Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

di bin navê (bingehê peyva kurmanc), Şevbuhêrkên kurdî li şamê şeva xwe ya 75 an pêk anî

 


Komîta amedekar, wek her meh, şevek dewlemend bi beşdar bûna gurzek ji nivîskar , çêroknivîsan , nûnerên kovar û rojnaman û zimanhez rêzanên kurd li şamê taxa kurda şeva xwe ya lêkolînî Di roja înê 31-10 2008 an de  li darxist .
Rêveberê şevê mamoste Şêx Birîmce xêrhatina beşdaran kir û bi kurtî li ser jiyana maoste Selah Berwarî peyivî .
Di peyva xwe de mamoste Selah wilo bi beşdaran da nasîn:


Selah Berwarî nivîskar û rojnamevan û wergêre .
Ji şêniyê kavara (ناحية )Berwarî Bala,navça Amêdêye, parêzgeha Duhokê herêma kurdistana Îraqê ye.
Sala 1957 an ji dayik bûye, di sala 1979 an de bawernama wêjeyî li bajarê Mûsilê wergirtî, piştre bûye pêşmerge .
-   Di sala1980 ê de bûye bêjer û berpirsê êzga ( dengê Kurdistan)
-  1984-1991 : sernivîsê rojnama Gel
-  Di 1991 an de bûye endamê yekîtiya niviskarên kurd.
- Çar pirtûk ji kurdî wergerandine Erebî û ew tev hatine çapkirin û weşandin:
1-انتفاضة آكري – مذكرات الجنرال إحسان نوري باشا 1990
2- مختارات من الشعر الكردي المعاصر 1991
3- قصائد تمطر نرجساً مختارات شعرية للشاعرة كزال أحمد 2008
4- ملك الكلمات مختارات شعرية للشاعر شيركو بيكس 2008
تحت الطبع ( فصول الحب) ترجمة بعض أشعار الشاعر فرهاد عجمو

Berî mamoste dest bi xwendina vekolîna xwe bike, mijar li mêvanan hate belavkirin.
Bi zimanekî kurdî resen û pir caran jî bi şirovekirin mamoste Selah xwendina xwe anî dawî .
mamoste şêx birimce spasiya mêvanê şevê kir û deriyî  pirs û têbîn û rexn û tevlêbûnê vekir.
Ji mamostayên tevlî vê şevê bûne û bi tevlêbûna xwe şev dewlemend kirine evin:
 Bavê Azad , Ramanê  Kurd, Hebîb,
Bavê şiyar, Dr.Ehmed, Subar Arî, Hesen Ebdelah.
Em bi hêvîne ev babet cihê xwe di dil û mejiyên guhdaran de girtibe û vekolînên ferehtir çêbibin.
  Em li benda tevlêbûna hemî nivîskarane ku şevên me bi gotar , helbest, û çêrok, rexn û vekolînan....hwd, bi xemlînin û  dewlemend bikin.
B.şiyar 
şam 6-11-2008
b.siyar@hotmail.com

Kurte vekolînek li ser: Bingehê peyva Kurmanc

Selah Berwarî

   Gelo, çima piraniya Kurdan ji xwera di bêjin (Kurmanc); lê xelkê din ji wan ra we nabên?, di bên (Kurd)!. Erê (kurmanc) û (Kurd) yek in û yek wate ne?. Peyva (Kurmanc), ku piraniya Kurdan ji xwera kirine nasnav, ji kû hatiye û bingeha wê ji kû ye?, çima Kurd gişt ji xwera na bên (Kurmanc)?.
   Emê berê xwe bidinê, ka nivîskar û dîrokzanên Kurd û biyanî, li ser vê yekê çi di bên?; herçende ku zanîn li ser vî babetî pir kêm in. Ji gişan kembaxtir ewe, ku min tiştekî bi havil û sûd, derbarî vî babetî, di nivîsîn û pertûkên nivîskarên Kurmanc da ne dît!. Hemû tiştê ez rast hatîm, min di pertûkên birayên me, yên Sorî, yan jî di pertûkên biyaniyan da, bi Kurdî (Sorî) û ‘Erebî û Farsî, dîtine.
   Nivîskar û vekolvanê Kurd, ji rojhelata Kurdistanê, Mihemmed Salih Îbrahîmî (Şepol), ku nasnavê wiye, di pertûka xwe ya girs da (Jînawerî zanayanî Kurd le cîhanî Îslametî, ya Gencîney ferheng û zanist), Tehran- 1364 Farsî, rûpelên: 785-786-787, bi berferehî li ser vê babetê radiweste û di bêje: Peyva Kurmanc sê wate hene:
1-      Wateya giştî, ya naskirî, bi mebesta (Kurd)e. Ehmedê Xanî di Mem û Zîn da, çend car gotina (Kurd) û (Kurmanc), bo yek mebestê bi kar aniye, mîna: (Da xelq ne bêjin ku Ekrad, bê me’irîfetin, bê esl û binyad… Enwa’i milel xudan kitêbin, Kirmanc tenê d’ bê ‘hisêbin… Kirmanc ne pir d’ bê kemalin, emma d’ yetîm û bê mecalin…).
2-  Ji wan Kurdan ra tê gotin, ku devoka wan pir ji devokên hozên din, cihê nîne.
3-  Mebesteka din a taybet heye; ew jî dema ku xelkê Mukiryan û Soran û bajarê Sine, bi gundiyan ra di bêjin (Kirmanc).
Anha nivîskar û dîrokzanên Kurd, Kurmancan dikin du beş: Beşê Kurmanciya jorî û beşê xwarê. Lê Mînoriskî (nivîskar û Kurdolojê Rûs ê navdar) bawer dike ku “Kurmanc”, ji herdu navên (Kurd) û (Manda) pêk hatiye; ku ev herdu hoze, berî sê hezar salan, bi hev ra jiyane û tevî hev bûne. Kurd û Manda bûne (Kirmanc).
   Helbestvana Kurd a navdar “Mahşeref Xanima Erdelanî- Mestûre”  di pertûka xwe ya dîrokî da (mebesta wî pertûka: Mêjûy Erdelan), navê “Kirmac” aniye, ku di bêje: “Sêyem: Kirmac, ku li nav şêniyê asayî bi navê- Baban- têne nas kirin”.
   Mihemed Emînî Gulistane, di pertûka xwe “Mucmel el-Tewarîxê Efşarî-Zendî) da, dema çêrî Silêman paşa yê Baban- mîrê  herêma Silêmaniyê- di be, di bêje: “Silêman paşa ê kirmac bebe”.
   Di van belgeyan da, xuya di be ku “Kirmac” ji “Kirmaj” hatiye… û “J” bûye “C”. Ev renge guhartin, di Kurdiyê da, pire; mîna: tac= tanc, tajî= tancî.
   Hoza (Kirmanc), di destpêkê da, helbestvanên wê pir bûn; lê paşî paşmayên wan ne man.
   Gotina mamosta Îbrahîmî li vir bi dawî hat. Emê anha vegerin xala 3 an ji dengkirina wî ya pêşî, dema di bêje ku gotina “Kirmanc” ji gundiyan ra ê gotin. Bi rastî, heyanî anha, li devera me Behdînan- parêzgeha Duhokê, ji mirovê gundî ê cotkar ra- ê ne xwedî erd- tê gotin “Kirmanc”; kes jî nizane ev gotin ji kû hatiye û çima tê gotin!. Carna jî dema yek ji yekî xulî dibe, jêra di bêje: Ma ez Kirmancê te me?, anku ez vê zordariya te na pejêrim.
   Her bi vê wateyê jî, rojhelatnasê Înglîz (Sîsîl. Cî. Edmondz), di pertûka xwe a navdar da (Kurd, Turk, ‘Ereb), (wergera Farsî a Îbrahîm Yûnisî, Tehran- 1367 Farsî), rûpela 18 di bêje: “ Ji gundiyên ne ser bi ti hozan ve –li Mûsil û Erbîlê- tê gotin: Kirmanc. Li deverên Kerkûk û Silêmaniyê, ji wan ra tê gotin (miskîn), ku mebest jê mirovê sepan e, anku cotkar ê bi kirê- kirêgirtî. Li hemberî wana jî, ji gundiyên ser bi hoz ve, tê gotin (Kurd)”.
   Dîrokzanê Kurd ê jêhatî (Dr. Cemal Reşîd Ehmed), di pertûka xwe da (Lêkolîneweyekî zimanewanî derbarey mêjûy wulatî Kurdewarî), Bexda-1988, Rûpel- 114, di bêje: “ Zimanê ku îro jêra tê gotin –zimanê Kurdî-, di nava piraniya Kurdan da bi –Kurmancî- tê nas kirin”.
   Herweha jî li rûpela 115 an da, li ser vî babetî dere û di bêje: “ Em nikarin bi zimanê Mîdiyan… herweha jî bi zimanê Mîtaniyan û Gotiyan û …h.w ra, bêjin ku ev zimanê Kurdiye, yan jî (Kurdiya kevne)… ji ber ku di pileyeka mêjûyî ya taybet da, bûne zimanekî xweser (serbixwe), piştra ev zimane (li ba  Kurdan) bi -Kurmancî- hate nas kirin; lê ji aliyê xelkên din ve- ên ne Kurd- bi zimanê - Kurdî- hate nas kirin.
Koka peyva “Kurmanc”:
   Dîrokzanê Yewnanî (Hêrodotos), ku jêra di bên (Bavê dîrokê), di pertûka xwe (Dîrok)da, di bêje ku (Mîdiya) ji şeş hoz an pêk di hat: Arîzant, Parîtakîn, Bowsa, Strukat, Bowdî, Mag (Magî). (pertûka berê, ya Dr. Cemal Reşîd Ehmed, rûpel: 446).
   Lê dîrokzanê Kurd ê mezin (Şêx Mihemed Merdox Kurdistanî)- ji rojhelata Kurdistanê, di rûpela 70 ê da ji pertûka xwe a bi zimanê Farsî (Tarîxê Kurd û Kurdistan û tewabi’i, ya Tarîxê Merdox) di bêje ku împeratorya Mîdiya ji heft hoz an (anku ûcaxan) pêk di hat. Şêx Merdox di bêje: “ 2000 sal berî zayînê, Mad ji heft hoz an pêk di hat. Ji wana, hoz a (Maj) yan (Mag), yan jî (Maguş); ku ‘Ereban ji wan ra gotine (Mecûs). Vê hoz ê ola Zerdeşt î himbêz kirin û belav kirin.
   Mamosta (Re’hîm Sabir), di pertûka xwe da (Mêjûy Mad)- 2005 Silêmanî- bervajiya vê çendê di bêje, dema tekez (teikîd) dike, ku vê hoza Mîdî şerê Zerdeşt kiriye û nehiştiye ola xwe li welatê Mîdiya belav bike; lewra naçar bûye li nav netewa Fars belav bike.
   Mamosta Re’hîm Sabir, di rûpelên 68-69-70-71-72-73 an ji pertûka xwe, li jêr mijara (Math,Mag, Manc, Megoş, Mecûs, Magiyan) bi berferehî basê hoza Mag ( ku piştra bûye Manc) dike. Di bêje ku di welatê Mîdiya da, ev (Mag)e bibûn xwedanên desthelata can î; rave kirina xewnan, pêşkêş kirina qurbanan û karmarên cadûyî (si’hrî), di dest wan da bû. Hindik hindik, ew di bûn desthelatek ramyarî, a dest dirêj, di nav desthelata Mîdiya da. Lewra jî dema Zerdeşt hat û şerê cadû û cadûgeriyê kir, wana jî şerê wî kir û ji Mîdiya derxistin. Li dawiyê jî, di 77 saliya xwe da, bi destê wan hate kujtin!. Yewnanan ji wan ra di got (Macîk), anku (cadûger- si’hirbaz). Bi vê wateyê jî, navê (Magic) di gelek zimanên Hindo- Ewropî da belav bû.
Bingeha zimanî ya peyva Kurmanc:
   Dr. Cemal Reşîd Ehmed, di pertûka xwe a bi zimanê ‘Erebî ( Zuhûr el- Kurd fî el tarîx), beşê 2, Hewlêr-2003, rûpel 35-36 da, di bêje:
   “ Bi derbazbûna demê, zimanê Kurdî tîpa - n – xiste ser hinek peyvên Îranî. Bo mînak: peyva pehlewî (tac), di Kurdiyê da bûye (tanc), mah= mang (hîv,heyv), tazî,tacî= tancî (hinek jî di bêjin: tajî). Nasnavê netewî yê Kurdan, di devokên Îranî yên bakur da (Kurmac), di kurdiyê da bûye (Kurmanc)”.
   Her wusa jî Dr. Cemal di bêje ku “(mah-mad) bûye (mahenc). Bi guhartina (d) bo (h), yan jî bi wenda bûna (h), Kurdan navê xwe  yê netewî, ji darêja Îranî (Kurtmac- anku Kurdên Mîdî) kirin (Kurtmanc= Kurmanc).
   Ev nave ji bo (yek)î û ji bo (pir)an jî, wilo hatiye: Kurt-mahan= Kurt-mahanc, Kurt-mad= Kurt-madan, kurt-manc= Kurmanc.
   Ji xwe ev nasnave, li gor bingeha zimanên Îranî yên bakur, pêk hatiye. Lewra birgehê yakê, nasnavê nijadî  yê Kurdiye (Kur), herweku Zaza (Dumilî) lêv dikin. Birgehê duwê (Manc), darêja Azerî ya nasnavê Madiyan e. Weha, em di Karin bêjin, ku nasnavê (Kurmanc), herdu tîpên -D- û -H- wenda kirine, herdu tîpên -N- û -C- jî ketine ser. Ji bo tekez kirin û çespandina vê rastiyê, li kêlek guhartinên devkî (tebeddulat lefziye), hinek girovên dîrokî (delaîlên tarîxî) jî hene, ku (Kurt) tayek bûn, ji tayên hozên Madî.
   Sala (226 b.b) serdarê Fars (Erdeşîr Babekan), bi Kurdên devera Şehrezorê ra, kete şerek mezin. Dîroknivîsê wî, navê wan Kurdan wilo anî ziman (Kurtî Madîgan), ango (Kurd ên Mîdî). Nivîskarên Yewnanî û Romanî jî ev nave wilo di anîn ziman. Aşûriyan jî, di nivîsarên xwe da, navê Kurdên Mîdî di nivîsandin (Kurtî,Qurtî).
   Wilo, em di Karin bêjin ku nasnavê nijadî (Kurt), bi demê ra bûye (Kurd).
   Li salên (220-171 b.b), di nêva serdarê Romanî (Lukollos) û serdarê Ermenî (Tîgran), bû şer û ceng. Di wê demê da, padîşahê Kurdan- Kurtiyan (Zarbiyon- Zarbiyonos), hevbendê  Romanan bû. Zarbiyon bi destê Tîgranê Ermenî hate kujtin; serdarê Romanî (Lukollos) ji hevbendê xwera (Padîşahê Kurtiyan), li bajarê (Amîd- Amed)ê, pêtexta welatê (Kurdowên- wek Ermenan jêra di got), peykerek çêkir.















 



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark