Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Bwîka kurda (*)

 


  Pêþkêþ bit bo bizava þirîf paþay yê ku xwaznama milletê kurd sala 1919  ê pêþkêþî civata milletan kirî piþtî bidumahî hatina þerê cîhanî yê êkê.. Ev huzane li mîhirecana êkê ya huzana kurdî sala 1971  ê li bajêrê Kerkûkê min xwand.

Ey felek bote dinalim boçî nêrgiz çirmisîn
Ew çima bextê me hoye her bê dost û bê kesîn

Qet dê hêt ew roja me divêt kehnî ya warî bizêt
Jê vexwîn desta bi hilînîn jê vexwîn çend me bivêt


Agirê saru vemirî çav melê ye geþ bibit
Ew buhara têhinê kuþtî hîvîdarim xoþ bibit

Kurdîno rabin bibînin berxekê jar û zeyif
Dane ber pal û kêþana xencerek dijwar li dwîf

Ew werîsê tê alandî her ji hirîya berxî ye
Pê dikêþin serbirînê bwî werîsî nuxî ye

Mezina ji mêje gutîne dujmnê serê xo kew
Dar bidarî têt birînê destkê bivirî dar e lew

Nê me Nalîne ji bivirî sed hizar cara hewar
Em bi wî bivirî ketîne hind nesax û birîndar

Nê me Nalîne ji mêje bu hetavek ruhin û geþ
Dawetî rabin semayê pwîç bikin berperên reþ

Evro kanî li min wê rujê pir ji xoþî û renge reng
Vebiguhêzin bwîka kurdan ew turîna þox û þeng

Kanê kew boçî naxwînin kanê warê gul gulî
Lê di çerînin gurik û rwîvî boþe lê mar û kulî

Kanê mizgefta me têda sed nivêj rojê kirîn
Kanê darigwîza têda þîn gwîze terr me jê kirîn

Kanê rwîbarê pir bizav kanê pêlên hîvî yê
Kanê bêrî ka þivan geþ bikin kurdînî yê

Ka gilavêja me dîtî wextekê zêrîn bijar
Lew me gutê hinde êdî her dê mînit ew bihar

Baxçeyê vîna nemayî kê wekir kavil bibit
Turîna bextê me evro kê wekir zîz û sil bibit

Evro kanê li min wê rojê pir ji xoþî û renge reng
Vebiguhêzin bwîka kurdan ew Torîna þox û þeng

Da bibînim kiç û lawan mil bi mil bêne þahî yê
Bijikînim kul û êþan ber hetava sahî yê

Da bihelînim ji kurda ala ser çîyayên pir ji xwîn
Da hawarikim ji dilê sutî her bijît serbest û jîn

Ne gunneh û ne þerme jî ger mejî ala hebit
Ne umêdek kwîr û dwîre bawerî bi sala hebit

Dê ji kiluxên wan þehîdan sitînekê bilind vedim
Pê vekim alayê kurdan da bigehit tava germ

Bêjime xelkê vê cîhanê navê kurda jî heye
Kî dê þêt navê me têk dit hindî ku rêber heye

Evro kanê li min wê rujê pir ji xuþî û renge ren
Vebiguhêzin bwîka kurdan ew turîna þox û þeng

Bigirinjînim beçke þêran ew helal û ew rihan
Pizu zarukên þehîdan ew kulîlkên çi nezan

Bêne hêzkê li nav çinaran xefk widavên xo vedin
Kêl wivêlan biçiklînin bêjin êk du xu vedin

Bêjine þalîl û tivîrikan werine hêlînên berê
Werine ser gulb û çeqên xo bixwînin vê berperê

Berpera jîname ya nwî ew jîyana dwîr ji jan
Dwîr ji salskî û rîmetî serferazî bu þîyan

Kutirînu dadin ji dadê bu xudê dadê nekin
Ehiremen evroke pwîç bî sed tilîlî bu vedin

badirkhansindi@yahoo.com

(*)  hinde stiran bêjan ev huzane stirandî ne wek tehsîn taha û Mihemed Þêxu û þivan.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark