Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Yilmaz Güney Mirov.. Hunermend .. Helwêst Xeleka (1)

 


Dr. Ibrahîmê Mehmûd

Li Daiykbûna Güney
   Di Şefeqekê de ji Şefeqên buhara nerim û pir bi xwinav ; û li gundekî dûrî cîhana serdemê bi navê Yenîcê, nêzîkî bajarê (Adena) li başûrê dewleta Tirkiyê, qîjîna zarokekî sawa di malbateke kurdî de, feqîr û belengaz hat…Lê tevî feqîrî û çetnahiya jiyana rojane jî, dîsan xweşî û şadî kete dil û mala dê û bavê (Gulê û Hemîd) de; û bê ramanên pêşekî


navê Yilmaz (polat, tiştê ku nayê tewandin ê -I.M.) lê kirin, û baweriya wan hebû, ku wê çarenûsa wî jî weke a hemû zarokên gundiyan bê: Cotiyarekî bi hêz û çelenk bê, da ku rojekê ji rojan barê ser milê bavê sivik bikê û jiyana malbatê bi rêve bibê!!  Bêyî, ku bê bîra her du belengazan li wateye (maneya) navê wî jî bikolin! Ma herdu perîşanan, ji ku diwêran bîr bikin, ku wan kurek (zarokek) aniya ser rûyê erdê û wê rojekê ji rojan bibe yek ji navdarê cîhanê?!! Yan jî wê navê miletê xwe û welatê wî li cîhanê belav bikê û bibê cihê şanaziya wî?? Yan jî wê dawiya jiyana wî li Parîs ê be û wê li goristana Mezinan were binax kirin ê? Ma gelo bajarekî bi vî navî (Parîs) li ser rû erdê heye???
  Lê ew di pêşeroj û çarenûsa nûhatiyê xwe de şaş derketin û tiştê, ku di xwenan de jî ne li bîra wan bû, hate cih…Wan, bi rastî mirovekî mezin, leheng û payebilind anîbûn dunayê..
   Ev zêdebûna wan, di 1ê nîsana 1937 an de rûdabû; ev roj, weke ku Yilmaz bi xwe gotiye, li gor nasname yê bû: „ Min jî, weke hemû zarokên gund, nasnama (Nifûsa) xwe dereng wergirtibû, ji ber wê ez roja li dayikbûna xwe, sedî sed nizanim…“(1).
  Yilmaz ji malbateke kurd de, a ku ji Sêwerekê koçberî wan navçeyan bû bû. Malbata wî jî, weke bi hezaran malbatên kurd êd main, ji neçarî û ji ber sedemên aborî, siyasî û zordestiya dewleta Tirkiyê, welatê xwe bi cih hiştibûn; herwise weke ku li ser hemû malbatên kurdan, li ser malbata Yilmaz jî hatibû ferzkirin ku siuadiya ( navê Malbatê, Famîliyê -I.M. ) xwe biguherin û navê Putûn* li xwe bikin!
   Rewşa jiyana malbata Putûn weke a hemû xelkên gund û cotiyarên wê bû… Wan  jiyana  xwe li jêr dilovaniya (rehma) Axa (Feyodal) yê kedxwar û zilma wî didomandin: ji berbanga sibehê û tanî şevtariya êvarê cotiyarî û karkirin di nav erdan de,  ji bo berjewendiya çend kesan û bi nanoziko!!
   Bêgoman jiyana Yilmaz ê piçûk jî, ji a zarokên gund ne cudatir bû: birçîbûn, belengazî,  hejarî û karkirin di nav erd û baxçan de… Jiyana dijwar û ji piçû-kayî de, bandoreke mezin li ser şêweyê bîrkirin û nerînên wî ên pêşerojê hiştibû. Di derheqa vê yekê de, Yilmaz wise nivisandiye: „…hêjî ew perîşanî, rebenî û êş a ku min di zaroktiya xwe de dîtibûn, li bîra minin. Baş tê bîra min… me rojeke xweş û şadî di mala xwe de ne dîtibû… Bavê min - ji ber piçûktirîn sedem – timî li diya min dixist û ew ji malê derdixist… gelk caran em zarok jî pêre derdixistin. Li ber deriyê mala me dareke tûyê û du darên henjîran hebûn, pirrê caran me tevî dayika xwe tanî sibehê li bin wan daran xew dikir; lê car caran jî daiyka min bi destê min û birayê min digirt û em bi xwe re bi pê - tevî ku 27 km  dûr bû jî - dibirine mala mirovekî xwe li Adana… Ez qet (tucarî) rewşa diya xwe û giriyê wê bi dirêjahiya rê, jibîr nakim! Bi taybetî, ez nikarim wan sitranên kurdî, yên dilşewat, nerim û di eynî demê de jî tijî hêrs û tolvedan, yên ku diya min bi hêsran re û bi dengekî nizim, di ber xwede digotin, jibîr bikim …“(2)
   Hîn di piçûkatiya xwe de, Yilmaz rastî jiyaneke t`al û dijwar hat; lê şert û mercên wê jiyana nexweş wise lê kirin, ku hesta rikberî û nepejirandina şêweyê wê jiyanê li ba wî û ji zaroktî ve, xwirt bibê. Yilmaz dibêje: „ Ez kurê cotiyarekî feqîrim, mana wê şêweyê jiyaneke taybet li ser min hatiye ferzkirin ê; lê ew jiyan şopeke kûr li ser hişmendiya mirov dihêlê…Hevalê min ê zaroktî, navê wî Silo bû; ew jî weke min kurê cotiyarekî feqîr bû…Zarokên Axa (feyodalan) em neçar dikirin, ku lêstika hesp û erebanê ( hentûrê ) bi wan re bileyizin. Tiştekî sirûştî bû, ku em (ez û Silo) her dem (timî) dibûne hespê  ku bi erebê ve dihatine girêdanê û me ew li pey xwe dikişandin…Carekê ji caran Silo nexweş ket û ew birine merkezê (bajêr) ji bo derman kirin ê… Lê mixabin piştî demeke kurt, laşekî sar û bê jiyan li ser erebekê, ku du gamêşan ew dikişand, vegerandin gund…Ji wê çaxê de min biriyara xwe da, ku êdî nema bibim hespê girêdanê di lêstika zarokên axa de..!“(3)
  
   Belê, Yilmazê piçûk ew şêweyê jiyanê, a ku bi sedê salaye li ser wan hatibû ferzkirin ê, bê vîn (îrade) û hemdê xwe qebûl ne dikir. Ew bi serhişkî û rikberiya xwe, bê hişmendî û pîlan, nema bû hespê girêdayî di destê zarokên Feyodalan de; û piştre, di destê zarokên burjwazî û sermiyandaran de jî! Lê cudahî ew bû, ku vê carê di qonaxeke din de ji jiyana xwe, bi zanebûn û vîna xwe û bi çekekî nû beramberî wan rawestiya (emê vê yekê piştre bi firehî şirove bikin -I.M.)!
   Pêwiste bê gotin, ku guhertina wê jiyana dijwar û reva ( bazdana ) ji şêweyê jiyana cotiyariyê û ne qebûlkirina zakonên ( irif û adet ) civaka gundiyan, ne li gor taqet û tiwanên (imkanên) Yilmaz ê piçûk bûn; ew jî, weke hemtemenên xwe neçar bû, ku rêalîta jiyanê qebûk bikê û ji bin desthelata bavê xwe, a dijwar dernekeve.
  
   Bêgoman, bavê wî dixwest, ku kurê wî bibê cotiyarekê bi hêz û çeleng, her weha bikeve dibistanê, da ku hînî ( fêrî) hesab, firotina pembû, çandina titûnê û hunerê kirîn û firoştina wê bibê. Lê Yilmaz ê serhişk, tiştekî din dixwest: „…Min wê çaxê nizanîbû, bê ez çi dixwazim -Yilmaz digot – lê sedî sed ne ew tiştê, ku bavê min ji min re dixwest…“(4).
   Bîr û ramanên Yilmaz hemû li ser yek xalê bûn, ew jî ew bû, ka gelo wê çawa  û bi çi rêkê bikaribe xwendina xwe bibe serî; wî soz bi xwe re da bû, ku bi çi nirxî be jî, gereke ew bixwênê û bighêje astên zaniyariya bilind… Êdî bi destxistina zaniyarî bû armanca wî a sereke!!
   Ev yek bi hesanî û zelalbûn, mirov di romana wî de, a bi navê “ Stuxwar mirin * dibênê; nexasime di kesayetiya Remziyê piçûk de - qehremanê romanê -  tê xwiyan… Kampîr,  bavê Remzî, cotiyarekî feqîr û belengaze, lê ew bi hemû tiwana û hebûna  xwe ve hewil dide, da ku, kurê wî here dibistanê û bixwênê…
   Dema xwendina romanê, mirov (ê ku şarezayî jiyana Güney ye) bi hesanî wekheviya pêvajoya jiyana qehreman ê wê û a Yilmaz dibîne! Nivîskarê romanê qehremanê xwe; zarokekî dilovan, diltenik, lê di heman demê de jî, serhişk û riktûnd nîşan dide; ew tevî piçûkahiya temenê xwe jî, bi hemû awayî dixwaze di civakeke paşdemayî de, azad û serbixwe bijî?! Ew Armanca xwe ji bo vê yekê, tenê di berdewamiya xwendinê de dibênê; çi dibe bila bibe, lê gereke ew xwendina xwe bibe serî!!
   Di rastiyê de, û dûrî cîhana xewin û romanan, ev çarenûs rastî Yilmaz Putûn hatibû. Tevî, bidûrketina bav ê ji malbatê, û tevî belengazî û çetnahiyên jiyana rojane, Yilmaz xwendina xwe berdewam kir…Her sê salên sereta û yên navîn li gundê xwe xwend. Xwendin li dibistan ê û karkirin di çandiniyê de, wise li Yilmaz kir, ku baweriya wî bi xwe û pêşeroja xwe zêdetir bibê, loma jî, ji bo qezenciya dibistana bilind û lîsê ( Bakaloriyos ) ew çû bû bajarê Adanê!
  
Jiyan li vî bajarê mezin yê pîşesaziyê, ne hesan bû; li wir tu kes, li kesî xwedî dernakeve! Yilmaz; vî xortê vînpolat, ji nişkave xwe li meydana jiyanê a dijwar û bê dilovanî (bê rehim) de û hemberî perîşanî û feqîrtiyê, bi teniya dît: ji aliyekî ve, divabû dê û birayên xwe xwedî bikê û berpirsiyariya malbatê hildê ser şanê xwe, û ji aliyê din ve jî, pêwist bû xwe xwedî bikê û xwendina xwe bidomê nê?! Çare nemabû, yan bazdan ji meydanê, û yan jî têkoşan û serkeftin ji bo jiyaneke asûde û serfiraz…!
  
   Bêgoman Yilmaz (weke ku emê di pêş de jî diyar bikin –I.M.) ne mirovê rev û bazdanê bû…Wî rêya têkoşanê girt; bi roj dixwend û bi şevan jî kar dikir! Ji bilî wê jî Yilmaz zû bîr bir, ku ji bo têgihêştina jiyanê û bidestxistina serkeftinan tê de, pêwiste mirov wê ji hemû aliyî ve nas bikê û zêdetir xwe nêzîkî milet û êş û derdên wî bikê, da ku bikaribe çareseriyan jî, ji wan re bibênê!!
    Yilmaz ji neçarî gelek karên cor bi cor kirin…Yek ji ciyên karê wî, şirketa And-Film a sînemê bû. Lê ji ber hindikbûna pereyên keda rojê (7 Lîre), wî waz li wê şirketê anî û çû şirketa Kemal-Film, a ku rojê (8 Lîre) didan, kar kir!! Karê wî gerandina filîman û nîşandana wan li meydanên bajar û gundan bû. Rola  salên kar di şirketa Kemal-Film de (1952–1954) ji bo Yilmaz pirr giring bûn; wî ji nêzîk ve rewşa jiyana karker û çotiyaran, nexasime ên kurdan naskir. Li ser daxwaza şirketa sînemê, divabû Yilmaz li pirraniya bajar, bajarok û gundên Kurdistana bakur bigerê; bi taybetî li navçeyên Alezîz ê, Gazî-Entab ê, Diyar Bekir ê û gelekêd main…Bê goman, gera li wan navçeyan, dan û standina bi kurdan re û naskirina rastiya jiyana wan ji nêz ve, wise li Yilmaz kir, ku bi kurahî li ser gelek pirsên ku wê çaxê jê re tarî û bê bersiv bûn, rawestê!
Weke: Ma gelo ez jî bi eslê xwe ne kurdim? Wê çaxê, ji ber çi bavê min welat,  rez û zeviyên xwe bi cih hiştibûn û koçberî nav tirkan bû bû? gelo ji ber çi, hewqas cudahiyên civakî, aborî û kulturî di rewşa jiyana van navçeyan û navçeyên tirkan de hene?!!!
Di derheqa vê yekê de, Yilmaz di hevpeyvînekê de, wise dibêje: „ …vê paşiyê, ez bi timamî têgihîştim, bê çima bavê min welatê xwe bi cih hiştibû û koçberî  Tirkiyê bû bû… Ez baş têgihîştim, ku wan siyaseta pantûrkîzm ê di heqê me de bi cih di anîn, her weha em neçar dikirin, ku bi tirkî bi axivin; ji bilî wê jî, bi darê zorê di dibistanan de em hîndikirin, ku em hemû tirkin…“(5).
   Gera li nav wan navçeyên jibîrkirî û paşdemayî de, û her weha dan û standina wî bi kurdan re hiştin, ku Yilmaz ji nêzîk ve û bi hewaseke mezin rabûn û rûniştina kurdan û felklora wan bi giştî nas bikê; di heman demê de, ew bû bû şahidekî zindî li ser bindestî, êş, rebenî û gelek adetên kevin yên, ku dem di ser wan re derbas bû bû.
Bê mubalexe, ez dikarim bêjim, ku ev tişt hemû bûne bingeh ji bo babetên nivîsarên wî re, nexasime yên destpêkê; û her weha, piştre jî bûne bingeha hûnera wî a sînemê. Babetên çîrokên wî, yên wan salan, ne bi tesadufî bûn. Ew  berhema dirustbûna ramanên taybet bûn, li ba wî; bi gotineke din, tovê rêalîzma civakî serê xwe di berhemên wî de derdixist!
   Yilmaz, tevî aloziyên jiyanêjî,  xwendina xwe a lîsê di sala 1955 an de kota kir, û di heman salê de jî xwe li zanîngeha Anqera – Kolêja Yasa (huquq) – qeyd kir,lê jiber sedemên diravî (aborî, madî) nikarîbû li wir bidomîne û careke din vegeriya bajarê Adana û dest bi kar kir; vê carê di şirketa Dar-Film a sînemê de. Lê wî bi yekcarî dev ji xwendinê berneda: Piştî demeke kurt, wî qesda Istanbol ê kir û li zanîngeh wêbû xwendevanê beşê Aborî…!
   Di vê demê de Yilmaz bû bû aşiqê lîtêratûr (edeb) û nivîsandinê, bi taybetî nivîsandina çîrokan!! Herweha di qonaxa xwendinê de, tevî çend hevalên xwe dest bi weşana du kovaran bi navê: „ Boran „ û „ Durûk* kiri bû. Weşaana her du kovaran jiber sedemên aborî pirr dirêj ne kiribû!!
Yilmaz bi germî dest bi nivîsandina çîrokên rêalîst kir. Naveroka çîrokên wî, ango babetên wî cor bi cor bûn. Wî hewil dida serpêhatiya jiyana xwe û xelkên derdora xwe a rojana bênê ser kaxezan û belav bikê! Li gor helsengandina (nirxandin, teqi’m) gelek rexnevanan, çîrokên wî di wê serdemê de bû bûn neynika (mirêka) civaka bindest û hejaran!
   Carekê ji caran, çîrokeke wî,  piştî weşandinê  bala  hêzên ewlekarî û çavdê-rên siyasî dikşênê û bi lez û bez tê qedexekirin ê û navê  nivîskarê wê beloq dibe! Ev yek di sala 1957 an de bû, û ji wê çaxê ve û tanî deqîqeya dawî ji jiyana xwe, ew û hemû xebatên wî, yên edebî û hûnerî (Filîmên sînemê) ketin bin çavdêraiya hêzên ewlekariya neteweyî de; û şerê wan ji aliyê hemû hukumetên dewleta Tirkiyê ve, bê cawaziya nerînên wan ên siyasî û Idyolojî, hate kirin ê?!!
   Navê çîroka, ku hatibû qedexekirin ê, û a ku bû bû sedemê binçavkirina nivîsevanê wê: „ Mu’adela bi sê nehêniyan „ bû; ew çîroka kurt di kovara bi navê „ on uç – sêsdeh  -13-“ de hatibû weşandin ê… bi kurtî;  bûyerên çîrokê li ser jiyana jineke gêncî (xort,ciwan) feqîre, a ku ji neçarî laşê xwe difroşe û dibe qorbana zilm û zordariya dewlemend û feyodalan… Tawanbariya (cirma) jinikê – bê goman di nerîna desthelatdaran de – ewe, ku wê mêranî (cesaret) di xwe de dîtiye û hember zilm û çavsoriya feyodalê bê moral dengê xwe hilda ye û gotiye: „ wê rojekê dawiya te jî bê ..“ !! Desthelatdarên dewleta Tirkiy ê,  ev hevoka – mîn (bombe) kirî– kirine biyanu (hincet) û Yilmaz bi tomtbariya „ propaganda komûnîzim „ ê  dane dadigehê!!
   Di destpêkê de dadigehê (bê ku Yilmaz li wir hazir be jî) biryara 7 sal û nîv zindan, siza dane wî!! Lê piştre, dadeweran (Hakiman) biryara hukmê xwe siviktir kirin û anîn sal û nîvek zindan û şeş heyva jî sirgun…
   Bi vî hawî û bi tometdariya „ propaganda komnîzim „ ê, Yilmaz cara yekem di jiyana xwe de çû zindan ê, bê ku - wê çaxê – bizanibe wateya (maneya) gotina „komunîzim“ ê jî, çi ye?? Di derheqa vê yekê de, û li ser pirsa rojnamevanan, Yilmaz wise bersiv dabû: „ Min du sal di zindan ê de derbas kirin, bê ku ez wateya gotina komunîzm ê, a ku ez ji bo wê hatibûn girtin bizanibim…lê vê gotinê pirr bala min kişand û min lêkola da ku bizanibim, ka gelo ev çi ye, ku ez ji ber wê ve hatime zindan kirin ê. Min di zindan ê de xebatên Marks, Lênîn û Êngêls xwendin… Salên zindanê û sirguna min li bajarê Qoniya yê, ji min re bûne dibstana jiyanê…“(6).
 
  Di ber çîrokan re jî, Yilmaz sênariyo yên cor bi cor ji bo filîmên sînemê dinivîsandin. Bêgman eşkiraye ku, hatina Yilmaz nav cîhana sînemê bi tesadufî bû, wî ji bo ziktêrî û peydakirina çend qirûşan di şirketên sînemê de kar kiribû, lê tevî wê jî,   hezkirina wî ji edeb, huner û nivîsandinê re bi giştî, nexasime piştî serketinê di nivîsandina sênariyo yan de, hişt ku ew bi cedî bîr li sînemê wek huner bikê…
   Di sala 1958 an de, û dîsan bi tesadufî,  Yilmaz derhênerê sînemê ê navdar Atif Yilmaz * nas kir. Pêwiste bê gotin, ku rola Atif Y. û piştgiriya wî ji bo pêşeroja Yilmaz û berdewamiya wî di hunra sînemê de,  pirr giring bû. Yilmaz, tu carî bandor û qenciya wî derhênerî jibîr nedikir, û berdewam nirxekî giran di dayê!
   Di yek ji hevpeyvînên xweyî dawî de, Yilmaz wise pesinê wî kiribû:
 „…kesaytiya herî pêşî a ku şopa xweyî kûr di jiyana min a hunerî de hiştibû, û a ku rê ya helbijartina pîşeya sînemê ji min re xweş kiribû,  derhêner  Atif   Yilmaz bû… Wî şans û firsenda lêstika di filman de pêşkêşî min kir û bi saya serê wî min ev pîşe ( lêstikvanê sînemê, akter ) bi dehê salan berdewam kir…“(7)
   Di dawiya salên 50 î de ji sedsala buhirî, zîrekiya Yilmaz û çelengiya wî di nivîsandina sênariyo yên serketî de, eşikra bû. Ji bilî wê jî, pehlewaniya wî bi serfirazî di lêstika flîman de, nexasima yên destpêk ê, wek: „ Zarokên vî welatî „
 „ Xezala sipî „ „ du Mêrxas „ „ Musimê titûnê „ û êd maiyn, bala temaşevanan û pîşevanên sînemê bi giştî kişand!
   Gereke bê gotin,  ku Yilmaz sênariyo dinivîsandin û di filîman de jî dilîst, di dema, ku ew bazdayî bû û hukumet (jiber hukmê dadgehê, a ku me li jor bas kiribû- I.M.) bi şev û roj lê digeriya, da ku sizayê xwe bibe serî.  Lê Yilmaz ew biryara (hukmê) zalim û naheq ne dipejirand û xwe zû bi zû ne dida destê wan…
   Piştî çar salan ji xweveşartin û  revê,  hêzên ewlekarî û polîsan ew  girtin  û sala 1961ê zindan kirin; û ji wê çaxê ve zindan bû kozika (ciyê) wî!!

   Bi  zindankirina Yilmaz Putûn,  hukumet û hêzên hevalbendên wê, bi hêvîbûn ku wê ew bi vê yekê ji cîhana sînemê bi dûr bikevê û wê temaşevanên wî jî, yên ku yekser jê hezkiribûn, wî jibîr bikin…! Lê bêtirs ez dikarim bêjim, ku desthelatdar û hevalbendên wan di hêviyên xwe de şaş derketin; hezkirina xelkê ji wî û hunera nivîsandin û lêstka wî re, bi gelekî ji hêvî û daxwazên dujminan mezintirbû…?!
  
  Jiber kesayetiya (şexsiyeta) Yilmaz, weke ku li jor hate ronîkirinê, zindan jê re bûbû dibistana jiyanê û sûdmend ji bo bihêzkirina şexsiyeta xwe a siyasî û hunerî! Di zindanê de nivîsandina çîrokan û sênaroy yên filîman berdewam kir, û yek li pey a din şandine weşanxaneyan, bi hêviya ku bêne çapkirin û belavkirin ê. Lê xwediyê çapxaneyên bazirganî ditirsiyan wan biweşînin; ne tenê ji ber ku Y. Putûn zindaniyê siyasî bû, belê her wise jî, ji ber ku nivîsandinên wî rêalîta jiyanê nîşan didan û li ser bingeha bûyerên rastî dihatin avakirinê û neynika jiyana wê serdemê bûn! Loma jî navê Yilmaz bi rêalîzma nû (New Realizm) ve hate girêdan û bi saya xebatên xwe bû nunerê wê xetê (N.R.) ne tenê li Tirkiyê belê her weha li timamiya Rojhelata Navîn jî.
 Ji bilê wê jî, pêwiste bê gotin, ku nivîsandinên Y. Putûn tirseke mezin dixistin dil û hinavên çînên dewlemend (Feyodal, Burjwazî û bazirganên kedxwar) û alîgirên wan di desthelatdariya  siyasî de!  Loma jî hemû  nivîsandinên bi navê wî, dihatin sanzure (binçav) kirin ê û rê li ber weşana wan dihatine girtinê?!
Ji ber wê û ji ber hin sedemên din, ew  neçar bû,  ku navê nehênî (weke ku li her deverê cîhanê belave - I.M.) bi kar bênê. Wî navê Güney (wateya wê bi tirkî yanî başûr) ji xwe re helbijart… Bi dîtina min, helbijartina vî navî bi zanebûn bû; ew encama êş û derdkişana şexsî bû, û di heman demê de jî quçhildan û sîngberzî bû; ji ber navê wî bi giştî: Yilmaz Güney ( Başuriyê ku nayê nizimkirin ê, yan jî: Başuriyê ji polat.. I.M.) wateyên kûr û dûr nîşan didin?!!

   Bi rastî jî,  ji wê çaxê ve  Yilmaz bi navê  xwe yê  nû û li hevhatî,  hate naskirinê û di dev û hişê milyonan (dost û dujmin) de hat û çû… Bê pesindan (mubalexe), Nav û xwediyê xwe (weke ku wê li pêş bê diyarkirin ê -I.M.) bûne stêrka herî geş, bilind û bi dirêjahiya salan, di esmanê Tirkiya reş û tarî de…
  
   Bi zindankirina Y.Güney, qonaxeke aloz û giring ji qonaxên dirustkirina şexsiyeta wî a hunerî û siyasî ve, bi dawî hat; da ku qonaxeke nû, kûr û giringtir di bîrbirina rastiya jiyanê de û pîlankirina xebatên pêşerojê bi hişmendî, dest pê bike…           Dumahîk maye!
-------------------------------------------
Jêder û têbînî:  

(1) - A.Yalçîn . Dosiya Yilmaz Güney. Istanbul – Temuz  1977 .  (bi zimanê tirkî).
* Ferzkirna navên tirkî li ser hemû malbat, bajar û gundan tanî roja îro jî li Tirkiyê berdewame;  ev yekeke ji mêtodên siyaseta “tirkkirina” welat û netewêd, ku di bin destê tirkan de mane!!
(2) – Pirtuka “Hucra min“ (oda zindanê-I.M.). Yilmaz Güney, çapa 4, rûpel (R) 40-41 (bi zimanê tirkî).
(3) – Kovara “Al-Nehic“, hejmar 8, sal, 1985, R. 218 (bi zimanê erebî).
(4) – Kovara “Berbang“, hejmar 7, sala duhem, 1983, Stokholm (bi zimanê kurdî).
*  Vê Ramana wî, sala 1972 an xelata Orhan Kemal wergirt; ew mestrîn xelata edebî ye li Tirkiyê!
(5) – Dîrok û pirsgirêkên nûdemê yên sinema Tirkiyê. A. Huseynof, Mosko 1978, R. 113 ( bi zimanê rûsî ).
*  Mixabin, tevî ku ez li wan herdu kovaran geriyam jî, lê min nikarîbû bi dest bixim, da ku lêkolînan li ser wan bikim!
(6) - Dîrok û pirsgirêkên nûdemê yên sinema Tirkiyê. (weke jêdera bihûrî).
*  Ew bi xwe jî, bi esilê xwe ve kurde, lê li kurdîtiya  xwe bi xwedî dernakevê?!
(7) – Kovara „Jiyana Sînema yê„. Hejmar: 23/24. Sal: 1984–1985, R. 113 (bi zimanê erebî).

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark