Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di helkefta salyadiya mehrecana helbesta kurdî ya 13 mîn de

 


(bi vê xwendinê pişikdarî ahengê dibim)
     Dema ku di bazara payepifdan û quretiyê de, her yek ango her partiyek ji me dibêje: tenha emin yên ku serhaweyê dem û qûnaxê tînin, terzûya gogzemînê li ser qiloçê Gamasî em bi tena xwe diteqilînin, ji ber sîka xwe torfelaqî dibezin, guft û goyê bi stêrkan re dikin, Gurbatşof xwediyê Pirîstiroyka û Gilastnostê, Emerîka bi Gilopalîzma xwe ya piralî ve, ji çeşmeyên kaniyên me pêl dane mirovaniyê


tev hemî guherînên cîhanî û tiknolociya ragihandina lezgîn ya birûskî û pêşketî ji bin simê hespên me gav dane jiyanê, gerdûn mîna çûkê dîl di mista me de lûsiya ye, dîmuqrasî, mafê mirovan, dadiya civaka navnetewî, hemî saziyên civaka şaredarî û siloganên pêşverû, ji rêbazên me yên ferezanî gulvedane, yekîtiya iyaletên Emerîka, Elmaniya û yekîtiya Ewropa ji me perwerdeyî yekgirtinê bûne, xaknîgariya nexşeya welat, qad û asîman li ser stûnên qehremaniya me rawestiyane, dezgeyên mirovan di gerdûnê de ji ferhenga me fêrî elfebêta zar û ziman bûne, ji me Roka xawer di hetavên kulkezêrîna sipîdeyan de hînî azadiyê bûye, rizgariya xwe di gerê de, tîrêjên ronahiyê ji nêv taristanê li ber şevçiraxên me melûl bûne, Heyv di şermîniyê de xwe di tepîne, û poşman li civanê evînadaran mikur tê, û gerstêr bejn û bala xwe li ber rexneyên me di tewînin, xwerist û çiya, tarawgeh û derya, hemî zindîwarên bej û avî ji me avis bûne, û bi saya bizavdana me bi azadiya xwe şad bûne, em ne yên şîretane, ji zayînê ve çand û ronakbîrî, pend û konevanî karê meye, pilan, xap û keysebazî ji bin piyên me afirîne, em baranê ji çavên şînesayî dibarînin, givalekên ewran bi ser zeviyên kaleşûv de diguvêşin, Gur û Mihê bihev re di çêrînin, Rokê ji rojava hiltînin, bûk û zavetiya av û êgir lidar dixînin, gêl û kewdanî, tiral û tembelî ji mêj de xwe di aravên me de dişon, perî û firişt demdar di asoyên me yên bê perav de dirêsin, Qiralê rewanbirr û drgevanê bihuştê li dora genavên qitinî pêwaniya giyanên me dikin, Ehrîman û Pêxember bihev re peyalên zergeşê li ser tenahiya hoza me di çingînin, dexsokî, dijhevî û çavnebariyê ji pêkîna zayîna tuxmê me ve revend çûne, dadgeha roja paşdawî ser û guhên xwe bi serçavkan nixumandi ye, paytexta me li ser Erşê jorîn di kevala paraztî de wa tomar bû ye, xilobata ezîtiya me ya evra, û salixê gef, zirt û fortên me metirsîna trorîzmê ji ser rûyê zemînê rêş kiri ye, yekrû em di tenhezî û partîperestiyê de lehengiyê difiroşin, nimûneyeke bê hempa şabextiya jiyanê ye ku em lê bûne mêvan, gerdûn bi saya me kesk û hemereng ava bûye, em kesî li bejna xwe napîvin, ji qanê derin, me temenê xwe tev di payake bêhode û vala de mizaxti ye, valaya gerdûnê têra qewarê me nake, me ho xwari ye û ho jî vexwari ye, em timî dijî bahoz û şepêlên tund dirawestin, û li ser pêlên derya hêç herwe berevaj lîztika koran dikin…t.d
     Dema ku bişkov di dara hêviyan de ber negirin, dema ku gireft û kêşe bê encam û kêmçare bin, omîd di xwezaneyan de sertac nebin, çolax û semyan (serok) ji hev cuda nebin, ciwêlek û şivan dîrokê bi nîvisînin, tekoşyar û ronakbîr li ser tingê wê ezwerî û amancan bergor bikin, mîna her car navbênçiyê me Şeytan bî, rêbaza perçebûna dîrokî li me bipar vekî, dema ku em di gelaxavtinê de yekpare nebin, li ser terezûya hişmendî, bîreweriya ramanî û zanistî hişyar nebin, konevaniya diblomasiyê di serhaweyê qûnaxê de rêberiya me neke, berjewendiyên xwe yên siyasî, civakî, çandî, abûrî û netewî di yekgirtinê de nas nekin, lêbelê tenha perestgaha pût û latên ezîtiyê pêşewatiya me bikî…. T.d
     Çi kiri ye ku em di yek rêyê de pêrgî hev bên û silavê neguhêzin hev, çi hişti ye ku birakujî û dijberiya navxweyî hiş û sewdayê me kurmî bikin, çima ewqasî kirîze û pirsgirêkên me aloz û kwîr tevxiliqî ne, di seqake tem û mûrangirtî de gevizî ne. Qey wê Qantir bizê ku carekê em û rêkeftin li hev bibanin, derfetekê bo rêawayên ku mirov digihînin yekbûn û fîraziyan bidest xînin, qey gunehe ku carekê em di perensîpa kurdewariyê de hemî çîn û tîreyên civakê yên siyasî û rewşenbîrî hev pesende bikin, û mafê xwe yê rewa û egerseza yekmil bi dozînin, qey hêj em ji sirgûn, miextî û panaberiyê, ji talanbûna çand, ziman û gelepora xwe ezmûne nebûne, gelo çi gengazî heye nemaze ku em yek rah û regezin, yek reng û dengin, yek niîjad û netewin, li ser yek xakê dijîn, bi yek zimanî di axivin, yek amanc û ramanê rêbaz dikin, pêşbîniyên me yek mebesta pak û armancên gewre dixwînin, ewqasî kurtebîniya ezîtiyê û neryanên ol û hozperestî em tawî û bawî kirine, mejiyê me falic girti ye, rêyên tev kelem û stirîdirk li pêşiya serkeftina me rakirine, qey diruşma birayetiyê xwîna me nakelîne, bi yekcarî bandora xwe li me nekiri ye, ango binaşeyek ji hogirîna hezînê di ferhenga me de nema ye.
     Ca ku tenha di vê helkefta gewre de, em karibin dûrî giyanê hevrikî û hevgariya perçebûnê, pêkve weke stûbariyeke netewî bo çand û wêjeya kurdî, li gora şert û mercên qûnaxê yên navdewletî, bihev re dîsa bo mihrecana helbesta kurdî, li gora organîzmên rêxistinî û yasyên vexwendî yên hemdemî ji ezmûneya gelên cîhanî, û her bo giyanê gorbihuştî helbestvanê mezin nemir seydayê Cegerxwîn, wa bi aramiyeke hevpesende, li bin siya darekê, li qorzîkekê dûrî qelawiziya çavpêlan, li xewleciyekî aştiyane, bi giştî û bê ewartekirina tu beşî ji civaka kurdî, civînekê, ango kongerekê lidar xînin û komîtekê, an jî kombendeke çandewarî çaksaz û pêşiwar, bi şêweyekî dîmuqrat û şarewerî, li gora serhaweyê çerxê 21ê ji nava xwe hilbijêrin… lê hema baweriya mine ku dê hêvî di nifşên nûhatî de mezintir be… sipas.

Mihemedê Seyid Husên….. Qamişlo    23 – 10 – 2008 an

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark