Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Karwanê bêdeng di sonêta jiyanê de

 


Tengezarê Marînî

“Daku bi tenê nemînî, li van xêz û xewna mukur were”
Bo seyadyê min Rezo Osê

Di herdû kurkên min de, destan xwe livlivand, li kolaneke tarî þahiyên xwe avêtin  milên xwe û yên xwedê..., li þûn xwe bizdo-bizdo dinêrîn, min jî li piþt qehwexanekê, serê xema xwe diþuþt. Li pey min bûn. Guvguva bayekî ji wan dertê, diketim. Þevpest, bêdengiya min derizand, wan jî ji cihekî bo ya din, xwe çem dikirin, sirûdên xwedê digotin. Ez bêdeng derketim, di çarenûseke nediyar de, melodiya fîlmekî nenas dinehwirand, dibû sonêta sefera min


Agir
Xwe pêdixe, kovî ye, tîja te. Þahidê girtîgehek bi mijanga sênckirî.
Li kenaran, xalê tîne, dizivirîne, bi serî ve hildigirim û ji kunê dergehî qêrîna nenasekî,  serbazekî ji xeyalan. Dêmê þevê daket. Bi ser navê te de, bi destê tariyê, li bêdengiya pêlava bîrhatinan.

Av
Miþt  dahênan û awireke tûj, azara min firçe dike û jiyaneke duqolî
derbas bû, þîrdanek guhlêbûyî û keserek li þûna te
Spî belgenameya te, nêzîkî te û li ber çûnê.
Neniha, ez têm, hîn sûndek maye bo te bixwim.
Ronî li derdora te têr e, þêrîn e  mêrga herikîna peyvên te
Ax
Pîvan tarî diheje, dihingive min û þêt dibe
Xem asoyekî bêpîvan e li ber þeva te, bargiran, þîna min dikole.
Sirûd dubare ye, himbêza asîmanekî tûj, di sebeta singa min da.
Toz, derveyî xwe, li ser navê min hêlanê dike, peyker e.
Dergevanê xewneke ji xwe mayî, di govenda giyayî de, þahiyeke westiyayî
Kûr e, kela te? Êþa te ji kû dest pê dike?
Birîneke kûr û welatekî dûr, têlek e nûnertiya min dike. Daku hisretên xwe sor bikim,
dest bi yariyan dikim û li ber kenê te rondikan vedimalim.
Ba.
Hest destê tirsê ye, þopa qêrînê û gergerînoka dengê te.
Were em pêkve, pif  trumpêta xemê bikin. Deng birîndar e
Ba radiweste, glover e berbibabûna helbesta te û kevok hîn
„ di xew de ye, neçûye lîs û hêlînê”
Xal diyar e, deng berze, tu bilind..
Ji rengê  peymanan… Tu jî bêdengiyeke nûgihayî.
Tanî ba xwe rabixe, zingil ji dûr ve têt, dê kemana te destnîþan bikim.
De ka, tu dê  henasê bikenînî


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark