Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

belavokên partiyan: Emê çawa li hember siyaseta zordestiyê bi sekinin?

 


Rojnameya dimuqrati *

Di van çend salên dawiyê de, weke tê xuyan ew siaysetên şovînî di derheqa miletê kurd de ber bi zêde bûnê de diçin, û ev siyaset bêtir têne xuyan bi dû rûdawên 12 avdara 2004, ew rûdawên ku mebest jê ew bû ku bibe dergehek ji bona siyasetên sext li ser miletê me xurt bibe, û berê miletê me ber bi perîşaniyê û koçkirin û wî dûrî rewşa tevahî li sûryê bixe, tevî ku hinekî di dema berê de ew siyaset kêm bûn.


Lê cihê mixabiniyê ye ku bête gotin ku ew rûdaw hinek bizavên şaş û bê rê di nava xwe de hilgirtibû, mîna bangkirinê bi siloganên bê rê, ku bûne bidestxistinek ji kesên şovînî re ku pê şerê tevgera kurd bikin di nava çarçewa netewa sûryê de ,  û pê re jî bêtir ew tawanên nejadperest li dijî miletê me bi kar bînin, ew tawanên ku bi dehê salan bi dû tevgera kurd de vedike.
Û aniha, riya baştirîn çiye ku em li hember van siyasetên şovînî bi sekinin?
Hêjayî gotinê ye ku tevgera kurd ji demeke dirêj de baweriya xwe bi xebata siyasî a aştiyane aniye, ku ew şêwe baştirîn rê ye jibo xebatê li sûrya, û bi hevgirtina hemû hêzên tevgerê bi hev re.
ya dîtir bi hêzên netewperwer re di nava sûryê de, ew kesên ku îro ro gihiştinê wê yekê, ku divê bi êşa miletê kurd re bi sekinin  û daxwazê dikin ji bona bidestxistina mafê kurd û çareserkinek dîmoqrat jêre bê dîtin, û ev hevgirtin gavin baş di vî warî de hatine avêtin
Eve baştirîn şêwa xebatê ji bona tevgera kurd, a ku berî çend salan ber bi pêş de çûye di vî warî de, dema ku gihiştin nerîneke hevbeş ya ( Hevbendî- Enî), û çêbûna (ragihandina dîmeşq), û kêmbûna nakokiyê di nava aliyên tevgera kurd de.îro jî aliyên sereke di nava tevgera kurd de,ku biryarê bistînin,û li gorî wan pêşveçûnan kar bikin bi hêzên netewî û dîmoqrat re, wê karibin roleke xurt li hemberî van siyasetên şovînî bi lîzin ,  û wiha kar bikin ji bo guhertineke dîmoqratî û aştiyane ji gelek astengiyan re bibînin, da karibin xizmetê ji welatê xwe re bikin, û zulm û zordariyê ji ser millet rakin . 
----- 
 * Rojnameke mehaneye Partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurd li Sûriya belavdike

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark