Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sêþemeke Dîrokî

 


HOÞENG OSÊ

Îro sêþem e û 4’ê mijdarê ye. Lê ne rojek normal e. Sêþemek dîrokî ye. Di vê rojê de, ne tenê çarenûsa siyasî, aborî û leþkerî ya DYA’yê çarenûsa Rojhilata Navîn û a cîhanê jî tesbît dibe. Di vê rojê de, DYA dê ji xwe re serokekî hilbijêre. Di vê sêþemê de, Barak Obama û Jon McCain, dê digel randawiyek dîrokî bin. Yek ji wan, biçe Qesra Spî û yê din xweliya têkçûnê bi serê xwe û bavê xwe dake. Çavên cîhanê li vê sêþemê ne. Bo ku, çarenûsa 4 salên bê, ji temenê DYA’yê û cîhanê di vê rojê de dê bê tespîtkirin.


Iraq dipirse: Ka ev roj, bandoreka çawa der barê bidawîkirina hebûna artêþa Amerîka ya li Iraqê li siyaseta DYA’yê bike? Rêveberiya Bush berî ku xatirê xwe ji Qesra Spî bixwaze, (qûn li xwe qetand) da peymana stratejîk di navbera Iraq û DYA’yê de mor bike. Lê ta niha bilî gef û tehdîdan peyman nehatiye morkirin.
Îran kêfxweþ e ku temenê rêveberiya Bush bi dawî bû û tu êrîþ (mêrîþ) ên leþkerî ji Washintonê bi ser Tehranê ve nehatin. Îran, texmîn dike ku serketina Obama, serketina polîtîkayên wê yên hundirîn û yên Rojhilata Navîn e. Lê mesele ne wisaye. Di vê rojê de, Ehmedînejad û Elî Xameney dê ji ber ekranên TV’ên DYA’yê ranebin, ta ku encamên despêkê yên hilbijartinan derkevin. Eger Obama biserkeve, dê rêvebirên Îranê li çepikan din, ger McCain serkeve dê bi tepan li xwe xin.
Filistînî, êdî nema zêde bi wan re ferq dike, eger serokê DYA’yê komarger be yan demokrat be. Ji ber ku ev 60 salin, ne komar ger, ne demokrat, ji wan re tiþtek kirin. Tersî vê yekê, Obama û Makîn, da ku dengên cihûyan qezenc bikin, her du, li razîbûna lobiya cihû, Siyonîzmê digerin. Her du namzet xwe li ber dilê Tel Avîvê þêrîn dikin. Kurdên baþûr ji polîtîka Obama, gerek bi guman bin. Bi taybet, der barê jinûve sazkirina danûstandinên Washingtonê bi Bexda, Tehran, Þam û Enqerê. Serketina Obama, tê wateya serketina rapora (Bêker _ Hamêlton).
Kurdên bakur, cihêrengiyek zêde nav wan de nabîne. Ger McCain serokê DYA’yê be, yan jî Obama. Ji ber ku her dem, Washingtonê piþtgiriya Enqerê kiriye li dij tevgera azadiya Kurdistanê, bo girtina serokatiya PKK’ê. Ji ber ku siyaseta DYA’yê ya van 30 salên dawî ku nehatine guhertin, der barê kurdên bakur de, vê yekê hiþtiye ku PKK’ê jî, polîtîkayên xwe, li gorî nasnama partîzanî ya Serokê DYA’yê neguhêre. Lewma, kurdên bakur, tu hêviyên mezin naspêrin encamên hilbijartinên serokomariya DYA’yê û dê roja sêþemê ango roja 4’ê mijdara 2008’an, rojeke normal be gel wan.

Jêder: Azadiya Welat

http://www.azadiyawelat.com/nivis.aspx?n_id=1086

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark