Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: ZIMAN Û XWEZA

 


  MELEVAN RESÛL

Zimanzan û civaknasên saykolojiya mirovan di þopînin , di lêkolînên xwe de gihane bawerî û rastiya derçûn û pêvajoya pêþkeftina zimanan di temenê jiyana mirovan de û stûnên sereke û bingeh ji vê rastiyê re li qelen dane , her zamanzanek di goþekî re rewþa pêþveçûna ziman þirove û analîze kiriye jî , lê sûd ji hemû nêrînan tê dîtin û me dighînin qûnaxên dirist û hiþmend di vê derbirînê de , ew jî naskirina xalên hevgirtî û hevbeþ ji encama ked û westana lêkolînvanên jiyê xwe di ber de terxankirîn .


Înan û bawerya bi mere peyde dibe , pêþî  girêdana di hevde hûnayî navbera ziman û xwezayê de dertê pêþ , û di þûn de girêdana ziman bi jiyana mirovan ve belû dibe , hemû jî bi yasayên xweristê ve girêdayî ne , em dikarin beramberiyê têxin navbera herdu xalan di hejmarek mînakên rojane de û li ber çav .
Mademkî mirov di nava xwezayê de dijî , pêdivî ye bandora wan li ser hev hebe , ango mirov jiyana xwe li gorey sîstema ezmûnê dipîve û xwe li ber çê dike da karibe têkilhev di nava wê de berdewam be , hemî alavan li gor karîna xwe û hêza bi dest wî ve were diêxe bin hîkariya xwe de û heta ji destan were xwe dike seredarê rûdanên xweristî , ji wê hewldanê dertê pêþ ku çiqas mirov çalak e û hêza wî xurte , ango yasa gerdûnî xistiye bin kontrola xwe , û heger nikaribe , bi sîstema wê re hevcot bi rêketiye , lê wî ji encama peywendî û têkilyên bazirganî û dan û standina bi mijarên perwerdeyî , bi taybet di kenala olî re kariye bandorê li hev bikin û di nava rûdanên xwezayî de bi ked û emek bin .
Mebesta min ya sereke ewe ku hewldana mirovan herdemî ji bonî naskirina jiyanê heye û sûde ji hemî rûdanan kiriye , zîrekiya mirovan di encamê de heta bi qûnaxekî berhemdar bû , ji lew hiþmendiya mirovan ya pêþîn ji xwezayê hatiye wergirtin , her wekî di efsanên dîrokî de xuya dibe ka çiqas hêvî û daxwazên mirovan ji bonî naskirina veþar û nependiyên jiyanê hene , hin bi hin bi ser ve bûne û tiþta pê nekarî her demî jêre bûye cihê metirsîn û zirzbûnê .
Lê xala herî giring di berdewamiya xebata mirovan li hember xwezayî ewe ku xwezayê bixe bin destê xwe . vêca heger xweza dewlemend û bi têr dar û ber be , pêtivîye ku mirov ji xwere li gotinên renga reng wekî rengîniya xwezayê , zimanek bi têra kel û pelên di nava xweristê de bi afirîne û hevokên xwe sererast bike û her dem gotin û bêjeyên nû tevlî ferhenga zimanê xwe bike , çimkî ew herdemî rûbirû bi gelek organên renga reng re têkildar dibe , di encamê de wê zimanek gur û geþ derkeve pêþ û sawîra mirovan ferhtir bibe , mînak jî di pirbûna zaravên kurdî de nîþanên erênî ne û li gor derbirrînên zanyaranin , berevajî mantelîta kevirpenîrî ya ku hiþê mirovan ber bi çewtiyê ve dibe , mîna ku kesên bi nijada xwe Ereb dema dibêjin ku : ziman ji yê Ereban pîroztir û dewlemendtir tuneye , heger gotina wan rast be ? dêmekî zimanzan û pisokologên cîhanî þaþin di ramanê xwe de .
Ev þaþî di du astan de tê rexnekirin , yek jê , xwezaya welatê Ereban ne têr berhem e û ji bilî Deveh , qom û pezî û peþkek ava þor li welatê wan tuneye , ew nikarin li ser miþêna avê û xuþxuþa daran gotinan derxînin , ya duya xweza jî ne ew qasî bi xêr û bêr e heta sermaye pêþ bikeve û bazirganî geþ bibe .
Ev jî wekî bangekî ye ji bo nivîskarên kurd yên bi zimanekî din ji bilî zimanê kurdî dinivîsin da ku bi ser hiþê xweve werin û nirxê peyva kurdî nasbikin û lê xwedî derkevin , bi hinek westan her nivîskarê kurd dikare alavên nivîsandinê bi dest xwe xîne , ji hêla din ve gerek her yek di hendama xede berevaniyê ji parastina zimanê kurdî re bike , çimkî ew ne qenciye bi miletê xwe dikin , lê ew karek sincîye berya bibe karek netewî .
 Melevanresul@hotmail.com
   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark