Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Nameyek Ji Bo Pênûsa Mam Hadî Behlewî

 


Brahîm Behlewî

Ka were Mamê hêja, destê te dîsa bigirim û em li ser aloziya jiyana malbatê biaxivin.
Li gundê te çi dibû, çi diqewmî, malbata te çi kirin ji neteweya Kurdî re. Di sînga te de tijî dibûn heycan û kelîmat, îska îska te di þopa netewî de.


Were Mam, raxîne çîroka gundê xwe. Weke mêra rakirina þopa netewa Kurdî, rewrewka havînê, bayê gezoka payîzê, di nav kolanê gunda de bûn partîxwaz û zana. Di paytexta rewþenbîriya wî gundî de bû, gundê ku zaroka di landikê de þîrê merovatiyê vexwarin,  gundê ku bibû ciyak di singa neyara û xwîn li sînorê wê rijiya.
Belê Mamê þêrîn, were bi hebra pênûsa xwe ji nûv re bi darvek, we dîroka jibîrkirî, nasnama wan qutabiyên derketin, qutabiyên ku bi rê ve çûn.  
Erê ka were li þûnwarê mele Þêxmûs de bixebite û li ber bayê havîna Seyda Cegerxwîn bidêre, tê bibîne ku taya sar û germ li dîrokê hatiye pêçan, di xapandina wê mîjoê de werîsê rastiyê bela bi bangewaziya pînûsa te diyar bibe.
Mamê birêz, ku dûvçûn nebe dîrok winda ye, dema babelîska qederê zîz dibe wê dîroka mêrxasiyê kurt nemîne, weke pelê dara bê av diweþe û bela rebenî nebe pehra pênûsa me, gav bi gav roj bi roj ew rûbar diçike û zewa dibe. Pera wî bingeha wê dirizî, de rabe Mamê ezîz, wê berçavkê biþkîne û wî kupalî bavêje, ta em wê perê nû bikin ta dîrok vexwe ji kaniya ku biherike bi hebra pînûsa te, tovê berdewamê li cem te zor e ji bo zelalbûna rola malbatê di dîrokê de, va ez dibînim bi kêfxweþî helbestên te di weþanê enternêt de û min dît dîwana sibê wê bê, gelo emê bibînin dîwana Mam Hadî li gundê Girzîn.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark