Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji deve ketiye, ji hop hopê namîne*

 


Elî Cefer
eli_cefer@hotmail.de

Weke xeynî xwe, min jî bi saya hin malperan û ragihandina Yekîtî Niştimanî Kurdistan YNK bi seredana birêz Hemîd Hec Derwêş, sekretêrê Partiya Demoqrata Pêşverû Kurd li Sûriyê bo Îraq û Başûrê Kurditanê bihîst û şopand. Helbet seredana Başûrê welêt ji mafê her hêz, rêxistin, kesayetiyeke Kurd e, nemaze, gava em bizanibim ku di navbera H. Derwêş û mam Celal Talbanî de dostaniyek temendirêj heye. Lê dema seredanê û hevpeyvîna malpera “ Rizgarî “ bi wî re, ligel hin pispisan, ji hevdîtina wî û mam Celal derçûne, bala me kişand û bû palpişt ku em nirîna xwe li ser rûpelan raxin.


Wekî em tev dizanin zincîra pilanên nijadperest yên rijîma Sûriyê li dijî miletê Kurd li Rojavayê welêt berdewam in. Lê, weke hemî rêxistinên Kurd dibêjin ku qirêjtirîn pilan eva dawî 49 e, ya di 10. 9. 2008 an de ji lay serokê rijîma Sûriyê hatiye morkirin ne. Armanca vê pilanê bi kurt-kêseyî tunekirina Kurd li ser xaka Kurdistanê ye, tamarhilkirina wan ji erdê  bav û pîran ne, ji lewre jî, pêwîst bû hemî rêxistin û partiyên me, bi hemî karînên xwe li hember vê pilanê rawestin û beravêtî bikin. Nemaze ew partî û kesayetiyên xwe ji gişa bêhtir xwedêgiravî didin xuyakirin ku berketî û xemxarên kêşa meletê xwe ne, ji wan jî yek mamoste H. Derwêş e.
Piraniya rêxistinên me, çi bi tekane, çi bi hevre bi dehan li Cizîr, Kobanî û Efrînê civîn û seminar girêdan û gel ta radeyekê serwextkirin bo biryara 49 ê, û bi serda jî  biryar standin ku di 2. 11. 2008 an de, xwepêşandanekê li Şamê li pêş perlemanê lidarxin, lê rijîmê wek hercar ew xwepêşandan beravêtî kir. Rêxistina mamoste H. Derwêş ji roja roj de xwe tevlî çalakiyên weha nake, û vê carê jî karîbûn Partiya Yekitiya Demiqrat jî ji rê bêxine, ewanan jî hinek behaneyên pê nebawer ji xwe re dîtin û li mala xwe razan. Dêmek di vê dema nazik û hestdar de, birêz H. Derwêş difire Îraqê û ji wir jî diçe Başûr Kurdistanê. Gelo, ma birêz H. Derwêş nikarî bû seredana xwe bi çend rojan bi şûn de xista?? Lê sedemine din ji bilî yên aşkerekirî li paş vê seredanê ne??. 
Em vegerin hevpeyvîna mamoste H. Derwêş li gel „ Rizgarî „ û pir li ser şîretên wî bo serkirdayetiya Başûr, ku divê hali û weha bikin, ranewestin, çimkî Kurdên Başûr ji me baştir dikarên bervedêriya nerînin xwe bikin. Belê, em dixwazin li ber hin xalên dî rawestin, ew jî ev in:
      1- Li ser rewşa tevgera rizgarîxwaza Kurd li Rojava, mamoste H. Derwêş dibêje, tevger di rewşeke ne baş de ye, sedemên wê jî, tenê vedigerîn desttêwredana hêzên ewlekarî yên rijîma Sûriyê. Li vir divê bête zanîn ku ev ne cara pêşin e ku H. Derwêş van gotinan dubare dike, rastî jî ta radeyekê têde heye. Tiştekî zor normale ku rijîma Sûriyê hin ajanên xwe di tevgera kurdî de biçîne, yan jî hin berpirsyar, serok û sekretêrên rêxistinên kurdî bikire, lê belê sedemên perçebûn û nelihevkirina tevgerê ne tenê encama desttêwerdana rijîma Sûriyê ye. Gava mirov bixwaze vê babetê têr vekole, nivîsek-du têrê nak in, ji xwe jî bi dehan gotar û nivîs li ser vê babetê, zorbey zorê wan bi zimanê erebî hatine weşandin, vêca ev ne babeta nivîsa me ye. Di van çend salên dawî de, zorbey zorê berpirsyarên tevgera kurdî aşkere bi gotin, yan bi nivîs dibêjin; yek ji sedemên sereke ji pirbûna rêxistinan ku hêştiye tevger me di vî deraqê xerap de be ew e; ku nelihevkirin û nakokiyên kesayetî yên berpirsan, û nemaze serok û sekretêra ye. Ewên ku dixwazin ta roja dawiyê bimînin serok û her tiştê partiyê bi dest xwe tenê ve bînin, û eger mir jî divê kurê wî şûna wî bigre, wek çawa hemî rijîmên dîktator û kufikî.
Ev li layekî, li layê din, ma gelo pîvan çiye ku gava perçebûn dikeve hêzekê, her û her aliyê sekretêr-serok yê rast-durust û bêguneh e û aliyê din gunehkar, girêdayî dijmin e, û…. . wekî mamoste H. Derwêş û hinên dî dibêjin. Vaye rêzdar Zeredeşt Mihemed endamê polîtbûroya Partiya Yekîtî ya Demoqrat Kurd li Sûriyê berî derdora 3 mehan di koçka „ Rojavayê Kurdistan „ de, ku xudiyê vê nivîsê yek ji guhdaran bû dibêje:„…di perçebûna partiya me de, divê em tenê Fuad Elîko û Hesen Salih gunehkar nebînin, eger gunehê wan ji sedî şest e, ji sedî çel jî yê me ye„. Weha jî, piştî perçebûna partiya H. Derwêş bi salekê, ez li Şamê rastî rêzdar Temir Mustefa, endamê polîtbûroya partiya Hemîd hatim bi hazirbûna dostekî, min ev pirs ji Temir kir: Kek Temir, vaye ez derdora 10 mehin we herdu aliyê Pêşverû dişopînim, ez tu cudabûna ramyarî yan siyasî di navbera we de nabînim, tu dikarî ha vekirî, bê virde-wêde sedema perçebûna partiya we ji min re bêje?. Ewî bi hêsanî bersiva min da û got:„ Ji ber ku te ya rast ji min xwest, ezê jî  bêjim;„ Tu nakokiyên siyasî, yan ramyarî di navbera me û aliyê Ezîz Dawud de nînin, tenê kêfa me wek kesayetî nema ji hev re tê, loma em bûn du qet „.
2- H. Derwêş li pêş dadgeha rijîma Sûriyê li hevpîşeyê me nivîskarê kurd Şêrzad Adil Yezîdî û rojnameya erebî ya ku gotara wî weşandiye „El-Heyat„ gilî kiriye; ku di gotara xwe de Şêrzad gotiye: „… H. Derwêş çavê rijîma Sûriyê di tevgera kurdî ye…“. Û Şêrzad wek ajanê dezgehên ewlekariya rijîma Sûriyê binav dike û dibêje: „ … ji xwe Şêrzad bi wan re kar dike….nivîsgeha wî nivîsgeha istixbaratên Sûriyê ye….û tête zanîn ku bi wan re kar dike…„. Vêca  me maf heye, em jê bipirsin; gelo tu belge, yan dikomênt bi dest te hene ku vê tawanbariya giran bi nivîskar Şêrzad ve dike??. Eger bersiva wî erê be, bila ji kerema xwe ji raya giştî ya kurdî re aşkere bike da em ligel wî şerê çaşîtî û nokertiya Şêrzad bikin, lê eger bêbextiyên wî bê belge bin, wek çawa bêbextiyan li dij pir berpirs û serkirdayetiya Kurdên Rojava bê belge dike, hîngê ji mafê me ye em bizanibim gelo ji roja H. Derwêş serkêşiya rêxistina xwe dike û ta roja îro rola wî ya rasteqîn di tevgera rizgarîxwaza Kurd de çiye??. Evan tawanên erzan mîna yên mamoste H. Derwêş bi nivîskar Şêrzad hildipesêre, bûyereke ku bi min re berî bêhtirî 20 salan qewimîbû, tîne bîra min; gava ez û hevalekî çûn seredana hevalekî dî ku rezekî tirî ji xwe re demane kiribû. Em hersê ligel hev ketin gengêşiya pirsa kurdî, piştî çend xulekan xudiyê hêrê rêz tevlî gengêşiya me bû. Ewî gote me:„ …hûn dibêjin…. (hevalekî Partî ji gundê me) Partî ye û mirovekî dilsoz û Kurdperwer e, berî du heftan ez çûm bajarê Efrînê û min ew li bûroya hêzên ewlekarî ( mît, istixbarat) dît û ajantiyê li ser we dike û.…“. Hîngê ez neçar mam bi şêweyê axaftina wî li wî vegerînim û bêjim: „ Başe, eger ew heval mirovekî noker e, ma karê te li ba ewlekariya sûrî çiye, te li wir çi dikir? Ez bawer im nokerê rasteqîn tu yî, û…“.  Gava camêrê me ev bersiv bihîst, nizanîbû çawa dûvê xwe di nav şeqên xwe ke û baz de.
Bila kesk ji min şaş tê negîne, ne ku ez dibêjim H. Derwêş caş û ajanê rijîma Sûriyê ye, ji ber ku tawanên weha giran bê belge çanda kirêt û bêhin genî di nav me de peyda dike, pêdiviya me Kurda bi vê çanda qirêj, ya ku dagîrkerên Kurdistanê dixwazin di nav me de peyda bikin nîne, çimkî li dawiya dawî yê ziyanê dibîne pirsa rewa ya gelê me ye. Ji lewre diha bêhtir ji yekî wek Derwêşê me ku 43 salin serkêşiya rêxistina xwe dike û 52 salin di nav siyasetê de ye dihat xwestin ku ji 1 ta 10 bihejmêre û paşe peyva xwe bike. Tevî ku gelê me gotinên weha erzen nema bawer dike û xudiyên wê bê rêz dike.
Sed û yek carî mixabin ku hin ji serok-berpirsên tevgera me yên Rojava nexweşî û kirên herî qirêj yên rijîmên dîktetor, kufikî, nemaze rijîma Beis a sûrî dixwazin di nav tevgera kurdî de biçînin, ji ber wê tu dibînî ku kesek, çi bi deng, çi bi nivîs dengê xwe bilind bike li dijî zêdegavî, bêbextî û derewên hin serkêşan toşî êrîşeke bi alavên herî erzan ji lay wan serkêşan tê; filan kes, ajan e, yan çûna ser namûsa filan kurdî û yan jî diz e, perên partiyê birine. Vêca ji mirûdên wan jî tê xwestin şûrê xwe tûj bikin û êrîşeke hovane bibin ser wî û hema li banî darqitînin û safî bû.
3- Li ser pirsa: Çima bi berdewamî tîr tên avêtin sîngê te, ne yê kesekî din? H. Derwêş dibêje: „ Ez çi bikim, bi vî rengî ye!“. Lê dîsa rojnemevan pirsa xwe dubare dike, û dibêje çima bi vî rengî ye? Derwêş bersivê weha dide: „ Dezgeha istixbarata Sûriyê wisa dixwaze. Min heyanî weko niha li dijî hikûmeta Sûriyê karekî xirab nekiriye… „. Bi rastî jî, ji roja rojê de têkoşerê me tu kar ku bihêle rijîma Sûriyê jê tore û bêzar bibe nekiriye, ew her û her van gotinan bi şêweyekî vekirî dibêje û dinivîse, belkî ev bi xwe rindiyek wî be, ku li xwe mukur tê. Di sala 1982 an de, ew û Tahir Sevok, ku wê hîngê hevalê partiya wî bû, çûn li Şamê civînek girêdan, xudiyê vê nivîsê jî yek ji beşadaran bû. Ji gotinên wî kirine:„..Ez bizanibim ku rijîm wê ji gava min bêşe ez wê gavê navêjim, ez dixwazim pira di orta xwe û rijîmê de ava bikim, eger rijîm ji aliyê xwe ve ew pira hilweşîne, ezê ji aliyê xwe ve ji nû ve ava bikim,…“. Li ser pirsa kesekî beşdar; ku tu têkiliyên we bi hêzên ewlekariyê re hen? H. Derwêş weha got:„ Belê, têkiliyên me bi istixbarata re hene (civat giş bi dengekî bilind keniya).. „. Dîsa pirs jê hat kirin: Gelo ji ber çi bi istixbarata ra? Got:„ Ji ber ku em pirsgirêka Kurda pê çareser bikin..„. Ma gelo kêşeya kurdî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, kêşeyeke ewlekarî ye? Yan kêşeya 3 milyon Kurd ku li ser xaka xwe bi sedê salan dijîn e?? Gelo, kêşeya netewan bi rijîmên serdest re çareser dibe, yan bi riya istixbaratan??  
Di çarçewa hevpeyvîna xwe de H. Derwêş dixwaze cudabûnê têxe navbera hêzên ewlekariyê û rijîmê ve, ew her û her dibêje min tu karê xerab li dij rijîmê  nekiriye, û pileya siyaseta nijadperest li dij gelê Kurd ji dema Hafiz El-Esd bavê serokê niha û ta îro ko bûye, yanê sivik bûye. De baş e, gelî camêran eger hûn ji seydayê me bawer nakin, vaye li biryara 49ê ya di 10. 9. 2008 an de bi îmza serokê Sûriyê derçûye,  vegerin; ewa ku têde qirkirina gelê me hatiye, bi gotinên H. Derwêş bi xwe, ne bi yên min û tevayî rêxistinên Kurd. Bi ser hemî tiştan de jî, ew nizane çima tîr tenê tên sîngê wî!!?. Lê hîn xala mirov dikenîne ew e ku H. Derwêş dibêje:„…Ez niha dixebitim istixbarata Sûriyeyê jî bidim dadgehê. Divêt istixbarata Sûriyeyê helwesta xwe diyar bike û aşkere bêje ka Hemîd bi wan re ye yan na…„. Dîsa weko hûn dibînin mamoste Derwêş dixwaze cudatiyê têxe navbera rijîmê û hêzên ewlekariyê û bêje; rijîm li layekî ye û istixbarat li layekî dine. Yanê rijîma Sûriyê ne rêjîmeke ewlekarî ye.   
4- Bi boney hebûna rêxistinên kurdî, H. Derwêş weha dibêje:“…hindek partî li cem me hene eger hemû endamên xwe komî ser hev bikin kamyonek bi wan nayê tijî kirin, lê belê ji xwe re dibêjin em partî ne”. Berî pêş gotinên sekretêrê me li hev nayên, wekî çawa di cihekî de dibêje ku li paş van perçebûnên partiyên kurd hêzên ewlekariyê hene, û paşê dibêje werin em bibin yek!!. Ma çêdibe yên girêdayî istixbarata û têkoşerên mîna Derwêş bi hev re kar bikin??. Li layekî din, raste hin rêxistin hevalên wan bi dehan in, belkî kamyonekê tijî nekin, lê ne wek ew dixwaze bide xuya kirin ku piraniya rêxistinên kurdî weha nin. Çimkî li cihekî din dibêje: “… Eger li Sûriyeyê pêvajoya demokrasiyê pêş bikeve, wê demê dê ji nav van her 14 partiyan, tenha 2-3 partî bimînin. Yên din wê ji ber xwe ve tune bibin û pêwîst nake kesek ji kesekî re bêje: Were em hev bigrin. Eger desthilata istixbarataê nemîne ev mesele bi xwe çareser dibe “. Başe, ew hinek ji wan rêxistinên ku H. Derwêş destnîşan dike ku kamyonekê tijî nakin temenê wan çend salin, lê temenê partiya wî 52 salin, gelo hevalên wî dê çend kamyonan tijî bikin??. Helbet H. Derwêş xwe ji wa 2-3 partiyên (gewre) dibîne, ev jî ji mafê wî ye; lê ez dixwazim jêre bêjim, ku li welatên demoqratî li pêş e, wek welatên Ewropa rêxistinên hevalên xwe pirin nikarîn yên hevalên xwe hindik in ji hole rakin, hevalên rêxistina mamoste Hemîd li Ewropa jî şahide ne, li ser van gotinên me. Ez dixwazim tiştekî din jî bînim bîra mamostê me: Bi qasî 20-25 salan tevayî rêxistinên me, ji wan rêxistina H. Derwêş jî şerê Partiya Sosyalîsta Kurd li Sûriyê dikirin, û digotin, ku çêkirina vê partiyê bi destê istixbatara Sûriyê ye, lê dîsa jî nikarîbûn ew çend kesên kamyonekê tijî nakin tune bikirana, ne tenê hew, lê hîn H. Derwêş ew rêxistina tev partiya xwe jî kir!!. ( Piştre bi demekê endamên Sosyalîst dev ji H. Derwêş berdan û tevlî Partiya Çepa Kurd bûn ). 
Eva nayê wê wateyê ku em aligirê pirbûna rêxistina ne, na qet na. Pêre gava em hejmara Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û hejmara tevayî endamên hemî rêxistinên kurd (ji xeynî aligirên PYD-PKK) ku bi bawerî ji 8000 heşt hezar endam derbas nake, bidin ber hev, hingê emê baş bizanibin ka ta çi redeye gelê me, li dor tevgera xwe ye? Ta çi redeye gel, nemaze rewşenbîr û ronakbîr ji kar û xebata tevgera xwe razîne û hêviyên xwe têde dibîne?? Rêxistina mamote Hemîd jî ne bi hezara ye wek ew dibêje, û ne jî xudî cemawerekî firehe. Gelo, dema bi boney 50 saliya damezrandina yekemîn partî li Rojavayê Kurdistanê li Efrînê ahengek li darxist, çend sed kes li ahenga wî beşdar bûn?? Di dema em bizanibin ku li herêma Efrîn û bajarê Helebê ne kêmî milyonek Kurd dijîn. Ez bi xwe yek ji xelkê Efrînê me, ez teqez dikim ku hevalên partiya Hemîd bi dehan tên hejmartin. Rewşa partiya wî li herêma Kobanî ji ya Efrînê ne çêtir e. Hebûna partiya Pêşverû li Cizîrê ye. Vêca mamoste H. Derwêş wek gotineka pêşiyan dibêje:“ Ji deve ketiye, ji hop hopê namîne “.         
5- Ji bo pêkanîna sîwanekê (lêvegerek) di navbera partî û rêxistinên kurdî de, H. Derwêş dibêje ku;” Me niha vê dawiyê projeyek pêş xistiye, di wê projeyê de 3-4 partî hene…. “. Li gor ez agahdarim ku projeya Partiya H. Derwêş pêşkêş kirî nehat pejirandin û beravêtî bû, çimkî bêhnek nexweş jê dihat, armanca wî ji hevgirtina 3-4 partiyan ew bû ku karibe rê li pêş kar û xebata partiyên din bigre. Lê projeya lêvegereke giştî ya hin partiyên din e. Hevbendiya Demokrata Kurd jî, ya ji çar partiyan pêk dihat, van çend mehên dawî bûye du qet, partiya H. Derwêş û Yekîtiya Demokrat li layekî û Partiya Çep a Kurd û El-Partî (baskê Nesredîn Îbrahîm) li layekî dine.
Ji bo zanînê û agahdariyê opozisyona sûrî ne yek e. Bêhtirî 4-5 opozisyon hene, lê yên berbiçav û ta radeyekê hêza wan heye “ Eniya felatê û Ragihandin Şamê ye”. Partiya mamoste H. Derwêş û hin partiyên kurdî din endamên di “Ragihandina Şamê„ de, ev ragihadina nav li xwe kiriye opozisyon, hilweşandina rijîma Sûriyê napejirîne û li dij vê yekê ye. Û pirsa gelê Kurd, wek neteweyek li ser xaka xwe ne, dîsa napejirîne, eger em 4-5 kesan jê derînin, yên mayîn, çi partî, çi kesayetî pirsa kurdan wek pirseke mafê mirovan dibînin. Ew bi tondî li dijî peyva Gelê Kurd û Kurdistanê ne. Li va dawiyê hin hêzên kurdî û erebî endametiya xwe ji Ragihana Şamê de sarkirin.
6- Di dema hevdîtina Birêz Talabanî û H. Derêş de, nûçeyek belav bû, ku Hemîd nameyek ji serokekî hêzeke ewlekarî yên Sûriyê ji Talabanî re biriye, ev çend hevok ên wê ne:“ Em bi awayê payebilind rêza serok Talabanî digrin, û me têkiliyên birayane û stiratîcîk hene, ne tenê ew, lê hîn ew di siyasetê de mamosteyê me ye, lê em kirên birêz Mesud Berzanî yê ku piştvaniya rêxistinên redîkal yên kurd dike û bizav wî ku Kurdên Sûriyên di asayişa kurdî de bi çih bike, me bêzar û tore dikin. Ji ber wê jî, em ji we birêzan dixwazin ku hûn zext û zorê bidin ser wî da ku dev ji van kiran berde, ger ne, em dê ji neçarî destên xwe di Kurdên Îraqê werdin“.
Ma gelo rastiya va nameyê ta çi radeyê ye?? Eger ev name rast be, ti têkilî di navbera wê û pêşwazînekirina H. Derwês ji layê serok Mesud Berzanî ve heye? Gelo,  sedema seredana wî tenê ji bo tendirustiya mam Celal bû, yan, wek hin kes dibêjin, ew hilgirposte bû di navbera hin hêzên ewlekarî yên rijîma Sûriyê û serkirdayetiya Kurdên Başûr de? An mam Celal xwestiye hinekî deynê wî vegerîne, çimkî ew bi dehên salan li Şamê maye, û tê gotin ku wî ji mamoste Hemîd re digot: Mam Hemîd?? Kî zane divê ev hemî sedem bi hevre bin!?.
Li dawiyê me ji aliyê xwe de nexwest em têkevin gegêşiyeke weha di vê dema nazik û hestdar de, lê tawankirina berdewam ya pir berpirsên rêxistinan û bi serda jî destdirêjahiya wî li ser nivîskar Şêrzad Adil Yezîdî, hêşt ku em bê deng nemînin. û hûn sax.
2. 12. 2008          
* Ev nivîs berî du heftan bi zimanê erebî di hin malperên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de hate weşandin, lê ji ber piraniya Kurda nikarin bi zimanê erebî bixwînin, me baştir dît ku wê bi kurdiya latînî jî biweşînin ligel hin kêm-zêdebînên biçûk. 
** Ev nivîsak di malpera Pena Kurd, ………….. hate weşandin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark