Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Te bidim kê

 




Helbest: Semîh El Qasim                               Wegerandin: Berzanê Birîvî

Te bidim kê evîna min te bidim kê
Û helbesta evînê ji mi re bêje te diyarîkim ji bo kê
Ji kê re ? û xak hişke.... bê dile
Ji kê re ? û stirî komin li ser rêka min
Te bidim kê, Evîna min
Di bîra min de tê zaroka demên berê.. û rengên lîskê
Û kaniya sîkê... û veşargeh
Û em li wir,  ne diwestiyan


Em gêj dibûn bi lîska xweyî şêrîn
Li paş dîwêr... li nav bi`îv û hinar û çinarê
Di bîra min de tê şînahiya çavan... û gurnijîn
Û porê zerî berdayî li ber sura bê
Û ramûsana wê li ser dêmê min
Û gezkirna wê li ser milê min
Û giliyê wê li ber dê û bavê min... ku berdayî me ... serserîme
Di bîra te de tê ? di bîra te de tê ?
********
Û di rojkê ji rojan de
Min ji zaroka xweya şêrîn re fîkand
Hate nik min tenatena... bê ken... xemsar
Û gote min bê silav:
Tu têdighêje.. ? diya min nema dihêle
Û heger te ban kir ji îro û pêde, pençere nema vedibe
Min lîsk berdaye dîno
Jiber ez nema zaro me
De ka ji min re bêje dilbirîno... evîna min te bidim kê
********
Di bîra min de tê zingîna zingil
Û dema pirtûk û hevalan... û şêrînê
Dihat bi kirasê xwenî xakî... bê pêwan
Di bîra min de tê waneya dîrokê... ku mamosta bi gûman dibû
Bi tilîkan ji mer digote na
Li hev ne zîvirin û ne gurnijin
Û bi qêrîn: bese guhdarbin
Bese... guhdarbin
Û di rojkê ji rojan de
Em zîvirîn... me bêdengiya nistîgeha buha hejand
Û wane buhurî.. wane buhurî pûç... bi giraniya salê
Û em tênegihiştin tişkî ji bilî xewnerojan
Û ne giham pirtûkan bidim hev ta ku min ew binçav kir
Û ji belkona şîn... ruwê bavê wê xuya kir
Û ruwê xwadiya wê xuya kir, û pîra wê, û meta wê
Û piştî çixarene pir... û piştî şînî û pelûbûnê
Şêrînê li belkonê xuya kir
Û çû, ji tirsa çavê meriv û cîranan
Ziq li min nerî... matmayî
Ez... nema... şagirtim..
De ka ji mi re bêj şîndaro... evîna min... te bidim kê
********
Di bîra min de tê şêrîna kargehê
Zû dihatim kar... jibo bêdengiya wê qezenc bikim
Beşdariya stiranên sibehê pêre bikim.. hin qehweya wê vexum
Û ji peyala wê.. razên buwara wê pêşkêşî wê bikim
Wek evînê dixwest.. dîroka çîroka wê bi dawî bikim
Lewra şêrîna kargehê dikeniya
Û têdigihişt.. ku ez.. sêrikê wê me
Û destê  min bi lepê xwe diguvaşt
 Û di kûrahiya çavên wê de
Hest dibûm bi hemû hewesên wê
********
Û di rojkê ji rojan de
Coşî û bêrîkirinê rahişte min
Û zû hatim kar... wek hercar
Û bedewê bêrîkirina min pêşwaz nekir bi gurnijînê
Û mir , berî zayîna wê , pêmayin ji silava wê
Û dema li min gûr bû qehra min
Devê wênî germî germ ket hevde, bi gotinek ne gotî:
Ji bilî min lîskekê ji xwere peydake
Ez îro...bi dergîstîme
Di bîra te de tê... tê bîra te
Tu hest dibe ez mezin dibim
Îca ji porspîbûn û tenahiyê ditirsim
Ma çi piştî raza tirsê... ma çi
Bese di evînê de zarotî
Ez nema zarome
Û ji min re bêje birînkûro evîna min , te bidim kê
Sedema westana min te bidim kê
(Bêjeyan) wane : ders- nistîgeh : miq`ed – raz : sir – sêrik : mu`ceb – hewes : rexbe
Helbest: Semîh El Qasim
Wegerandin: Berzanê Birîvî
Berzan@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark