Nadir leşkerekî ku ji çend êlan hatibû damizrandin bi serkêşiye Alî Teqî-Xan Elmekrî tevî leşkerên nizamî êrîşê dibine ser Êzidiyên eşîra Mehmudî. (8)
Her uisa di sala 1744 dîsa Nadir Şah, Şahê Ecem leşkerekî mezin bi serkêşiya Mehirdost Beg Ker-Oxlo  dişîne ser Êzidiyên eşîra Balbas .
Di gotar hêja bavê Dasin de, ya ku di govara ROJ hijmara 6 an de hatiye weşandin dibêje; ku di  Dêra Meriyam Al-Ezra ku li bajrokê Baxdîde (Qerqoş) de ye,ku keşa Hebeş reş nivîsek nivîsiya û dibêje ku dema eskerê  şah Nadir hawîr dorên bajarê Mûsil digire,sala 1745z piştî ku leşkerên Şah Nadir nikare Mûsilê bistîne. Nadir Şah berê xwe dide gund û der,dorên bajarê Mûsilê, bi taybetî gund û herêmên kurdên Êzîdî.
leşerekî dîşîne xwedê girevî şerê kafiran heya digêjin çiya  û Lalişê jî, bi sedan Êzidî têne kuştin, talan wêranî , jin û zarokan jî bo xwe dibin.  Her weha Nadir Şah   leşkerekî ku ji duwanzdeh hezar(12) Evxanî hatibû damizrandin bi serkêşiya biraziyê wî Elî Qulî-Xan şandibû ser gundên Êzidiyan. Bi dehan gundên Êzidiyan wêran û talan dikin , taybetî navbera çiyayê Meqlûb û Zêbara, kerb û kîne xwe li ser merdalên Êzidî   diteqînin. Şingal tevî çend gundan wêran û talan dikin. Bi sedan kurdên Êzîdî têne kuştin, ya nebûyî ser Êzidiyan de tînin. Her uisa Nadir Şah di sala 1743 z de jî bi leşkerekî ku hijmara wan digha  bîst hezar esker  dişîne ser gundên Êzdiyan  Başîk û Bahzan ê  Şêxan û bi sedan Êzîdî kuştin.(9)
Li gora erf û pirtûkên pîroz di yek ol û dînî de kuştin, talan, wêran, zordarî nehatiya nivîsîn. Em dikarin weha bêjin ku ol bi xwe rehma ji ba yezdane,  ji bo insanan.  Mirovan di rêya qencî û pakiyê de bişîne, ji rêya kuştin û nebaşiyê vedigerîn!!.. Lê dema ku zordarî yan jî kuştin û wêranî bi ser miletekî de tê bi mebesta baweriya wî miletî yan jî baweriya wan ya olî, helbet ji têneghîştin zordar û mêrkjan ve bi rehma yezdan, ilmê olî ye. Em vekir bêjin!.... Dema ku Kurdên Musilman arîkariya dijmin dikirin û birayê xwe Kurdê Êzidî dikuştin…, helbet ji nezanî û têneghîştine wan ya olî bû. Mebesta djimin bi xwe jî,  ku kurdan bê hêz bike û bi navê olî hukmdarîyê li kurdan bike, welatê wan ji bo xwe bihêla!.....!?
Emîr Seyfedîn Emîr Al-amadiya di sala 1534z de êrîşekê dibe ser îmaret Dasin (Duhok) û Şêxan. Şêxan distîne û dixe bin destê xwe û Şêxan ê bi milkê xwe ve girêdide.
Ismayil paşa waliyê al-amadiya di sala 1790z de êrîşekê dibe ser gundên Şêxan û Mîr Çol beg dikuje û mîr Xencer di cihê wî de dike mîr. Her weha Di sala 1794 de Îsmail Paşa ji Mîr ê Êzidiyan Xencer Beg diqehire, mîr Xencer dike zîndanê . Çawa ew danîbû Mîr, usa jî dîsa Xencer Bêg radike û di cihê wî de kurê Çol Beg Hesen Beg li ser Êzidiyan dike  Mîr.
Bi rastî gelek mîrek  weliyên  Al- amadiya ferman bi ser êzidiyan rakirin!. Wekî Elî Xan-Beg birayê Îsmayîl Paşa û uisa Qebad Beg  Mîr ê Zaxo …..uhw (10)
Di sala 1585 z de  Elî Sîdî Beg ku ew bi xwe ji mîrekê Botanê bû Leşkerekî ji kurdên Botanê damezirînê û diçe ser Şîngalê bi sedan kurdên Şîngalê(Êzidî) dikuje. Her weha Xerc û bêşê datîne ser wan.
Fermana Mîrê Kor: Bi geveza(fitine) Mele Yahiya Mezûrî , di sala 1831z de Mîr Mihemed Paşa(Mîr ê Kor) Mîr ê Soran  fermanê dibe ser Êzidiyên Şingal, Şêxan heta bigha Duhok û Zaxo. Li gor rûpelê dîrok reş ku ev ferman, li ser Êzidiyan fermane here bi bandor û dijwar bû. Kuştî û birîndar bi hezar- an bûn. Tê gotin ku deh hezar jin û zarok bi xwere birin, bi darê zorê ola îslamê bi wan dane qebûl kirinê. Li vê yekê jî Mîrê Kor  nesekinî, Mîrê Êzîdxanê Mîr Elî Beg  li ser pira Rewanduzbi dar ve dadileqînê, sê roj û sê şevan canêMîr li ser pir Rewanduzê daleqandî dimîne!.....
Mîrekê Erdelanê  Xan Ahmed-Xan Erdelanî  fermanê dibe ser Kurdên Êzîdiyên  welatê Xaltan li herêma bajarê Betlîsê li bakurî Kurdistanê. Tê gotin ku şer bi  heyvan dom dike, Êzidiyan jî berxwedanek bi rûmet û  mêrxasiyeke hêja kirine, lê dawî piranî bi ser ketiye û Erdelanî wêranî bi ser eşîra Xaltaniyê de aniya.
Eşîra xaltan cîh û warê wan ; Ji Batman û Bişêriyê heta Betlîs û wan, Rûha û Qers, sînorê Wêranşarê, Sînorê eşîra Şerqiyan û Milan.Hetanî çerxê 14an ev herêm dev warê Xaltaniyê bû. Em ê xelekên  pêş de xeleke taybet ji fermanên welatê Xaltan(Xaltanî) re veqetînin.
Di demên walî Elî Paşa de Pîr Receb Zêbarî  serkêşiya leşkerekî  taybet ku bi fermandariye Mûrad Paşa ji bo arîkariye leşkerê Elî Paşa ku ew demek bû şerê Êzidiyan li herêma Şingalê dikirin.  Pîr Receb Zêbarî şesed nefer esker amede dike û diçe Şingalê tev leşkerê Elî Paşa şerê Êzidiyan dikin . Tê gotin ku Şingaliyan mêrxasiyeke hêjaî gotinê kirine û şer û fermanê bi heyvan dom kiriye.
 Êzidiyên başûrê kurdistan ji talan û fermanê Celîlîyan jî xelas nebûne.(Imart Celîliyan-Mûsil)Ev îmaretê zordarî û kotekiye xwe li îmaretên kurd yên li der û dorên Mûsil dikirin ku îmaretên kurd jî  hukmdariye dewleta Osamanîyan li ser xwe qebûl bikin. Wek îmaret Behdînan. Piştî ku kurdan hukumdariye dewleta Osman li ser xwe qebûl nekirine , Husên Paşa Celîlî di sala 1740z êrîşê dibe ser îmaret Behdînan wek herêma Şêxan, Nafikirû çiyayê Meqlûb…. Her usa di sala 1778 waliyê Mûsil, Mihemed Paşa Celîlî jî fermanê dibe ser Êzidiyan…!! Di dema waliyê Mûsil Hac Abdulbaqî Celîlî ku fermanê dibe ser eşîra Dina û wêranî, talanî  kuştin bibe para Dina…!!“Eşîra Dina îro roj li bakur û başûrê kurdistanê dimînin.Li başûr li herêma şingal gundê Xanesor û hinek gundên din ekincîne.“
 Piştî çardeh salan dîsa Mihemd Paşa Celîlî fermanê dibe ser Êzidiyên Şingal Heşt gundan ji Êzidiyan distîne  û dike bin hukmdariye xwe û gundên din jî dişewtîne, talan û wêran dike. (11)

Dûmaye heye   Xeleka 3

Dewleta Osman( Osmanî)….Roma reş …Turk…!?? Ev hersê peyv li ba kurdan peyvên tûj, dijwar û hovîtî ne. Bi taybetî li ba kurdên Êzîdî.
Dema dewleta Osmanî kete rojevê, êş, jan, kuştin û talan, qirkirin û wêranî…uwha hertiştê xerab û dijwar ji bo Êzidiyan bi xwere anîbû rojevê. Jîndar dibêjin û bi taybetî Êzîdî dibêjin ku çarsed salên hukimdariye Osmaniyan Kurdên Êzîdî rojeke bê xwîn rijandin nedîtin. Ji Sêrtê û Bedlîsê, Batman, Bişêriyê û Wêranşarê, Ji Amed heya Hekarê, ji Duhokê heta Şingalê. Ev gund û bajar û bajarok bi salan di bin cezme û piyên hespê  Osmaniyan de,di bin wê xwîn rijandin û wêraniyê de jiyan e.
Ferman û komkujên  Osmaniyan (Turkan) ne wek ferman û komkujên din bûn û ne di wî rengê fermanan de bûn. Nevbir (rawestin) tune bû. Ji salê heta salê bû, roj bi roj bû. Heta rêk û tedbîrên şer û fermanan ji şer û fermanên din cuda bûn. Helbet ji wan bi hêz tir û dijwartir bûn.

Ez nizanim!.. Êzidiyan çawa ferman hijmartine û dibêjin heft û du-sê ferman bi ser mede hatine!?... Ez bi xwe dibêjin û weha dijmêim; 173, 373, belê 573 ferman yan jî hezar û heftê û sê ferman(1073). Gelo dema ku sed(100) yan jî pêncî(50) mirov bête kujtin deh(10) zarok werin revandin û pênc qîz (jin) were lewtandin evê yekê em dikarin bêjin; Ferman  e yan komkujiye …!? Heger ferman be em dikarin bêjin ku fermanên bi ser kurdên Êzîdî de , di dema dewleta Osamaniyan de hatine…Hezar û heftê û sê ferman in!!.....Çîrok û serpêhatiyên Êzidiyan ku ji bav-kalên xwe hilgirtine û dibêjin ku ji salê hetanî salê şer û kujtin  di dema Osmaniyan de li ser herêma Êzidiyên   (Êzidiyên welatê Xalta-Êzidiyên Bişêyê-Batmanê).   şer û kuştin her çar demî sal li ser Qesra Baxizmê bû. Nimûne; “ Şerê Ridiwanê, şer û fermane kevirê qul(gundê Dela), şerê Çemê Xerza (Ridiwan), Şer û komkujiya Qubîn (gundêQubînê), şerêTêlanê, (gundêTêlanê)    şerê Zivingê (zivingan), şerê Erenzê (Erenze-Şêxan- fermana Mîrzikê Zaza axa û serkêşê Êzidiyan .), Şer û ferman e Qurtelanê ( gundê Qurtelan). (12)
Ji Sêrtê hetanî Bişêrî û Batmanê Sêsed û şêst û sê gundên Êzidiyan hebûn(363). Tê gotin ku Tawisa Êzidiyan(Tawisa Xalta)… ji sale hetanî salê li nav gundên herêmê (Êzidiyan) digeriya, roja dawî ji sale(li gor hijmare Tawisê ya salê) li gundê ku dest bi gerê kiribû disekinî, wekî Êzîdî dibêjin Tawis mor dikirin û dîsa Tawis ê dest bigera xwe dikir û nave wî gundî Xirbe Tawis bû.  Îro roj ji 363 gundan çar gund nemane!... Tev wêran bûne. Eger em her gundekî bi fermanekê bihesbînin fermanên me yên herêma êla xaltaniyê bi tenê sêsed û şêst ferman in!...
  Gelo bo çî nerîne Osmaniyan li himberî Êzidiyan ferman û qirkirin bû ?!
Du sedemên serekî hebûn.
1-    Sedemê netewî bû, ku Osmaniyan  mîrgehên serbixwe û negirêdiyê wan bûye qebûl nedikirin!...
2-    Sedemê olî ku mirovên ne Musilman bûye kafir didîtine û kuştine kafiran jibo wan xêrbû!....    
Piştî kuştine Mîr Hisên Begê mezin, Êzidiyan jî li himberî Osmaniyan şer kirin. Osmaniyan jî biriyara ferman û qirkirine Êzidiyan bi nave  miftiyê dewletê Abu al-Sieud al- Emadî dabûn. Evê fermanê dergehê tirseke mezin di rûwyê Êzidiyan da vekirbû  û rojên wan yên zêrîn beru  tarî ve biribûn…(13)
Aoliya Çelebî dibêje: Di dema Sulatan Ibrahîm sultanê Osmaniya sala 1638z  ku waliyê Diyarbekir Ahmed Melek Paşa bû, Fermanê dibe ser Êzidiyên Şingalê û zêdeyî 13 hezar insan di vê fermanê de hatine kuştin. Her weha Omer Paşa dema hukimdariye xwe, de bandora xwe ya dijwar rojekê jî li ser Êzidiyan  kêm û sist nekir bû.
Di sala 1715z de bi biriyar Sultan ê Osmaniyan, Hesen Paşa fermanê dibe ser Êzidiyên Şingalê, di vê fermanê de care yekeme ku leşkerê Osmaniyan Topê di şer de bi kar tînin. Bi dehan zarok û zerî û esmerên Êzidiyan hêsîr bi xwe re birin û bi darê zorê namûs bin pî kirin.
 Sulêman Paşa ji Bexdayê tevî leşkerekî mezin tê Mûsilê û paşê berê xwe dide Êzidiyên Şingalê . Bi sedan kuştî û birîndar, Sulêman Paşa li dora sêsed(300) hêsîrî dişîne bajarê Astan e.Li ser vê fermanê (Sulêman Paşa) di pitûka Kerkoklî,resol-Dewht wezeret(tirkî) hatiye ku  Sulêman Paşa li ser daxwaze serokê eşîra Şemir ku xwedê giravî namak ji bo  Sulêman Paşa şandiye Bexdayê û ji wî daxawz kiriye ku fermanê bibe ser kafirên Şingalê, (Êzidiyan) û Êzidiyan bi edeb bike!....
Di sala 1794an de leşkerekî mezin bi biriyara waliyê   Bexdayê Sulêman Paşa bi serkêşiya Abdula Bêg Xerbendt  ferman tê gundên Şingalê , gundan wêran dikin mal û heywanan tevî sêst qîz û zarokan jî bo xwe dibin.
Abdul-Ezîz Bêg kurê Abdul-lah al-Şawî ji Bexdayê di sala 1799 an z de fermanê dibe ser gundên welatê Şêx(Şêxan) pazdeh(15) gundan wêran dike wekî hemu fermanên Osmaniyan Jin û zarokan hêsîr bi xwere dibin û çilû pênc(45) mêran serjêdikin û serê wan bi xwere dibin diyarî ji bo waliyê Bexdayê re.
Qapiyê bilind li Stenbolê(Bab al-Elî) di sala 1890 leşkerekî pir mezin bi serkêşiya Ayûb Paşa ku bi darê zorê ola Îslamê bi Êzidiyan bidine qebûl kirinê. Ayûb Paşa ji Amedê dest pêkir.  Her herêmekî leşkerin li wir bi cih kirin heta gihîşt Şingalê , lê Ayûb Paşa di kardariye xwe de bi ser neket lewma jî Osmaniyan dîsa di sala 1893an de bi serkêşiya ceneral Wehbî Paşa (Ferîq-Paşa) bi sedan leşker hetan leşkerê şerê çiyan yê taybet tevî topan bi xwe re hilanîbûn û hatibûn ser Şingal. Di roja 15 miha Nîsan ê  de (1893) êrîş dabûn ser Şingal û gundên Şingal. Sê roj û sê şevan şer domand. Tê gotin ku siwarên Êzidiyan bi şev êrîş dibirin ser çadiran(çadirên leşker) hatîye tomarkirin ku di hersê şevan de 489 leşker hatine kuştin. Her weha Wehbî Paşa celebekî ji leşkerê xwe bi serkêşiya Sedvan ê xwe E`a sim beg dişîne ser Şêxan , tê gotin ku qesra Ba`edrê talan dikin û muqedesatên Êzidiyan bi xwe re dibin Stenbolê. (14)
Lê ferman e Wehbê Paşa(ferîq-Paşa) gelekî Êzidî êşandin,êdî dem û sal ji bo Êzidiyan pêwîst bûn heta ku vegere ser tûndirstiye xwe .
Dûmaye heye
Xwendevanên hêja heta xeleka 4 an bimînin di xweşiyê de.Em hêvîdarin hûn tu ferman û nexweşiyan nebînin.
   Xeleka 4

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark