Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Kemal Heraqî: Xewna min e ku tabloyeke min derbasî Lover ya Parîsê bibe.

 


Hevpeyvîn: Xebat Şakir

Kemal Heraqî li Başûrê Kurdistanê li gundê  MilaÇepera  hatiye dinê
Ji zarokatiya xwe de ji şêwekariyê hizdikir û her hêviya wî ew bû ku rojekê ew bibe şêwekar û êş û azarên gelê xwe bi perîka xwe li ber çavên cîhanê rayêxine.
Kemal Heraqî di sala 2002an de ji welatê xwe koçdike û berê xwe dide koçberiyê hêdî ew perîka afrêner dibe penaber li kolanên Europa û di nava tenatiyê de dijî bi hesreta welatê rojê û şahî û govendê şêxanê tabloyên pir hêja diafirîne.


Kemal Heraqî yê ku ji kaniya kurdewariyê dinoşe û dil bi evîna welatê rojê û Lalişa nûranî dirêse û dinava agirê bêrîkirina MilaÇepera de dimîne, tabloyên giranbuha bi perîka wî dixemilin.

Hêja Kemal Heraqî, gelo destpêka şêwekariyê li ba te çawa û kengî destpêkir?
Di salên heştêyan de çi tiştên ku min didît û di xeyala minre derbas dibû min bi pênûsa xwe li ser kaxezê radixist, wan salên zarokatiyê bingeha şêwekariyê li ba min afirand û hiş û ramanên min di bin bandora şêwekariyê de hiştin.

Gelo di destpêkê de te çi astengî û pirsgirêk dîtin?
Weke ku tê bîra min wê çaxê şer di navbera Îraq û îranê de hebû  bavê min nedixwest ku ez bibim şêwekar û gava wî ew tabloyên min yên ku min li ser kaxezê çêdikirin di dîtin ew hêrs dibû û ji minre digot dev ji vî karî berde û guh bide xwendina xwe, wekî din jî di wan rojên şer de xizanî jî zor bû, yanî ji hêlekê ve zor û cefayên ku ji ber xizaniyê û ji hêla din ve malbata ku di xwest ku berê min ji şêwekariyê bughere û bide xwendineke din ku ew jî pê serê xwe bilind bikin.

Lê ev hêdî dereng bû ji bo min, ji ber ku evîna şêwekariyê biminre afirîbû û roj li pey yadin ez  bêhtir dibûm evîndarê şêwekariyê û min paşeroja xwe di hundirê afrandinên tabiloyan de didît.



Kak Kemal te kengî yekemîn tabloya xwe afirand?
min yekemîn tabloya xwe li ser dîwar afirand, di Sala 1988 an de, piştî wê hêdî hêdî xelkê jî bi germî li tabloyên min dinerîn, kesên ku ew tablo dîtin matmayî mabûn ji hêza perîka min û dil xweşiya xwe anîn ziman, min ew axaftinên wan heya niha di mejiyê xwe de parstin û ji min re bû destpêkeka zêrîn.

Bi vî şêweyî min berdwam kir heya sala notî wê çaxê min di sala didoyê navîn de dixwend û pêre jî min amedekariyê pêşengehekê dikir, lê hinek ramanên dijber bûn asteng li hemberî min ku ez vê hêviya xwe pêkbînim, min bi vî halî heya sala  1993 ê dewamkir, wê demê min tabloyek çêkir lê hinek li dij min derketin û şerê min kirin ji bo vê tabloyê.



Ew çi tablo bû ku şerê te ji bo wê hat kirin?
Laliş bû û roj û tîrêjên rojê bûn, yanî li ser rewşa êzîdiyan bû. Piştî vê dijberiyê min di sala 1993 yan de berê xwe da Kurdistana azad ji ber şêxan wê demê ne di nav sînorên Kurdistana azad de bû. Ez hatim Kurdistanê bihêviya azadiyê, bi hêviya ku ez karibim xeyalên xwe bi azadî li ser tabloyan rayêxim, bi arîkariya Bingeha Laliş ya Dehokê  min di sala 1998 an de pêşengehek li bexçeyê bingeha Laliş vekir, bê goman berî hingî jî min gelek tablo ji bo Bingeha Laliş çêkirin, ez spasiya wan dikim ji bo wê arîkariya giran buha, bi rastî wan hêz da min ji bo berdewamkirina şêwekariyê. hêjayî gotinêye ku ez bêjim wê demê gelek kesayetên Kurd yên herema Dehokê jî bi minre bûn arîkar ji bo vekirina yekemîn pêşengeha min.

Weke ku tê bîra min, min di wan salan de hinek tabloyên rexneger li ser rewşa êzîdiyan afrandin, mîr Tehsîm beg jî (mîrê Ola Êzîdiyan) gelekî ji min hêrs bû.

 

Kak Kemal gelo li gora te rewşa şêwekariya Kurdî di çi astê de ye,  û berê wê li kure?
Neghaye wê asta  ku ez hêvî dikim, ji ber ne gihaye wê asta ku karibe bibe melhemên birînên gel, şêwekariyeke lewaze ji ber ku nighaye wê asta ku karibe bibe xwediyê rexnegeriyek xurt li ser civakê û ramyariya kurdî, ew şêwekariya ku nikaribe rastiya pirsgirêkên gel di tabloyan de rayêxe ber çavan, û şaşiyên rêveberên Kurd nede ber devên perîkên xwe, ne şêwekariyeke avekara, mirov dikare bêje şêwekariyeke pasîve, tirsoneke, ji ber vê ez dikarim bêjim ku şêwekariya Kurdî ne di asta hêviya min deye, lê ev nayê wê wateya tunebûna şêwekariya Kurdî, şêwekariya Kurdî heye lê hîn bi çarpêka diçe.


Kak kemal tu çi cudahiyê di nabera şêwekarê Akademîk û yê ne Akademîk de dibînê ji hêla afrêneriyê de?
Xwendina akademîk nikare tu bandorê li ser hêza afrêneriyê li ba şêwekar bike, yanî kesê ku ne afrênerbe xwendina wî nikare wî dinava refên afrêneran de bifrîne, ji ber Afrênerî(ibdah) li ba herkesî peyda nabe lê xwendina akademîk herkes dikare xwe bighîniyê. Xwendin di warê naskirina rengan û felsefeya şêwekariyê de dikare arîkarbe.

 

Kak Kemal tu ji kîjan dibistana hunera şêwekariyê dinoşe?
Dibistana Siyrelî, lê min li ser hemî dibistanên şêwekariyê xwendiye, ya herî nêzîkî rih û hestên mirovan dibistana siyrelyî ye, tabloyên vê dibistanê bê destûr li têlên dilê merov dixin û dibin mêvanê hestên mirov, ev dibstan dibistaneke kevne lê ew ya herî şêrîn dimîne li ba dilê merov.

Gelek mamostreyên vê dibistanê hene weke silvador dalî ku yek ji gewretirîn mamosteyê vê dibistanê ye. (şêwekarekî îspanî ye)

Çima te bi teybetî ev dibistan hilbijart û ne yeke din?
Ev dibistan nêzîkî hestên civaka Kurde, herkesê ku lê binere dikare bi hêsanî têbighêje pêwist nake ku zêde xwe pêre bêşîne ji bo xwe bighîne wateya tabloyê. Weke mînak ya tecrîdî ez dibêjim hîn zuye ku civaka me têbighe û karibe ji nerîna van tabloyan zewqê bigre, gelo çend prosent ji gelê me wê karibe bighêje wateya tabloyeke tecrîdî, ez bigomanim ku ev hijmar pirbe.

Ez ne li dijî dibistanên dinim û ez rêzê ji dibistanên din jî re digrim, lê ya nêzîkî hestên min ya Siyreliye, pêwiste şêwekar rastiya hestên xwe li ber çavan rayêxe.

tu çawa paşeroja şêwekariya Kurdî dibînî?
Wê hinekî din jî bi çarpêka here û nîv nivistî bimîne, pêwistiya me bi rexnegiriyê heye ji bo şêwekariya Kurdî karibe li ser lingan bimeşe, pêwiste şêwekarên Kurd wêrek bin di karê xwe de, û azad bin di ramanên xwe de, bi vî şêweyî emê karibin şêwekariya Kurdî bihêz bikin.

Tu qala rexnegeriyê dikê gelo rexnegerî dinav kurdan de peydebuye?
Bi yek gotinê na.

Kak Kemal sazîbûn ji bo şêwekarên Kurd tê çi wateyê? Pêwistî bi sazîbûnê heye?
Erê pêwistiya me bi sazîbûnê heye, lê emê çawa destpêbikin? Ev zore, ji ber ez li Eurupa gelek sazî û komeleyan dibînim mixabin bi erkên xwe ranabin, min di tabloyeke xwe de ew komele û sazî rexnekirine, ji ber weke ez wan dibînim nekirkêrin, zêde serê xwe bi pirsgirêkên gelre naêşînin, ji ber vê her roja ku diçe navbera wan û gel ferhtir dibe. Li van welatên azad du komeleyên ku karibin bihevre karbikin tunene(Komeleyên Êzîdiyan) gelo em şêwekar emê çawa karibin saziyekê damezrînin û herkesî aşt bikin?. Gava ku şêwekarên Kurd karibin Komeleyekê ji bo xwe damezrînin berî hertiştî pêwiste li ser armanc û şêweyê rêvebiriyê biaxifin, û mînakan ji sazî û komeleyên heyî bigrin destên xwe, ji bo karibin saziyeke birêk û pêk damezrînin.



Kak Kemal li gora te mercên pêşxistina şêwekariya Kurdî çine?
1.Berî hertiştî pêwiste şêwekarê Kurd bi xwere û bi armanca xwere rastbe.

2.Xwedî hêz û vîneke bilndbe ji bo ku karibe tabloyên wêrek biafrîne.

3.Perîka di destê şêwekar de pêwiste di gera xwe de azad be û ji filan û bêvanan netirse.

4-gava şêwekar tabloyekê biafrîne pêwiste civaka xwe li ber çavan bigre û ji birînên wanre bibe melhem.

Gelo şêwekar Kemal Heraqî kîjan şêwekarî ji xwere dike mînak?
Şêwekarê Îspanî Silvador Dalî, pêşengek ji pêşengên dibistana Siyreyeli ye.

Weke kurd?
Mixabin Min ew şêwekarê ku mirov karibe ji xwere bike mînak hîn nedîtiye, dibe ku hebin lê min nedîtine.

Kîjan Sêwekare yê ku Kemal herqî ji Tabloyên wî raziye?   
Gelek hene lê yê ku dilê min hênik dike şêwekarê Kurd Dilşad Naif e û ez dibînim ku paşerojeke bironî li benda wî ye, ew ji xelkê Dehokeye.
Mixabin ev çend salin ku min û kak Dilşad hev nedîtiye.

Gelo Kemal Heraqî wê kengî vegerê Welatê bav û kalan? Yan jî penaberî qedera wî ye?
Bawerke laşê min li vire û rihê min li Lalişê ye, lê ez dibînim ku ew roja ku em bê tirs vegrin welatê xwe hîn nehatiye, hîn jî metirsî li ser civaka êzîdî heye û weke ku hûn jî dibînin roj bi roj cîwarên êzîdiyan li Kurdistanê vala dibin, ne tenê li Başûr li perçeyên din jî, ev jî mixabin û hezar car mixabin hebûna vê Ola kevnar dike nav metirsiyê.

Kak Kemal çi pirojeyên te ji bo paşerojê hene?
1.xewna mine ku tabloyeka min bighe Lover parîs, ew mezintirî mozyome û tabloyên gelek hunermendên navdar li wir hene.
2.xewna duwemîn ewe ku ez panoramekê çêkim û nave wê jî bikim panorama Êzîdiyan.

Kak Kemal di dawiya vê hevpeyvînê de tu dixwazî çi ji xwendevanên mere bêjî?
Ez spasiya we dikim ku we ev derfet da min ku ez dîtinên xwe bighînim xwendevanên we, û bi taybetî jî hatina te ji bo pêşengeha min, moralekî mezin daye min, wekî din ez bihêvîme ku li her devera ku Kurd lê hebin ez pêşengehên xwe li wir vekim,
Ger xwestek hebin ez her dem amedeme ji bo gelê xwe.
Dubara ez spasiya te dikim bo vê hevpeyvînê.

Kak Kemal ez jî spasiya te dikim ku te ev wextê xwe yê giran buha bi mere parvekir û hêvîdarim ku ew perîka te ji gera li ser tabloyê neweste û nêzîktrîn dem xewin û xeyalên te pêk werin.

Xebat Şakir
09.10.2008 Celle/ Elmanya
xebatchaker@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark