Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

belavokên partiyan: Hijmara (1) ji kovra YEKÎTÎ bi zimanê kurdî derket

 


  Gotina komîteya nivîsgeha YEKÎTÎ

Yek ji biryarên kongirê pêncan yê siyasî Kurdî partiya me; partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûrî, ko divê em bixebitin ko belavokek siyasî bi navê partiyê bi zimanê Kurdî, zaravê Kurmancî derxin. Çimkî gelek kêmaniyê me –wek partî û wek tevger- div î warî de hene, gerek em wan kêmaniyan çareserbikin, nexasin wek tê zanîn ziman di rewþek taybet de, wek rewþa milletê Kurd li Sûrî, ko bi dehê salan siyaseta tunekirina wî hatiye ajotin û hîn jî berdewame nasname ye.


Ji bo vê sedemê ya serekê û hin sedemên din kongirê pênca yê partiyê li ser vê kêþê rawestiya û ev biryar stand..

Em hêvîdarin ko wê belavok a me «Yekîtî» bibe find û þemalek ji bo vekirina derge-hên roniyê ji gotara li Sûrî re. û em bawerin ko wê pir kêmani yên me hebin di avakirina vê belavokê de û bi taybetî ji hêla teknîkî û giramatîka zimên, lê em bawerin ko wê xwendeva-nê me  li van kêmaniyan bibûrin ji ber destpêke. Lê em sozê didin ko tae m karibin emê kêmaniyan kêm bikin.
Armanca me û serkirdayetiya partî ko em di demek nêzîk de karibin xwendevanê vê belavo-kê pir bikin di nav milletê Kurd de li Sûrî. Û em rexnên hêzên Kurdistanî li Kurdistana bakur û Îranê û Sovyeta berê ji ser xwe hilînin. Ji ber ew rexne di cihê xwe de ne dema ji me re dibêjin ko ew tiþtekî li ser helwesta milletê Kurd û tevgera wî ya siyasî li hember rêjîma Sûriyê nizanin, ji ber hemû belavokên me yên siyasî bi zimanê Erebî dertên.
Em hêvî dikin ko belavoka «Yekîtî» karibe helwesta milletê Kurd bi zelalî ragihîne, û xwendevanê xwe bighîne rastiya nerînên partiya me ji hemû bûyerên siyasî di Kurduistana Sûriyê, di Sûriyê, û di devereên cîhanê de, û awayê çareserkirina vê doze û alavên tekoþînê yên ko partî bikar tine div ê qonaxê de.
Emê bixebitin ko hêza gelê xwe þiyar bikin û rûçikên rêjîma þoven û totîlîtar wek heye berçav bikin, bêdudilî, ko ev belavok mil bi mil bi belavoka «Yekîtî» ya  bi zimanê Erebî re bibe rêçnasa doza netewî Kurdî û zimanê gelê Kurd di tekoþîn û kêferata hebûnê û mafê rewa.



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark