Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rexne Navbera Şaşkirina Rastîyan û Rastkirina Şaşîyan

 

Xeleka yekê

Berzo Mehmûd

Li roja 17ê Hizêranê, sala 2006an, di malpera Rojava de Dr Memo Ebdî gotarek rexneyî bi navê ((Rastiya "rênivîsa peyva kurdî", nirxên wê û rexnên lê)) derbarî pertûka minî bi navê (Rênivîsa Peyva Kurdî) belav kir, û hin nerîn û bîr û bawerîyên xwe ji me re gotin. Berî her tiştî û berî ku ez gotara wî bixwênim jî ez bihêvî bûm ku her kesê rexne yan têbînîyên xwe derheqa berhemekî zimanvanî binivîsê, pêwîste nivîser bi kêmanî şapezabûneke wî di mijara zimanvanî de hebê, neku ew jî bi awayê melakî li babet binerê û wilo xwendina xwe têde bidawî bênê.


Ez baş dizanim Kak Memo wek xwendevan û nivîser wextekî xweyî baş di xwendina vê pertûkê de bûrandîye, di demeke ku gelek kêmin ew kesên bi kurdî dixwênin, nemaze berhrmên rêziman û zimanvanî yên ku hem hişkin û hem jî hin berhemên wek lêkolîna ziman ku pisporî û şarezabûn di xwendina wan de divê. Lê gelo Kak Memo di têbînîyên xwe de derbarî rexne û nerxandina vê pertûkê rast çûye yan şaş çûye?  Bersiva vî pirsê peregrafên vê gotarê didin.

Hin kes û hin xwêner û nivîser wa tê dighin û wa dibînin ku erkên rexne hew tenê xuyakirina kêmasîyane. Li gor derbirrîna Kak Memo (ya rast ez şûrê xwe ji ber xwe bikşînim) rexnegir xwe (şûrkêş) dibînê, lê ne (şabaşbêj). Helbet ev rastgoyî ji alîyê rexnegir ve xweşe bi mercê ku şûrkêş ji mercên lîstikê dernekevê, û şûrê xwe rast bavêjê. Ya dîtir weha ji min ve dixuyê ku nivîser carna di hin cihan de ji pêwendîyên hevaltîyê ditirsê ku pê werê tometkirin, lewre xwestîye xwe hinekî tûj bikê, heçku rexne ewe rexnegir kêmasîyan bibînê, eger nedît jî dikarê lê suwar bikê. Di bawerîya min de mirovê nivîskar nabê di helwêsta xwe de û di gotina bîr û bawerîyên xwe de bitirsê, yan ji pêwendîyên hevaltîyê bipelikê. Li ba min wa diyar dibê ku nivîserê kurd ta niha ji bîr û hizrên malbatî û eşîrtî rizgar nebûye. Dîsa nivîser nav di xwe didê ku rexne bi wataya belûkirina kêmasîyan, lewre di despêkê de dibêjê: ((… lê bi gumana min aliyên nerênî û qels di vê pirtûkê de naçar in bibin naveroka tekoşîna me û destelata xwe bigire ser hizir û ramanên me.)) lê dîsa dadgayîkirin hatîye bîra rexnegir, lewre bi dû de dibêjê ezê xwe bavêjim nav vê pertûkê ((mîna xwendevanekî ne zimannasekî)). Rexnegir bi vê xalê dixwazê rêya çûk ji xwe re çê bikê, û xwe rizgar bikê eger lê giran bû.  Lê pirsa ku xwe tavêjê ser masê eger em wa bibêjin, yan jî pirsa tê bîra me her ewe ka rexnegir ew alîyê nerênî û kêmasîyan û qelsîyê destnîşan kiriye? Yan di warê têbînîyên kesane de diçê û tê? Mebesta min ji têgeya (kesane) ango ew nerîna teng ya bi vî kesî ve bende, ku têkista rexnegirtî nabê cihê belge û nimûneyan bo isbatkirina bîrûraya rexnegir. Ev têbînî heye drust bin, û heye ne drust bin.    
Kêmasî bi xwe rûweke, lê rûwekî dîtir jî heye û bi giringîya yê pêşîye, ew jî ronîkirina alîyê başîyêye di berhem de, ji ber ku berhem eger kete ber rexne de merc nîne herdû alî bêne ronîkirin, heye em giringîyekê bidin ser alîkî, û alîyê dîtir bi kurtî bêne ziman. Çi destnîşankirina başîyan bê, û çi jî ya kêmasîyan bê, her divê rexnesaz, nemaze di babetên zanistî de, dûrî pîvanên kesayetî û yeklayî bê da ku bikarê birryareke rast û drust bidê jibo bikevê xizmeta zanyarîya kurdî de, ji ber ku rêbaza zanistî bi rastî û drustî her ewe ya ku berhem bilind dikê, inca başîyên berhem bi xwêner bidê naskirin, yan şaşî û xirabîyên wê/wî. Vênca berhem bi herdû alîyên xwe ve bi şêwazekî pisporî werê nerxandin encameke baş didê û pileya lêkolînê di ziman û wêje û rewşenbîrîya kurdî de berz dikê. Gava em dibêjin rêbaza rexnesazî mebest jê ewe em çilo dergehê axaftina zanyarî di babetên ziman de vekin? Çilo em rexne li hev bigirin? Her ev jî bi danîn û hilanîna zimanvanî tê, bi giftûgoya birayane bi giyanê hezkirinê, dûr ji nîq û xwebînînê, dûr ji hestê dubendîyê, ne bi serhişkî û bi (êzingê min)î mijar çareser bibê. Bere bawerî ew ya zal bê, bere zanîn û hişmendî birryarder bê, bere zimanê aqil serdestî hemî beşdaran bê.
Herwekî em di warê ronîkirina asteng û kospên ziman de ne, helbet wê têgeyên neyeksan navbera xwêneran de navbera rewşenbîran de, navbera zimanvanan de belû bibin, ev neyeksanî encama ew zanyarî û rewşenbîrî û şarezabûna ku her yek ji van mirovan, ji van rewşenbîran, ji van zimanvanan xwe pê girtîye, yan li ser mezin bûye. Ya dîtir jî hêz û xurtîya dahênanê û zimanvanîyê ji mirovekî ta mirovekî dîtir ne wek hevin. Ev bi xwe tiştekî sruştîye. Ya giring di vê giftûgoyê de ku herdû tîm (team) bi ser neyeksanîya xwe ve bigihin wan hokar û encamên ku ber bi kêmkirina wan kosp tegeran de diçin, û em hemî kar bikin jibo pêşvebirina alîyên xurt di zimanê me de, ne ku li encama nexweşîyên kesane, em rexnê bikin wek rêçeke rewa (مشروع )  pê nivîserekî yan dahênerekî ji behayê wî yê rastî kêm bikim. Ev reng rexne, mebesta min rexna kêmkirinê, yan jî ev wutara xirabî ticarî nakevê ber coreyên rexnesazî de, wek vî karî şer û dev-avêtine. Ez vê yekê di warê giştî de dibêjim, û neyê famkirin ku ez çêl nivîsara kak Memo dikim.
Di alîkî dî de rexnegirtin yan (şûrkêşan) bi wataya nivîser di warê zimanekî wek zimanê Kurdî de ku ta niha cêgîr nebûye, û şêweya standard jêre nîne, her kes li gor kêfa xwe dinivîsê yan (dinûsê) wek (derbareyî, nîgar bikim). Eger kak Memo mafdare ku (dinûsê) binivîsê, ez bi xwe ne dijim, lê ya pêwîst ewe peyv bi kîjan şêwezarî hat, gerek rast werê û ligor yasayên zimanê Kurdî bê, ango nabê em van gotinan yan van peyvan bi şaşî bikar bênin, wekçawe karê lêkdayî (nîgar bikim) li nik nivîser hatiye ku karê (kirin) nabê ligel peyva (nîgar) werê, ya rast ewe karê (kêşan) bi peyva (nîgar) re bê, ne (kirin). Lewre kurd dibêjin: (Ez nîgar dikêşim), ne (nîgar bikim). Ev şaşîya han peyvê ji wata dixê. Başe, ma ev şaşomaşobûn di stûyê kê deye?? Di vir de em dikarin wek awayên rexnegirtinê bêjin: nivîser ketiye şaşîyeke zimanî de, û serrastkirina wê pêwîste. Cihê amaje pêkirinêye ku gelek nivîseran şaşîyeke zimanî ji vî nifşî, ango nifşê frazyolojîya zimanê Kurdî wek (nîgar bikim), dibêjin: (rexne bikim) ya (rexne dikim)? Ev bi xwe şaşe û kurda ji kevin de wilo negotine, lê ev şaşî li encama bikaranîna çavlêkirineke şaş ku wilo ser zimanê nivîserine şaşomaşo têne nivîsînê,   nemaze nivîserên Kurdên Sûrî û yên Tirkî. Ya rast ewe ku em bêjin (rexnegirtin) yan (min rexne li te girt ), ji ber ku peyva (rexne) bi xwe kêmasîye, û Kurd dibêjin (li min negire) ango (vê kêmasîyê li min negire), lewre (rexne) jî wek (kêmasî) tê gotin û dibêjin: ( min rexne lê girt ).  Nebê em bêjin (min rexne li te kir). Nabê ez bêjim raya min wiloye, û raya te ne wiloye, ev ne warê bîrû bawerîyaye ku di têgehên nerînan de tê gotin. 
Lê şêweya peyva (derbareyî) ya ku li nik kak Memo hatîye ne şaşe lê wek dengsazî ser ziman hinekî girane, û li nik me (derbarî) ya (derbara)/(derbarê) tê gotin, û bi Soranî (derbarey) tê gotin. Ez vê yekê dibêjim bi mebesta ku bala me û hişê me li zimanê me bê, nemaze kesên ku xwe di vî warî de berpirs dibînin. Şaşîyên ziman bi me hemîyan re derbas dibin, ji ber ku zimanê me ew guhdan ji alîyê partî û dezgehên Kurdî pê nebûye û ne dibê, ji ber ku ev partîyên me xema we tenê kursî saxlem bimênin, wekî dîtir çi bi serê zimanê Kurdî tê, ne giringe.              

Hin car nivîserê rexne, herçende ew bi xwe mirovekî dilpake û pakniyaze, lê ji ber ku di şêweya nivîsînê de bi taybetî di warê rexne de ne pispore, lewre hin şaşîyên wî di hilbijartina hin peyvên nelibar de derdikevin, û ev bi xwe li şûna mifayê bidê berhem, ziyanê digihênê, wek: (şaşomaşo, gelemşe, qurrekirin, ramanên çewt …. ) ji ber ku nivîser di yek xalê de jî nedaye xuyakirin ka di kîjan cihî ji berhem mirov şaşomaşo dikê yan ramanek çewt di kîjan mijarê deye, yan di kîjan beşî deye. Helbet ez ticarî qebûl nakim nivîser wilo bê belge birryarekê bidê. Kengî rexnegir raya xwe yan dîtina xwe bi belge isbat kir, hingî emê jêre patê lêxin. Jibilî wilo pêve, peyvên rexnegir di warê tewşomewşo de diçin û tên. Ji ber vê yekê ya baş ewe ku nivîser peyvên xwe bi hûrbînî hilbijêrê, yan jî rexne ti wata û  bihamendî jêre namênê, û li şûna rastkirinê şaşkirin tê, ku ev jî ji nirxê rexna me kêm dikê.

Dr. Memo rêya pêşketina zimanê Kurdî di piroseya perwerdekirinê de dibînê dema ku dibêjê: ((… zimanek ne di riya perwerdeyê de be ne mimkine ku tu pê xwe qure bikî yan ji heqê wî derbikevî, ji ber vî tiştî ez ê hewlbidim bi şêweyekî objectîv bê dexsîn xalên lawaz eşkerebikim bi armanca serrastkirina ramanên çewt û zelalkirina helwestên nediyar, tevî ku daner bi xwe jî di vî warî de kêmkasî şopandine û hin diyarde belûkirine.)) Çend têbînîyên min derheqa gotina nivîserê rexnegir hene, ew jî evin:
1. Peyva ((pê xwe qure bikî)) ji alîyê wata ve, ne di cihê xwe de hatiye, ango ew mebesta ku nivîser dixwazê derbibirrê nadê. Ya baş ew bû ku bêjê (ne mimkine ev ziman bikarê di astê zanyarî de bi hesanî rola xwe bibînê, eger perwerdekirin li dûv nebê … ). Mebesta nivîser kîjan ji wan bê, bere ew bê, lê ev ne bîrûraya mine, ev ne bawerîya mine, neku ez ya dilê xwe dibêjim, belê ez ya hişê xwe dibêjim. Zimanê Kurdî ew pêçêbûn heye ku wek her zimanekî zindî rola xwe di danîn û nivîsîna zanyarî de bibînê, lewre ez bîrûraya kak Memo sed ji sedî şaş dibînim û em dikarin bê şerm û fedî (xwe bi zimanê xwe qurre bikin), û ya drusttir xwe pê serbilind bikin.
2.  Bi dû de, rexnegir ji xwe ditirse ku derheqa nivîserê berhemê bikevê şaşîyan de, bo vê yekê berî ku bîrûraya xwe bêjê rê jêre xweş dikê dema dibêjê: (ji ber vî tiştî ezê hewl bidim bi şêweyekî objectîv bê dexsîn …. ) Di vê têvejoyê de rexnegir sê peyvên rêxweşker bikar tênê, ku ew jî evin: (hewl bidim) û (bi şêweyekî objective) û (bê dexsîn).
3. Dûv re tê ser wê bîrûraya (( xalên lawaz eşkere bikim bi armanca serrastkirina ramanên çewt û zelalkirina helwestên nediyar)). Wek şêwaz peyva (hişkerekirin) di vê têvejoyê de ne hewqas libare, lê dîsa nexeme. Di vê goteyê de hin têbînî serê xwe hil didin:
A. Helbet ronîkirina xalên lawaz tiştekî druste, û ew xalên lawaz di berhemekî wek rênivîsa zimanê Kurdî de nînin, û ew xalên giring yên ku di berhem de hene, dektor Memo destnîşan nekirine. Ez nizanim şûrê wî kuhe/koye, yan ev bîrûra yên kesine dîtirin?! Ya dîtir jî rexne û nerxên wî pirtir di warê têbînîyên gişîtî de tên? Her ev jî cihê xwe di lêkolîna zanistî de nagirê eger kêmasî di têkista rexnegirtî di pertûkê de neyên nîşankirin, û vê yekê di bawerîya min de lawazî û nerewabûn bi ser têbînîyên Dr. Memo de zal kir.
B. Paşê rexnegir yan jî (şûrkêş) tê ser wê yekê û dibêjê: (( … bi armanca serrastkirina ramanên çewt û zelalkirina helwestên nediyar)). Ezê li ser vê yekê di çend xala de rawestim, ew jî evin:
1. Berî her tiştî kêşeyên ziman yên ku di pertûkê de hatine di çarçêweya yeksanî û neyeksanî de têne çareserkirin.  Diyare kak Memo bi yeksanî û neyeksanîya ramanan nebihîstîye, lewre yekser çewtî û rastî tê bîra wî, ya reş ya spî, yan tu bi min reyî yan tu dijminî. Ev şêwe bîr li nik rewşenbîrên birra nemaye, pirtir li nik kesên nexwenda yan gundî yan zordest peyda dibê.
2. Ya dîtir jî Dr. Memo xwe di wê astê de dibînê ku bibê birryarderê çewtî û rastîya bîrûrayên pertûkê. Di bawerîya min de ya baş ewe eger mirov lingê xwe li gor xwe bavêjê, wê çêtir bê. Wek şêwaz û rêz di nav pispor û xudanbîran de heye ku nivîser yan xwêner raya xwe yan gotina xwe wilo tazî nabêjê û nanivîsê. Kêşe ne bi awayê derbirrîna Kak Memo tê çareserkirin, helbet herkes mafdare ku raya xwe,  çi şaş û çi rast, bêjê. Lê birryardan bi çewtî û neçewtîya ramanên zimanî bi kêmanî divê xudiyê vê birryarê di zimanvanî de pispor bê da ku bikarê yasayên zimanvanî ji hev derbixê, ne ku ramanên zimanzanekî wek Seyûtî tê negihim û karîgerîya wan di rênivîsa zimanê Kurdî de gelemşe bibînim wekku Dr Memo weha da xuyakirin. Ma çê dibê ez çewtî û neçewtîya rayake dextorî /bijîşkî bibirrim, eger ez di vî warî de ne pispor bim. Jibilî wilo jî nivîserê şareza di barekî weha de li şûna (çewtî), peyva (şaşî) dinivîsê/dibêjê, ji ber ku çewtî watayeke xirabî didê. Di bawerîya min de ya baş ew bû ku Dr Memo bi kêmanî peyva (şaşî) li şûna (çewtî) bikar anîbane. 
4. Ya dîtir jî ka ew çewtî di kûdê deye? Û çima nayê destnîşankirin ka gelo ev bîrûra çewtîye yan têbînîya kesaneye nakevê xizmeta pêşkeftina lêkolînê di zimanê Kurdî de.
Bi raya min Dr memo di vê xalê de şaş çûye, ji ber ku armanca wî di berhem de ne (serrastkirina ramanên çewt)e, ne ku ez mafê (serrastkirinê) didim xwe û ji bilî xwe distênim, na. Ez vê yekê dibêjim ji ber ku gotara wî ne di coka rastkirina ramanên çewt de derbas dibê, gotara wî bi xwe di çarçêweya danîna hin têbînî li dû xwendina wî di pertûkê de. Em di giftûgoyeke zimanî de ne, û hemî diyarde li gor bîr û bawerîyan berçav dibê, û ez jî di pertûkê de li gor yasayên ziman raya xwe didim, û eger pêçêbûn hebê li gor pisporî û zanebûna xwe raya xwe didim û çareser dikim.
Di babetên ziman de gelek mijar hene çendlayî di astê nerînê de têde peyda dibê. Ev çendlayî di hin xal de wî mafî nadê min ez bêjim ya herî rast ya mine, û ya dî şaşe, belê pîvanek heye ku em pê formekî yan şêweyekê ji çendekan hilbijêrin, û wê bikin forma standard, wek em bêjin Ereb di warê şêwezaran de hinek dibêjin (eqûl - dibêjim), û hinek dibêjin (egûl) û hinek (e-ûl) û hinek jî (exûl), lê zimanzanên wan yek şêwe bo standard hilbijartin, û pê dinivîsin û dixwênin, belê yên dîtir jî devkî têne gotin.   
Bi ser ku ev nerîn hemî jî bi mebesta xizmet û avakirina zimanê Kurdî hatine, û ne tiştekî dîtir, lê di nav tevna têkista wî de, hin peyv û riste du rûwan distênê, ango du watayên ciyawaz û hevdij didê, erênî û nerênî,  başî û nebaşî, yan jî nivîser hin xal di hin cihan de mezin kiriye, yan mezin dîtiye. Ev yeka han têgehîna xwênerê xwe, nemaze yê ku pertûk nexwendîye, û yê ku baş fêrî babetên rêziman û zimanvanî nebûye, dixê bin mij û moranê de û li şûna ku rûwê başî wek heyî bidê xuyakirin, camêr xwe ji şûrkêşanê re çikandîye da ku rûwê  (qels û lawaz – di dîtina wî de) li gor zanebûna xwe bidê xuya kirin. Bi ser wilo de jî, nivîserê rexnebêj wek xwendevan, ne wek zimanzan xwe pêşkêş dikê. Ev bi xwe jî du rûwan distênê: yek jê ewe ku nivîser xwe nabînê zimanzan bi wataya zanistî, bi kêmanî hember berhemê ku rexnên xwe lê digirê. Ya dîtir ewe nivîser rê ji xwe re vekirî dihêlê, ji revê re xwe amade dikê, mebesta wî jî ewe eger lê teng bû, ji xwe berê gotîye ne zimanzanim wek wê panda kurdî ya dibêjê: (dîtim ezim, nedîtim dizim)
Lê tiştekî baş heye û pêwîste em amaje lê bikin, ew jî ewe ku Dr Memo ji wan hemî têbînîyên xwe yek têbînî drust  û zanistîyane  daye, helbet jêre tê tomarkirin, ew jî eve: ((… mamostayê me pir giringî daye rêzimana Celadet û têra xwe tê de dîtiye min dixwest di nirxandinên wî de nerînên Qanatê Kurdo bihatana şopandin …. )). Ev têbînî di cihê xwe deye, herçend di hin movikên lêkolînê de min raya Qenat berçav kiriye.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark