Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Barak obama xewna marsin loser kîng bi cî hat

 


  Zana xanê
zanaxane@gmail.com

Emerîka careke din ji miletê xwe re da xuya kirin,ku di vê serdema nuha de, hîna ew xwedya dîmuqratiyetê ye,ferqê naxe navêna reþ û gewrên xwe,ferqê naxe navêna,file,misilman û cuhê xwe, ferqê naxe navêna koknijadên xwe de.


obama,ji kûrahiya xewnên daxwazkarê mafê reþên hejar û reben marsin kîng hate mala herî bilind,mala cihê biryara pêþî,mala sipî,obama qedera guhertina emerîka,kurê hisênê misilman,ku ji rojhilatî kînyaya efrîqî benaber bibû yekîtiya emerîka,û ji keçeke file,ku bi rengê xwe ji sipyabû zewicî bû, û bingeha guhertina emerîka ya îro danî bû.                                                        
pêþketina vî welatî da xuya kirin,ku yekî sêwî ji dê û bavê xwe,yekî ku heta berî demeke ne dûr,mirovên ji rengê wî ne dikarîbûn,bi sipiya re bixun,ne dikarîbûn li basê sipiya siwarên,bibe serokê reþ û gewran tev de.
Dîsa hêviya me kurdên reben,dimîne,ku em jî rokê ji vê koletiyê xelas bin,û di welatê xwe de serbest bijîn,bi zimanê xwe serbest bipeyivin,em jî rokê,nasnameya xwe bibînin,mixabin heta roja îro,em di welatê xwe de,nikarin xanîkî ji xwe re ava bikin,em nikarin bibin muzifekî bilidn di dewletê de,heta nuha em nikarin namûsa xwe biparêzin,gepa nanê xwe bi selametî daqurtînin.
Dîsa hêviya me dimîne,ku ev rijêmên nijadperest di rojhilata navîn de,dersê ji mirovatiya xelkê wergirin,û mejiyên xwey zingar girtî ji gemara dîrokê paqij bikin û bi xwe re li hev werin,û destên xwey giran,ji ser dev û lêvên me hilînin,û bêhna mirovtiyê ji kûrahiya azadiyê careke din em bikþînin.
Dîsa hêviya me ewe, ku em bi vê hêviyê re, di xew re nerin,ji ber tecrûba reþên emerîka da xuya kirin ku bi kar û xebatê, hêvî mezin dibin,bi qurban û danê, armanc pêktên.
Lewra em ji hemû rêberên pariyên xwe hêvî dikin,ku ew jî bi ruhekî biratî,bi ruhekî dîmuqratî,dikaribin guhertinê bikin,ala rêbertiyê di partiyên xwe de,bispêrin hev,da xwîna pêþketinê nuh bibe,her kes firseta xwe bibîne,armanca me tevdan her dimîne xelasbûna miletê bindest û mezlûme,û em tev de jêne biranoooo.   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark