Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Binxetê em 100’mîn hejmara rojnameya Agirî piroz dikin

 


Konê Reþ

   Ez jî kêfxweþ dibim ku dewla xwe di nav ava bîra rojnameya AGiRÎ de dakim û hin ji bîr û baweriyên xwe bo derçûna hejmara 100mîn bînim ziman. Di destpêk de tev rêvebirên wê pîroz dikim, di serê wan de mamoste Mistefa Hicrî sekretêrê giþtî yê PDK Îranê, yê ku ji berî þeþ salan ve,  partiya wî ev biryara dîrokî standiye bi weþandina vê rojnameya ciwan û bedew, bi kurdiya latînî.. Ez ji dil û can spasiyên xwe jêre pêþkêþ dikim.


Ji dor du salan ve ez vê rojnameyê diþopînim û kêfa min jêre hatiye, ew jî ji ber gelek sedeman:
1 – Bi kurdiya me ye; latînî û kurmanciya me ye. Em xweþ di babet û naveroka wê de digihêjin. Ev yek sebaretî min gelekî giring e. Nexasim divê tevliheviya ku þêweyê soranî hin bi hin li Kurdistana me a azad dibe standerd û þêweyê me bi paþ de vedigere.. Ji ber ku di van herdû salên dawîn de, li dor standardkirina zimanê kurdî gelek giftugo hatine li darxistin û hin hewildan hene ku zimanê kurdî li baþûr bibe soranî û piço-piço kurmancî pûç bibe. Bi behana ku þêweyê soranî xwedî dîrok û cigirtiye û kurmancî nikare wî cihî dagire...!! Lê rojnameya AGIRî xweþ bersive ji wan kesan re, ewên mîna Ferhad Þakelî û Muhsin Ciwamer ku bi zikreþî þerê þêweyê kurmanciya bakur dikin û hewildidin ku zarokên Zaxo û Duhokê ji avê re bibêjin Aw û ji jinê re bibêjin afret.. Mixabin.
2 – Ez ne konevan im di ware siyasî de, lê ez xweþ serwextî dîroka kurdistana Rojhelat im, ji þêx Ubêdellahê Nehrî, Simko axayê Þikakî, Pêþewa Qazî Mihemed û herdu þehîdên nemir Qasimlo û Þerefkendî ku ev rojname nav û dengê wan bilind dike. Ez jî ji dil spasiya vê partiyê dikim.
3 – Îro roj, ji me kurdan tê xwestin ku em ziman û ferhenga xwe biparêzin û bi zimanê xwe di nav miletên cihanê de xwe bidin nas kirin.. Erê.. Lê li gorî ku min rojnameya Agirî þopandiye, ez dibînim ku piraniya babetên wê siyasî ne, ez nabêjim ku ferhengî û wêjeyî têde nin e. Lê di baweriya min de kêm in.. Xwezî ji ji wilo zêdetir bana… Tevî ku bi gotarên Kak Besam Mistefa, Adar Jiyan, Omîd Eserxan, Hemîd Muxtarî û Ebdullah Hicabî, van biraderên ezîz tê xemilandin, gotarên wan xweþ û bedew in û bi rêka wan em serwextî gelek tiþtên balkêþ dibin, lê xwezî em di rêka Agirî re bêtir serwextî çand û wêjeya Kurdistana Rojhelat jî bibin..
4 - Bêguman zimanê Agirî gelekî xweþ e û gerek bibe zimanê standard ji tev kurdan re.. Wek rojname; Agirî rojnameyeke di terzê rojnameyên dewletên pêþketî de ye, bi nûçe û babetên xwe dewlimend e, li gor demê ye. Û wek ku kurdan gotiye: Goþt bê hestî nine.
 
Belê dawî ez dikarim bibêjim ku bi vê gava dîrokî re xewnên Mîr Miqdad Bedirxan, mîr Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Musa Anter, Adip Karahan û Huseyin  Deniz bûn rastî...Hem jî xewnên me bûn rastî.. Em jî ji dil û can ji vê gava dîrokî re dilîlînin û þabaþ dikin...Û pêre pêre kurmanciya me bi me þêrîntir dibe
  Pîroz be gelê kurd li we derçûna hejmara 100mîn a  AGIRÎ!. Mijde bo we þehîdên peyva kurdî a resen, va zarokên we xwe ji dûv doza we a pîroz nedane alî, xewnên we dikin rastî!.
Konê Reþ
Qamiþlo

Jêder: Rojnameya AGIRÎ, hejmar:100. 30 ê Çêriya Pêþîn a 2008

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark