Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurd, Qad, Mîtolocya, û dîrok

 


Xalis Msewer

Ev gotar bi zimanê Erebî hatiye belav kirin, vaye bi kurdî jî belav dikim.
şore‏gêrê cîhanî (Ernisto Gîvara) dibêje: Ew miletê ku kîn û nefreta dijminê wî di dilê wî de tunebe, ew milet tucaran serkeftinê bidest naxe.
Lê dibêjim: Ew miletê ku ji welatê xwe heznekî, nefreta wî li hember dijmin çênabe, û serkeftinê jî tucaran bidest naxe.


1- Landika mirovantiyê: Gelo buhi‏ş‏ta Adem ne likurdistanêye…?.
Li vira emê hewlbidin, ku hin rastiyên nerîna xwe bi çend nî‏‏şa‏nên dîrokî û mîtolocî bidin xuyakirin. Dibe ku hin ji van danezanan ne pir rastbin jî, lê bi kêmayî emê dergehekî di vê babetê de vekin, û riya dirêj nêz bikin, ji kesên ku dixwazin li ser vê mijarê bimeşin, ta lêkolînên zanyarên dîrokê û yên urkyolocî, di vê herêma bi hest û ihsas de li pêşkevin û dîroka me kurda hê eşkere û belî bibe. Ji ber ku gelek kes dixwazin bi rêzek ji pênûsa xwe dîroka kurda bikiştî wenda bikin, û kurda ji xerîta rojhilata navîn û kevnar  bavêjin û tune bikin, û kurda mîna mêvan libal xwe bibînin, û ev gotinên ha jî gelek lêkolînerên xêrnexwaz di ekranên tilvizyonan de, bê şerm û fedî dibêjin. Lê emê livira bidin xuyakirin ku em kurd ne mêvanên kesîne, û em di welatê xwe de ji demên dûvdirêjve li welatê bav û kalên xwe dijîn, û em di qada xwe de li cem kesî ne mêvanin.
Ji pêşîde emê bidin xuyakirin bê kîjan qad cihê landika mirovantiyê..?. di vê babetê de zanyarên dinê bûne sê beşên serekane. Û hersê beşên zanyaran cihê mirovê yekemîn ku li ser riwê qadê hatiye dîtin, li van cihan dibînin:
A-  Beşê yekem dibêje: Li Asyayê, ango li herêma çemên Çînê, cara yekem mirovê kevnar û pêşî hatiye dîtin
B- Beşê didiwan dibêje: Ku başûr rojhilata Afrîqiya, mîna Kînya û Tanzanya û Isyûbya,  cihêkî minasibtire ku hyîna mirovê kevnar jê destpêbike.
C- Beşê sisyan, di navbera herdiwan de dimîne, xwediyên wê dibêjin: landika mirovantiyê ji başûrê rojavayê Asyayê û ta bakurê Afrîqiya bi cihbûye, weke em dizanin herêma kurdistanê jî dikeve ber vê qada fereh de, û ev herêm ji herdiwên din bêhtir bala mirov dikşîne û bi bal rastyê ve diçe ku landika mirovantiyê be. Ew jî ji ber çend rastyên han;ne: Şkeftên herî kevnar ku mirovên pêşîn yên kevnar di wan de rûniştine, mîna şkefta(Şanîder) ku li nêzî rawendûzêye, û şkefta(Hezar Merd) ku ew jî li herêma kurdistana Iraqê dikeve….hwd li wir hene. Di şkefta yekem de sê termê mirovên niyandirtal hatine dîtin, ku bi temenê xwe vedigerin bêhtirî(40) hezar salê derbas bûyî, ango vedigere berya mirovê biaqil ku(Homosapiyenz) jêre dibêjin, û li ser destê vî mirovî koka mirovê niyandirtal ji erdê rakbûye û ew mehûbûye.
Di wê şkeftê de jî libên genim yê kevitrîn hatine dîtin, ku bi temenê xwe 9 hezar sal berya zayînê vedigerin û bêhtir jî, li bal van terman hestiyên pir lawiran mîna bizin, mih, balinde, û pezkovî û dasên çinînê jî hatine dîtin. Ji vira em karin bêjin: Ku ji kevitirîn deman de û ta nuha jî, jiyana mirovantiyê ji herêma kurdistanê ne hatiye birîn.
Lê ku em ji xwe pirsbikin: Gelo bihuşta Adem li erdêye yan jî li ezmanaye..?. Birastî ku em rûpelên tewratê biqulipînin, emê binêrin ku helwêsta bihuştê daye nasîn, û wê jî bêgûman ji ola zeradeştê kal biriye, lê anha evna ne babeta meye. Tewrat di pêşî de dabaşa bihuştê dike, û tê xuyakirin ku ew tilyên xwe bi rengekî teqze bal bi herêma kurdistanê vedike, ango ev bihuşt li kurdistanê didenasîn, û ew jî gelek sedemên wê hene:
- Tewrat çar çemên bihuştê binav dike û dibêje:
(Xwedê bihuşta Eden li rojhilat çandiye. Û Ademê ku wî afirandiye li wir bi cih kiriye. Û Xwedê çi dara berbiçav û ji xwarnê re baş ji erdê çandiye…..û çemek ji Eden derdiket ku bihuştê av bide. Û ji wir dibû çar serî. Navê yekî Fîşon….û navê çemê didwan Cîhon…..Û navê yê sisiyan Heddaqil ewê ku di rojhilatê Aşûr re derbasdibe. Û çemê çaran Ferate)  - tekwîn – 2-.   
Dêmeke ev çeman hemû yên bihuştêne, û hemû jî îro li kurdistanêne, û ji ber van gotinan em karin bêjin, ku bihuşta tewratê li kurdistanê tê pesinandin.
- qur,ana pîroz ew jî di vê babetê de bi mere dibe alîkar û dibêje: (إني جاعل في الأرض خليفة) ango xwedê dibêje: Ezê mirov li eredê biafrînim, ev jî tê manê ko bihuşta Adem li erdê bû ne li ezmana bû. Weha ne (qur, anê) û ne kîjan olên din jî, ne gotine Adem li ezmana bû, tê xuyakirin jî ku ev bihuşt li ser pesarên çiyayên kurdistanê yên bilind avabûye, ku qur,an dibêje ji Adem û jina wî û ji şeytên re dibêje: (إهبطوا منها) ango jê dakevin, û herdem weku em dizanin daketin ji jor ber bi jêr veye, evna jî dide nasîn ku Adem û Hewa, ji çiyayên kurdistanê ku çemên vê bihuşta tewratê  jê têne xwar, daketine cihên nizm.
Nîşanên din hene ji rastya gotina me re, ku ew jî evin:
- Kurdistan nêzî cihê ku cihû lê dijîn, yan jî wêde cihê rûnişta Ibrehîm pêxwemberîye.
- Gelek gulîstan û havîngeh û bihiştên xweş, li kurdistanê peydadibin
- Xuyakirina Nûh pêxemberî, û daketina qeyika wî li ser çiyayê cûdî li kurdistanê bû.
Û hin tiştin din hene ne hewceye ku em bînin ziman, ji bilî ku em dizanin tewrat li ser destê (Izra) pîrê cihûyan, piştî koçberkirina cihûyan li ser destê Aşûryan, bi serdarya (Tigilat Filasirê yekemîn) sala 731 ê berya zayînê, li kurdistanê hatiye nivîsandin. ku wê çaxê qirala Israîlê hatibû perçiqandin, û cihû sergonî herêma kurdistanê kiribûn mîna, Heran, Xabûr, û Çiyayên Mîdya.
Piştra şahê Babilî (Niboxez Nessir) du caran di salên 597 an, û 586 an de, êrîşî cihûyan kiribû û ew anîne herêma kurdistanê û Babil bi cihkirine, tewrata pîroz di van êrîşan de, li ber lingê hespên Aşûryan hatibû zîvarkirin û wenda bibû. Ligorî gotina tewratê, rehên cihûyan yên herî kevnar vedigerin kalkê wan yê yekemîn û herî kevnar Ibrahîm Pêxemberî, ku dîroka wî vedigere sala 1900 î berya zayînê. Tewrat tîne ziman û dibêje: Ibrahîm Pêxemberî, tevlî xizm û êl û pez û dewarên xwe, ji bajarê (Ur) ya Kildanî  koçber bûye, û di ber çemê ferat re çûye Heran, ku li herêma kurdistana turkiya dikeve, û îro bajarê Rûhayê jêre têgotin. 
Li wir demekê maye ku hemû zarokên wî li wir çêbûne û xwedî bûne, ji wir çûye qada Kenan(كنعان) li Felestînê. Û teqzekirin ji vê gotinê re ramyarê misrî yê bi nav û deng(Seyid- Elqimnî), di pirtûka xwe ya bi navê(Ibrehîm Pêxemberî) de (dibêje: Ev pêxember di gastîna rojhilatanavîn de hatiye xuyakirin, û li wir li herêma kurdistanê zarwên wî hatine dinê û xwedî bûne). Û dibêje, ji nûve min naskiriye bê çima tewrat dabaşa Haranê dike, ku ew jî bêgûman ji herêma Heran, welatê Horyan re dibêje. Weha em karin cihê bihuşta tewratê bidin nasîn, û li kurdistanê bibînin. 
2- Kurd û Somerî:
Lêkolînvan li ser welatê someryan yê resen û pêşîn, cudabûn ketiye navbera wan de, hinan gotiye ji pakistanê hatine başûrê iraqê, û hin dibêjin ji Europa yan jî ji girava Erebî hatine wir. Lê em dibêjin û bi awakî teqze, ku ew ji rûniştmanên kurdistanê yê resenin, ango ji şikeftên pesarên çiyayê kurdistanê ne ji cihekî din hatine xwar. Li çiyê berya dakevin deştê, karê niçîrê dikirin û genimê çolê diçinîn, ew genimê ku ta niha jî li newal û hêrikên kurdisatnê şîndibe. Di dema baranbaryê de(في العصر المطير) ku di çarhezarsalya berya zayînê hatibû, di wê demê de somerî di şikeftên çiyê de dijîn, û nikarîbûn ji ber lehyên çemên dicle û ferat ve daketana qada rast û çandinî bikirna.
piştî dema baranbbaryê bihurî, someriyan  xwe bera deştên dicle û ferat dan, û dest bi çandinya avdayî kirin, û avgirtok(سدود) û cok û cobar çêkirin, û çandinya xwe avdan. Somerî bi kurdên Sobarto re di welateke hevbeş de gelek salan jiyan kirine, welatê Sobarto jî ew hêlên kerkûkê û diyale li Iraqê ne û pesarên çiyayê zagros jî diketin ber de. Cara yekemîn dabaşa Sobarto li ser zimanê(Iyanatom) şahê Legeş yê somerî di sala 2460 î berya zayînê de hatiye ziman. Dr. (Neîm Fereh) dîrokzanê sûrî, di pirtûka xwe ya bi navnîşana(dêmenên şeristanya kevnar) di rûpelê 198 an de, dibêje: (kevintirîn kesên ku li bakurê mîzopotamya rûniştine, ew Sobartî yan şobartîne, û ew hindam navê Sobarto lêbûye, gelek dîrokzan jî bawerdikin, ku koka wan û ya someryan yek koke û yek nicadin, yan bi kêmasî somerî li bakurî herêma sobarto dijîn berya koçberî başûr bibin û li başûrê Iraqî şaristanya someryan li darxin).
(Samoîl Hinrî Howok), di pirtûka xwe ya bi navê(Çivîneka bîranîna mirovantiyê- lêkolînek efsaneyî) – wergêr Subhî Hedîdî- rûpelê 18 han de dibêje:(dibe bê naskirin ku ew guhertina di naveroka resen ya efsana Domozî û Înana de çêbûye, sedema wê ewe ku somerî ji jiyana abûrya şivantiyê ketibine ya çandinyê).
 Ango Somerî li vir ne rûniştmanên resen ji başûrê iraqê re hatin xuyakirin, lê ew ji cihin din hatine, û vî tiştî jî bêhtir di vê peyva xwe de dide zanîn ku dibêje:(Di warê pêşkêşkirina qurbanan de, Domozî û Iştar(Estêr) di rengê dara tenûbê mê û nêr de dihatin temsîlkirin, lê ev dara tenûbê li dilta dicle û ferat de şîn nayê, bese ew li çiyayê kurdistanê ku somerî jê hatine xwar şîntê). Howok dîsanê dibêje: (Tê xuyakirin, ku somerî ji wê herêma çiyê, ya ku li bakur û rojhilatê mîzopotamyayê dikeve ji wir hatine xwar, û efsaneyên wan didin xuyakirin, ku ji welatekî din hatine cihên xwe). Samoîl Howok pêde diçe û dibêje: (zimanê someryan kesek pir tiştekî jê nasnake, zimanekî wan xurû hebû, lê vê dawyê peyvên zimanê Samiyan û Hindo Euripiyan ketin nav zimanê wan de, û herdû cihan adat û kelepûr û ziman ji hevdûgirtin).  Dr. Tewfîq Slêman ji yonîversita Lîbyayê di vê babetê de di pirtûka xwe ya bi navê(lêkolînin di şaristanya rojavaya Asya ya kevnar) de, rûpelê 86 an dibêje: (Bi sedema vê cîrantiya ji mêjde, zimanên van miletan ketibû navhev de, û ji ber wilo vî zimanî û yê din, hinek ji peyvên xwe wendakirin). Tewfîq Silêman pêde diçe û dibêje:(zimanê somerî hin peyvên biyanî di nav de peydadibim, evna jî tê wê manê, ku someryan ew ji milet û êlên derdora xwe birone, ew miletên ku berya wan yan bi wan re li vê herêmê rûniştine, di riya dan û stendinê de ev peyv ketine nav zimanê wan de).77.
Li ser van gotinan ku em meyzekin gelo gotinên kurdî jî di nav zimanê someryan de hene.. an na? emê wê çaxê pêrgî van peyvan, û ji bilî van peyva jî bibin:
Somerî
Kurdî
Erebî
Gu
Ga
ثور
Kala
Kal
عجوز – مسن
Lo
Lo
رجل
Gel
Gel
الشعب
Gişto
Giştî
عام
Got- Go
Got- Go
قال
Dib Sar
Nivîsar
كاتب
Did
Dido
العدد اثنان
Şeşa
Şeş
العدد ستة
Otene Bijîtim
Bitwnê Bijîm
العائش لوحده
Ceh
Ceh
شعير
Camî
Cami
أمي
Xu
Xu
يأكل
Nenda
Nanda
الطعام الخبز
Kîn
Kîn
حقد
Lê mafê me heye ku em li vir pirsbikin gelo: Çawa ev peyvên kurdî ketine nav zimanê someryan de…?. Birastî ku milet ne nêz û cînarên hevbin, yan jî hevdû dagir nekin wê ji hevdû ti tiştî negirin. Ji ber wilo em dibînin dîrok di bîra xwede tîne, ku êlên kurd mîna sobarî, horî, mîtanî, lolo, kaşî, gotî, û mîdî jî, temam cînarê someryan bûn, û weke em dizanin kurd nevyên van êlane, ku zanyarê Rûsî (Mînorskî) raste rast dibêje: (Kurd nevyên mîdyane).
3- Ola kurda ya kevinar:
Berya Zeradeştê kal, kurda du xwedak pîroz dikirin, yan jî bawerya xwe bi heyîna wan tanîn. yek jê(Mezd yesna) bû, ango xwedakê zanyaryê û hiş û aqil û xêr û roniyê û çotkaran bû, xelkên gund û bajaran jêre nimêj dikirin. Yê din bi (Dêw yesna) di hate bi nav kirin, ango xwedakê dêw û gewreye û şer û şevêye (Iblîs)e, şervan û koçerên kurd jêre nimêj dikirin. Emê li vir vegerin ser magiyan ku ew jî bêgûman êleke ji êlên kurdên Mîdyayêne, rûniştina wan li Mîdya rojhilat bû, û magî ne navekî olîye weke tê bîra mirov, mîna wan yûnaniyên kevnar ku jiwan weyê ku Magî navê komîteke olîye, lê ew navê êleke Mîdîye.
Vî tiştê ha ramyarê sûrî (Fîras- El Sewah) teqze dike û dibêje: (Pîrên Mecûs yan Magî, roleke mezin di warê nivîsandin û pêşketina Avista de leyistine, ev Magî ji êla Magî û ew oldar bûn û bi karê olê micûl bûn, gelekî raste û diruste ku ev êl ji kokeke Mîdî be…)(1). Weha diruste em bêjin, ku mirovên vê êla Mîdî hemû Pîrên xwedakê Arî(Mîtira) bûn, li ser destên wan ev xwedak jatiye afirandin û anîne heyînê, piştre bûne pîrên xwedakê Zeradeşt (Ahora- Mezda), û ev karê olê ji bav û bapîrên xwe nifş bi nifş girtine.
Ango tiştê em dixwazin bêjin, ku ev karê olî di destê vê êla kurdî ya Mîdî bi tenê de bû, mîna wê mîna êla (Lawî) di ola Cihûyan deye, ku (Mûsa) Pêxemberî ji vê êlê hatiye, û hemû Pîr û Pêxemberên Israîliyan jî jê hatine, mîna êlên seyidên ereb jî, ku ew seyid nevyên(Elî û Ebbasin), û mafê kesî tine navê Seyid li xwe bike ku ne ji nevyên van herdû kesan bin, yek apê pêxwemberê islamêye, û yek jî kurê apê wîye. Û mîna van jî çi kesê ku ne ji êla Magîyan bûna, çênedibû ku biba Pîrê xwedakê mezin (Mîtira).      
Dîrokzanê yûnanî(Hîrodots) jî van gotinan teqzedike û dibêje: (Magî navê êlek ji êlên Mîdîne, û firs û mîdî pîr û melên xwe ji nav vê êlê hildibijêrin…û mirovên wê bi fal û pîritî û stêrnasînê ve micûlbûn)- mîdya- A.M Diyakonov- 360.
(Karilton kon) di pirtûka xwe ya bi navê (kerwan) de dibêje: (Mac êleke mîdîye, û karê ola mîdî hemû di destê vê êlê de bû, û ew êleke herî bi hêz û rûmet bû, û di civaka mîdî de xwedî cihekî bilind bû). Ji vira em karin bêjin, ku magî kurdin û ola magiyan oleke kurdiye berya ku farsîbe, û ji cem mîdîyan ev ol kete nav firsan de. Ne ev bitenê jî lê firsa şaristanî cara yekemîn ji mîdiyan birine, û bi saya wan gihabûn asteke bilind ji şaristanyê. Li ser vê gotinê (Wool diyorant) jî di pirtûka xwe ya bi navê (Çîroka şaristanyê) di beşê yekem de, ku danyarên sûryê yên pirtûka (kurte dîroka şaristanyê) çêkirine û jê birine, di rûpelê 285 a de, vî tiştî teqzedike û dibêje: (Firsa zimanê xwe yê arî, û her 36 tîpên alifbaya xwe ji mîdiyan birine. Û wan kiriye ku firs di nivîsandinê de, çerm û pênûsan bi kelpîçên heryê biguherin, û di warê lêkirinê de bi rengekî fireh stûn bikaranîne. Û firsa yasaya wan ya sincî jî birine, ku şîreta bi abûriyeke aqilmendî di aşîtiyê de û dilawerî di demên cengê de dike, û ola Zeradeşt û xwedakên wî (Ahora – Mezda û Ehrîman), û rêzdarya malbatek petrîrekî(أبوي) ji wan birine).
Mîtira jî xwedakî herî mezine di vê olê de, û hemû tişt nîşane ku ev xwedakê arî di vê herêma ariyan de diyar bûye, û ola wî li ser destên pîrên magî di herêma kurdên mîdî de kûr û fereh bûye, ta ku incîl – weku emê ji piştre bibînin – dibêje, ji wêderê magî hatine mizgînî bi pêxemberya Îsayê nûranî dane.
Birastî jî mîna Incîl dibêje, ev herêm li bakurî felstînê dikeve, û ji mîdya ola (Mîtira) di herêmên herî fereh de belavbûye, li bakur kihabû hindê, û piranya herêmên imperatorya farisî, û li ya ropmanî jî de belav bibû. Li romayê ev xwedak di rengê mirovekî spehî û bedew de di hate reseimandin, û li dora wî kilîlek ji ronahyê hebû ku ew jî nîşana yekîtiya wî bi rokê re bû, û belavbûna herî fireh ji ola vî xwedakî re di herdû sedsalên berya zayînê de bû.
Weha em karin bêjin ku mîtrayet oleke Petrîrekî(أبوي) bû, nîşanên wê yên herî giring ronahî û agir bû, û qurban(الضحية) gayê pîroz(homa) bû, ku di roja zayîna vî xwedakî de ga jêre dikirin qurban, ew roj dûvra û piştî çarsedsalî ji zayînê bûye cejna zayîna Îsa pêxemberî ku ew jî ji cejna mîtira birine, ew jî dema ku kenîştê bûyer daye ku bibe cejia zayînê, û evna jî nîşaneke ji nîşanên dîrokîne xweş xuyane ku ola xiristî ketiye bin bandora ola mîtra, û emê vî tiştî paşê bidin xuyakirin. Serjêkirina ga sembûleke ji serkeftina xwedakên rokê yên nêr reye, dema xwedakên dayika mezintirîn yên heyvê dane erdê û zorya wan birine, û quloçê ga ji heyvê re sembeke bingehînbû, ango ev tişt di dema ku mirov ketibûn qûnaxa çandinyê û rûniştinê de hatine, û dema hatina civakên petriyarkî(المجتمع الابوي) ku şûna civakên matrîhalnî(المجتمع الامومي) kirtine.
Dîsanê ku em vê babetê hê nêzîk mejiyên mirovan bikin, emê bêjin ku ga bi rengê quloçê xweve yê li dor serê wî gerandî rengê heyva dasik digre, ku ew jî sembol bû ji xwedaka heyvê ya mê re, ji ber ku wekhevî di orta herdû quloçan û heyva dasik de dihate dîtin. Ji ber wilo dema mîtira bi raperîneke sosret li ezmana destlatdarî zemtkir, karê pêşîn pê rabûye gayê ezmana yê pîroz(Homa) kuştiye, û xweîna wî li erdê belavbû, ji bonî ku erd hatina çandinya xwe zêde bike û berke têkeve çandiyê û xwarin zêde bibe. Bi kuştina gayê pîroz re, miletên arî dev ji ola heyvê berdidin û bi ya rokê digrin, û xwdakê wan mîtira dibe mezinê cêhanê kişî. Weha jî li felestînê Îsa pêxemberî dijî diya xwe(Meryem) radibe dema li bajarokê Qana jêre dibêje:(ez li kûme û tu li kûye pîrekê, hê seata min nehatiye)- Yûhena – 2. Meryem dêka Yesûe li vir mîna sembola dawî ji xwedakên dayika mezintirî tê dîtin, û miletên wir di eynî demê de, berê xwe dan ola du mêran bav û kur, lê mixabin keç di nav wan de tunebû.
4- Kurd û Ola Xiristiyê: 
Gelek tişt di ola xiristiyê de hene bi ola magîyetê tasîr bûne, yek jê sersala xirîstiyêye, ku hemû beşên xirîstiyanan ji bo zayîna Îsa pêxemberî di roja 25ê meha berçile de, cejinê çêdikin,  di eynê wê roja ku mîdiyên kurd berya filehtiyê bi sedên sala, kiribûn cejna zayîna xwedakê xwe mezin mîtira, ew jî roja qulipandina zivistanî (الإنقلاب الشتوي) bû, ku şeva vê rojê şeveke dirêjtirîne di zivistanê kişî de. Wî demê di vê rojê de pîrên magiyan agir dadidn, ji bo şevê û giyanên şer biqewirînin, û bedena mirovan ji gunehên wê paqijbikin.
Divabe em zanibin ku, kesên cara pêşî cejna zayîna Îsa pêxemberî çêkirine misrîbûn, ango kenîşta Qebtî bû, lê di roja şeşê meha ber çile de, û piştî çaransedsalî ji zayînê cejna yekem lidardixistibûn. Kenîşta Romayê mecbûr mabû ku baweryên yûnan û romanên bidûv xwedak mîtira de, ku hê ji nû ve benikê filehtiyê li hustûyê xwe gerandibûn razîbikin, û roja cejna zayîna Îsa pêxemberî bixin eynê roja cejna zayîna Mîtira, ji br ku zû bi zû Romanan dev ji cejna zayîna xwedakê xwe mîtira bernedidan, ewê ku xwedakitya wî ya pîroz û bi rûmet, ji rojhilat ve hatibû nav welatên herdû miletan.
Ji bo zayîna Îsa pêxemberî jî (Incîl) weha tîne ziman: (Dema Yesûh li Bêtlehem ya cihûyan di çaxê Hîrodis de ji dayik bûye, dîtin ku vaye hin ji magiyan hatine urşelîm û dibêjin: kanî şahê cihûwan ew zarokê nû çêbûyî, me stêra wî li rojhilat dîye û em hatine jêre sucde bibin………çûn û dîtin ku ew stêra li rojhilat dîtine li pêşya wan dimeşe, ta li ser serê lawikê rawestiya……..ketin malê de û lawik bi diya wî Mryem re dîtin, di cihde jêre sucde bûn. Piştra buxçikên xwe vekirin, û diyaryên mîna zêr û sebir û tal jêre pîşkêşkirin. Dûvra hate xwena wan, ku li Hîrodus venegerin û di riyeke din de çûne welatê xwe……dema Hîrodus dît ku magîyan tinazên xwe pêkirine, gelekî qeherî. Û zilamê xwe şandin û çi zarokên di binya dusalî re li bêtlehem û dedora wê hemû kuştin)- meta- 2.
Bi vî rengî me dît bê çawa Incîl dide xuyakirin, ku stêrekê pîrên magî anîne cihê birêz Mesîh li bêtlehem ya cihûwan, û diyaryên xwe zêr, sebir, û tal jêre pêşkêşkirin, ku ew jî ji nasnameya zarokê nû zayî û paşeroja wî re nîşanin giringin, ew nîşan jî vê dibêjin, Mesîh xwedaye yan jî kurê xwedêye. Û emê niha vî tiştî li vir xweşik bidin xuyakirin.
Metran(Dyosnîsyos kurê Slêbî) metranê Amed pir bi sosret dibêje: Çawa van Magiyan zanîbûn van diyaryan jêr pşşkêşbikin…? Metran bersiva xwe dide û dibêje: Zêr ji berê de Magiyan ji şahên xwe re pêşkêşdikirin, û sebir ji xwedakên xwe re pêşkêşdikirin, û bi tal laşên miryên xwe di parastin( يحنطون موتاهم).
Û gotins Metran di bawerya min de nemaze di warê zêr de ne tiştekî pir raste, lê tiştek ji rastiyê di şîrovekirina wî ji bo herdû diyaryên din de heye. Lê şîrovekirina me ji bo anîna zêr eve, ku zêr bi rengê xwey zer ve mîna rengê tîrêja rokê, dibe sembola xwedak(Mîtira) ku xwedakê rokêye, li bal Êzîdiyan – Magiyan – û Zeradeştiyane, van kurdan bawerdikirin ku zêr ji kilîla Mîtira ya zer hatiye hûnandin, ango zêr kerteke ji wî xwedakiye, û ji eynê mada laşê wîye, û kertek ji tiştekî mana wê ewe ku ew kert eynê wî tiştiye, mîna kurê wî jêre çêbibe, û dawî eynê rewşa wî hildigre, ango tu dibê qey ev mizgînvznên magî bi pêşkêşkirina diyayên xwe ve, ji vî zarokê nû çêbûyî re dibêjin : Ew kurê xwedak (Mîtira) ye, û evna jî eynê mîna Încîl dibêje, Mesîh kurê xwedêye, û quran jî dibêje. (me ji giyanê xwe têde nefixdaye) – sûretê- tehrîm.
Lê ew herdûk diyaryên din em jî mîna Metran Diyonîsyos dibêjin, magiyan bi tal laşên şahên xwe çaxa dimirin di parastin, û ev jî sembol û nîşane ji mirina Mesîh re, ku wê li ser destê mirovan bêkuştin, û ev tişt di jiyana birêz Mesîh de bi cih hatiye, Incîlê jî gotiye ew ango Mesîh şahe û beşere, wê mîna beşeran jî bimre.Weha me rol û tasîra magiyên kurd di ola xiristiyê de dît, û Magiyên kurd ewin yên ku cara pêşîn mizgîn bi zayîna Îsa pêxemberî dane,  û ne weha bitenê jî lê ew ji mirinê jî parastine, dema riya xwe bi Hîrodus û tinazê xwe pêkirine û ew xapandine. Bi vî rengî Magiyan ola xiristiyê nehiştine bê vemirandin, û li dinê ta îro ev ol berdewam dike. Dîsanê ew Magiyên kurdên Mîdî yên pêşîne, ku bi sedê salan berya civîna (nîqiya) 325z. û ya (xeliqdonya) 451z, nîşana du xuristî (طبيعة) ji birêz Mesîh re nîşandane, yek xwedakî û ya din mirovantî.. Em ji rastiyê bi dûrnakevin jî dema ku em bêjin, Selîbê Êzîdiya(+) ku sembola çarnikarê cîhanêye, eynê sembola xiristiyanaye jî, û parêzgehên olî yên herdû olan jî, ji roj hilat ber bi roj ava de dirêj dibin, û serjêgeh(مذبح) jî herdem li aliyê kenîştê yê rojhilate de cihdigre, û ta îro jî adeta bexirandina hundirên kenîştan, bîranînin ji wan diyaryên ku hersê Magiyên kurd piştî dusalya  Îsa pêxemberî jêre pêkêşkirine.  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark